Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Kitêba Pîroz Hela Hê Te Diguhêze?

Gelo Kitêba Pîroz Hela Hê Te Diguhêze?

“Nêt-fikirêd we bira nû bin” (ROM. 12:2).

KILAMÊN: 29, 52

1-3. a) Paşî nixumandinê kîjan guhastin dikarin mera çetin bin? b) Çaxê mera çetin e guhastina bikin, kîjan pirsa em dibeke didine xwe? (Binihêre şikilê ewlin.)

PAŞÎ vê yekê çaxê Kêvîn [1] rastiyê pêhesiya, ewî gelek dixwest ku bibe dostê Yahowa. Lê pêşiya ku ew derheqa rastiyê pêbihesiya, ew gelek sala xumarbaz bû, cixare dikişand, gelek îçke vedixwar, û narkotîka dida xebatê. Seva ku Kêvîn qebûlkirina Xwedê bistîne, wîra lazim bû ewan kirên xirab biterikîne. Û ewî bi alîkariya Yahowa û bi Kitêba Pîroz ew tişt terikandin (Îbrn. 4:12).

2 Çaxê Kêvîn hate nixumandinê, paşê wîra lazim bû dîsa hine xeyset-hunurên xwe biguhêze, seva ku bibe Mesîhiyê hê baş (Efes. 4:31, 32). Mesele, berê ew zû hêrs diket. Lê ew ecêbmayî ma, ku çiqas çetin e hêrsa xwe kontrol bike. Kêvîn gilî dike: “Minra hê zor bû hîn bûma hêrsa xwe kontrol kira, ne ku kirên xweye xirab yê berê bihîşta!” Kêvîn nav xweda guhastin kirin, bi dua û lêkolînkirina Kitêba Pîroz.

3 Mîna Kêvîn, me gelekara lazim bû pêşiya nixumandinê guhastinên mezin bikin, seva ku bijîn usa, çawa Kitêba Pîroz mera dibêje. Lê paşî nixumandinê, me fem kir ku em gerekê dîsa nav xweda guhastina bikin, seva ku hê zêde çev bidine Xwedê û Îsa Mesîh (Efes. 5:1, 2; 1 Pet. 2:21). Mesele, dibeke me dît ku xeysetekî meyî usa heye ku em dikine kute-kut, yan gevestiyê dikin. Yan jî dibeke ji meriva ditirsin, û dîsa kêmasiyên din. Diqewime we texmîn kir ku xeyset-hunurên usa nav xweda derxin hê çetin e, ne ku ça hûn difikirîn. Û lema dibeke pirsên usa cem we pêşda tên: “Çira minra hê hêsa bû guhastinên mezin bikin, lê tiştên biçûk gelek çetin e biguhêzim? Ez çi dikarim bikim seva ku Kitêba Pîroz berdewam ke min biguhêze?”

RÊALÎ SER XWE BINIHÊRIN

4. Çira em nikarin pê hemû kirên xwe dilê Yahowa şa kin?

4 Em Yahowa gelek hiz dikin û dixwazin bi temamiya dilê xwe wî şa kin. Lê yazix, çiqas jî em bixwazin, em nikarin hemû tiştîda dilê wî şa kin, çimkî em gunekar in. Em jî xwe mîna Pawlosê şandî texmîn dikin, yê ku got: “Daxwaza min heye, lê ez nikarim tiştê qenc pêk bînim” (Rom. 7:18, ÎM; Aqûb 3:2).

5. Pêşiya nixumandinê, çi guhastina me kir, lê kîjan kêmasî dikarin dîsa nav meda bimînin?

5 Pêşiya ku em hatine nixumandinê, me kirên xirab hîşt, kîjan ku Yahowa nefret dike (1 Korn. 6:9, 10). Lê yeke em dîsa jî gunekar in (Kols. 3:9, 10). Lema jî, paşî nixumandinê û hela hê paşî gelek sala jî, em dîsa jî şaşiya berdidin. Diqewime cara xwestinên nerast cem me dikarin pêşda bên yan hestên nebaş, yan jî çetin be sistbûnên xwe kontrol kin. Dibeke jî mera lazim be gelek sala bixebitin ser xeyset-hunurên xwe.

