Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Netirse, Ezê Alîkariyê Bidime Te!

Netirse, Ezê Alîkariyê Bidime Te!

BIDE ber çevê xwe ku tu nîvê şevê kûçêra diçî. Nişkêva tu usa texmîn dikî ku kesek pey te tê. Çaxê tu disekinî ew jî disekine. Tu lez diçî ew jî lez tê. Tu destpêdikî direvî û diçî mala hevalê xwe, kîjan diha nêzîk e. Çaxê hevalê te derî vedike, tu dikevî hundur, bîna xwe dikişînî û zanî ku îda bêxofiyêda nî.

Dibeke bi rastiyê tu neketî dereca usa, lê tu xemgîn dibî bona tiştên din. Mesele, dibeke tu pêşiya sistbûnên xwe şer dikî, dixwazî alt kî, lê nikarî? Dibeke tu bê xebat î û qewatê xerc dikî xebatê digerî, lê nikarî bivînî? Dibek xemgîn dibî ku kal yan pîr dibî û ditirsî ku dikare problêmên sihet-qewatêva girêdayî pêşda bên? Yan jî dibeke tu bona tiştên din xemgîn dibî?

Çi problêmên te jî hebin, hêsa ye çaxê hevalekî teyî nêzîk heye, kîjanîra ku tu dikarî problêmên xwe gilî kî. Lê hevalekî teyî usa heye? Erê, hilbet heye! Yehowa ye bona te hevalê usa, çawa ku bona Birahîm bû, çawa tê gotinê kitêba Îşaya 41:8-13-da. Rêza 10 û 13-da Yehowa soz dide gişka: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm bikim; belê, ezê alî te bikim; belê, ezê bi destê rastê dadiya xwe ji tera bibim alîkar! . . . Ji ber ku ez, Xwedayê te Xudan, ezê bi destê te yî rastê bigirim û ji tera bibêjim: ‘Netirse, ezê alîkariyê bi tera bikim!’”

EZÊ “BI DESTÊ RASTÊ” TE BIGIRIM

Gelo ew giliyên Xwedê me dilgerm nakin? Bide ber çevê xwe Yehowa çi mera soz dide. Rêzêda nayê gotinê ku tu tevî Yehowa rê diçî û destê te destê wîda ne. Çimkî hergê tu kêleka Yehowa rê biçûyayî, ewî wê bi destê xweyî rastê, destê teyî çepê bigirta. Lê dewsê, Yehowa bi destê xweyî rastê, “destê te yî rastê” digire, wekî te ji çetinaya derxe. Çaxê Yehowa destê teyî rastê digire, ew te qewî dike û dibêje: “Netirse, ezê alîkariyê bi tera bikim!”

Lê tu Yehowa hesab dikî ça Bavê xweyî hizkirî û Dostê xwe, kîjan ku wê alî te bike wedê çetinaya? Yehowa bi rastiyê dikeve heyra te û dixwaze alî te bike. Çaxê tu dikevî tengasiyê, Yehowa dixwaze wekî tu bizanibî, ku ew te nahêle çimkî ew te gelek hiz dike. Bi rastiyê jî “Xwedê hêz û sitargeha me ye, di tengasiyêda tim bona alîkariyê amade ye” (Zebûr 46:1).

ÇAXÊ EM XWE NEHEQ DIKIN SEVA ŞAŞIYÊN XWE

Hine meriv xemgîn dibin bona şaşiyên xweye berê, û difikirin gelo Xwedê wê bibaxşîne wan. Hergê tu jî halekî usada nî, bifikire derheqa Îboyê amin, kîjan ku gunê xwe anî rûyê xwe, seva şaşiyên ku ewî cahiltiyêda kir (Îbo 13:26). Dawidê zebûrbêj jî halekî usada bû û ji Yehowa hîvî kir: “Gunehên min yên xortaniyê û serhildanên min bibîr neyne” (Zeb. 25:7, ÎM). Em hemû gunekar in, lema jî “hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê” (Rom. 3:23).

