Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu bi Kincxwekirina Xwe, Xwedê Rûmet Dikî?

Tu bi Kincxwekirina Xwe, Xwedê Rûmet Dikî?

“Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 KORN. 10:31).

KILAMÊN: 34, 29

1, 2. Çira Şedên Yehowa prînsîpên derheqa kincxwekirinê xwey dikin? (Binihêre şiklê ewlin.)

ROJNAMA Almanîda derheqa civînên keşîşa û serwêrên dêra, usa nivîsar bû: “Dibeke we dîtiye, ku gelek ji wan kincê herrojî xwe dikin, îlahî çaxê hewa germ e”. Wê rojnemêda usa jî nivîsar bû, ku çaxê Şedên Yehowa diçine ser civatên xweye mezin, ewana bi kincê herrojî naçin. Mesele, mêr û gedên cahil bi kastûm û galistûka ne, jin û qîz jî, bi dêrên maqûlî û terbetî ne, û hin jî ewana bi modêrn xwedikin. Belê, gelek car payê Şedên Yehowa didin, çimkî ewana “bi kincêd layîq, şermê û berbihêriyê” xwe dixemilînin, çawa li wan dikeve, “yêd ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe” (1 Tîmt. 2:9, 10). Rast e Pawlosê şandî ew gilî derheqa jina got, lê ew prînsîp usa jî bona mêra ye.

2 Em cimeta Yehowa ne, lema gelek ferz e ku kincên me li gora prînsîpên wî bin (Destp. 3:21). Ew yek Xwedê xwexa ji me dewa dike. Çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kincxwekirinê, dide kifşê ku Xwedê prînsîpên ferz kifş kiriye bona xizmetkarên xwe. Lema jî kincxwekirina me ne ku gerekê tenê me xweş bê, lê ferz ew e wekî Efirandarê me xweş bê.

3. Çi em dikarin hîn bin derheqa kincxwekirinê ji Qanûna Xwedê, ya ku ewî dabû Îsraêliya?

3 Mesele, Qanûna Xwedê, miletê Îsraêl xweyî dikir ji bênamûsiya wan mileta, yên ku dor berê wan dijîtin. Evê Qanûnê dida kifşê ku Yehowa miqabilî kincxwekirina usa ye, kîjan nade kifşê ew kes mêr e yan jin e. Îro jî hema usa ye, mêr ça jin xwedikin, jin jî ça mêr xwedikin. (Bixûne Qanûna Ducarî 22:5.) Ji Qanûna Xwedê em hîn dibin ku Xwedê xweş nayê kincxwekirina wî cûreyî, ya ku mêr dike jin, jin jî dike mêr û çetin e tê derxî jin e yan mêr e.

4. Çi dikare alî Mesîhiya bike ku safîkirina rast bikin kincxwekirinêda?

4 Xebera Xwedêda prînsîpên usa hene, yên ku alî Mesîhiya dikin safîkirinên baş bikin kincxwekirinêda. Firqî tune em kîderê dijîn, kûltûra wî welatî çi cûreyî ye, yan hewa ça ne, yeke gerekê wan prînsîpa xwey kin. Eseyî nîne, wekî hûr bi hûr bê gotinê ku kîjan kinc îzin e xwe kin û kîjan na. Lê dewsê, prînsîpên ji Nivîsarê Pîroz rêberiyê didine me. Û ew rêberî mecalê dide me, wekî xwexa bikaribin rast safî kin, ku kincê çi cûreyî xwe kin. Werên şêwir kin hine prînsîpên ji Kitêba Pîroz. Ew prînsîp dikarin alî me bikin, ku bona kincxwekirinê têderxin “qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (Rom. 12:1, 2).

EM XWE “DIDINE KIFŞÊ, ÇAWA QULIXKARÊD XWEDÊ”

5, 6. Kincxwekirina me ça gerekê hukum be ser yên mayîn?

