Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bi Temamî Karê Bistînin ji Xwarina Ruhanî ku Yahowa Dide Me

Bi Temamî Karê Bistînin ji Xwarina Ruhanî ku Yahowa Dide Me

“Ez, Yahowa, Xwedayê te me, yê ku te hîn dike bona kara te” (ÎŞA. 48:17, DT).

KILAMÊN: 20, 37

1, 2. a) Şedên Yahowa ça ser Kitêba Pîroz dinihêrin? b) Kîjan par ji Kitêba Pîroz we xweş tê?

ŞEDÊN YAHOWA Kitêba Pîroz hiz dikin. Kitêba Pîroz berdiliyê û baweriya derheqa axiriyê dide. Ew rêberiya rast dide me û me hîn dike (Rom. 15:4). Kitêba Pîroz bona me kitêba meriva nîne, lê ew “xebera Xwedê” ye (1 Têsln. 2:13).

2 Bêşik, cem me her kesî heye parên Kitêba Pîroz, kîjan ku em hiz dikin. Mesele, hineka xweş tê çar kitêbên pêşine Mizgîniyê. Çimkî li wêderê tê gilîkirinê ku çawa Îsa pê jîyîna xwe eyan kir, ku Yahowa Xwedêyê çiqas qenc e (Yûhn. 14:9). Hineka xweş tê kitêbên pêxembertiyê, mesele kitêba Eyantî. Çimkî li wêderê pêxembertî hene, kîjan ku “gerekê zûtirekê biqewimin” (Eyan. 1:1). Ji me geleka xweş tê kitêba Zebûr, çimkî çaxê em evê kitêbê dixûnin, em berdiliyê distînin. Geleka jî xweş tê kitêba Metelok, çimkî li wêderê em ders û şîretên kêrhatî distînin. Bi rastiyê jî, Kitêba Pîroz bona her kesa ye.

3, 4. a) Hûn çi difikirin derheqa edebyetên me? b) Kîjan edebyet em distînin ku bona cûre-cûre têne derxistinê?

3 Em çawa ku Kitêba Pîroz hiz dikin, em usa jî edebyetên me hiz dikin, kîjan ku ser hîmê Kitêba Pîroz in. Mesele, em distînin kitêba, broşûra, jûrnala, û edebyetên din. Belê, em gelek qîmet dikin û razî ne bona xwarina ruhanî. Û em zanin ku ew xwarina ruhanî ji Yahowa ye. Bi saya vê xwarina ruhanî, em ruhanîda hişyar dimînin û baweriya xwe qewî xwey dikin (Tîto 2:2).

4 Xêncî edebyeta ku têne derxistinê bona Şedên Yahowa, hene dîsa edebyetên din ser hîmê Kitêba Pîroz, kîjan ku têne derxistinê bona cûre-cûre meriva. Mesele, hine edebyet hate derxistinê seva cahila, yan jî bona dê-bava. Heçî zef edebyetên neşirkirî, gotar û vîdêoyên ser malpera me, hatine derxistinê bona ne Şedên Yahowa. Bi rastiyê jî, çiqas zef û cûre-cûre xwarina meye ruhanî heye. Ew yek îzbat dike ku Yahowa xweyê sozê xwe ye, û bona hemû meriva xem dike, seva ku ewana hînkirinê bistînin (Îşa. 25:6).

5. Yahowa çi qîmet dike?

5 Belê, em gişk dixwazin ku gelek wedê me hebe, seva Kitêba Pîroz û edebyetên me bixûnin. Û em gerekê dudilî nebin, ku Yahowa qîmet dike, çaxê em wedê xwe bi bîlanî xerc dikin, seva timê Kitêba Pîroz bixûnin û hînbûna şexsî derbaz kin (Efes. 5:15, 16). Lê cara wedê me namîne ku hemû edebyeta bixûnin, kîjan ku em distînin. Vê yekêda dikare xof hebe, û lema em gerekê fesal bin. Gelo ew çi xof e?

6. Ji bo çi em dikarin karê nestînin, ji hine xwarina ruhanî ku Yahowa dide me?

6 Hergê em bifikirin ku hine parên ji Kitêba Pîroz yan hine edebyetên me bona me nînin, ev yek gelek xof e. Lê çira em dikarin usa bifikirin? Mesele, çaxê em hine rêzên ji Kitêba Pîroz dixûnin, em dikarin bifikirin ku ew bona dereca me nîne. Yan em ji wan xwendevana nînin, bona kê jî ew edebyet hate derxistinê. Wî çaxî em çi dikin, tenê sera-bera dixûnin, yan hela hê qe ne jî dixûnin? Hergê usa ne, em dikarin înformasiya ferz berdin, kîjan ku wê mera gelek kar bianiya. Lê em ça dikarin nekevine vê telikê? Em gerekê bîra xweda xwey kin, ku hemû xwarina ruhanî ji Yahowa ye. Yahowa bi Îşaya pêxember got: “Ez, Yahowa, Xwedayê te me, yê ku te hîn dike bona kara te” (Îşa. 48:17, DT). Vê têmayêda, emê şêwir kin sê şîreta, kîjan ku wê alî me bikin, wekî em ji hemû parên Kitêba Pîroz û ji hemû cûre xwarina ruhanî karê bistînin.

