Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ewana ji Rêlîgiya Qelp Derketin

Ewana ji Rêlîgiya Qelp Derketin

“Ji nava wê derkevin, cimeta min” (EYAN. 18:4).

KILAMÊN: 3, 21

1. Em ji ku pêdihesin wekî cimeta Xwedê wê ji Babîlona Mezin azabûya, û kîjan pirsa emê şêwir kin?

TÊMA dinda em pêhesiyan ku çawa Mesîhiyên amin ketine dîltiya Babîlonê. Lê mizgînî ew e, wekî ewana wê timê wî halîda nemana, evê yekê em ji Kitêba Pîroz pêdihesin. Xwedê temîke usa da: “Ji nava wê derkevin, cimeta min”. Ev temî wê badîhewa bûya, hergê tu kes wê nikaribûya ji hukumê rêlîgiya qelp derketa. (Bixûne Eyantî 18:4.) Em gelek dixwazin pêbihesin ku kengê cimeta Xwedê bi temamî aza bû ji destê Babîlonê! Lê pêşiyê were em pêbihesin caba wan pirsa: Gelo pêşiya sala 1914, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ça bûn hindava Babîlona Mezin? Ça ewana wedê Şerê Hemdinyayê ya Yekê, şixulê belakirina mizgîniyê dikirin? Gelo cimeta Xwedê ketine dîltiya Babîlonê ji bo vê yekê, ku wî wedeyî wanra rastkirin û şîretkirin lazim bû?

“HILŞANDINA BABÎLONÊ”

2. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz çi femkirin derheqa rêlîgiya qelp?

2 Gelek sala pêşiya Şerê Hemdinyayê ya I, Çarlz Têîz Rassêl û hevalên wî têderxistin, wekî Mesîhiyên vê dinyayê rastiya Kitêba Pîroz hîn nakin. Lema wana safî kir wekî tu tiştîda tevî rêlîgiya qelp nîbin. “Birca Qerewiliyê ya Siyonê”, sala 1879-da giliyên qewî hatine gotinê derheqa nihêrandina wan: “Her dêr, kîjan ku xwe hesab dike ça qîzeke bikir û bûka Mesîh, lê bi rastiyê ew tevî vê dinyayê (cenewirê) yektiyêda ne û piştgiriyê vê dike, bi gotina Kitêba Pîroz ew tê hesabê dêra qav”, dêmek pareke Babîlona Mezin. (Bixûne Eyantî 17:1, 2.)

3. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ça dane kifşê, wekî ewana dixwazin ji rêlîgiya qelp derên? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Ew jin û mêrên amin rind zanibûn, wekî ewana gerekê ça bin hindava rêlîgiya qelp. Wana fem kir ku hergê ewana berdewam kin nava rêlîgiya qelpda bin, Xwedê wê kerema xwe nade wan. Lema gelek Lêkolînkarên Kitêba Pîroz neme nivîsîbûn wekî ewana ji dêra diçin. Cara wana nemên xwe hema ser civînên dêra ber hemûya dixwendin. Wan dêrada kîderê ku îzin nedidan ku ewana nemên xwe bixûnin, ewana kopiyên nema hemû endemên dêrêra dişandin. Wana dixwest bi temamî ji rêlîgiya qelp biqetin! Xilaziya qirna 19-da, gelek welatada meriv îda aza xeberdidan derheqa rêlîgiya, çimkî serwêrên dewletê îda haqas piştgiriya dêra nedikirin ça berê. Meriv dikaribûn bêtirs bigotana, mesele wekî ewana hînkirinên dêra qebûl nakin. Hergê Lêkolînkarên Kitêba Pîroz berê usa bikirana, bona vê yekê wana bi mirinê ceza kirana.

4. Wedê Şerê Hemdinyayê ya I, cimeta Xwedê ça xwe dane kifşê hindava Babîlona Mezin?

4 Lêkolînkarên Kitêba Pîroz fem dikirin ku bes nîne tenê heval û merivên xweyî nêzîkra bêjin, wekî ewana dixwazin ji rêlîgiya qelp biqetin. Wana dixwest ku dinya elam pêbihese wekî Babîlona Mezin ew heye qava rêlîgî! Lema xilaziya sala 1917 heta destpêka sala 1918, çend hezar Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bi xîret bela kirine 10 000 000 belavok. Vê belavokêda hebû gotar bi navê “Hilşandina Babîlonê”. Ew belavok eyan kir rastî derheqa Mesîhîtîya qelp. Bidine hesabê xwe wekî serwêrên dêrê çiqas hêrs diketin. Lê ew yek Lêkolînkarên Kitêba Pîroz neda sekinandinê, wana berdewam dikir şixulê xwe bikin. Wana qewî safî kir wekî “gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Kar. Şand. 5:29). Gelo em çi pêdihesin ji wan qewimandina? Em pêdihesin wekî wedê şerê hemdinyayê ya I, Mesîhiyên amin ne ku ketibûn dîltiya Babîlona Mezin, lê ewana derdiketin ji dîltiya wê, û hin jî alî meriva dikirin ku ewana jî aza bin.

