Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ruhanîda Qewî Bimînin Wedê Xizmetkirina Deşta Zimanekî Dinda

Ruhanîda Qewî Bimînin Wedê Xizmetkirina Deşta Zimanekî Dinda

“Da ku ez gune nekim li himber te, min dilê xweda veşart gotina te” (ZEB. 119:11, ÎM).

KILAMÊN: 142, 47

1-3. a) Îro bona xizmetkarên Xwedê çi gelek ferz e? b) Ewên ku zimanê teze hîn dibin rastî çi çetinaya tên, û ji bo vê yekê çi pirs pêşda tên? (Binihêre şiklê ewlin.)

ÎRO, gelek Şedên Yehowa pêxembertiyê tînin sêrî bi wê yekê, ku “hemû mileta, bereka, zimana” û cimetara mizgîniyê bela dikin (Eyan. 14:6). Gelek xûşk-birên me zimanê teze hîn dibin seva mizgîniyê bela kin. Dibeke hûn jî zimanê xerîb hîn dibin, yan ça mîsyonêr xizmet dikin, yan xizmet dikin welatê xerîbda kîderê ku hewcetî heye, yan derbazî civata teze bûne, kîjan ku ne ser zimanê we ye.

2 Hemû xizmetkarên Xwedê, gerekê miqatî ruhaniya xwe û malbeta xwe bin, çimkî ew gelek ferz e (Met. 5:3). Cara, haqas şixulê me hene, ku mera çetin e wede bivînin seva hînbûna şexsî derbaz kin. Lê ewên ku deşta zimanekî dinda xizmet dikin, rastî çetinayên din jî tên.

3 Mesele, ew xûşk-bira xêncî ku zimanê teze hîn bin, usa jî gerekê timê lêkolîn bikin û kûr pêbihesin nêt-meremên Xwedê (1 Korn. 2:10). Lê gelo ewana ça dikarin evê yekê bikin, çaxê zimanê civatêda bi temamî fem nakin? Û çira dê-bav gerekê dîna xwe bidin, hela Xebera Xwedê digihîje dilê zarên wan yan na?

ÇI DIKARE ZIYANÊ BIDE RUHANIYA ME?

4. Çi dikare ziyanê bide ruhaniya me? Meselê bînin.

4 Çaxê em ser zimanê xerîb nikarin Kitêba Pîroz kûr fem kin, ew yek dikare ziyanê bide ruhaniya me. Qirna pêncada B.D.M., çaxê Nehemiya hate Orşelîmê, ewî dît wekî hine zarên Cihû yên ku ji dîltiya Babîlonê vegeriyane, zimanê Îbranî nizanin û ew berxwe ket. (Bixûne Nehemiya 13:23, 24.) Ewan zara nikaribûn Xebera Xwedê fem kin, lema heleqetiya wan tevî Yehowa sist bû (Nehem. 8:2, 8).

5, 6. Hine dê-bavên ku deşta zimanê dinda xizmet dikin çi têderxistin?

5 Hine dê-bav ku Mesîhî ne û xizmet dikin li deşta zimanê din, têderxistin wekî zarên wan ruhanîda hinekî sist bûne. Ji bo vê yekê ku zar rind fem nakin zimanê xerîb, giliyên ku ser civatê têne gotinê nagihîje dilê wan. Birakî me Pêdro [1] ,yê ku tevî malbeta xwe derbazî welatê din bûye, dibêje ku çaxê derheqa tiştên ruhanî xeberdidin, ev gerekê bigihîje dilê me û hişê me (Lûqa 24:32).

6 Çaxê em ser zimanê xerîb dixûnin, dibeke ev yek haqas dilê me negire, çiqas ku me ser zimanê xwe bixwanda. Xêncî vê yekê, çaxê mera çetin e xeberdin ser wî zimanî, em dikarin eciz bin û ruhanîda sist bin. Lema çaxê em deşta zimanekî dinda xizmet dikin, em gerekê miqatî xwe bin wekî ruhanîda nekevin û heleqetiya xwe tevî Yehowa unda nekin (Met. 4:4).

WANA HELEQETIYA XWE TEVÎ YEHOWA XWEY KIR

7. Çi cûreyî Babîloniya dixwestin zorê Daniyêl bikin, wekî ew edet û rêlîgiya wan qebûl ke?

7 Çaxê Daniyêl û hevalên wî Babîlonêda dîl bûn, Babîloniya dixwestin zorê wana bikin ku bînin ser edet û rêlîgiya xwe. Babîloniya “zimanê Kildaniya” ewana hîn kirin. Xêncî wê yekê, serwêrê berdestiya yê ku cabdar bû wekî ziman wana hîn ke, navê Babîloniya da ser wan (Dan. 1:3-7). Navê Daniyêl danîbûn Bêl, kîjan ku navê xudanekî sereke yê Babîloniya bû. Dibeke Nebûkedneser padşa dixwest Daniyêl bide bawerkirinê, wekî xudanê Babîloniya, ji Yehowa hê qewattir e (Dan. 4:8).

8. Çi alî Daniyêl kir ku ew welatê xerîbda ruhanîda qewî ma?