Giliyên kitêba Îşaya serê 41-da, hatibûn nivîsarê bona Îsraêla berê. Gunên wan usa mezin bûn, ku Yehowa ewana ceza kirin û got ku ewana wê Babîlonêda bibine dîl (Îşa. 39:6, 7). Yehowa usa jî soz da, ku kê gunê xwe bide rûyê xwe û poşman be, ewê wan xilaz ke û paşda vegerîne (Îşa. 41:8, 9; 49:8). Roja îro jî Yehowa dilremtiyê dide kifşê hindava wanda, kê poşman dibe û gunê xwe dide rûyê xwe û dixwaze dilê Yehowa şa ke (Zeb. 51:1).

Were şêwir kin mesela Takûye. * Ew pornografiya dinihêrî û mastûrbasiya dikir, lê gelek dixwest ku ew xeysetên xweyî xirab biterikîne. Lê wede pey wedera ew dîsa û dîsa dikete vê telikê. Lê ewî xwe ça texmîn dikir ji bo wê yekê? “Min xwe gelek nimiz texmîn dikir, lê çaxê min Yehowara dua dikir û hîvî dikir ku bibaxşîne min, ewî ez ji wî halî derdixistim”. Lê ça? Rûspiyên civata wî jêra gotibûn ku hergê xwestinên wîye usa pêşda tên, ew wanara têlêxe. Ewî got: “Minra hêsa nîbû wanra têlêxim, lê çaxê min wanra têlê dixist ez qewî dibûm”. Paşê rûspiyên civata Takûyê tevî berpirsiyarê mihalê xeberdabûn, wekî ew serîkî Takûyê xin. Berpirsiyarê mihalê got: “Ev ji min nîne ku ez vir im. Eva xwestina Yehowa ye. Ewî tu jibartî ku bêm û te qewî kim”. Takûye dibêje: “Min gune dikir, lê yeke Yehowa alî min dikir”. Axiriyêda Takûye xeysetên xweyî xirab terikand, bû pêşeng û niha ew Beytelêda xizmet dike. Yehowa çawa ku alî wî birayî kir, wê usa jî alî te bike hergê tu jî şaşiya dikî.

ÇAXÊ EM XEMGÎN DIBIN BONA XEBATÊ

Hine meriv xemgîn dibin, çimkî xebata xwe unda kirine û nikarin xwera xebatê bivînin. Bide ber çevê xwe, çiqas çetin e ku tu xebatê digerî, lê tu kes te hilnade ser xebatê. Derecên usada hine meriv qedirê xwe unda dikin. Lê Yehowa ça dikare alî te bike? Dibeke ew derbêra alî te nake ku xebateke pak bivînî, lê ew dikare bîne bîra te giliyên Dawid: “Ciwan [cahil] bûm, niha ez pîr im, min nedît ku yê rast hat berdan, an dûndana wî pars kir, ji bo nan” (Zeb. 37:25, ÎM). Tu çevê Yehowada qîmet î, û ew “destê rastê” dirêjî te dike ku hemû tişt çida jî tu hewceyî, bal te hebin seva tu berdewam kî wîra xizmet kî.

Yehowa ça dikare alî te bike, hergê te xebata xwe unda kir?