WEDÊ ŞERÊ HEMDINYAYÊ YA YEKÊ, BI XÎRET MIZGÎNIYÊ BELA DIKIRIN

5. Çi îzbat dike wekî xûşk-bira gelek xîret bûn wedê Şerê Hemdinyayê ya I?

5 Berê em difikirîn wekî Yehowa ji cimeta xwe qayîl nîbû, çimkî ewana bi xîret mizgîniyê bela nedikirin wedê Şerê Hemdinyayê ya I. Me bawer dikir wekî Yehowa usa kir ku ewana ser wedekî kin ketine dîltiya Babîlona Mezin. Lê xûşk-birên amin, yên ku wedê sala 1914-1918-da Xwedêra xizmet dikirin, eyan kirin wekî wî wedeyî cimeta Xwedê çi ku dikaribûn hemû tiştî dikirin, seva şixulê belakirina mizgîniyê pêşda bivin. Û ew îzbatkirina qewî ye, çimkî hergê em bizanibin ku ça şixulê belakirina mizgîniyê dihate kirinê, emê hine qewimandinên Kitêba Pîroz hê rind fem bikin.

6, 7. a) Wedê Şerê Hemdinyayê ya I, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz rastî çi çetinaya hatin? b) Meselê bînin ku çawa Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bi xîret şixulê belakirinê mizgîniyê dikirin.

6 Bi rastiyê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz Wedê Şerê Hemdinyayê ya I (1914-1918), xizmetiyêda pêşda çûn. Lê bona wan ew yek nehêsa bû, û menî hene ku çira. Were tenê du menî şêwir kin. Meniya ewlin ew bû, wekî xêncî Kitêba Pîroz, wana xizmetkirinêda dida xebatê kitêba “Sora Xilazkirî”, ya ku ser hîmê Kitêba Pîroz bû. Lema çaxê destpêka sala 1918-da serwêrên welatê qedexe kirin evê kitêbê, xûşk-birara çetin bû ku bêy wê kitêbê xizmet kin, çimkî dikarin bêjin ew kitêb “dewsa wan xeberdida”. Meniya duda ew e, ku sala 1918, nav temamiya dinyayêda êpîdêmiya gelek giran bela bû, (Spanish Flu). Û seva xûşk-bira çetin û xof bû ku herine cûre-cûre ciya, çimkî gelek meriv dimiryan ji vê nexweşiyê. Lê em dikarin bêjin wekî tevayî ça kom, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz çi ku dikaribûn hemû tiştî kirin, seva şixulê belakirina mizgîniyê nesekine.

Ew Lêkolînkarên Kitêba Pîroz gelek xîret bûn! (Binihêre abzasa 6, 7)

7 Sala 1914-da, ew koma biçûk ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz merivara nîşan kirin “Foto-Drama Efirandinê”. Ew Drama pê şikil û miqamê bû, kîjan ku nîşan dikir terîxiya însanetê ji Adem destpêkirî heta Hezarsaliya Padşatiya Îsa. Wî wedeyî ew Drama tiştekî teze bû û gelek mexsûs bû. Ew drama 9 000 000 zêdetir meriv dîtin. Hejmara meriva ku Drama dîtin, ji hejmara xizmetkarên îroyîn nav temamiya dinyayê, zêdetir bû! Hin jî sala 1916-da Dewletên Yekbûyîda ser civîna 809 393 meriv hatin, lê sala 1918-da hejmara wan zêde bû ser 949 444. Belê, ew hemû tişt dide kifşê wekî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz gelek xîret bûn!