8 Babîlonêda Daniyêlra îzin hebû ku xwarina padşa bixwe. Lê ewî dilê xweda safî kir ku bi wan xwarina xwe heram neke (Dan. 1:8). Rast e ew welatê xerîbda bû, lê ewî heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kir. Lê gelo ça? Ewî ser zimanê Îbranî, dêmek ser zimanê xwe, “pirtûkên” pîroz dixwend (Dan. 9:2). Rast e ew weke 70 sala Babîlonê bû, lê yeke dîsa wî bi navê Îbranî nas dikirin (Dan. 5:13).

9. Nivîskarê Zebûra 119 wedê tengasiyê ji ku qewat distand?

9 Nivîskarê Zebûra 119, rastî çetinayê hat. Hine endemên qesirê wî bêhurmet dikin (Zeb. 119:23, 61). Lê gelo ewî ji ku qewat distand, seva ruhanîda sist nebe û mîna wan nîbe? Xebera Xwedê alî wî dikir, çimkî ewî giliyên Xwedê dilê xweda xwey dikir û ser difikirî. (Bixûne Zebûr 119:11, 46.)

EM ÇA DIKARIN RUHANÎDA QEWÎ BIMÎNIN?

10, 11. a) Çaxê em Xebera Xwedê hîn dibin, nêta me gerekê çi be? b) Ça em dikarin bigihîjne nêta rast? Meselê bînin.

10 Îro dibeke civatêda gelek cabdariyên me hene û usa jî şixulê meyî din, lê yeke her kes ji me gerekê seva hînbûna şexsî û qulixkirina tevî malbetê wede xwera bivîne (Efes. 5:15, 16). Nêta me gerekê ew nîbe ku tenê gelekî bixûnin, yan jî tenê cabên xwe hazir kin bona civatê. Lê nêta me gerekê ew be, wekî Xebera Xwedê ser dilê me hukum ke, me hîn ke û baweriya me qewî ke.

11 Wekî bigihîjne wê nêtê, em gerekê serwaxt bin. Çaxê em tiştekî dixûnin, em ne ku tenê gerekê bifikirin, ku em çawa dikarin bi wê înformasyayê alî merivên din bikin, lê usa jî gerekê derheqa xwe bifikirin, ku ew yek çida dikare alî me bike (Fîlî. 1:9, 10). Em gerekê fem kin, ku çaxê em xwe hazir dikin bona xizmetiyê, civatê, yan jî çaxê gotarê hazir dikin, ew yek me ruhanîda têr nake. Were meselekê bînin: Çaxê aspêj xwarinê çêdike, ew heta ewê xwarinê bela ke, tem dike. Lê femdarî ye, wekî ew bi vê yekê têr nabe. Û hergê ew dixwaze sihet-qewata wî baş be, ew gerekê xwarina xwe bixwe. Em jî gerekê xwe bi xwarina ruhanîya giran têr kin, kîjan ku xût mera lazim e, seva ruhanîda qewî bimînin.

12, 13. Çira bona ewên ku deşta zimanê dinda xizmet dikin, difikirin ku gelek kêrhatî ye wekî ser zimanê xwe hînbûna şexsî derbaz kin?

12 Gelek ji wana kê ku deşta zimanê dinda xizmet dikin, hînbûna şexsî ser “zimanê xwe yê dê” derbaz dikin. Çimkî ew yek alî wan dike ruhanîda qewî bimînin (Kar. Şand. 2:8, ÎM). Mîsyonêr jî fem dikin, ku seva welatê xerîbda xizmet kin û ruhanîda qewî bimînin, bes nîne tenê ew, çi ku ewana ser civatê dibihên.

13 Birakî me Alan, ku îda weke heyşt sal e hîn dibe zimanê Farsî, dibêje: “Çaxê ez ser zimanê Farsî bona civatê hazir dibim, ez tenê derheqa ziman difikirim. Lema çi ku ez dixûnim, haqas nagihîje dilê min. Seva vê yekê, ez timê xwera wede başqe dikim, seva Kitêba Pîroz û edebyetên me ser zimanê xwe bixûnim”.

BIGIHÎNIN DILÊ ZARÊN XWE

14. Dê-bav gerekê dîna xwe bidin ser çi?

14 Dê-bav gerekê timê pirsê bidine xwe: “Gelo rastî gihîştiye dilê zarên me?” Mêr û jin Sêrj û Mûrîêl, deşta zimanê dinda xizmet dikirin. Paşî sê sala zêdetir, wana texmîn kir wekî kurê wanî 17 salî ruhanîda sist bûye. Mûrîêl gilî dike: “Ewî îda şabûn ne distand şixulên ruhanîda. Ewî hiz dikir ser zimanê xweyî Fransî xizmet ke, lê ser zimanê teze hewasa wî tune bû”. Sêrj zêde dike: “Çaxê me fem kir wekî seva vê yekê kurê me ruhanîda sist dibe, me safî kir ku dîsa vegerin civata xweye berê”.