Sera, kîjan ku Kolûmbyayêda dijî, xwexa îzbat bû ku Yehowa alî wê kir. Xebata wê rind bû û perê rind jî distand. Lê ewê dixwest hê zêde Xwedêra xizmet ke, lema jî ewê xebata xwe hîşt û destpêkir xizmet ke ça pêşeng. Ewê nikaribû xebateke usa xwera bidîta, ku bona xizmetiyê wede bima. Ewê xwera dikaneke biçûk vekir û têda gulmast difirot, perê wê hêdî-hêdî xilaz bû û ew mecbûr bû dikanê dade. Ew dibêje: “Sê sal derbaz bûn, lê şikir ji navê Xwedêra ku ez yole çûm”. Ew hîn bû ku têderxe bi rastiyê çi jêra lazim e û bona roja sibê xemgîn nebe (Met. 6:33, 34). Axiriyêda, ew berê bal kê dixebitî, ewî dîsa gazî wê kir, ku ew dîsa xebata xwe bike. Lê ewê wîra got wê bixebite, hergê ew bikaribe hin jî here civatê û xizmetiyê. Rast e ew îjar haqas pere nastîne çiqas berê, lê ew dikare berdewam ke xizmet ke ça pêşeng. Ew dibêje ku wî wedê çetin, ewê alîkariya Yehowa ser xwe texmîn kir.

ÇAXÊ JI BO KAL-PÎRBÛNÊ XEMGÎN DIBIN

Dîsa problêmeke mezin, ew heye kalbûn-pîrbûn. Gelek meriv çaxê mezin dibin û îda gerekê toşekê bistînin, ewana xemgîn dibin ku pere wê tera wan neke seva rind bijîn. Ewana usa jî xemgîn dibin bona sihet-qewata xwe, ku çiqas mezin bin wê problêmên sihet-qewatêva girêdayî pêşda bên. Mesele, çawa ku ew yek bal Dawid qewimî û ewî kalbûnêda ji Yehowa hîvî kir: “Tu min ji xwe navêje, gava ku ez ji taqetê ketim tu min bernede!” (Zeb. 71:9, 18, ÎM).

Ça xizmetkarên Yehowa yên emirda mezin, dikarin xwe bêsitar texmîn nekin? Ewana gerekê baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin, ku ew wê alî wan bike. Hergê berê ewana dewletî bûne û rind jîtine, niha ewana gerekê pera hindikî xerc kin, û razî bin wê yekêra çi ku cem wan heye. Ewana dikarin bivînin ku “xwarina sewze” hê baş e bona sihet-qewatê, ne ku goştê “gayê dermale” (Metlk. 15:17). Hergê tu hiş-aqilê xwe bidî ser xizmetiya Yehowara, ew wedê kalbûn yan pîrbûna te, bona te xem ke, seva ku çi tera lazim e, bal te hebe.

Xosê û Roûs tevî Tonî û Wêndî

Were em bifikirin derheqa Xosê û Roûs kîjan ku 65 sala zêdetir e wekî Yehowara xizmet dikin ça pêşeng. Ewana usa jî bi sala miqatî bavê Xosê dibûn, kîjanîra 24 siheta lazim bû pey binihêrin. Xêncî wê yekê, nexweşiya Xosê req hebû û ewî derbaz kir opêrasî û xîmîotêrapî. Lê gelo Yehowa destê xweyî rastê dirêjî wan kir? Belê. Lê çi cûreyî? Ewî alî wana kir bi cotekî zewacê Tonî û Wêndî. Ewî cotî tam dane wan ku têda bimînin. Tonî û Wêndî dixwestin ku tamê wanda pêşeng bêheq bimînin. Pêşiya wê yekê, çaxê Tonî mektebêda hîn dibû, ew hergav ji pencera mekteba xwe, didît ku ça Xosê û Roûs timê dertêne ser xizmetiyê. Xizmetiya wane bi xîretî gelek wî xweş dihat û dilê wî girt. Tonî û Wêndî didîtin ku ça wana emirê xwe pêşkêşî Yehowa kirine, û lema ewana hêlan bûn wana bikine tamê xwe. Îda 15 sal e ku ew cotê zewacê alî Xosê û Roûs dikin, kîjan ku niha weke 80 salî ne. Ewana dibêjin ku ew cotê zewacêye cahil bona wana ça pêşkêş in.

Xwedê destê xweyî rastê dirêjî te jî dike. Lê tuyê destê wî bigirî, yê ku tera dibêje: “Netirse, ezê alîkariyê bi tera bikim”?

^ abz. 11 Hine nav hatine guhastinê.