8. Wedê şerê hemdinyayê ya yekê, xûşk-bira ça xwarina ruhanî distandin?

8 Wedê şerê hemdinyayê ya yekê, bira hemû tiştî dikirin wekî cem Lêkolînkarên Kitêba Pîroz xwarina ruhanî hebe û wekî ewana qewî bin. Bi saya vê yekê wana berdewam dikir şixulê belakirina mizgîniyê. Rîçard Barbêr, yê ku xizmetkarê gelek xîret bû, tîne bîra xwe: “Çend berpirsiyarên rêvî hebûn kîjan ku berdewam dikirin şixulê xwe bikin, me ‘Birca Qerewiliyê!’ neşir dikir û bela dikir. Ew jûrnal me dişande Kanadayê jî, kîderê ku ew qedexekirî bû. . . . Min usa jî xûşk-birara dişand kitêba ‘Sora Xilazkirî’ ku çapa cêvekî bû, çimkî ji geleka ew kitêb standibûn. Rûtêrford bira mera got wekî em çend şeherada Dewletên Yekbûyîda, civîna mezin saz kin û gotarvana bişînin seva çiqas dikarin xûşk-bira qewî kin”.

LAZIM BÛ RASTKIRIN Û ŞÎRETKIRIN

9. a) Çira wedê sala 1914-1919-da, cimeta Xwedêra lazim bû ku hine tiştada bêne guhastinê? b) Rast e wanra rastkirin lazim bû, lê wê çi nerastbûya bifikirin?

9 Wedê salên 1914-1919-da Lêkolînkarên Kitêba Pîroz hine prînsîpên Kitêba Pîroz bi temamî fem nedikirin. Mesele, wî wedeyî bira rast fem nedikirin ku çida gerekê gura serwêra bikin (Rom. 13:1). Lema ça kom, ewana wedê şer, nehertim tevnebûyînê xwey dikirin. Mesele, 30 Gulanê, sala 1918-da serokwelatê Dewletên Yekbûyî temî da, wekî vê rojê gişk gerekê dua bikin seva edilayê. Û “Birca Qerewiliyêda”, hate gotinê wekî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz jî ew temî bînin sêrî. Hine bira hela hê aliyê perada jî komek didan seva şer, hineka jî çek hildane destê xwe û çûne şer. Lê wê nerast be hergê em bifikirin, ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ketine dîltiya Babîlonê ji bo vê yekê ku wana prînsîpên Kitêba Pîroz nerast fem dikirin. Bi rastiyê wana fem dikir ku ewana gerekê ji rêlîgiya qelp biqetin. Lema wedê Şerê Hemdinyayê ya I, dikarin bêjin wekî îda tu tişt wana rêlîgiya qelpva girênedida. (Bixûne Lûqa 12:47, 48.)

10. Ça Lêkolînkarên Kitêba Pîroz dane kifşê, wekî ewana qedirê jîyînê digirin?

10 Belê, wî çaxî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bi temamî pirsa derheqa tevnebûyînê fem nedikirin, lê tiştekîda ewana sed selefî bawer bûn: Kitêba Pîroz qedexe dike wekî meriva bikujin. Rast e bira çek hildane destê xwe û wedê Şerê Hemdinyayê ya I çûne şer, lê wana dilê xweda safî kiribûn wekî tu kesî nekujin. Bona vê yekê, hine bira şandine şer, seva wêderê wana bikujin.

11. Serwêra ça xwe kifş kirin çaxê dîtin, ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz nediçûne şer?

11 Ew bira amin bûn Xwedêra û lema jî Mîrê-cin gelek hêrs bû, çimkî ewî nikaribû wan bira ruhanîda sist ke. Lema ewî dixwest pê “qanûnê”, dêmek pê serwêra wana bizêrîne (Zeb. 94:20). Gênêralê ordiya Dewletên Yekbûyî, Franklîn Bêl, gote Rûtêrford û Van Ambûrg bira, wekî serwêrên welat dixwestin qanûn derxistana. Qanûn ew bû ku her kesê ku çek hilnede û neçe eskeriyê, wê wî bidine kuştinê. Ewî derheqa Lêkolînkarên Kitêba Pîroz digot. Û bi hêrsê, Gênêral Bêl gote Rûtêrford bira: “Ev qanûn derneket çimkî Wîlson [Serokwelatê Dewletên Yekbûyî] qayîl nebû. Lê hûnê bikevine destên me û îda em zanin çi serê we bikin!”

12, 13. a) Çira heyşt birên cabdar ketine kelê? b) Wê cêribandinêda wana ça xwe dane kifşê? Şirovekin.

