Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Razî bin ji Xwedê bona Qenciya Nehêja

Razî bin ji Xwedê bona Qenciya Nehêja

“Me hemûya ji têr-tijiya wî kerem ser keremêda stand” (YÛHN. 1:16).

KILAMÊN: 1, 13

1, 2. a) Gilî kin serhatiya Îsa derheqa xweyê rezê tiriya. b) Ça vê serhatiyêda hunurên usa têne kifşê ça merdanî û qenciya nehêja?

ŞEBEQÊ xweyê rezê tiriya çû bazarê, seva ku xebatçiya bivîne bona rezê tiriyên xwe. Ewî çend meriv dît, yên ku qayîl bûn bixebitin bi wî heqî çiqas ku ewî gote wan, û wana destpêkir bixebitin. Lê xweyê rezê tiriyara hê zêde xebatçî lazim bûn, lema ew dîsa çû bazarê û temamiya rojê hê zêde û zêde xebatçî dît. Ewî wanra hema ew heq soz da, çiqas ku soz dabû xebatçiyên ku şebeqda xebat destpêkiribûn. Çaxê îda bû êvar, ewî gazî hemû xebatçiya kir, û hemûşkara heq mîna hev da. Firqî tunebû ewana temamiya rojê xebitîn yan sihetekê, ewî merdanî da kifşê û hemûşkara heq mîna hev da. Çaxê ewên ku temamiya rojê dixebitîn ew yek dîtin, wana destpêkir bikine kute-kut. Lê xweyê rezê tiriya caba wan da: Ne hûn qayîl bûn tevî heqê ku min wera got? Çima îzina min tune, ku haqasî bidim xebatçiyên xwe, çiqasî ez dixwazim? Hûn hevsûdiyê dikin, ku ez merd im? (Met. 20:1-15).

2 Ew serhatiya Îsa derseke ferz dide me derheqa hunurekî Yehowa. Kitêba Pîrozda ew hunur gelek car tê xebitandinê. Ew hunur heye qenciya nehêja. [1] (Bixûne 2 Korintî 6:1.) Xebatçiyên ku tenê sihetekê xebitîn, nehêja bûn ku heqê temam bistînin. Lê xweyê rezê tiriya qencîke mezin wanra kir. Gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda, gilî “qenciya nehêja” hatiye welgerandinê ça “kerem”. Zandarekî derheqa wê xeberê nivîsî: “Nêta wê xeberê ew e, ku meriv pêşkêşa bêheq distîne, bona kîjanî ew nexebitiye û nehêja ye bistîne”.

PÊŞKÊŞA YEHOWAYE MERDANÎ

3, 4. Çira û ça Yehowa hindava hemû însanetê qenciya nehêja dide kifşê?

3 Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, ku qenciya nehêja ji Xwedê, ew heye pêşkêşa wî (Efes. 3:7). Lê gelo çira û ça Yehowa ewê pêşkêşê dide me? Were şêwir kin. Hergê me hemû qanûn û dewakirinên Yehowa bi temamî bianiyana sêrî, wî çaxî emê hêjayî qenciya wî bûna. Lê em ewê yekê nakin. Lema Padşa Silêman yê ku bîlan bû nivîsî: “Li rûyên erdê zilamê salih [merivê rast] tuneye, hertim qenciyê bike û qet gune neke” (Waîz 7:20). Paşê Pawlosê şandî jî got: “Hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê” û “maşê gune mirin e” (Rom. 3:23; 6:23a). Ew e çi ku em hêja ne.

4 Lê Yehowa hizkirina mezin hindava me gunekara da kifşê. Ewî “Kurê xweyî tayê tenê” şande ser erdê ku bona me bimire. Rastî jî Yehowa qenciya çiqas mezin eyan kir hindava me, kîjan ku em hêja nînin (Yûhn. 3:16). Pawlos got ku Îsa “ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, . . . da ku kerema Xwedê ji bo her kesî mirinê tam bike” (Îbrn. 2:9, ÎM). Belê, “pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa” (Rom. 6:23b).

5, 6. Em çi axirî distînin çaxê ser me hukum dike a) gune? b) qenciya nehêja?

