Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Padşatiya Xwedê Bigerin, Ne ku Tişta

Padşatiya Xwedê Bigerin, Ne ku Tişta

“Hûn li Padşatiya [Xwedê] bigerin û ev tiştên ha jî wê ji wera bên dayîn” (LÛQA 12:31, ÎM).

KILAMÊN: 40, 44

1. Çi firqî heye orta hewcetî û xwestinê?

DIBÊJIN ku hewcên meriv hinek in, lê xwestinên wan kuta nabin. Gelek meriv nikarin fem kin, firqiya orta hewcên xwe û xwestinên xwe. Lê bi rastiyê çi firqî heye? “Hewcetî”, ew heye çi ku tera lazim e seva bijiyî. Mesele, xwarin, kinc û mal, tiştên lazim in bona meriva. Lê “xwestin” ew e, çi ku tu dixwazî cem te hebe, lê ew tişt ne eseyî ye seva jîyîna herrojî.

2. Îro meriv çi tişt dixwazin ku cem wan hebe?

2 Xwestinên meriva gelek ji hev cude dibin, çimkî meriv cûre-cûre welatada dijîn. Mesele, welatên pêşdaçûyîda, gelek meriv dibeke tenê dixwazin êpêce perê wan hebe, seva têl, motosîklêt, yan erdekî biçûk bikirin. Lê welatên dewletîda, gelek dixwazin ku kincên wanî biha hebin, tamê mezin, yan erebên gelek biha. Wan xwestinada xofa veşartî heye, ew heye telika matêrîalîsmê. Çaxê em dikevine vê telikê, em dixwazin hê zêde û zêde tişta qazanc kin, û mera firqî tune ew tişt lazim in yan na, yan jî destê meda heye ku bikirin yan na.

NEKEVINE TELIKA MATÊRÎALÎSMÊ

3. Çi ye matêrîalîsm?

3 Çi ye matêrîalîsm? Matêrîalîsm ew e, çaxê meriv hê zêde xem dike derheqa tiştên matêrîalî, ne ku derheqa tiştên ruhanî. Nêta wî merivî ew e, ku gelek hebûnê top ke. Hela hê merivê kesîb jî dikare bikeve telika matêrîalîsmê, û bona wî îda Padşatiya Xwedê dikare ciyê pêşin negire (Îbrn. 13:5).

4. Şeytan ça “çevhavijî” dide xebatê?

4 Şeytan sîstêma komêrsiya vê dinyayê dide xebatê, seva em bawer kin ku bona jîyîna bextewar, xêncî hewcên me, tiştên matêrîalî gelek lazim in. Ew rind zane ku ça “çevhavijî” bide xebatê (1 Yûhn. 2:15-17; Destp. 3:6; Metlk. 27:20). Ew dinya gelek cûre-cûre tişta rêklam dike, ça tiştên rind, usa jî tiştên pûç. Û gelek ji wan tişta dibeke gelek bedew in. Cem we usa qewimiye, ku we tiştek kirî, ne seva vê yekê ku wera lazim bû, lê çimkî we rêklamêda yan dikanêda dît? Paşê we fem kir, ku hûn bêy vî tiştî jî dikaribûn yole biçûna. Ew tiştên neferz, jîyîna me tenê giran dikin. Ew tişt dikarin me bikine telikê, û me paş xin ji tiştên ruhanî. Wedê me dikare îda nemîne seva Kitêba Pîroz lêkolîn kin, hazir bin û bêne ser civatê, û derkevin xizmetiyê. Bîra xweda xwey kin, giliyên Yûhennayê şandî: “Dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî”.

5. Çi dikare biqewime tevî wan, yên ku pey hebûnê dikevin?

5 Şeytan dixwaze ku em xulamtiyê Hebûkêra bikin, dewsa ku Xwedêra (Met. 6:24). Merivên ku qewata xwe xerc dikin seva hebûkê top kin, bi rastiyê bextewar nînin. Jîyîna wan derbaz dibe bi wê yekê, ku tenê xwestinên xwe bînin sêrî. Lê hê xirab ew e, ku ewana ruhanîda vala ne, û jîyîna wan bi kul-derda tije ye (1 Tîmt. 6:9, 10; Eyan. 3:17). Ev mîna vê yekê ye, çawa ku Îsa metelokêda derheqa “toximreş” gilî kir. Îsa got ku çaxê mizgîniya derheqa Padşatiyê “nava stiriyada” tê çandinê, “xwestina tiştêd din dikevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin” (Marq. 4:14, 18, 19).