12 Serwêrên welat mecal dîtin, ku çawa Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ceza kin. Wana Rûtêrford, Van Ambûrg û şeş birên din, yên ku cabdar bûn seva “Civaka Birca Qerewiliyê”, kirine kelê. Wedê dîwankirinê, hakim giliyên usa got: “Ew propaganda rêlîgiya ku ew mêr bela dikin, hê zef ziyanê dikare bîne, ne ku eskerên Almanî. Wana şer avîte ne ku tenê xizmetkarên dîwanê û xizmetkarê cesûsên eskerî, lê wana şer avîte hemû xizmetkarên dêrê. Lema ewana gerekê qayîm bêne cezakirinê” (“Faith on the March”, A. H. Makmîlan, rûp. 99.) Usa jî qewimî, ew heyşt Lêkolînkarên Kitêba Pîroz kirine kela Atlantayê, (Corciya), û gelek sal dane wan. Lê çaxê şer xilaz bû, ewana ji kelê aza bûn.

13 Hela hê kelêda jî, ew heyşt bira gura Qanûna Xwedê dikirin. Wana nemek nivîsî serokwelatê ya Dewletên Yekbûyîra, kîderê ku dihate gotinê: “Xwedê Nivîsarada eyan kir qirara xwe, wekî gerekê ‘Nekujin’. Lema hergê Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, yên ku xwe tesmîlî Xwedê kirine, lê Qanûna Xwedê naynin sêrî, dikarin ne ku tenê qebûlkirina Xwedê unda kin, lê hela hê emirê xwe jî. Lema jî li gora Qanûnê, ewana nikarin û naxwazin tu kesî bikujin”. Rastî jî giliyên çiqas mêrxas in! Rind tê kifşê wekî ew bira xwera îzin nedidan wekî qanûna Xwedê biteribînin!

AZABÛNA CIMETA XWEDÊ!

14. Bi saya Kitêba Pîroz şirovekin ku çi qewimî ji sala 1914 heta sala 1919.

14 Malaxî 3:1-3-da tê gilîkirinê derheqa wedê ji sala 1914 heta destpêka sala 1919, çaxê Xwedê “lawên Lêwî”, dêmek rûnkiriya rast kir û şîret kir. (Bixûne.) Wî wedeyî, Yehowa Xwedê û “milyaketê peymanê”, dêmek Îsa Mesîh, hatine paristgeha ruhanî seva ku bicêribîne wana, yên ku li wêderê xizmet dikirin. Çaxê Yehowa wana rast kir û şîret kir, cimeta wî îda hazir bûn şixuleke teze bikin. Sala 1919-da, “xulamê amin û serwaxt” hate kifşkirinê, seva xwarina ruhanî bide hemû xizmetkarên Xwedê (Met. 24:45). Dêmek axiriya-axiriyê cimeta Xwedê ji destê Babîlona Mezin aza bû. Ji wî wedeyî, xizmetkarên Xwedê hê zêde pêdihesin derheqa qirara Yehowa û hizkirina wan hindava wî hê zêde dibe. Ew hemû tişt Xwedê pê qenciya xwe mera eyan kir. Belê, xizmetkarên Xwedê gelek razî ne seva keremên wî! [1]

15. Em ça dikarin bidine kifşê, wekî em razî ne ji Xwedê ku ew me ji Babîlona Mezin aza kir?

15 Ew çiqas şabûneke mezin e, wekî em ji dîltiya Babîlona Mezin aza bûne! Ew nêta Şeytan wekî Mesîhiyên rast tune bin ser erdê, nehate sêrî! Lê em gerekê bîr nekin ku çira Xwedê me aza kir (2 Korn. 6:1). Gelek meriv hê dîsa nava rêlîgiya qelpda nin, û lazim e ku çevê wan vekin û wê yekêda em dikarin alî wan bikin. Were em çev bidine wan xûşk-birên amine berê, û hemû tiştî bikin seva alî meriva bikin ku ewana jî aza bin!

^ [1] (abzasa 14) Dîltiya Cihûya Babîlonêda, û çi ku qewimî tevî xizmetkarên Xwedê çaxê rêlîgiya Mesîhîtîye qelp pêşda hat, gelek tiştada mîna hev e. Lê em sed selefî nikarin bêjin wekî dîltiya Cihûya bi sîmbolîk dihate hesabê ew, çi ku qewimî tevî Mesîhiya pêşiya sala 1919. Mesele, dîltiya Cihûya 70 sal kişand, lê Mesîhî hê zêde wext dîltiyêda bûn. Lema em gerekê ew du qewimandin, hûr bi hûr beramberî hev nekin.