Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sozên Yehowa Bawer Bikin

Sozên Yehowa Bawer Bikin

“Bawerî . . . îzbatiya wan tişta ye, yên ku hene, lê nayêne dîtin” (ÎBRN. 11:1, DT).

KILAMÊN: 138, 43

1. Bawerî çira hunurekî qîmet e?

BAWERÎ, hunurekî gelek qîmet e, û ew hunur ne bal hemû meriva heye (2 Têsln. 3:2). Lê Yehowa bawerî daye hemû xizmetkarên xwe (Rom. 12:3; Galt. 5:22). Em gişk gerekê ji Yehowa razî bin, ku ewî bawerî daye me.

2, 3. a) Çi kerema wê bistînin ew meriv, baweriya kê jî heye? b) Kîjan pirsa îro emê şêwir kin?

2 Îsa got wekî Bavê wîyî ezmana, bi saya wî meriva nêzîkî xwe dike (Yûhn. 6:44, 65). Çaxê em baweriya xwe Îsa tînin, em dikarin bona gunê xwe baxşandinê bistînin. Û ev yek rê vedike ku em dikarin bibine dostên Yehowa û axiriyêda jîyîna heta-hetayê bistînin (Rom. 6:23). Lê me çi kiriye ku keremên usa baş bistînin? Bi rastiyê, em hêja nînin ku wan kerema bistînin, çimkî em gunekar in û hêjayî mirinê ne (Zeb. 103:10). Lê yeke Yehowa nav meda tiştên baş dîtiye, û lema bi qenciya xweye ku em hêja nînin, dilê me vekir wekî em mizgîniyê qebûl kin. Û me baweriya xwe Îsa û qurbana wî anî, lema em dikarin hîviya jîyîna heta-hetayê bin. (Bixûne 1 Yûhenna 4:9, 10.)

3 Lê bi rastiyê çi ye bawerî? Hergê em zanin derheqa keremên Xwedê ku ewî mera soz da, gelo ew tê hesabê ku baweriya me heye? Û ça em dikarin têderxin wekî baweriya me heye?

“DILÊ XWEDA” BAWER BIKIN

4. Şirovekin ku çira bawerî ew tenê zanebûn nîne.

4 Bawerî tenê ew yek nîne ku em derheqa qirara Xwedê zanin. Lê usa jî ew e ku em dixwazin usa bijîn, çawa Xwedê xweş tê. Bawerî me hêlan dike wekî em alî merivên din jî bikin, ku pêbihesin mizgîniya Xwedê. Pawlosê şandî got: “Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê ew ji nava miriya rakiriye, tê xilaz bî. Çimkî bi dil yek bawer dike, rast tê hesabê û bi dev îqrar dike, xilaz dibe” (Rom. 10:9, 10; 2 Korn. 4:13).

5. Çira bawerî gelek ferz e, û ça em dikarin baweriya xwe qewî kin? Meselê bînin.

5 Belê, seva ku jîyîna heta-hetayê bistînin, baweriya qewî lazim e. Lê gelo çira ferz e ku baweriya me qewî be? Were mesela şînkayê şêwir kin. Seva şînkayî şîn be û mezin be, jêra av lazim e. Hergê av kêm be, axiriyêda ew wê biçilmise û hişk be. Baweriya me jî usa ne, hergê em lê xwey nekin, axiriyêda ew wê sist be û kuta be (Lûqa 22:32; Îbrn. 3:12). Lê hergê em miqatî baweriya xwe bin, ew wê saxlem bimîne û timê mezin be (2 Têsln. 1:3; Tîto 2:2).

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA BAWERIYÊ

6. Ça Îbranî 11:1 şirovedike ku çi ye bawerî?

6 Îbranî 11:1 şirovedike ku bawerî çi ye. Vê rêzêda em dixûnin: “Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî, û çaxê bi saya îzbatiya, em dudilî nînin wan tiştada yên ku nayêne dîtin, lê bi rastiyê hene, DT”. Ji vê rêzê em pêdihesin ku bawerî du tiştada tê kifşê, 1) Çaxê hîviya wan tişta ne, çi ku bawer dikin, besa xeberê, em hîviya wan qewimandina ne, ku Xwedê mera soz da, lê ew soz hê nehatine sêrî. Mesele, em hîviyê ne, çaxê Xwedê wê hemû zulmî kuta ke, û dinya teze wê bê. 2) Em bawer dikin tiştên ku hene, lê nayêne dîtin. Vê rêzêda xebera Yûnanî ku hate welgerandinê ça “îzbatiya” wan tişta, tê hesabê çaxê meriv sed selefî bawer dike tiştekî, çi ku ew navîne. Mesele, ew bawer dike ku Yehowa Xwedê heye, Îsa Mesîh, milyaket, û usa jî Padşatiya ezmana (Îbrn. 11:3). Lê gelo wê çida bê kifşê ku em bi rastiyê sozên Xwedê bawer dikin û usa jî tiştên ku em nikarin bivînin? Ew wê bê kifşê pê xeberdana me û kirên me. Bêy wan tişta, baweriya me pûç e.