6. Ji Barûk em çi dersê hîn dibin?

6 Werên em şêwir kin mesela Barûk, yê ku alîkarçiyê Yêremya pêxember bû. Çaxê Orşelîm îda gerekê bihata wêrankirinê, Barûk destpêkir seva xwe “tiştên mezin” bigere, kîjan ku wedelû bûn. Lê bi rastiyê Barûk gerekê tenê hîviya sozê Yehowa bûya, wekî Yehowa wê emirê wî xilaz ke (Yêrem. 45:1-5) Belê, nêta Xwedê ew nîbû ku hebûka kesekî xwey ke wî şeherîda, kîjan ku gerekê bihata kutakirinê (Yêrem. 20:5). Em niha nêzîkî xilaziya wê dinyayê dibin, lema jî niha wedê wê yekê nîne, ku em hebûkê xwera top kin. Em gerekê hîviyê nîbin ku hebûka me, çiqas jî ew qîmet be, wê tevî me xilaz be tengasiya mezinda (Metlk. 11:4; Met. 24:21, 22; Lûqa 12:15).

7. Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin, û çira?

7 Îsa mera şîret da, ku em xem bikin tenê derheqa tiştên usa, ku bi rastiyê seva jîyîna me mera lazim in. Usa ewî got ku em pir xema nekin, û nekevine pey hebûkê. Îsa ew şîret da çaxê ser çiyê elalet hîn dikir (Met. 6:19-21). Were em bixûnin û bifikirin ser rêzên ji Metta 6:25-34. Ew yek wê alî me bike ku em îzbat bin, wekî em gerekê berê pêşin “Padşatiyê bigerin”, ne ku tişta (Lûqa 12:31).

YEHOWA XEM DIKE DERHEQA HEWCÊN ME

8, 9. a) Çira em gerekê derheqa hewcên xwe gelek xema nekin? b) Îsa çi zanibû derheqa meriva û hewcên wan?

8 Bixûne Metta 6:25. Çaxê Îsa gote guhdarvanên xwe ku “bona emirê xwe xema nekin”, ewî dixwest bigota ku ewana berxwe nekevin. Çimkî wana bona tiştên nelazim xemgîn dibûn. Îsa menî got ku çira evê yekê nekin. Ewî şirovekir ku xemgînî yan berxweketina zêde, hela hê bona tiştên lazim jî, dikarin nêt-fikirên me ji tiştên ruhanîye ferz dûr xin. Îsa bi dil û can xem dikir seva şagirtên xwe. Lema ewî wedê hînkirina ser çiyê, çar cara zêdetir derheqa vê xofiyê wanra got (Met. 6:27, 28, 31, 34).

9 Çira Îsa got ku em xema nekin ku çi bixwin, yan vexwin, yan li xwe kin? Gelo ew tişt bona jîyîna me ferz in? Belê, ew tişt mera gelek lazim in. Hergê destê meda tune ye wan tişta qazanc kin, gelo emê berxwe nekevin? Tebiyetî ye ku emê berxwe kevin, û Îsa jî ev yek zanibû. Ewî usa jî zanibû derheqa hewcên meriva yên herrojî. Xêncî vê yekê, ewî zanibû ku şagirtên wî, yên ku wê bijîn “rojêd axiriyêda”, wê rastî tengasiya bên. Çimkî wî çaxî wê “zemanêd xirab” bin (2 Tîmt. 3:1). Gelek ji wan rastî çetinayên wî cûreyî bihatana, mesele, xebat tune be, bahê tişta hê bilind be, kêmasiya xwarinê be, û gelek kesîbbûnêda bijîn. Lê yeke Îsa fem dikir ku jîyîn ji xwarinê hê ferztir e û beden ji kinca.

10. Çaxê Îsa hîn kir ku ça dua bikin, ewî çi got derheqa wê yekê ku jîyîna wanda çi gerekê lape ferz be?

10 Çaxê Îsa elalet hîn dikir, ewî ewana hîn dikirin, ku bona hewcên xweyî fîzîkî, Bavê xweyî ezmanara dua bikin. Ewî got ku ewana dikarin usa dua bikin: “Nanê meyî rojê roj bi roj bide me” (Met. 6:11). Paşê, hine wede şûnda, Îsa ew şîret dîsa carekî wekiland (Lûqa 11:3). Lê Îsa bi wî şîretî nedixwest bigota, ku em gerekê tenê derheqa hewcên xweyî fîzîkî bifikirin. Wî duayîda Îsa da kifşê, ku pêşiyê em gerekê dua bikin, wekî Padşatiya Xwedê bê (Met. 6:10; Lûqa 11:2). Seva ku guhdarvanên xwe dilgerm ke, Îsa wanara eyan kir ku ça Yehowa bona hemû efirînên xwe xem dike.

