Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çetinayên nav Hevda bi Hizkirin Safî kin

Çetinayên nav Hevda bi Hizkirin Safî kin

“Bi hevra edilayîyêda bijîn” (MARQ. 9:50).

KILAMÊN: 39, 35

1, 2. Derheqa kîjan şer-dewên meriva kitêba Destpêbûnda lêkirî ye û ji wan serhatiya em çi dikarin hîn bin?

QE HÛN fikirîne derheqa şer-dewên meriva, kîjan ku Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê? Dîna xwe bidine tenê ser seriyên pêşin ji kitêba Destpêbûn. Qayîn Habîl kuşt (Destp. 4:3-8); Lamex mêrekî cahil kuşt, çimkî ewî mêrî wî xist (Destp. 4:23); şivanên Birahîm û Lût hevra ketine dewê (Destp. 13:5-7); Hacerê Sera bêhurmet dikir, lema jî Sera ji Birahîm xeyîdî (Destp. 16:3-6); Îsmayîl miqabilî hemûya derdiket û hemûşk jî miqabilî wî derdiketin (Destp. 16:12).

2 Gelo çira Kitêba Pîrozda derheqa çetinayên wî cûreyî tê gilî kirinê? Meniya pêşin ew e, ku em hîn bin edilayê xweyî kin. Em jî merivne gunekar in, û lema jî çaxê em rastî problêmên usa tên, em dikarin çev bidine meselên merivên baş, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê. Meselên wan meriva, dikarin alî me bikin, ku em hîn bin tevî yên din edilayê xwey kin (Rom. 15:4).

3. Wê têmayêda derheqa çi emê şêwir kin?

3 Wê têmayêda wê bê şirovekirinê ku çira xizmetkarên Yahowa gerekê problêma orta hevdu safî kin, û çi cûreyî. Emê şêwir kin derheqa hine prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku dikarin alî me bikin çetinaya orta hevdu safî kin, û heleqetiya baş xweyî kin tevî merivên xweyî nêzîk û tevî Yahowa Xwedê.

XIZMETKARÊN XWEDÊ GEREKÊ ÇETINAYÊN ORTA HEVDU SAFÎ KIN

4. Kîjan nihêrandin dinyayêda belabûyî ye, û ew yek çi axirî anî?

4 Îro orta merivada gelek şer-dew hene, û heçî zef meniya wê yekê Şeytan e. Edenêda Şeytan got, wekî bêyî Xwedê her kes dikare safî ke ku çi baş e û çi xirab e (Destp. 3:1-5). Axiriya wê yekê îro eyan e. Îro meriv difikirin ku îzina wan heye xwexa safî kin çi baş e û çi xirab e. Ewana qure ne, xwehiz in û şerûd in. Ewana evê yekê dikin çi ku çevê wanda rast e, û bona wan firqî tune safîkirinên wan wê ça ser merivên din hukum bin. Nihêrandina wî cûreyî şer-dewa pêşda tîne. Lê Kitêba Pîroz me şîret dike, “merivê ku hêrsa xwe natemirîne dew-dozê gur dike, û ew kê ku xwe li hêrsê digire, gelek guna dike” (Metlk. 29:22, DT).

5. Îsa ça meriv hîn dikir, ku ewana ça gerekê çetinayên orta hevdu safî kirana?

5 Îsa meriv hîn dikirin, ku timê edilayê bigerin, hela hê wî çaxî jî, çaxê ewana dişirmîş dibin ku ew yek bona kara wan nîne. Çaxê Îsa ser çiyê meriv hîn dikirin, ewî şîret da şagirtên xwe, ku çawa çetinayên orta hevda safî kin. Mesele ewî wanra got ku nerm bin, edilayê xwey kin, û usa jî xwe ji hêrsê dûr bigirin. Hin jî ewî ewana hîn dikirin, ku çetinaya nav hevda zû safî kin, û dijminên xwe hiz bikin (Met. 5:5, 9, 22, 25, 44).

6, 7. a) Çira ferz e çetinayên orta hevdu zû safî kin? b) Her xizmetkarê Yahowa, kîjan pirsa gerekê bide xwe?

6 Îro em Xwedêra xizmet dikin, wîra dua dikin, mizgînê bela dikin û diçine ser civînên me. Lê hergê em tevî yên din edilayê xweyî nakin, ew hemû tişt pûç e (Marq. 11:25). Em nikarin dostê Xwedê bin, hergê şaşiyên merivên din nabaxşînin. (Bixûne Lûqa 11:4; Efesî 4:32.)

