Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Arxîvên Me

“Mizgînvanên Padşatiyê, Hişyar Bin!”

“Mizgînvanên Padşatiyê, Hişyar Bin!”

SALA 1937, “Înformatorêda” * ya Kanûna Pêşin, mizgînvanên Brîtanyêda, hêlankirineke mezin hate elamkirinê: “Mizgînvanên Padşatiyê, Hişyar Bin!” (Derxistina Londonê). Bin navê vê gotarê, binserîke ferz hebû kîderê usa nivîsar bû: “Nava Deh Sala Pêşdaçûyîna Gelek Biçûk”. Û ew gilî îzbat dikir hesaba xizmetiyê ji sala 1928 heta sala 1937-da, kîjan ku ser rûpêla pêşin nivîsar bû.

GELO RASTÎ ÎDA GELEK PÊŞENG HEBÛN?

Gelo çi bû menî wekî Brîtanyêda şixulê xizmetkirinê hêdî pêşda diçû? Civat xîreta xwe unda kirin û gelek sala ew yek berdewam dibû. Hin jî fîlîal safî kiribû wekî tenê weke 200 pêşeng têra wana dike, yên ku wê ji şeher der xizmet kin, ne ku civatada. Lema fîlîal digote wan kî ku dixwestin bibine pêşeng, wekî wê hê baş be ku derbaz bin welatên Ewropayê mayîn û li wêderê xizmet kin, çimkî Brîtanyêda îda mihale seva pêşenga tune. Gelek xizmetkar ew şîret qebûl kirin, û derbazî welatên mayîn bûn, mesele Fransayêda. Geleka ji wan zimanê Fransî hevek zanibûn, lê hebûn yên usa ku qe ew ziman nizanibûn, lê ewana rastî jî hêjayî paya bûn çimkî yeke derbazî wî welatî bûn.

XÎRETA XWE SAX KIN

Vê derxistinêda ya ku jorê hatibû gotinê, dêmek “Înformatorêda” hêlankirineke nehêsa hatibû dayînê. Hêlankirin ew bû, ku mizgînvan gerekê mîlyon sihet xizmet kirana! Ew nêt wê bihata sêrî wî çaxî, hergê mehekîda xizmetkar 15 sihet xizmet kirana, lê pêşeng 110 sihet. Usa jî “Înformatorêda” şîret hate dayînê wekî civat gerekê civînên bona xizmetkirinê saz kin, seva ku xizmetkar paşî wê civînê ser 5 siheta derkevine xizmetiyê, û hê rind dîna xwe bidin serlêdanên dubare, îlahî berê êvara.

Pêşengên xîret bi dil û can xizmet dikirin

Ew mêtoda teze geleka şa kir. Hîlda Pacêt tîne bîra xwe: “Ew hêlankirin wekî em xizmetiyêda pêşda herin ji fîlîala sereke bû û geleka ji me hîviya vê mêtoda teze bûn. Ew yek berên baş anî”. * Walîs E. F. gilî kir: “Şîret wekî 5 sihet xizmet kin, gelek karê anî! Ew yek ku me temamiya rojê bona şixulê Xwedê xerc dikir, çi şabûn dikaribû mera bianiya? . . . Em diwestiyan, lê yeke bi şabûnê tije bûn!” Stêvan Mîlêr ku cahil bû, fem kir wekî ew hêlankirin gelek ferz bû û ew derbêra dest avîte şixul! Ewî dixwest xizmetiyêda gelek tişt bike heta ku cahil bû. Ewî dianî bîra xwe ku xûşk-bira çawa diçûne xizmetiyê pê bîsîklêtê û temamiya rojê xizmetiyêda bûn. Lê havînê, berê êvara wana merivara gotara denganî vêdixistin. Ewana usa jî pê plakata xizmet dikirin û bi xîret kûçêda pê jûrnala şedetiyê didan.