5 Pawlosê şandî prînsîpa ferz kifş kir, ya ku nivîsar e 2 Korintî 6:4-da. (Bixûne.) Kincxwekirin û xemilandina me dide kifşê, ku em merivne çanin. Gelek meriv derheqa me usa difikirin, çawa ku em rûva têne xanê (1 Sam. 16:7). Lema jî, em çawa xizmetkarên Xwedê, fem dikin ku kincxwekirina me gerekê ne ku tenê me xweş bê û komfort be, lê lazim e hê zêde tişt bikin. Prînsîpên ji Xebera Xwedê gerekê me hêlan kin, ku kincê necayîz xwenekin, mesele kincê teng, vekirî, û kincê usa, ku bibine menî wekî xelq bi çevê xirab me binihêrin. Ew usa jî tê hesabê kincên usa, ku endemên bedenê yê şermî gelek eyan dide kifşê. Em gerekê usa xwenekin, ku meriv me eciz bin û mecbûr bin aliyê me nenihêrin.

6 Çaxê kincê me layîq, milûk, terbet û temiz e, meriv wê qedirê me çawa xizmetkarên Yehowa, bigirin. Û ewana jî dikarin bibine xizmetkarên Yehowa. Usa jî, kincê meye layîq, wê baş hukum be ser teşkîleta Xwedê. Û axiriyêda yên mayîn dibeke guh bidine mizgînê, ya ku emirê meriva xilaz dike.

7, 8. Çi çax hê ferz e ku em kincê layîq xwe kin?

7 Em borcdar in ber Xwedê, xûşk-birên xwe û usa jî ber merivên din, ku kincê usa xwe kin, wekî layîqî wê mizgîniyê be, kîjan ku em bela dikin. Xêncî wê yekê, bi kincxwekirina xwe, em Yehowa rûmet dikin (Rom. 13:8-10). Gelek ferz e kincê layîqî xwe kin, îlahî çaxê şixulên ruhanî dikin, mesele çaxê têne ser civatê û çaxê em xizmet dikin. Em gerekê usa xwe kin, “çawa li wan [meriva] dikeve, yêd ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe” (1 Tîmt. 2:10). Hine kinc dibeke cîkî layîq bin, lê ciyên din dikare nelayîq bin. Lema jî Şedên Yehowa hildidin hesab qeydên wî cîyî, kîderê dijîn, wekî qedir bidin kifşê hindava merivên wî cîyî.

Gelo kincxwekirina te dide kifşê ku tu xizmetkarê Xwedê yî? (Binihêre abzasa 7, 8)

8 Bixûne 1 Korintî 10:31. Çaxê em diçine civatên mezin, kincxwekirina me gerekê maqûlî û milûktî be, ne ku nelayîq, mîna ya wê dinyayê. Em gerekê xwe dûr bigirin ji kincxwekirina nemaqûlî, hela hê jî çaxê em dikevine otêlê yan ji otêlê diçin, û usa jî çaxê wedê meyî aza heye pêşiya civata mezin û paşî vê. Usa emê firnaq bin, ku em xwe didine kifşê ça Şedên Yehowa. Û hin jî wî çaxî emê hêsa bikaribin mizgîniyê bela kin çaxê mecal hebe.

9, 10. Çira Fîlîpî 2:4 gerekê hukum be ser kincxwekirina me?

9 Bixûne Fîlîpî 2:4. Çira gerekê Mesîhî bifikirin ser wê yekê, ku kincxwekirina wan ça hukum dibe ser xûşk-bira? Menîk ew e, ku xizmetkarên Xwedê gelek qewat xerc dikin, wekî şîretên ji Kitêba Pîroz bînin sêrî: “Xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab” (Kols. 3:2, 5). Û usa jî ew xûşk-birên ku bênamûsî terikandine, dibeke heta niha jî şer dikin pêşiya xwestinên xweye nerast (1 Korn. 6:9, 10). Lema jî em naxwazin evê yekê wanara çetin kin.

10 Çaxê em nav xûşk-birên xweda nin, cûrê kincxwekirina me gerekê alî wan bike, wekî ewana namûsiyêda xwe temiz xwey kin, firqî tune em civatêda bin, yan ji civatê der. Rast e, bijartina me heye bona kincxwekirinê, lê em borcdar in ku kincên usa xwe kin, wekî ser xûşk-birên me baş hukum be. Û usa jî wekî wanara hêsa be prînsîpên Xwedê bînin sêrî bi fikirên xwe, xeberdana xwe, û bi rabûn-rûniştina xwe (1 Pet. 1:15, 16). Hizkirina rast “bêpergal nîne, ya xwe nagere” (1 Korn. 13:4, 5).