7. Mesela Nuh ça alî me dike wekî em fem kin çi ye baweriya rast? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Îbranî 11:7-da em dixûnin derheqa baweriya Nuh, yê ku “bona tiştêd ku hê nedihatine kifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir”. Nuh giliyên Yehowa bawer kir, û gemiya mezin çêkir. Û em dikarin bêjin ku merivên dor-berê wî jê dipirsîn, ku hela çira ew gemiya usa mezin çêdike. Lê Nuh xwe ker nedikir. Baweriya wî gelek qewî bû, lema ewî bi mêrxasî şedetî dida û wanra digot derheqa dîwana Xwedê. Diqewime Nuh hema raste-rast giliyên Yehowa wanra diwekiland, çaxê Yehowa jêra got: “Qira hemûyêd xweyîbeden hatiye li ber çevê min, çimkî rûyê vanda erd xirabîyava tijî bûye . . . Va ezê ava tofanê li ser dinê rakim, wekî her bedena ku bîn li ber heye bin perê ezmênda qir be û li ser rûyê erdê jî çi ku heye unda be”. Dibeke usa jî Nuh wanra şirovedikir ku ewana dikarin xilaz bin, tenê hergê bikevine gemiyê, çawa Xwedê ferman dabû. Usa Nuh baweriya xwe da kifşê, çimkî “rastî dannasîn dikir” (Destp. 6:13, 17, 18, PKM; 2 Pet. 2:5).

8. Aqûb ça şirovekir ku çi tê hesabê baweriya rast?

8 Aqûb jî kitêba xweda derheqa baweriyê nivîsî. Ewî jî got wekî baweriya rast gerekê kirên merivada bê kifşê. Ewî nivîsî: “Ka baweriya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî baweriyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim” (Aqûb 2:18). Belê, tenê bawerî bes nîne, çimkî cin jî bawer dikin wekî Xwedê heye, lê baweriya wan qelp e. Ewana miqabilî Yehowa û qirara wî diçin (Aqûb 2:19, 20). Lê merivê ku baweriya wî rast e, pê kirê xwe evê yekê dide kifşê. Birahîm pêxember hema yekî usa bû. Aqûb derheqa wî nivîsî: “Ne Birahîmê bavê me bi kira rast hate hesabê, gava kurê xwe Îshaq danî ser gorîgehê, ku bike qurban? Tu dibînî ku baweriyê tevî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira baweriyê riya xwe qedand?” Paşê wan giliya, Aqûb dîsa da kifşê ku bawerî bêy şixul pûç e. Ewî got: “Çawa qalib bê ruh mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:21-23, 26).

9, 10. Çi tê hesabê Kur bawer bikin?

9 Paşî 30 sala zêdetir, Yûhennayê şandî kitêba xwe û sê neme nivîsî. Lê gelo ewî jî mîna nivîskarên dine Kitêba Pîroz, rind fem dikir ku çi ye baweriya rast? Kitêba xweda ewî gelek car da xebatê giliyê Yûnanî, ku cara tê welgerandinê ça “bawerkirin”.

10 Yûhenna şirovekir: “Ewê ku Kur bawer dike, jîyîna wîye heta-hetayê heye. Ewê ku gura Kur nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne” (Yûhn. 3:36). Belê, hergê em baweriya xwe Îsa tînin, em gerekê gura temiyên wî bikin. Û Yûhenna gelek car giliyên Îsa diwekiland, ku gelek ferz e timê baweriya xwe bidine kifşê (Yûhn. 3:16; 6:29, 40; 11:25, 26; 14:1, 12).

11. Em ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê Xwedêra ku em rastiyê zanin?

11 Em çiqas ji Yehowa razî ne, wekî ewî bi ruhê xweyî pîroz mera rastiyê eyan kir û alî me kir wekî em mizgîniyê bawer kin. (Bixûne Lûqa 10:21.) Em gerekê timê razî bin ku ewî em nêzîkî xwe kirin bi Kurê xwe, yê ku “Pêşîkêş û Kamilkirê” baweriya me ye. Lê em ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê, seva hemû tiştên ku Yehowa bona me kiriye? (Îbrn. 12:2) Em gerekê bi saya dua û xwendina Xebera wî, timê baweriya xwe qewî kin (Efes. 6:18; 1 Pet. 2:2).

Çaxê tu hemû mecala didî xebatê seva mizgîniyê bela kî, bi vê yekê tu baweriya xwe eyan dikî (Binihêre abzasa 12)

12. Çida gerekê bê kifşê wekî baweriya me heye?

12 Em bi kirên xwe dikarin eyan kin, wekî em sozên Yehowa qayîm bawer dikin. Mesele, em gerekê berdewam kin mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela kin û alî meriva bikin ku bibine şagirtên Îsa. Em usa jî gerekê hemûyara “qenciyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêra” (Galt. 6:10). Usa jî, em dixebitin wekî “merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe” bêxin, wekî tu tişt dostiya me tevî Yehowa xirab neke (Kols. 3:5, 8-10).

