Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Xwe Bîlaniyê Digirî?

Tu Xwe Bîlaniyê Digirî?

ÇÎROKEKÊDA tê gilîkirinê, wekî gedekî kesîb dijît li gundekî dûrî şeher. Gundî difikirîn wekî ew hişda kêm e, û lema wî dikeniyan. Û çaxê mêvan dihatine gund, gundiya ber wana qerfa wî gedeyî dikirin. Mêvana du manat nîşanî wî dikirin, yek mezin û zîv bû, lê yê din biçûk û zêr bû. Wana jêra digot: “Kîjanî dixwazî yekê xwera hilde”. Ewî gedeyî manatê zîv hildida û direviya.

Rojekê, mêvanekî ji gede pirsî: “Tu zanî wekî manatê zêr, du cara ji manatê zîv bihatir e?” Gede jî keniya û got: “Erê, zanim”. Mêvan jê pirsî: “Lê tu çira yê zîv hildidî? Ne axir hergê tu yê zêr hildî, tuyê du cara zêde pera bistînî!” Gede jî caba wî da: “Hergê ez yê zêr hildim, meriv îda wê tevî min evê lîstikê nelîzin. Zanî min çiqas manatê zîv xwera top kiriye?” Vê çîrokêda, ewî gedê biçûk hunurekî usa da kifşê, ku mezin jî dikarin ji wî hîn bin, ew heye bîlanî.

Kitêba Pîroz dibêje: “Bîlaniyê û femkariyê xwey ke. Hingê tuyê bêxof riya xweda herî û nigê te wê tu tiştî nekeve” (Metlk. 3:21, 23, DT). Dêmek, ça tê kifşê hergê em zanin ku çi ye bîlanî û ça em dikarin vê bidine xebatê, ew wê me xwey ke. Bîlanî alî me bike, wekî em ruhanîda nekevin û qewî ser vê rê bisekinin.

ÇI YE BÎLANÎ?

Bîlanî ji zanebûnê û ji femkariyê cude dibe. Mesele, merivê ku zanebûna wî heye, ew înformasyayê zane, yan jî îzbatkirina. Merivê femkar dikare bivîne hevgirêdana cûre-cûre îzbatkirina. Lê merivê ku bîlan e, dikare zanebûn û femkariya xwe, emirê xweda bide xebatê.

Mesele, kesek dikare wedekî kinda bixûne û fem bike kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Wedê hînbûna vê kitêbê, ew meriv dikare cabên xwe rast bide. Ew dikare here ser civata û cabên baş jî bide. Rast e ew hemû tişt dikare bide kifşê, wekî ew ruhanîda pêşda diçe, lê gelo ew tê hesabê ku ew bîlan e? Ne hertim. Dibeke ew zû hîn dibe. Lê çaxê ew pê rastiyê dijî, û usa jî zanebûn û femkariyê rast dide xebatê, wî çaxî ew bîlan dibe. Û hergê ew safîkirinên rast dike, çimkî pêşda ser axiriya safîkirinên xwe rind fikiriye, wî çaxî îda eyan dibe ku ew bîlan e.

Metta 7:24-27-da Îsa gilî kir mesela du meriva, yên ku xwera mal ava kiribûn. Ser merivekî Îsa got wekî ew “serwaxt e”. Ewî merivî mala xwe ser kêvir ava kiribû, çimkî pêşda fikirîbû ku çi dikare biqewime. Ew yekî aqil bû, û lema nefikirîbû wekî hê baş e malê ser qûmê çêke seva erzan û zû bê çêkirinê. Ew kûr-dûr dişirmîş bibû ser axiriya safîkirinên xwe. Û lema çaxê firtone rabû, mala wî hilneşiya. Niha pirs pêşda tê: Gelo em ji ku dikarin ewî hunurê qîmet, dêmek bîlaniyê qazanc kin û xwey kin?

ÇAWA BÎLANIYÊ QAZANC KIN?