7 Yahowa ji hemû xizmetkarên xwe dewa dike, ku hevdu bibaxşînin û tevî hevdu edilayêda bin. Lema wê kêrhatî be, hergê em ji xwe bipirsin: “Gelo ez hêsa xûşk-birên xwe dibaxşînim? Ez şa me tevî wan hevaltiyê bikim?” Yahowa ji xizmetkarên xwe hîviyê ye, ku ewana yên din bibaxşînin. Lema, hergê îsafa te tera dibêje ku lazim e hîn bî hê zêde bibaxşînî, Yahowara dua bike bona alîkariyê! Bavê meyî ezmana wê ew duayên teyî milûktî bibihê, û ese wê caba duayên te bide (1 Yûhn. 5:14, 15).

TU DIKARÎ XEYÎDÊ JI DILÊ XWE DERXÎ?

8, 9. Çaxê kesek me xeyîdandiye, em ça gerekê xwe kifş kin?

8 Heta ku em gunekar in, çiqas jî em nexwazin, yeke emê pê kirên xwe yan xeberdana xwe, dilê hevdu bêşînin. Ji vê yekê em xweykirî nînin (Waîz 7:20; Met. 18:7). Çaxê kesek te dixeyîdîne, tu xwe ça kifş dikî? Were şêwir kin derecekê: Rojekê xûşkek nêzîkî du bira bû û tevî wan xeberda. Birak xeyîdî ji bo cûrê xeberdana vê xûşkê. Çaxê ew herdu bira tenê man, birê ku xeyîdî ew xûşk sûcdar dikir seva xeberdana vê. Lê yê din, anî bîra wî, ku ew xûşk îda 40 sala bi aminî Yahowara xizmet dike, hela hê wedê çetinaya jî. Ewî birayî wî da bawerkirinê, wekî ewê xûşkê nedixwest wî bixeyîdîne. Paşî xeberdana wan, birê ku xeyîdî bû, birê dinra got: “Tu rast î”. Usa ew çetinayî safî bû.

9 Ji vê derecê em çi hîn dibin? Çaxê kesek me dixeyîdîne, em xwexa dijbêrin ku çawa xwe kifş kin. Merivê bi hizkirin, şaşiya dibaxşîne. (Bixûne Metelok 10:12; 1 Petrûs 4:8.) Çaxê em dîna xwe nadine “qisûrên” meriva, ew yek ber çevê Yahowa tiştekî bedew e (Metlk. 19:11; Waîz 7:9). Lema, hergê hûn hesab dikin ku kesek tevî we sert bû yan bêqedirî da kifşê, ji xwe bipirsin: “Gelo ez dikarim dîna xwe nedime ser vê yekê? Lazim e ez derheqa vê yekê berdewam kim dişirmîş bim?”

10. a) Xûşkekê ça serîda xwe kifş kir, çaxê ew sûcdar kirin? b) Çi şîret ser hîmê Kitêba Pîroz alî vê xûşkê kir, ku rihetiya dil xwey ke?

10 Çaxê me sûcdar dikin, hêsa nîne ku ewê yekê pişt guhê xweva bavêjin. Were derecekê şêwir kin. Xûşkek, mesele em wê nav kin Lûsî, pêşeng e. Ewê bihîst wekî derheqa xizmetkirina wê nebaş xeberdane, û usa jî ku ew çi cûreyî wedê xwe xerc dike. Lûsî dilteng bû, û ew çû cem birên cêribandî seva ku şîretê bistîne. Ew gilî dike: “Şîreta wan ku ser hîmê Kitêba Pîroz bû, alî min kir ku rast binihêrim ser nihêrandina merivên din û dîna xwe bidim ser kesê lapî ferz, dêmek Yahowa”. Lûsî gelek qewî bû, çaxê xwend Metta 6:1-4. (Bixûne.) Ewan rêza anîne bîra wê, wekî nêta wê gerekê ew be, ku dilê Yahowa şa ke. Ew dibêje: “Hergê jî yên din derheqa xizmetkirina min nebaş xeberdidin, ez yeke şabûnê unda nakim. Çimkî ez zanim wekî ez çiqas dikarim hemû tiştî dikim, seva ku qebûlkirina Yahowa bistînim”. Çaxê Lûsî hate ser vê nêtê, ewê bîlanî da kifşê ku dîna xwe neda ser wan giliyên ne baş.