KINCA XWEKIN LAYÎQÎ CÎ Û WEDE

11, 12. Çaxê safî dikin ku çi kincî xwekin, çi gerekê hildin hesab?

11 Xizmetkarên Xwedê çaxê safî dikin ku çi xwe kin, ewana hildidin hesab ku “bona her tiştî û her karî wextek heye” (Waîz 3:1, 17). Femdarî ye ku çaxê sêzon, hewa, û usa jî derecên me têne guhastinê, ew yek hukum dibin ser cûrê kincxwekirina me. Lê normên Yehowa nayêne guhastinê, çawa hewa tê guhastin (Malx. 3:6).

12 Wan ciya kîderê ku hewa germ e, dikare çetin be têderxin hela kincê me layîq û cayîz in yan na. Xûşk-birên me dişêkirînin, ku em kincê zef teng yan jî zef vekirî xwe nakin (Îb. 31:1). Usa jî çaxê em hêsa dibin ber devê berê yan çaxê diçine hevz, gerekê kincê meyî xweavêxistinê bi milûktî be (Metlk. 11:2, 20). Hergê jî nîvê zef meriv ber berê gelek vekirî xwe dikin, em çawa Şedên Yehowa, çev nadine wan, û dixwazin Yehowa rûmet kin.

13. Çira temiya ji 1 Korintî 10:32, 33 gerekê hukum be ser bijartina me kincxwekirinêda?

13 Dîsa prînsîpeke ferz heye, kîjan ku alî me dike wekî kincê layîq bijbêrin. Em gerekê îsafa merivên din jî bidine hesab, firqî tune ew bawermend in yan na. (Bixûne 1 Korintî 10:32, 33.) Em borcdar in ku kincê usa xwe nekin, kîjan ku wê bibine likumandin. Pawlos nivîsî: “Bira ji me her kes aliyê qenciyêda li hevalê xwe xweş bê, ku baweriyêda bişide”. Paşê ewî got: “Çimkî Mesîh jî ne ku li xwe xweş hat” (Romayî 15:2, 3). Îsa dewsa ku kara xwe bigeriya, berê ewlin alîkarî dida meriva. Çimkî bi wê yekê, ewî qirara Xwedê dianî sêrî. Em jî gerekê dûr bin ji kinc û xemilandina usa, kîjan dibeke me xweş tê, lê dikare bibe kevirê likumandinê bona wan, kêra em mizgîniyê bela dikin.

14. Ça dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin ku ewana Xwedê rûmet kin bi kincxwekirina xwe?

14 Dê-bavên Mesîhî borcdar in zarên xwe hîn kin, wekî ewana prînsîpên ji Kitêba Pîroz bînin sêrî. Ew tê hesabê wekî ewana gerekê bawer bin, ku zarên wan dixwazin dilê Xwedê şa kin bi kinc û xemilandina xwe (Metlk. 22:6; 27:11). Dê-bav dikarin bi rabûn-rûniştina xwe zarên xwera bibine mesele. Û usa jî bi hizkirin wana hîn kin, ku Xwedê rûmet kin. Ça baş e, çaxê dê-bav zarên xwe hîn dikin ku kîderê û ça kincê layîq destxin! Ew tê hesabê ku ewana gerekê ne ku tenê bijbêrin wan kinca kîjan wan xweş tê, lê usa jî wan, kîjan ku wê wana eyan kin ça xizmetkarên Yehowa Xwedê.

AZABÛNA XWEYE BIJARTINÊ BI BÎLANÎ BIDINE XEBATÊ

15. Çi gerekê rêberiyê me bike bijartina kincada?

15 Xebera Xwedêda rêberî heye, kîjan ku dikare alî me bike wekî em bijartina usa bikin, ku Xwedê hurmet-rûmet kin. Lê yeke evê bijartinê em usa dikin çawa ku me xweş tê. Kincxwekirina me wê yekêva jî girêdayî ye, ku çiqas pere destê meda heye. Lê gerekê timê kincê me temiz û bi maqûlî be, usa jî layîqî wî cîyî be kîderê em dijîn.