Pêşiyê were dîna xwe bidin Metelok 6:9: “Zilamê bi zanyar ji navê [Xwedê] ditirse”. Çaxê em ji navê Yehowa ditirsin, ew tê hesabê wekî em qedirê wî digirin. Dêmek, em navê wî û prînsîpên wî hurmet dikin. Seva ku qedirê kesekî bigirin, em gerekê bizanibin ku ew ça difikire. Paşê, em îda îtbariya xwe wî tînin, ji wî hîn dibin, û çev didine wî. Çaxê em kûr-dûr difikirin ku kirên me wê ça hukum bin ser heleqetiya me tevî Yehowa, û pê prînsîpên wî safîkirina dikin, hingê em bîlan dibin.

Ya duda, Metelok 18:1-da tê gotinê wekî ew meriv, yê ku xwe başqe dike û xwe ji merivên din dûr digire, ew bîlaniyê înkar dike. Lema, wekî em fesal nîbin, emê xwe ji Yehowa û cimeta wî dûr xin. Seva ku ew yek neqewime, em gerekê tevî wan hevaltiyê bikin, yên ku ji navê wî ditirsin û prînsîpên wî tînin sêrî. Çiqas dikarin, em gerekê timê bêne Oda Civatê, çimkî li wêderê em tevî xûşk-birên xwe top dibin. Xêncî vê yekê, em gerekê ser civata hişê xwe û dilê xwe vekin, wekî çi ku tê gotinê bigihîje dilê me.

Hin jî, hergê em duada dilê xwe Yehowara vedikin, emê nêzîkî wî bin (Metlk. 3:5, 6). Çaxê em Kitêba Pîroz û edebyetên ku teşkîleta Yehowa dide, dixûnin û ser difikirin, emê pêşda bivînin ku kirên me dikarin çi axiriyê mera bînin, û emê usa bikin ça rast e. Usa jî em gerekê guh bidine şîreta, kîjan ku xûşk-birên gihîştî didine me (Metlk. 19:20). Hergê em usa bikin, emê ne ku înkar kin bîlaniyê, lê emê evî hunurê ferz hê zêde qazanc kin.

BÎLANÎ ÇIDA DIKARE ALÎ MALBETA WE BIKE?

Bîlanî dikare alîkariyê bide wekî malbet qewî be. Mesele, Kitêba Pîroz şîretê dide wekî jin qedirê mêrê xwe bigirin (Efes. 5:33). Lê gelo çawa mêr dikare qedirê jina xwe qazanc ke? Hergê mêr zorê û bi hêrs ji jina xwe dewa bike wekî ew qedirê wî bigire, jin dibeke usa jî bike, lê ew yek wê dirêj nekişîne. Û seva ku malda şer tune be, jin wê ber mêrê xwe bide kifşê wekî qedirê mêrê xwe digire. Lê gelo ewê piştêva jî wê qedirê mêrê xwe bigire? Gelek car usa naqewime. Lema mêr gerekê kûr-dûr bifikire ku wê axiriya kirên wî çi be. Hergê ew berê ruh bide kifşê, dêmek bi hizkirin û qenc be, ew wê qedirê jina xwe qazanc ke. Lê jin ku Mesîhî ye, gerekê timê qedirê mêrê xwe bigire, firqî tune ew hêja ye, yan na (Galt. 5:22, 23).

Kitêba Pîroz usa jî dibêje, wekî mêr gerekê jina xwe hiz bike (Efes. 5:28, 33). Seva ku hizkirina mêrê xwe unda neke, jin dibeke tiştên usa ji wî veşêre, çi ku mêr gerekê bizanibe. Lê gelo vê derecêda jin bîlaniyê dide kifşê? Hergê mêr paşê pêbihese wekî jina wî tiştek veşart, axirî wê çi be? Gelo ew jina xwe wê hê zêde hiz bike? Ew yek dikare jêra çetin be. Lê hergê jin helal jêra bêje ku çi qewimî, mêr wê bona helaliya wê lê qîmet ke, û hingê ew lê hê qayîm hiz bike.