5 Lê çira em gunekar in û dimirin? Kitêba Pîroz şirovedike ku “bi neheqiya merivekî [Adem] û rûyê wîda mirinê hukum kir” ser temamiya zureta wî (Rom. 5:12, 14, 17). Lê em dikarin usa bikin, ku gune ser me hukum neke. Lê çawa em dikarin evê yekê bikin? Hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin, wî çaxî Yehowa hindava me qenciya ku em hêja nînin dide kifşê. Lê çi cûreyî? Kitêba Pîroz dibêje: “Li kîderê gune zêde bû, kerem jî li wir hê zêde bû, wekî çawa gune bi mirinê hukum kir, usa jî kerema Xwedê bi rasthesabkirinê hukum bike, me bibe berbi jîyîna heta-hetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh” (Rom. 5:20, 21).

6 Rast e em gunekar in, lê em gerekê nehêlin ku gune ser me hukum ke. Çaxê em gune dikin, em ji Yehowa hîvî dikin ku bibaxşîne me. Pawlosê şandî Mesîhî şîret kirin: “Gune wê serwêriyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin keremêda” (Rom. 6:14). Lema jî qenciya nehêja ser me hukum dike. Lê ew çi karê mera tîne? Pawlos şirovekir: “Kerema Xwedê . . . me hîn dike, ku em nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin û aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê” (Tîto 2:11, 12).

QENCIYA NEHÊJA KU BI CÛRE-CÛRE TIŞTA TÊ EYANKIRINÊ

7, 8. Ça Yehowa bi cûre-cûre tişta qenciya nehêja mera dide kifşê? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Petrûsê şandî nivîsî: “Ji we kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin, çawa wekîlêd qence wan [cûre-cûre] keremêd Xwedê” (1 Pet. 4:10). Lê gelo ew gilî çi têne hesabê? Ew tê hesabê ku em rastî çi çetinaya jî bên, Yehowa wê alî me bike, ku em sebir kin (1 Pet. 1:6). Ew wê timê haqasî alî me bike, çiqas ku mera lazim e seva em tengasiya teyax kin.

8 Belê, Yehowa gelek tiştada mera qenciya nehêja dide kifşê. Yûhennayê şandî nivîsî: “Me hemûya ji têr-tijiya wî kerem ser keremêda stand” (Yûhn. 1:16). Ji wan giliya em divînin ku Yehowa qenciya nehêja dide kifşê bi vê yekê, ku gelek kerema dide me. Lê kîjan in hine ji wan kerema?

9. Çi karê em distînin ji qenciya nehêja ku Yehowa dide kifşê, û ça em dikarin razîbûnê bidine kifşê hindava qenciya wî?

9 Yehowa gunên me dibaxşîne. Yehowa hindava me qenciya nehêja dide kifşê, bi vê yekê ku gunên me dibaxşîne. Lê ew tenê wî çaxî dibaxşîne me, hergê em gunê xwe tînin rûyê xwe û giran dixebitin, seva kêmasî û xwestinên xirab nav xweda derxin. (Bixûne 1 Yûhenna 1:8, 9.) Pawlos rûnkiriyara giliyên usa nivîsî: “Ewî em ji hukumetiya terîstaniyê xilaz kirin û cî-guhastî Padşatiya Kurê xweyî hizkirî kirin, pê kîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand” (Kols. 1:13, 14). Em gelek razî ne seva remtiya Xwedê û dixwazin wî hurmet û rûmet kin. Ew yek ku Yehowa gunên me dibaxşîne, mecal mera vedibe ku em gelek keremên baş bistînin.

10. Qenciya nehêja ji Xwedê dîsa çi mecala baş dide me?

10 Em tevî Xwedê edilayêda nin. Em gunekar in, lema jî em ji bûyîna xweda dijminê Xwedê dihatine hesabê. Pawlos ev yek fem dikir. Ewî nivîsî: “Em tevî Xwedê bi mirina Kurê wî li hev hatin, gava eme neyar bûn” (Rom. 5:10). Ev hevhatina tevî Yehowa mera mecalê vedike, ku em tevî wî edilayêda bin, û bikaribin bibine dostên wî. Pawlos ew qedir girêda tevî qenciya nehêja: “Em bi baweriyê rast hatine hesabê, edilayîya me tevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh. Pê wî me bi baweriyê mecal dît tevî wê keremê bin, kîjanêda em sekinîne” (Rom. 5:1, 2). Belê, bi rastiyê ev kerema mezin e, ku em dikarin bibine dostê Yehowa!