“Înformatorêda” usa jî elametiya baş hate dayînê: “Mera 1 000 pêşeng lazim in”. Mêtoda xizmetkirina teze dihate hesabê, wekî pêşeng ne ku gerekê ji welat der xizmet kirana, lê tevî civatê, seva alîkarî bidine civatê û wana qewî kin. Coîs Êlîs tîne bîra xwe: “Gelek bira tê bêjî ser hişê xweda hatin wekî gerekê ça pêşeng xizmet kin. Rast e ez wî wedeyî 13 salî bûm, lê min gelek dixwest ça pêşeng xizmet kim”. Ew xûşk nêta xwe anî sêrî sala 1940-da, çaxê bû 15 salî. Pîtêr ku paşê Coîs stand, çaxê bihîst hêlankirin “Hişyar Bin!”, “nêt xwera danî wekî ça pêşeng xizmet ke”. Sala 1940-da, meha Hezîranê, çaxê ew 17 salî bû, pê bîsîklêtê 105 km., çû Skarboro, seva li wêderê ça pêşeng xizmet ke.

Sîrêl û Kîtî Conson ça pêşengên teze gelek xîret bûn û bona xizmetkirinê, heyfa xwe tu tiştî nedianîn. Seva xwe xwey kin û xizmetiya xwe berdewam kin, wana mala xwe û tiştên xwe firotin. Sîrêl xebata xwe hîşt û nava mehekêda ewana îda hazir bûn, ku destpêkin xizmet kin ça pêşeng. Ew tîne bîra xwe: “Me heyfa xwe hebûna xwe nedianî. Me bi dil û can destpêkir xizmetiya xwe”.

CÎ SEVA PÊŞENGA

Gava ku hejmara pêşenga zêde bû, birên cabdar difikirîn wekî çawa haqas pêşeng cîwar kin. Cîm Kar, xizmet dikir ça berpirsiyarê mihalê sala 1938, ewî gote bira wekî cî bona pêşenga nav şeherda bivînin. Seva xerc kêm bin, koma pêşengara hate gotinê wekî tevayî bijîn û tevayî xizmet kin. Şeherê Şêfîldêda, ewana maleke mezin kirê hildan, û birên cabdar miqatî vê malê dibûn. Civata vê mihalê pê pera komek dane wan pêşenga û usa jî hûr-mûr seva mal dane wan. Cîm tîne bîra xwe: “Vî şixulîda her kes çiqas dikaribû komekê dida”. Wêderê deh pêşengên gelek xîret dijîtin, yên ku ruhanîda xwe qewî xwey dikirin. Cîm gilî kir: “Ewana her şebeq pêşiya nan xwarinê rêza rojê şêwir dikirin, û her roj diçûne cûre-cûre ciya nav şeherda, ser têrîtoriyên xwe”.

Brîtanya pê pêşengên teze tije bû

Mizgînvan û pêşeng mîna hev ew hêlankirin qebûl kirin, ku sala 1938 mîlyon sihet xizmet kin. Bi rastiyê, hesab nîşan dikin wekî xizmetkirin Brîtanyêda gelek pêşda çû. Nava 5 sala, hejmara xizmetkara weke sê cara zêdetir bû. Ew şixulê bi xîret, cimeta Xwedê qewî kir, wekî ewana wedê şer ku gerekê destpêbûya, sebir kin û qewî bimînin.

Îro, şerê Xwedê, dêmek Harmegedon ber şêmîkê ye, û hejmara pêşenga Brîtanyêda dîsa jî zêde dibe. Nava 10 salên paşwextiyêda, hejmara wan gelek zêde bû. Sala 2015-da meha Cotmehê îda weke 13 224 pêşeng bûn. Ew pêşeng rind fem dikin wekî xizmetkirina pêşengtiyê, emirê wanda safîkirina lape ferz bû.

^ abz. 3 Paşê hate navkirinê “Qulixkirina Meye Padşatiyê”.

^ abz. 8 “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê, sala 1995, rûp. 19-24, heye serhatiya xûşka Pacêt.