11, 12. Em çi pêdihesin ji wê yekê ku ça Yehowa xem dike bona teyredên ezmên? (Binihêre şiklê ewlin.)

11 Bixûne Metta 6:26. Em gerekê “dîna xwe bidine teyredêd ezmên”. Çiqas biçûk in ewana, lê himberî çapa bedena xwe ewana hê zêde dixwin, ne ku meriv. Rast e teyrede gelek biçûk in, lê ewana gelek êmîş, toxim, mêşa û kurma dixwin. Lê seva xwarina wan hebe, ewana toxim nareşînin, ne jî xweliyê bêcer dikin. Yehowa hemû tiştî dide wan (Zeb. 147:9). Belê, Yehowa xwexa xwarinê nake nikilê wan, lê xwarin gelek e û ewana xwexa xwera xwarinê divînin.

12 Îsa tu car dudilî nîbû, ku hergê Bavê wîyî ezmana xem dike bona teyreda, wê hê zêde bona meriva xem bike [1] (1 Pet. 5:6, 7). Yehowa xwexa xwarinê nade me, lê ew me kerem dike çaxê em qewata xwe didine xebatê, seva xwarinê xwera bikirin, yan biçînin. Cara, ew dikare meriva hêlan ke, ku ewana alî me bikin. Îsa ne got ku Yehowa cî-sitarê dide teyreda. Lê ewî înstînkt, fereset, û tiştê usa da wan, ku ewana xwexa dikarin xwera hêlûnê çêkin. Yehowa usa jî dikare alî me bike, ku cî-sitara malbeta me hebe.

13. Çi îzbat dike ku em ji teyredên ezmana qîmettir in?

13 Paşê Îsa guhdarvanên xwera got: “Ne hûn ji [teyredên ezmên] qîmettir in?” Bêşik, Îsa wî çaxî zanibû ku ew wê zûtirekê emirê xwe bide bona însanetê. (Beramber kin Lûqa 12:6, 7.) Qurbana Îsa ne hate dayînê bona teyrede yan heywanên din. Lê Îsa mir seva me, wekî em bikaribin heta-hetayê bijîn (Met. 20:28).

14. Çira meriv gerekê gelek xema neke?

14 Bixûne Metta 6:27. Gelo çira Îsa got ku meriv bi xemên xwe, nikare deqekê ser emirê xweda zêde ke? Çimkî hergê em gelek xemgîn dibin derheqa hewcên xweye herrojî, bi vê yekê em emirê xwe dirêj nakin. Xemgîniya zêde û strês ne ku emirê me dirêj dike, lê kin dike.

15, 16. a) Em çi hîn dibin ji Yehowa, ku ça ew derheqa sosinên çolê xem dike? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Kîjan pirsa em gerekê bidine xwe, û çira?

15 Bixûne Metta 6:28-30. Kê naxwaze ku kincê bedew xwe ke, îlahî çaxê xizmet dike, yan diçe ser civatê yan civata mezin? Lê gelo ew gerekê bibe menî ku em “bona kinca” xem bikin? Îsa dîsa jî dîna me dide ser vê yekê, ku ça Yehowa miqatî efirînên xwe dibe. Îsa eyan kir ku em çi dikarin hîn bin ji “sosinêd çolê”. Diqewime Îsa digot derheqa kulîrkên gelek cûre-cûre, kîjan ku çolêda şîn dibin. Ew hemû kulîrk gelek bedew in. Ew kulîrk xwera kinca nadirûn. Lê yeke ewana gelek bedew in! Îsa got ku “Silêman jî li nava temamiya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir”!

16 Bifikirin derheqa wan giliyên Îsa: “Heger gîhayê çolê, . . . Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?” Şagirtên Îsa gerekê baweriya xwe hindava Xwedê qewî kirana (Met. 8:26; 14:31; 16:8; 17:20). Ewana gerekê bawer bûna, ku Yehowa wê ese xem bike bona wan. Lê em çi dikarin bêjin derheqa xwe? Em bawer dikin ku Xwedê wê bona me jî xem bike?

17. Çi dikare heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke?

17 Bixûne Metta 6:31, 32. Em gerekê çev nedine merivên “pûtparist”, çimkî ewana bawer nakin ku Xwedêyê hizkirin, xem dike bona wan, yên ku Padşatiya wî emirê xweda datînin ciyê pêşin. Hergê em mîna pûtparista “pey wan hemû tişta dikevin”, emê heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab kin. Dewsê, em gerekê bawer bin, ku hergê em qirara Xwedê tînin sêrî û Padşatiya wî datînin ciyê pêşin, ew wê ese derheqa hewcên me xem bike. Aminiya me hindava Xwedê, gerekê me hêlan ke, ku em bi “kinc û xurekê” û cî-sitara xwe razî bin (1 Tîmt. 6:6-8).