Çawa hûn îro zarên xwe şîret dikin, axiriyêda wê hukum be ser heleqetiya we tevî wan

Zar gerekê gura dê-bavê xwe bikin, û dê-bav jî gerekê zar usa mezin kin çawa Yehowa qebûl dike (Efes. 6:1, 4). Lê gelo ew tê hesabê wekî dê-bav gerekê zarara bêjin ku çi bikin, û çi nekin? Na. Hergê zar zanin ku ewana gerekê gura dê-bavê xwe bikin, ew yek bes nîne, çimkî dê-bavê bîlan alî zarên xwe dikin, wekî ewana fem kin ku çira gerekê gura wan bikin.

Besa xeberê, bidine ber çevê xwe wekî zar tevî dê yan bavê xwe bê qedir xeberdide. Wî wedeyî hergê dê-bav tevî zara hêrs xeberdin yan wî ceza kin, ew yek wê yan zara bide şermê yan jî bide kerkirinê. Lê dilê xweda zar dikare kînê bajo, û ew yek dikare bibe menî wekî ew hindava dê-bavê xwe sar be.

Dê-bavê bîlan, difikirin ku çawa zarên xwe şîret kin, û usa jî ça ew yek wê ser wan axiriyêda hukum be. Çaxê zar hêrsa dê-bavê xwe tînin, dê-bav gerekê zû hêrsa xwe nerêjin ser wanda. Ewana tevî zara dikarin başqe xeberdin, rihet û bi hizkirin û şirovekin, wekî Yehowa ji wan dewa dike ku qedirê dê-bavê xwe bigirin, çimkî usa ewana wê axiriya baş bistînin. Û çaxê zar qedirê dê-bavê xwe digire, ew fem dike wekî ew qedirê Yehowa jî digire (Efes. 6:2, 3). Hergê dê-bav tevî zara xwe usa xeberdin, ewana dikarin dilê zara xwe bikirin. Zar wê texmîn ke wekî dê-bav wî hiz dikin û ew wê hê qedirê wan bigire. Û çaxê zar rastî çetinaya bê, ew wê hêsa alîkariyê ji wana bixwaze.

Hine dê-bav dibeke zara xwe rast nekin, çimkî naxwazin dilê wî bêşînin. Lê gelo hingê çi dikare biqewime çaxê zar wê mezin be? Gelo tirsa Yehowa wê ser wî hebe û ewê fem bike ku prînsîpên Xwedê bîlanî ne? Gelo zar wê bixwaze ku Yehowa hukum ke ser hişê wî û dilê wî, û ew wê ruhanîda pêşda here? (Metlk. 13:1; 29:21)

Hosteyê ku ji kevira heykela çêdike, pêşda safî dike ku ew wê çi cûreyî çêke. Ew ne ku tenê kevir dişkêne û hîviyê ye wekî wê baş derê, lê ew ser dixebite. Dê-bavê serwaxt jî fem dikin wekî wanra wede lazim e, ku prînsîpên Yehowa nas kin û bidine xebatê, û bi vê yekê bidine kifşê ku ji navê Xwedê ditirsin. Çaxê ewana xwe li Yehowa û teşkîleta wî digirin, ewana bîlaniyê distînin û malbeta xwe qewî dikin.

Her roj em safîkirina dikin, kîjan ku dikarin gelek wext ser emirê me hukum bin. Lema zû-zû tişta safî nekin, hê baş e ku bisekinin û kûr-dûr bifikirin ku safîkirinên we çi axirî dikarin bînin. Ji Yehowa rêberiyê bixwazin û bîlaniya wî bidine xebatê. Hergê emê usa bikin, emê bîlaniyê qazanc kin, kîjan ku wê emirê me xwey ke (Metlk. 3:21, 22).