ÇAWA JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ KARÊ BISTÎNIN

7. Çira em gerekê Kitêba Pîroz bi nêta rast bixûnin?

7 Bi nêta rast bixûnin. Kitêba Pîroz eyan dibêje ku “temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmt. 3:16). Belê, hine parên Kitêba Pîroz, sêrîda, konkrêt bona kesekî yan bona komeke meriva bû. Lema jî lazim e em Kitêba Pîroz bi nêta rast bixûnin, û nefikirin ku ew yek bona me nîne. Birak dibêje: “Wedê xwendina Kitêba Pîroz, ez timê tînim bîra xwe, ku ji vê parê kîjan ez dixûnim, ez dikarim çend dersa xwera hîn bim. Ew yek alî min dike ku xwera wan dersa bivînim, kîjan ku veşartî ne”. Pêşiya ku em Kitêba Pîroz bixûnin, em gerekê ji Yahowa hîvî kin, ku alî me bike em bi nêta rast bixûnin. Usa jî, duada em dikarin ji Yahowa bîlaniyê bixwazin, seva ku xwera dersa bivînin, kîjan ku Yahowa dixwaze em hîn bin. (Ezr. 7:10; bixûne Aqûb 1:5.)

Tu ji xwendina Kitêba Pîroz bi temamî karê distînî? (Binihêre abzasa 7)

8, 9. a) Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em kîjan pirsa dikarin bidine xwe? b) Em çi pêdihesin derheqa Yahowa, ji vê yekê ku ew kîjan hunur ji rûspiya dewa dike?

8 Wedê xwendinê, pirsa bide xwe. Çaxê tu Kitêba Pîroz dixûnî, bisekine û pirsên usa bide xwe: “Li wir ez çi pêdihesim derheqa Yahowa? Ez ça dikarim evê înformasyayê jîyîna xweda bidime xebatê? Ez ça dikarim bi saya vê înformasyayê, alî yên din bikim?” Çaxê em bifikirin ser pirsên wî cûreyî, emê ji xwendina Kitêba Pîroz hê zef karê bistînin. Were meselê şêwir kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku çi tê dewakirinê ji rûspiya. (Bixûne 1 Tîmotêyo 3:2-7.) Belê, gelek ji me rûspî nînin, lema pêşiyê em dikarin bifikirin, ku ew rêz bona me nînin, û bona me kêrhatî nînin. Lê were em niha ew sê pirs şêwir kin, û bivînin ku em ji wan dewakirinên bona rûspiya, çi karê dikarin bistînin.

9 Li wir ez çi pêdihesim derheqa Yahowa? Yahowa Kitêba Pîrozda kifş kir, ku rûspî gerekê çi cûreyî bin. Dêmek Yahowa ji wan bira, yên ku bona civatê xem dikin, hê zêde dewa dike. Ew ji wan hîviyê ye ku ewana mesela baş bin. Xêncî vê yekê, ewana cabdar in ber Yahowa bona civatê, kîjan ku ewî “bi xûna Kurê xwe” qazanc kiriye. Ji vê yekê em divînin, ku bona Yahowa civat gelek qîmet e (Kar. Şand. 20:28). Yahowa dixwaze ku bi saya xemkirina rûspiya, em xwe xweykirî texmîn kin (Îşa. 32:1, 2). Çaxê em Kitêba Pîrozda dixûnin dewakirinên seva rûspiya, em divînin ku Yahowa çiqas zef bona me xem dike.

10, 11. a) Çaxê em dixûnin dewakirinên bona rûspiya, em ça dikarin evê înformasyayê jîyîna xweda bidine xebatê? b) Em ça dikarin evê înformasyayê bidine xebatê seva alî yên din bikin?