HERGÊ TU NIKARÎ XEYÎDÊ JI DILÊ XWE DERXÎ

11, 12. a) Mesîhî çi gerekê bike hergê ew texmîn dike ku dilê birê wî ji wî maye? b) Çawa Birahîm problêm safî kir, û em çi dersê ji wî hîn dibin? (Binihêre şikilê ewlin.)

11 “Em hemû jî gelek şaşiya dikin” (Aqûb 3:2). Bide ber çevê xwe, ku tu pêhesiyayî wekî birakî ser te xeyîdî. Vê derecêda tu gerekê çi bikî? Îsa got: “Heger tu hediya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, hediya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide” (Met. 5:23, 24). Çawa şîreta Îsa dide kifşê, tu gerekê tevî birê xwe xeberdî. Dîna xwe bide, ku çaxê tevî birê xwe gerekê xeberdî, nêta te gerekê çi be. Tu gerekê ne ku birê xwe neheq kî, lê şaşiya xwe gerekê bêjî û edilayê çêkî. Dêmek, lape ferz ew e, ku em tevî xûşk-birên xwe edilayêda bin.

12 Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, ku xizmetkarên Xwedê çawa bi edilayê çetinayên orta hevdu safî dikirin. Mesele, şêwir kin derecekê ku orta Birahîm û Lûtda qewimî. Heywanên herda jî gelek hebûn. Û lema diqewime şivanên heywanên wan, bona erd hevra diketine dewê. Birahîm dixwest edilayî xwey kira, lema ewî Lûtra got, ku pêşiyê Lût xwera bijbêre erdê baş, kîderê ku mal û hemû hebûka wî cîwar bûya (Destp. 13:1, 2, 5-9). Bi rastiyê meseleke çiqas baş e! Birahîm edilayî digeriya, ne ku kara xwe. Lê gelo Birahîm ji bo merdaniya xwe zirarê ket? Tu car na! Derbêra, hema paşî vê dereca tevî Lût, Yahowa keremên gelek mezin soz da Birahîm (Destp. 13:14-17). Em ji vê yekê çi hîn dibin? Yahowa tu car wê nahêle ku em zirarê kevin, seva vê yekê ku em pê prînsîpên Kitêba Pîroz çetinayên orta hevdu safî dikin. [1]

13. Berpirsiyarekî ça xwe da kifşê, çaxê birakî caba wî sert da, û em çi dersê dikarin ji wî hîn bin?

13 Were derecekê şêwir kin. Berpirsiyarê teze yê îdareke civata mezin, birakîra têlê xist, wekî bêje hela ew dikare vê îdarêda bi rezedilî hevkariyê bike. Lê ewî birayî sert caba berpirsiyar da û têl ser wî vêsand, çimkî ew bira ser berpirsiyarê berê hêrs bû. Lê ew berpirsiyarê teze ser wî birayî hêrs neket, lê yeke ew yek pişt guhê xweva ne avît. Sihetek derbaz bû, û ewî wî birayîra dîsa têlê xist û pirsî, hela ewana dikarin rastî hev bên. Heftêk derbaz bû, ewana Oda Civatêda rastî hev hatin. Wana dua kir, û paşê sihetekê tevî hev xeberdan. Ewî birayî gilî kir, ku çira ew ser berpirsiyarê berê xeyîdî bû. Ew berpirsiyarê teze bi dilşewatî guhê xwe dida wî, û paşê hine rêzên ji Kitêba Pîroz tevî wî şêwir kir. Axiriyê, ewana hev hatin. Paşê jî, ew bira tevî wî berpirsiyarî hevkarî dikir ser civata mezin. Ew bira gelek ji berpirsiyar razî bû, wekî ew hindava wî qenc û nerm bû.

ÇIÇAX LAZIM E RÛSPIYARA BÊJIN?

14, 15. a) Çiçax em gerekê şîreta ji Metta 18:15-17 bidine xebatê? b) Derheqa kîjan sê gava Îsa got, û nêta me gerekê çi be, çaxê ewan gava dikin?