16. Çima hêja ye ku em qewatê bidine xebatê wekî kincxwekirina me layîqî be?

16 Belê, cara hêsa nîne ku safîkirinên bi bîlanî bikin û wedê safîkirina hemû tiştî hildin hesab. Gelek dikanada kincê usa difroşin ku necayîz e em xwekin. Lema jî lazim e him xûşk him jî bira hinekî zemetê bivînin û wedê xwe xerc kin, seva kincên usa xwera bivînin, ku gelek teng nîbin. Çaxê em usa dikin, xûşk-birên me dibeke ewê yekê texmîn kin, û gelek ji me razî bin. Kincjibartin çiqas jî çetin be, çaxê em zanin ku em xwestina Yehowa tînin sêrî, em şa dibin ku em Yehowa hurmet dikin. Û lema jî em îda dîna xwe nadin ser wan çetinaya.

17. Bira gerekê çi hilde hesab, seva safî ke ku rûyê xwe bihêle yan na?

17 Gelo cayîz e ku bira rûyê xwe bihêlin? Qanûna Mûsa dewa dikir, wekî mêr rûyê xwe berdin. Lê niha Mesîhî bin Qanûna Mûsada nînin, û lema eseyî nîne ku bira rûyê xwe berdin (Qan. Kah. 19:27; 21:5; Galt. 3:24, 25). Hine kûltûrada normal e ku mêr rûyê xwe bi terbetî berdin, hela hê qedirê wan jî digirin. Û ew yek rê nagire ku mizgînê bela kin. Mesele, hine birên cabdar rûyê xwe dihêlin, hine bira jî safî dikin, ku rûyê xwe nehêlin (1 Korn. 8:9, 13; 10:32). Lê hine kûltûr û ciyên dinda normal nîne, û lema necayîz e ku Mesîhî rûyê xwe bihêlin. Ew birayê ku wan ciya dijî û rûyê xwe dihêle, bi rastiyê kincxwekirin û xemilandina wî dikare Yehowa rûmet neke (Rom. 15:1-3; 1 Tîmt. 3:2, 7).

18, 19. Ça Mîxa 6:8 alî me dike, çaxê em dixwazin bi kincxwekirina xwe dilê Xwedê şa kin?

18 Em gelek ji Xwedê razî ne, ku ewî derheqa kincxwekirinê û xemilandinê hûr bi hûr qanûn nedaye me, û mera çetin nekiriye ew yek. Dewsê, ewî îzin daye me, wekî em azabûna xweye bijartinê bidin xebatê, û xwexa pê prînsîpên Nivîsarên Pîroz, bi bîlanî safîkirina bikin. Usa emê bidine kifşê, ku em bi kincxwekirin û xemilandina xwe, dixwazin bi milûktî riya Xwedêda herin (Mîxa 6:8).

19 Em fem dikin ku Yehowa Xwedayê Pîroz e, û ku prînsîpên wî rêberiya lape baş didine me. Hergê em milûk û şkestî bin, emê bikaribin prînsîpên Xwedê emirê xweda bidin xebatê. Milûktî wê usa jî alî me bike, wekî em qedirê meriva bigirin, dêmek hest û fikirên wan hildin hesab.

20. Kincxwekirin û xemilandina me ça gerekê hukum be ser merivên din?

20 Bi cûrê kincxwekirina me gerekê eyan bê kifşê, ku em xizmetkarên  Yehowa ne. Prînsîpên wî, yê lapî baş in, û em şa ne wan prînsîpa emirê xweda bînin sêrî. Xûşk-birên me, yên ku kincê layîq xwedikin û rabûn-rûniştina wan baş e, bi rastiyê hêjayî paya ne. Çimkî merivên dilsax, yên ku dîna xwe didine wana, hêlan dibin ku mizgîniyê qebûl kin, û dixwazin Xwedê hurmet kin û dilê wî şa kin. Hergê em bi bîlanî bona kincxwekirinê safîkirina bikin, emê hurmet-rûmet kin Wî, kê ku “bilindayî” û çûrisayî xwedike (Zeb. 104:1, 2).