10 Ez ça dikarim evê înformasyayê jîyîna xweda bidime xebatê? Car-cara, rûspiyara lazim e bifikirin ser wan rêza û têderxin ku çida ewana dikarin hê pêşda herin. Hergê “temê yekî li serwêrtiyê heye”, ew gerekê kûr bifikire ser wan dewakirina. Usa jî ew gerekê wan tiştada îda pêşdaçûyî be (1 Tîmt. 3:1). Lê ji wan dewakirina, her Mesîhî dikare karê bistîne û hîn be. Çimkî Yahowa ji me her kesî hîviyê ye ku em berbihêr bin û aqilda giran bin (Fîlî. 4:5; 1 Pet. 4:7). Çaxê rûspî “nexşê qenc” in, em dikarin ji wana hîn bin û “çev bidine baweriya wan” (1 Pet. 5:3; Îbrn. 13:7).

11 Ez ça dikarim bi saya vê înformasyayê, alî yên din bikim? Em dikarin ev dewakirinên bona rûspiya şêwir kin tevî wan, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, yan jî tevî wan, hewasa kê hindava rastiyê heye. Usa em dikarin alî wan meriva bikin, ku bivînin firqiya orta rûspiyên Şedên Yahowa û serwêrên rêlîgiyên din. Bona me jî kar e, ku em bifikirin ser vê yekê, ku rûspiyên civata me şixulê çiqas giran seva me dikin. Çaxê em derheqa wan bifikirin, emê hê “qedirê wan bigirin”, yên ku rêberiyê hildin ser xwe (1 Têsln. 5:12). Û çiqas zef em hindava wan qedir bidine kifşê, haqas zef ewana wê şixulê xweda şabûnê bistînin (Îbrn. 13:17).

12, 13. a) Em ça dikarin bi hacetên ku cem me hene, lêkolîna bikin? b) Bînin mesele, ku çawa em ji înformasiya terîxiyê dikarin dersa xwera hildin, kîjan ku derbêra nayêne kifşê?

12 Lêkolîn bikin. Bi hacetên ku cem me hene, em dikarin cabên pirsên usa bigerin:

  • Kê nivîsiye ew para ji Kitêba Pîroz?

  • Kîderê û kengê ew hatiye nivîsarê?

  • Çi qewimandinên ferz qewimîne çaxê ew para Kitêba Pîroz hate nivîsarê?

Ew înformasya zêde dikare alî me bike, ku xwera dersa bivînin, kîjan ku derbêra nayêne kifşê.

13 Mesele, şêwir kin Hezeqêl 14:13, 14. Yahowa got: “Dema welatek sûc bike û li dijî min xayîntiyê bike û ezê destê xwe dirêjî ser wê bikim û alîkariya wêyî nan bişkînim û xelayê bi ser wêva bişînim û mirov û heywan ji vê jêbikim û bavêjim. Nuh, Daniyêl, Îbo, ew her sê zilam li wir bin jî, bi rastiya xwe wê tenê canên xwe xilaz bikin”. Hergê em hinekî lêkolîn bikin, emê pêbihesin ku ew par Hezeqêl nêzîkaya sala 612 B.D.M., nivîsî bû. Wî çaxî, Nuh û Îbo îda seda sala pêşda miribûn, lê yeke aminiya wan dîsa bîra Yahowada bû. Lê Daniyêl wî çaxî hela hê sax bû. Diqewime ew weke 20 salî bû, çaxê Yahowa ev gilî got, ku Daniyêl mîna Nuh û Îbo merivekî rast e. Ji vê yekê em çi pêdihesin? Yahowa divîne û qîmet dike aminiya her xizmetkarên xwe, û usa jî yên cahila (Zeb. 148:12-14).

KAR JI CÛRE-CÛRE EDEBYETA

14. Ça edebyet ku bona cahila tê derxistinê alî wan dikin, û ça yên din jî dikarin ji wan edebyeta karê bistînin? (Binihêre şikilê ewlin.)

14 Em niha pêhesiyan, ku em çawa dikarin karê bistînin ji hemû parên Kitêba Pîroz. Em usa jî dikarin ji hemû edebyetên me karê bistînin. Were hine mesela şêwir kin. Edebyet bona cahila. Wan paşwextiya, gelek edebyet hatine derxistinê seva cahila. [1] Hine ji wan edebyeta alîkariyê didin wan, çaxê ewana mektebêda rastî cêribandina tên, yan wedê çetinayên salên xweyî cahiltiyê. Lê em hemûşk çi karê dikarin bistînin ji wan edebyeta? Çaxê em wan edebyeta bixûnin, emê pêbihesin ku cahil rastî kîjan problêma tên. Paşê, emê bikaribin hê baş alî wan bikin û wana qewî kin.

15. Çira xêncî cahila, Mesîhiyên din jî gerekê edebyetên bona cahila bixûnin?