6, 7. a) Rast e em gunekar in, lê bi saya çi em dikarin bibine dostên Yahowa? b) Çira em gerekê xwe negirin ku ji Yahowa baxşandinê bixwazin?

6 Rast e em gunekar in, lê yeke em dikarin bibine dostên Yahowa û wîra xizmet kin. Çira em dikarin usa bêjin? Were bifikirin: Çaxê Yahowa em nêzîkî xwe kirin, ewî zanibû ku emê cara şaşiya bikin (Yûhn. 6:44). Yahowa me rind nas dike û zane dilê meda çi ye, dêmek ewî zanibû ku çi sistbûn û kêmasiyên me hene. Lê yeke, Yahowa xwast ku em bibine dostên wî.

7 Yahowa me gelek hiz dike, û lema ewî Kurê xweyî hizkirî seva me kire qurban (Yûhn. 3:16). Çaxê em şaşiya dikin, bi saya vê qurbanê em dikarin ji Yahowa baxşandinê bixwazin. Û em gerekê dudilî nebin, ku Yahowa wê me bibaxşîne û dîsa me hesab ke dostên xwe (Rom. 7:24, 25; 1 Yûhn. 2:1, 2). Gelo gerekê em xwe bigirin ku kara qurbanê nestînin, çimkî em gunekar in û bi qisûr in? Hergê em xwe digirin ku kara qurbanê nestînin, ew mîna vê yekê ye, ku mesele çaxê destê me qirêj e, lê em avê naxwazin seva ku destên xwe bişon. Qurbana Îsa hate dayînê bona merivên gunekar, yên ku gunên xwe tînin rûyê xwe. Em gelek razî ne bona vê qurbanê, çimkî rast e em merivne gunekar in, lê yeke em dikarin bibine dostên Yahowa! (Bixûne 1 Tîmotêyo 1:15.)

8. Çira em gerekê kêmasiyên xwe pişt guhê xweva nevêjin?

8 Belê, em kêmasiyên xwe gerekê pişt guhê xweva nevêjin. Hergê em dixwazin dostê Yahowa bin, em gerekê ser xwe bixebitin, ku hê rind çev bidine wî û Kurê wî. Em gerekê merivê wî cûreyî bin, çawa ku Yahowa dixwaze (Zeb. 15:1-5). Em gerekê bixebitin ku sistbûnên xwe kontrol kin, û çiqas dikarin wan kêmasiya nav xweda derxin. Firqî tune em teze hatine nixumandinê yan îda gelek sala nava rastiyêda nin, em gerekê berdewam kin timê xwe rast kin (2 Korn. 13:11).

9. Em ji ku zanin ku em dikarin timê merivê nû li ser xwe wergirin?

9 Em gerekê timê ser xwe bixebitin, seva ku timê “merivê nû” bin. Pawlos gote Mesîhiya: “De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijiyêd hilekarva dêrisbûyî ye û bi ruh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin, merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Efes. 4:22-24). Gilî “nûyejiyîn bin”, dide kifşê ku em gerekê hergav ser xwe bixebitin, seva ku merivê nû bin. Dêmek, firqî tune em çiqas wext Yahowara xizmet dikin, yeke em dikarin timê hîn bin çev bidine hunurên Yahowa. Bi rastiyê jî, Kitêba Pîroz alî me dike ku em xeyset-hunurên xwe hê baş kin, û nav xweda guhastinên usa bikin, ku hê rind çev bidine Xwedê.

ÇIRA USA ÇETIN E GUHASTINA BIKIN?