Qedirekî mezin ku dikarin mizgîniyê pêbihesin (Binihêre abzasa 11)

11. Rûnkirî ça “pezên din” vedigerînine rastiyê?

11 Em dikarin ber çevê Xwedê rast bêne hesabê. Daniyêl pêxember pêşda got ku wedê rojên xilaziyêda, yên “femkar”, dêmek rûnkirî, wê “geleka vegerînine rastiyê”. (Bixûne Daniyêl 12:3.) Ewana mizgîniyê bela dikin û meriva hîn dikin derheqa Yehowa. Bi saya vê yekê, rûnkirî alî mîlyona “pezên din” kirin, seva ewana ber çevê Xwedê rast bêne hesabê (Yûhn. 10:16). Lê ew yek, tenê bi qenciya nehêja ji Yehowa tê sitandin. Pawlos şirovekir: “Ji kerema wî [Xwedê] û bi azakirina Mesîh Îsa rasthesabbûnê pêşkêş distînin” (Rom. 3:23, 24).

Mecal ku dikarin wîra dua bikin (Binihêre abzasa 12)

12. Ça dua girêdayî ye tevî qenciya nehêja ji Xwedê?

12 Bi saya dua em dikarin nêzîkî Xwedê bin. Bi saya qenciya nehêja ji Yehowa, em dikarin wîra dua bikin. Pawlos textê Yehowa nav dike “textê . . . keremê”, dêmek qenciya nehêja, û me teglîf dike ku em aza tevî Xwedê xeberdin (Îbrn. 4:16a). Yehowa mera qedirekî usa mezin da, ku em dikarin bi saya Kurê wî, wîra dua bikin. Pawlos got: “Yektiya Mesîhda û pê wê baweriya meye ser wî em dikarin bi mêrkîmî û rûvekirî nêzîkî Xwedê bin” (Efes. 3:12). Ew yek ku em dikarin Yehowara dua bikin, bi rastiyê jî eyan dike qenciya wî, ku em hêja nînin bistînin.

Gava hewce ne, alîkariyê ji wî dikarin bistînin (Binihêre abzasa 13)

13. Ça qenciya nehêja dikare alî me bike “gava em hewce” ne?

13 Gava em hewce ne, em dikarin alîkariyê bistînin. Pawlos em hêlan kirin ku em hêsa Yehowara dua bikin, seva “remê bistînin û keremê bibînin ku gava em hewce bin, alîkariya me bike” (Îbrn. 4:16b). Wedê tengasiya û çetinaya, em timê dikarin ji Yehowa hîvî kin, ku ew alî me bike. Rast e em hêja nînin, lê yekê ew caba duayên me dide. Gelek car ew bi saya xûşk-bira alî me dike. Belê, Yehowa dibihê duayên me, “lema jî rûyê me digire ku em bêjin: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?’” (Îbrn. 13:6).

14. Ça qenciya nehêja ji Yehowa, dilê me rihet dike?

14 Em dikarin dilbîniyê û berdiliyê bistînin. Kerema mezin ku Yehowa ji qenciya nehêja daye me, ew heye berdilî û rihetî wedê tengasiya (Zeb. 51:17). Çaxê Mesîhiyên Têsalonîkîda, rastî peyketina dihatin, Pawlos wanra nivîsî: “Xudanê me Îsa Mesîh xwexa û Bavê me Xwedê, yê ku em hiz kirin û bi keremê dildayîneke heta-hetayê û gumaneke qenc da me, bira dil bide we û we . . . qencda bişidîne” (2 Têsln. 2:16, 17) Çiqas berdiliyê dide me, zanebûna vê yekê ku Yehowa me hiz dike, û bona me xem dike!