Dê-bavno, îzbat bin wekî rastî digihîje dilê zarên we (Binihêre abzasa 14, 15)

15. a) Çi menî dikarin dê-bava hêlan kin, wekî dîsa derbazî civata xweye berê bin? b) Qanûna Ducarî 6:5-7-da Xwedê çi temiyê dide dê-bava?

15 Çi menî dikarin dê-bava hêlan kin, wekî dîsa derbazî wê civatê bin, kîjan ku ser wî zimanî derbaz dibe, yê ku zarên wan rind fem dikin? Ya ewlin, dê-bav gerekê bifikirin, hela wedê wan heye, wekî zara hîn kin ku Yehowa hiz bikin, û him jî zimanê xerîb wana hîn kin. Ya duda, ewana dibeke divînin wekî zarên wanra îda hewas nîne bêne ser civatê yan herine xizmetiyê deşta zimanê dinda. Wan derecada dê-bav dibeke safî kin, wekî derbazî civata xweye berê bin, heta ku zarên wan ruhanîda qewî bin, çimkî zarên wan ewî zimanî rind fem dikin. (Bixûne Qanûna Ducarî 6:5-7.)

16, 17. Ça hine dê-bava ruhanîda alî zarên xwe kirin?

16 Hine dê-bava mêtodeke baş dîtin, wekî zarên wan civata zimanê dinda ruhanîda qewî bimînin. Ew dê-bav derheqa Yehowa zara hîn dikin ser zimanê dê. Birakî me Çarlz ku sê qîzên wî hene, kîjan 9, 12, û 13 salî ne, diçine koma zimanê Lîngala, kîjan hê nebûye civat. Ew gilî dike: “Me safî kir wekî hînbûna Kitêba Pîroz tevî zara û qulixkirina tevî malbetê, ser zimanê xwe derbaz kin. Lê em usa jî tevî zara ser zimanê Lîngla hazir dibin bona civatê û xizmetiyê. Him jî, em tevî wan ser zimanê Lîngala lîstika dilîzin, seva ku wanra hê hewas be ewî zimanî hîn bin”.

Hemû tiştî bikin çi ku dikarin, seva zimanê civatê hîn bin û ser civatê caba xwe bidin (Binihêre abzasa 16, 17)

17 Kêvîn, ku du qîzên wî hene, 5 û 8 salî ne, xwera nêt danî wekî ruhanîda alî zarên xwe bike, çimkî wana zimanê civata teze rind fem nedikirin. Ew gilî dike: “Ez û jina min, zarên xwe ser zimanê Fransî Kitêba Pîroz hîn dikin, ser zimanê wanî dê. Me usa jî xwera nêt danî wekî mehê carekê herine civata zimanê xwe Fransî, û em rojên hêsabûnê hildidin seva herine civata mezin ser zimanê xwe”.

18. a) Ji Romayî 15:1, 2, kîjan prînsîp dikare alî we bike ku safî kin hela bona zarên we wê çi baş be? b) Hine dê-bava derheqa zara çi şîret dane? (Binihêre elametiya zêde.)

18 Belê, her malbet gerekê xwexa safî ke, hela çi hê baş e wekî zarên wan ruhanîda qewî bin [2] (Galt. 6:5). Mûrîêl derheqa kîjanê jorê hate gotinê, dibêje wekî ewê û mêrê wê, gelek dixwestin wekî civata zimanê dinda xizmet kin, lê çimkî kurê wan ruhanîda sist bû, ewana derbazî civata xweye berê bûn. (Bixûne Romayî 15:1, 2.) Mêrê wê, Sêrj, tîne bîra xwe wê derecê, û dibêje wekî wana safîkirina rast kirin. Ew gilî dike: “Çaxê em derbazî civata zimanê xweyî Fransî bûne, kurê me ruhanîda geş bû, û axiriyêda hate nixumandinê. Niha ew îda pêşeng e, û dixwaze dîsa derbazî civata zimanê din be!”

BIRA XEBERA XWEDÊ DILÊ WEDA BE

19, 20. Em ça dikarin bidine kifşê, wekî em Xebera Xwedê qîmet dikin?

19 Yehowa hemû meriva hiz dike. Ewî Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz daye me, kîjan ku dest dikeve bi seda zimana, seva “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:4). Ew zane wekî çaxê em ser zimanê xwe Xebera wî dixûnin, ew hê digihîje dilê me û em ruhanîda qewî dibin.

20 Her kes ji me gerekê miqatî xwe be, wekî heleqetiya xwe tevî Yehowa unda neke. Çaxê em Kitêba Pîroz bixûnin ser wî zimanî ku em fem dikin, em û malbeta me ruhanîda qewî bimînin, û emê eyan kin wekî em giliyên Xwedê çiqas qîmet dikin! (Zeb. 119:11)

^ [1] (abzasa 5) Nav hatine guhastinê.

^ [2] (abzasa 18) Seva hê zêde pêbihesin derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku vê pirsêda dikarin alî malbeta we bikin, binihêrin gotara bi navê “Mezinkirina Zara Welatê Xerîbda: Çetinayî û Kerem”, ji “Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehê, sala 2002.