10. Em çi gerekê bikin seva ku bi saya Kitêba Pîroz guhastina bikin, û kîjan pirs dibeke em didine xwe?

10 Hergê em dixwazin ku Xebera Xwedê berdewam ke me biguhêze, em gerekê gelek ser xwe bixebitin. Lê gelo çira usa çetin e evê yekê bikin? Hergê Yahowa qewata me kerem dike, wekî usa ne, gelo mera gerekê hêsa nîbe ku guhastina bikin? Gelo Yahowa nikare usa bike, ku mera hêsa be hunurên wî nav xweda pêşda bînin?

11-13. Çira Yahowa ji me hîviyê ye, ku em giran bixebitin seva kêmasî û sistbûnên xwe alt kin?

11 Çaxê em difikirin derheqa gerdûnê, em ecêbmayî dimînin ku qewata Yahowa çiqas pir mezin e. Mesele, senîkîda, tev gelek zef ronayî û germayê dide. Lê seva ku meriv bijîn ser erdê, lap hindik ênêrgiya tevê lazim e (Zeb. 74:16; Îşa. 40:26). Ji vê yekê tê kifşê ku qewata Yahowa gelek e, û ew dikare qewatê bide xizmetkarên xwe jî, çaxê wanra lazim be (Îşa. 40:29). Dêmek, Yahowa dikare qewatê bide me, seva em her kêmasî yan sistbûnên xwe alt kin. Lê gelo çira ew ewê yekê nake?

12 Yahowa azaya bijartinê daye me. Lema çaxê em gura Xwedê dikin û qirara wî tînin sêrî, em didine kifşê ku em Yahowa gelek hiz dikin û dixwazin dilê wî şa kin. Xêncî vê yekê, em didine kifşê ku em piştgiriya hukumetiya wî dikin, çimkî Şeytan îzina hukumetiya Yahowa kire bin şikê. Û lema çaxê em gelek dixebitin seva gura Yahowa bikin, em didine kifşê ku em dixwazin wekî ew Serwêrê me be. Em gerekê dudilî nebin ku Yahowa gelek qîmet dike, çaxê em bi dil qewata xwe didine xebatê, seva gura wî bikin (Îb. 2:3-5; Metlk. 27:11). Lê heger Yahowa em aza kirana ji vê yekê ku em şer kin tevî kêmasî û xeysetên xweye nebaş, seva ku em wî xweş bên, wî çaxî aminiya me û piştgiriya me hindava serwêrtiya Xwedê, wê qewata xwe unda kira.

13 Yahowa dibêje me, ku em “her aliyava” qewata xwe bidine xebatê, seva ku çev bidine hunurên wî (Bixûne 2 Petrûs 1:5-7; Kols. 3:12). Ew dixwaze ku em fikir û hestên xwe kontrol kin (Rom. 8:5; 12:9). Çaxê em gelek dixebitin ku evê yekêda guhastina bikin, em bextewar dibin, çimkî divînin ku Kitêba Pîroz me diguhêze.

BIRA KITÊBA PÎROZ BERDEWAM KE TE BIGUHÊZE

14, 15. Em çi dikarin bikin seva çev bidine hunurên Yahowa? (Binihêre çargoşe “Kitêba Pîroz û Dua, Emirê Wan Guhast”.)

14 Em çi dikarin bikin seva çev bidine hunurên Yahowa û dilê wî şa kin? Bes nîne xwera safî kin, ku em çida gerekê xwe biguhêzin. Seva em xwe biguhêzin, em gerekê şîretên Xwedê bidine xebatê. Romayî 12:2-da tê gotinê: “Û nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê ser hişê xweda werin, nêt-fikirêd we bira nû bin, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye”. Yahowa bi saya Xebera xwe û ruhê xweyî pîroz, alî me dike ku em qirara wî fem bikin, bînin sêrî û emirê xwe usa biguhêzin, çawa Xwedê xweş tê. Em gerekê her roj Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin. Xêncî vê yekê, em gerekê Xwedêra dua bikin, ku ruhê xweyî pîroz bide me (Lûqa 11:13; Galt. 5:22, 23). Çaxê em wan hemû tişta bikin, emê fikir, xeberdan, û kirên xweda hê rind çev bidine Yahowa. Lê yeke, paşî vê yekê jî em gerekê dîsa berdewam kin ser kêmasiyên xwe bixebitin (Metlk. 4:23).