LÊ EMIRÊ TEDA PADŞATIYA XWEDÊ CIYÊ PÊŞIN DIGIRE?

18. Yehowa derheqa me çi zane, û ew wê çi bike bona me?

18 Bixûne Metta 6:33. Em gerekê timê Padşatiya Xwedê daynin ciyê pêşin. Hergê em usa dikin, Yehowa wê derheqa hewcên me xem bike, çawa ku Îsa got. Lê çira Îsa dikaribû usa bigota? Ewî şirovekir rêza 32-da: “Bavê weyî ezmana zane ku hûn hewcê wan hemû tişta ne”, dêmek çi ku mera lazim e seva bijîn. Pêşiya ku em têderxin ku em hewcê çi ne, Yehowa îda pêşda zane derheqa vê yekê (Fîlî. 4:19). Mesele, ew zane ku kîjan kinca me wê kevin be û mera ya teze lazim be. Xêncî vê yekê ew zane, ku kîjan xwarin mera lazim e, û bona malbeta me çi cî-sitar lazim e. Bawer bin ku Yehowa wê xem bike bona wan hemû tişta, çida hûn bi rastiyê hewce ne.

19. Çira em gerekê derheqa axiriyê berxwe nekevin?

19 Bixûne Metta 6:34. Dîna xwe bidin ku Îsa şagirtên xwera cara duda got: “Îdî . . . xema nekin”. Bi wan giliya ewî dixwest bigota, ku em îtbariya xwe Yehowa bînin, wekî ew wê derheqa hewcên meyî herrojî xem bike. Lê hergê em gelek berxwe dikevin seva axiriyê, emê îda îtbariya xwe li xwe bînin, ne ku Xwedê. Û ew dikare bibe menî, ku heleqetiya me tevî Yehowa xirab be (Metlk. 3:5, 6; Fîlî. 4:6, 7).

BERÊ PÊŞIN PADŞATIYÊ BIGERIN, Û YEHOWA WÊ BONA WE XEM BIKE

Tu dikarî jîyîna xwe sivik kî, seva hê zêde şixulê Padşatiyê bikî? (Binihêre abzasa 20)

20. a) Xizmetiyêda hûn kîjan nêta dikarin bidine pêşiya xwe? b) Em çi dikarin bikin seva jîyîna xwe hêsa kin?

20 Çiqas neaqilayî ye, ku seva tiştên matêrîalî, Padşatiyê bidine alîkî. Dewsê hê baş be, ku em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Mesele, hûn dikarin derbazî wê civatê bin, kîderê hewcetî heye? Yan hûn dikarin bibine pêşeng? Yan hergê hûn pêşeng in, hûn difikirîn wekî Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bin? Hûn dikarin bi rezedilî xizmet kin Beytelêda, yan ofîsên welgerandinada? Hûn dikarin mihala xweda proêktên avakirinêda alîkariyê bidin? Bifikirin ku hûn çi dikarin bikin seva jîyîna xwe sivik kin, wekî hê zêde şixulên Padşatiyê bikin. Çaxê hûn bixûnin çargoşe bi navê “Tu Ça Dikarî Jîyîna Xwe Hêsa kî?”, dua bikin Yehowara, û paşê destpêkin wan gava bikin, seva bigihîjine nêta xwe.

21. Çi wê alî we bike ku nêzîkî Yehowa bin?

21 Îsa em hîn kirin ku em berê pêşin Padşatiyê bigerin, ne ku tişta. Hergê em usa bikin, emê îda tu car xema nekin derheqa hewcên xweye matêrîalî. Usa jî, emê nêzîkî Yehowa bin, çimkî emê îtbariya xwe wî bînin. Xêncî vê yekê, emê pey xwestinên xwe neçin, mesele çi ku ew dinya mera dide, hemû tiştî nekirin. Emê pey wan tişta nekevin wî çaxî jî, hergê destê meda heye. Hergê em îda niha jîyîna xwe sivik dikin, ew yek wê alî me bike “jîyîna ku rastî jîyîn e” qazanc kin (1 Tîmt. 6:19).

^ [1] (abzasa 12) Seva em fem bikin ku çira Yehowa cara dihêle ku cem Mesîhî kêmasiya xwarinê hebe, binihêrin “Pirsên Xwendevana”, ji “Birca Qerewiliyê” ya 15 Îlonê, sala 2014, rûp. 22.