15. Bi saya qenciya nehêja ji Xwedê, em dikarin çi axiriya baş bistînin?

15 Hîviya me heye ku em bijîn heta-hetayê. Em gunekar in, lema bêy Yehowa baweriya me ser tu tiştî tune. (Bixûne Zebûr 49:7, 8.) Lê Yehowa em nehîştin, bi saya wî hîviya me heye ku emê axiriya baş bistînin. Lê ew çi axirî ye? Îsa got: “Xwestina Bavê min ev e, wekî her kesê ku Kur bibîne û wî bawer bike, jîyîna wîye heta-hetayê hebe” (Yûhn. 6:40). Ew pêşkêş ku em dikarin heta-hetayê bijîn, eyan dike qenciya Yehowa ku em hêja nînin. Pawlos ew yek gelek dişêkirand û got: “Kerema Xwedê bona xilazbûna hemû meriva xuya bû” (Tîto 2:11).

QENCIYA NEHÊJA JI XWEDÊ, BÊHURMET NEKIN

16. Çawa hine Mesîhiyên qirna yekêda qenciya Xwedê bêhurmet dikirin?

16 Bi saya qenciya nehêja ji Yehowa, em gelek kerema distînin. Lê em gerekê nefikirin ku Xwedê çevê xwe dadide ser hemû gunên me, kîjan ku em hemdê xwe dikin. Hine Mesîhiyên qirna yekêda “navê kerema Xwedê dane bênamûsiyê” (Cihûd. 4). Ça tê kifşê ew Mesîhiyên neamin difikirîn, ku ewana dikarin gune bikin û Yehowa wê timê wana bibaxşîne. Xêncî vê yekê, wana hela hê birên din jî hêlan dikirin ku ewana jî gune bikin. Îro jî hergê kesek usa dike, ew “ruhê keremdayînê bêhurmet” dike (Îbrn. 10:29).

17. Petrûs çi şîreta ferz da?

17 Îro Şeytan hine Mesîhiya dixalifîne, wekî ewana bifikirin ku dikarin gune bikin û Yehowa wê wana timê bibaxşîne. Belê, Yehowa hazir e bibaxşîne wan, yên ku gunê xwe tînin rûyê xwe. Lê ew hîviyê ye ku em miqabilî xwestinên xirab bin, kîjan ku dikarin me berbi gune bivin. Yehowa bi rêberiya xwe Petrûs hêlan kir ku binivîse: “Awa delalno, hê berêda hûn ku vê yekê zanin, haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtiyê ji rê derkevin û ji ciyê xweyî şidiyayî bikevin. Lê kerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin” (2 Pet. 3:17, 18).

QENCIYA NEHÊJA BORCDARIYÊ DIDE SER ME

18. Ew yek ku em qenciya Yehowa distînin çi borcdariyê dide ser me?

18 Em gelek razî ne bona qenciya Yehowa ku em hêja nînin. Em hêlan dibin û borcdarî ser xwe texmîn dikin, ku pêşkêşên ji Xwedê bidine xebatê seva wî hurmet kin û alî merivên din bikin. Lê gelo ça em dikarin ewê yekê bikin? Pawlos got: “Awa anegorî wê kerema mera hatiye dayînê . .  . , heger xizmetkarî ye, bira nava xizmetkariyêda bin, heger hînkirin e, bira pey hînkirinê bin, yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, . . . ewê qenciyê dike, bira bi eşq û şa bike” (Rom. 12:6-8). Qenciya Yehowa borcdariyê dide ser me, ku em xîret bin xizmetiyêda, merivên din Kitêba Pîroz hîn kin, xûşk-birên xwe qewî kin, û bi dil û can bibaxşînine wan, yên ku me dixeyîdînin.

19. Emê têma dinda derheqa kîjan borcdariyê şêwir kin?

19 Em keremkirî ne ku em qenciya Yehowa distînin, û ew yek gerekê me hêlan bike ku “mizgîniya kerema Xwedê” bela kin (Kar. Şand. 20:24). Têmaya dinda emê derheqa vê borcdariyê şêwir kin.

^ [1] (abzasa 2) Wan du gotarada gilî “qenciya nehêja”, wê bê xebitandinê, dewsa xebera “kerem”, ya ku Kitêba Pîrozda tê xebitandinê.