BAWERIYA HINDAVA XWEDÊ PAREKE HÎM E

13. Bawerî hindava Xwedê çira ferz e û Kitêba Pîroz baweriyê beramberî çi dike?

13 Kitêba Pîroz dibêje: “Bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbrn. 11:6). Kitêba Pîroz dide kifşê, ku gelek ferz e wekî bal Mesîhiyên rast bawerî hindava Xwedê hebe, çimkî Kitêba Pîroz baweriyê beramberî hîmê avayî dike (Îbrn. 6:1). Lê xêncî baweriyê, hunurên din jî gerekê hebin cem Mesîhiya, seva xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin. (Bixûne 2 Petrûs 1:5-7; Cihûd. 20, 21.)

14, 15. Çira hizkirin hê ferz e ne ku bawerî?

14 Nivîskarên Kitêba Pîroz ku Peymana Nû nivîsîne, dane kifşê wekî bawerî gelek ferz e, çimkî bi seda cara derheqa baweriyê nivîsîne, lê derheqa hunurên din, kêm nivîsîne. Lê gelo ew tê hesabê wekî bawerî hunurê lapî ferz e bona Mesîhiya?

15 Derheqa baweriyê û hizkirinê Pawlos got: “Heger baweriya min jî haqas hebe, heta çiya jî ji cî biguhêzim, lê hizkirin dilê minda tunebe, ez ne tu tişt im” (1 Korn. 13:2). Îsa jî da kifşê ku hizkirin gelek ferz e. Ewî got qanûnêda “temiya here mezin”, ew heye hizkirin hindava Xwedê (Met. 22:35-40). Hizkirin alî me dike ne ku tenê baweriyê nav xweda pêşda bînin, lê hunurên din jî. Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê wekî hizkirin “her gav bawer dike”. Dêmek, hizkirin alî me dike wekî çi ku Xwedê bi Kitêba Pîroz mera dibêje, em her tiştî bawer kin (1 Korn. 13:4, 7).

16, 17. Kitêba Pîroz ça dide kifşê wekî bawerî û hizkirin ferz in, û ji wan herda kîjan hê ferz e û çira?

16 Nivîskarên Kitêba Pîroz gelek car bawerî û hizkirin nava cimlêda tevayî nivîsîne, seva ku bidine kifşê wekî ew herdu hunur gelek ferz in. Were binihêrin hine mesela. Pawlos bira şîret kir, wekî ewana “ziriha baweriyê û hizkirinê li xwe wergirin” (1 Têsln. 5:8). Petrûs derheqa Îsa nivîsî: “We ew nedîtiye, lê hûn wî hiz dikin, niha jî nabînin, lê wî bawer dikin” (1 Pet. 1:8). Aqûb jî birên rûnkirîra got: “Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi baweriyê dewletî bin û warêd wê Padşatiyê bin, kîjan ku Xwedê wanra soz daye, yêd ku wî hiz dikin?” (Aqûb 2:5). Yûhenna jî nivîsî: “Ev e temiya [Xwedê], ku em baweriya xwe navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hiz bikin” (1 Yûhn. 3:23).

17 Rast e bawerî hindava sozên Xwedê ferz e, lê çaxê ew hemû soz bêne sêrî, ew hunur îda wê mera lazim neyê. Lê mera lazim e hizkirina xwe hindava Xwedê û meriva mezin kin, çimkî ew hunur wê tu car kuta nebe. Lema Pawlos giliyên usa nivîsî: “Îjar, ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî, hizkirin. Û ji wan ya herî mezin hizkirin e” (1 Korn. 13:13, ÎM).

BAWERÎ KEREMA TÎNE

18, 19. Em ji bo baweriya xwe çi kerema îro divînin, û bona vê yekê kê hêjayî rûmetê ye?

18 Roja îroyîn, cimeta Yehowa baweriya xwe Padşatiya Xwedê tîne û piştgiriya Padşatiyê dike. Ewana cineta ruhanîda nin û hevdu hiz dikin, çimkî ewana berê ruhê Xwedêyî pîroz didine kifşê (Galt. 5:22, 23). Lê axiriya wê yekê çi ye? Heyşt mîlyon xûşk û bira edilayê û yektiyêda nin. Rastî jî bawerî û hizkirina Mesîhiyên rast rind eyan dibe!

19 Lê bêy alîkariya Xwedê ew yektî wê tu car tunebûya. Ew yektî Yehowa rûmet dike, û ew rûmetkirin wê berdewam be heta-hetayê (Îşa. 55:13). Cineta meye ruhanî wê hê mezin û geş be, çaxê temamiya erdê wê bi merivên rast, bêqisûr û bextewar tije be. Ewana wê heta-hetayê şikiriyê bidine navê Yehowa. Çiqas pêşkêşeke mezin Xwedê daye me, ku “pê baweriyê” em dikarin xilaz bin (Efes. 2:8). De were em timê baweriya xwe sozên Bavê me Yehowa bînin!