Wê gelek kêrhatî be ku xwera gotara yan rêzên ji Kitêba Pîroz başqe xwey kî, û paşê car-cara biwekilînî (Binihêre abzasa 15)

15 Xêncî xwendina Kitêba Pîroz her roj, em gerekê pê edebyetên me Xebera Xwedê lêkolîn bikin. Usa emê bikaribin çev bidine hunurên Yahowa. Mesele, hinek xwera dijbêrin û top dikin têmên ji “Birca Qerewiliyê” yan “Hişyar Bin!”, yan cara başqe xwera rêzên Kitêba Pîroz dinivîsin, kîjan ku alî wan dikin hunurên Mesîhîtî nav xweda pêşda bînin. Mera jî wê gelek kêrhatî be ku usa bikin, û paşê car-cara xwera bixûnin. Ew yek wê alî me bike çev bidine hunurên Yahowa û sistbûnên xwe alt kin.

16. Çira em gerekê berxwe nekevin, hergê em zû guhastina nakin?

16 Hergê tu texmîn dikî, ku tu ruhanîda hêdî pêşda diçî, bîra xweda xwey ke ku wede lazim e seva wê yekê. Çimkî em gerekê timê ser xwe bixebitin, wekî çev bidine hunurên Xwedê. Û em gerekê sebir bin, çaxê dixwazin ku Kitêba Pîroz nav meda guhastina bike. Pêşiyê, em gerekê xwe hîn kin ku li gora hînkirinên Kitêba Pîroz bijîn. Paşê, wê mera diha hêsa be ku mîna Yahowa bifikirin, û kirên usa bikin, kîjan wî xweş tên (Zeb. 37:31; Metlk. 23:12; Galt. 5:16, 17).

BIFIKIRIN KU ÇI AXIRIYA BAŞ HÎVIYA ME YE

17. Çi axiriya baş em dikarin qazanc kin, hergê em Yahowara amin in?

17 Em hîviya wî wedeyî ne, çaxê emê bêqisûr bin û heta-hetayê Yahowara xizmet bikin. Wî çaxî, mera îda wê nelazim be, ku qewatê xerc kin seva kêmasî û sistbûnên xwe alt kin. Mera wê diha hêsa be, ku çev bidine Yahowa. Lê bi saya qurbana Îsa em niha jî dikarin Yahowara xizmet kin. Rast e em gunekar in, lê yeke dikarin dilê Xwedê şa kin, hergê berdewam kin bi saya Xebera wî nav xweda guhastina bikin.

18, 19. Çira em dikarin bawer bin, ku Kitêba Pîroz dikare timê me biguhêze?

18 Kêvîn, derheqa kîjanî jorê hate gotinê, hîn bû hêrsa xwe kontrol bike. Ew difikirî ser Kitêba Pîroz û çi ku pêdihesiya dida xebatê. Ewî usa jî şîret hildida ji xûşk-birên civatêda. Û paşî hine sala, Kêvîn xeysetê xwe aliyê başda guhast. Axiriyê, ew hate kifşkirinê ça berdestiyê civatê, û îda 20 sal e ku ew rûspî ye. Lê ew zane ku heta niha jî wîra lazim e ser xwe bixebite, û sistbûnên xwe alt ke.

19 Em jî mîna Kêvîn dikarin nav xweda guhastina bikin. Lema, were tu car nesekinin û bi saya Kitêba Pîroz berdewam kin bibine merivê nû. Usa emê hê nêzîkî Yahowa bin (Zeb. 25:14). Û çaxê em divînin ku Yahowa ça me kerem dike, emê diha îzbat bin, ku Kitêba Pîroz dikare berdewam ke emirê me biguhêze (Zeb. 34:8).

^ [1] (abzasa 1) Nav hate guhastinê.