15 Gelek problêmên ku rastî cahila tên, rastî mezina jî tên. Mesele, me hemûşkara lazim e baweriya xwe xwey kin, êmosiyên xwe kontrol bikin, cêribandinada teyax kin û dûr bin ji hevalên xirab û wedederbazkirinên nerast. Belê, ew edebyet hatine derxistinê bona cahila. Lê gelo Mesîhiyên mezin gerekê babax bin û nexûnin wan edebyetên bona cahila? Na! Çimkî hemû edebyetên me ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz in, û lema her kes ji me dikare karê bistîne ji wan edebyeta.

16. Dîsa çida edebyetên me alî cahila dikin?

16 Edebyetên me ku bona cahila hatine derxistinê, dikarin vî alîda jî alî wan bikin, ku ruhanîda hê mezin bin û nêzîkî Yahowa bin. (Bixûne Waîz 12:1, 13.) Û yên mezin jî dikarin karê bistînin. Mesele, jûrnala “Hişyar Bin!” ya meha Nîsanê sala 2009-da hebû gotar, bi navê “Cahil Dipirsin . . . Ez Ça Dikarim Xwendina Kitêba Pîroz hê Hewas kim?” Vê gotarêda gelek şîret hebûn, û usa jî çargoşe, kîjan ku dikarin bibirin û xwey kin, seva lêkolînkirina Kitêba Pîroz. Lê gelo ji vê gotarê yên mezin jî kar standine? Qîzikekê ku dê ye û zarên wê hene, gilî dike: “Minra timê çetin bû wede xwera bivînim, seva ku Kitêba Pîroz bixûnim. Lê paşê min ev gotar xwend, û destpêkir ev çargoşe bidime xebatê. Niha ez şabûnê distînim, çaxê Kitêba Pîroz dixûnim. Ez îda dikarim bivînim, ku ça cûre-cûre kitêbên Kitêba Pîroz, hevva girêdayî ne. Xwendina Kitêba Pîroz tu car usa min xweş nedihat”.

17, 18. Em çi karê dikarin bistînin ji edebyetên ku bona belakirinê ne? Mesela bînin.

17 Edebyet bona belakirinê. Ji sala 2008, em distînin jûrnala “Birca Qerewiliyê” bona hînbûnê, kîjan ku pêşiyê bona Şedên Yahowa tê derxistinê. Lê dîsa heye cem me edebyet, ku bona ne Şedên Yahowa têne derxistinê. Gelo em dikarin ji wan edebyeta jî karê bistînin? Were pê mesela pêbihesin. Bide ber çevê xwe ku carekê, pêşiya ku gotar civatêda destpêbe, tu divînî ku merivê kîjan ku te teglîf kiriye, dikeve Oda Civatê. Bêşik, tu gelek şa dibî. Wedê gotarê, tu difikirî derheqa wî merivî. Tu xwe datînî dewsa wî, hela ew meriv wê çi bifikire derheqa vê gotarê. Axiriyê, ew gotar dilê te digire û tu gelek razî yî seva vê gotarê.

18 Em jî tiştekî usa dikarin ser xwe texmîn kin. Mesele, “Birca Qerewiliyê” ya bona belakirinê, têmên Kitêba Pîroz hêsa şirovedike, seva merivên ku Şedên Yahowa nînin fem bikin. Usa jî gotarên ser malpera jw.org jî, hêsa hatine nivîsarê, mesele gotarên “Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî” û “Pirsên Gelek Meriya.” Çaxê em wan gotara dixûnin, em hê kûr fem dikin û razî ne bona rastiyên ji Kitêba Pîroz. Xêncî vê yekê, em pêdihesin ku ça wedê xizmetiyê, bi cûrê teze derheqa baweriya xwe merivara şirovekin. Usa jî, jûrnala “Hişyar Bin!” alî me dike, ku em baweriya xwe qewî kin, ku Xwedayê rast heye. Usa jî, ew jûrnal alî me dike ku em merivara baweriya xwe îzbat kin. (Bixûne 1 Petrûs 3:15.)

19. Em ça dikarin seva xwarina ruhanî, Yahowara razîbûnê bidine kifşê?

19 Belê, rastî jî Yahowa çiqas gelek tişt dide me, seva em ruhanîda belengaz nîbin (Met. 5:3). De were em timê bixûnin û bidine xebatê hemû edebyet ku cem me hene. Usa emê gelek karê bistînin, û razîbûna xwe bidine kifşê hindava Yahowa, kîjan ku me hîn dike bona kara me (Îşa. 48:17).

^ [1] (abzasa 14) Hine edebyetên bona cahila ku wan paşwextiyada hatine derxistinê ev in: “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 1 û 2, usa jî rêzên gotara “Cahil Dipirsin”, kîjan ku niha tenê bi onlayn tê derxistinê.