14 Mesîhî heçî zef çetinayên orta hevdu, gerekê xwexa tevî hev safî kin. Lê Îsa got ku hine derecada diqewime lazim e civatêra bêjin, dêmek rûspiyara. (Bixûne Metta 18:15-17.) Dêmek, heger merivê ku neheqî kir, naxwaze birê xwe bibihê, ne jî dixwaze şede bibihê, gerekê bêjine rûspiya. Lê hergê ew rûspiya jî nebihê, tevî wî merivî gerekê çawa tevî “pûtparist û xercgira” bin. Îro, ew tê hesabê wekî ew meriv gerekê ji civatê bê derxistinê. Derxistina ji civatê dide kifşê, wekî ew “neheqiya” ku ewî hindava birê xwe kir, tiştekî biçûk nîbû. Dêmek, heger ew neheqî dikaribû orta wanda safî bûya, lê safî nebû û ew neheqî ne tiştekî biçûk bû, ew meriv ji civatê tê derxistinê. Neheqiya usa dikare bibe, mesele fêlbazî, yan jî buxdan seva ku navê kesekî xirab kin. Tenê derecên usada dikarin wan sê gava bikin, kîjan ku Îsa Mettada got. Gunên din, mesele qavî, kone, raberî, pûtparistî, û gunên dine giran, ese gerekê rûspî bizanibin.

Seva ku birê xwe qazanc kî, diqewime lazim bê ne ku tenê carekê tevî wî xeberdî, lê hê zêde (Binihêre abzasa 15)

15 Nêta şîreta Îsa ew bû, wekî bi hizkirin alî birê xwe bikin (Met. 18:12-14). Pêşiyê, em gerekê bêyî merivên din, problêmê safî kin tevî wî, orta me û kêda problêm çêbûye. Diqewime ku lazim be ne ku carekê tevî wî xeberdin, lê hê zêde. Hergê paşî vê yekê dîsa problêm safî nebû, wî çaxî gerekê tevî wî û şedekî xeberdî, yê ku zane derheqa vê derecê, û dikare îzbat ke wekî rastî ewî birayî neheqî kiriye. Hergê bi saya şedekî problêm safî bû, tuyê “birê xwe qazinc” kî. Lê hergê te tevî wî birayî gelek car xeberda, û nikarî tevî wî edilayê xwey kî, tenê wî çaxî tu gerekê herî rûspiyara gilî kî, seva ku ewana alî wî bikin.

16. Çi dide kifşê ku şîreta Îsa kêrhatî ye û bi hizkirin e?

16 Gelek derecada, nelazim e her sê gava bikin, kîjan ku Metta 18:15-17-da tê gotinê. Lê gelo çira? Çimkî ew tê hesabê wekî çetinayî orta hevdu dikare zû safî be, û merivê ku neheqî kiriye, ji civatê wê neyê derxistinê. Gelek car, ewê ku neheqî kir divîne şaşiya xwe û gunê xwe tîne rûyê xwe. Û lema, merivê ku xeyîdiye, dibeke divîne wekî îda menî tune xeyîdê xwey ke, û dixwaze wî bibaxşîne. Dêmek çawa ji şîreta Îsa eyan e, nelazim e derbêra zû herine cem rûspiya. Em gerekê herin cem rûspiya tenê wî çaxî, hergê du gavên pêşiyê hatine kirinê û hergê îzbatkirina rast heye wekî ewî merivî neheqî kiriye.

17. Çi kerema emê bistînin, hergê em nav hevda edilayê digerin?

17 Heta ku em gunekar in, xeyîdandin wê hebe. Aqûbê şagirt nivîsî: “Heger yek xeberdanêda tu şaşiyê nake, ew yekî kamil e, ku dikare temamiya qalibê xwe zeft ke” (Aqûb 3:2). Seva ku çetinaya orta hevdu safî kin, em gerekê edilayê “bigerin û pey wê” herin (Zeb. 34:14, ÎM). Hergê em edilayê çêkin, emê şabûnê bistînin ji heleqetiya baş hindava xûşk-birên me, û usa emê yektiyê bikine civatêda (Zeb. 133:1-3). Lê lape ferz ew e, wekî emê heleqetiya baş xwey kin tevî Yahowa, “Xwedêyê edilayîyê” (Rom. 15:33). Ewan hemû kerema emê bistînin, çaxê çetinayên orta hevdu bi hizkirin safî kin.

^ [1] (abzasa 12) Merivên din jî, yên ku problêm bi edilayê safî kirine ew in: Aqûb tevî Esav (Destp. 27:41-45; 33:1-11); Ûsiv tevî birên xwe (Destp.45:1-15); û Gîdeyon tevî Efrayîmiya (Hakim. 8:1-3). Dibeke hûn dikarin dîsa meselên din jî bînin bîra xwe, ku Kitêba Pîrozda hene.