Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | MELEKÊN XWEDÊ; EWANA BI RASTÎ HENE

Rastî Derheqa Meleka

Rastî Derheqa Meleka

Tu dixwazî pêbihesî rastiyê derheqa meleka? Ewana kî ne? Ewana ça pêşda hatine? Û ewana çi dikin? Xêncî Kitêba Pîroz, ku ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê, tu ciyên dinda emê nikaribin cabên rast ser wan pirsa bistînin (2 Tîmotêyo 3:16). Lê gelo Kitêba Pîroz çi mera eyan dike?

  • Wek Xwedê, melek ruh in, “goşt û hestû” yên wan tune. Ewana melekên amin in, û tevî Xwedê li ezmana ne, him jî raste-rast dikarin Wîra xeber din (Lûqa 24:39; Metta 18:10; Yûhenna 4:24).

  • Wextekî, melek xwe dikirne dilqê meriya, ku qirara Xwedê li ser erdê bînin sêrî û paşî temamkirina şixulê xwe, ewana dîsa dibûne kesên ruh (Hakimtî 6:11-23; 13:15-20).

  • Ça Kitêba Pîroz dibêje, melek timê dilqê mêrada xuya dibûn, lê ev nayê hesabê ku ewana ser du koma pare vedibin, koma jina û koma mêra. Ewana ne dizewicin û ne jî zara tînin. Xêncî wê yekê, melek mîna meriva li ser erdê nehatine bûyînê, çawa ku hinek difikirin wekî ewana zar bûn, paşwextiyê mezin bûn, paşê mirin, çûn li ezmên û bûne melek. Yehowa melek efirandine; lema jî Kitêba Pîroz wana nav dike “lawên Xwedê” (Îbo 1:6; Zebûr 148:2, 5).

  • Kitêba Pîroz gilî dike derheqa “zimanêd meriva” û “milyaketa”. Ev yek dide kifşê ku melek jî xeber didin. Rast e Xwedê melek didane xebatê, seva ku meriyara xeber din, lê Ewî îzin nedaye me ku em ber wana ta bin, yan jî wanara dua bikin (1 Korintî 13:1; Eyantî 22:8, 9).

  • Bi hezar û hezara melek hene, dêmek hejmara wan digihîje mîlyona * (Daniyêl 7:10; Eyantî 5:11).

  • Melek “xweyîqewat in”, dêmek gelek car ji meriva qewattir in, û ewana pir serwaxt in. Eşkere ye ku ewana dikarin bi lezeke usa mezin cîguhastî bin, ku hela hê em nikarin bidin ber çevê xwe jî (Zebûr 103:20; Daniyêl 9:20-23).

  • Rast e melek pir qewat û serwaxt in, lê hene tişt, derheqa çi jî ewana nizanin (Metta 24:36; 1 Petrûs 1:12).

  • Melek kes in, û ewana bi xeyset-hunurên usa hatine efirandinê ku Xwedê xweş tên. Azaya bijartina wan jî heye. Lema jî anegorî meriya, ewana xwexa dikarin bijbêrin qencî, yan xirabiyê bikin. Lê yazix, hine melek safî kirin miqabilî Xwedê derên (Cihûda 6).

^ abz. 8 Têksta orîjînalêye Îbranîda, Kitêba Eyantî 5:11 derheqa hejmara meleka usa dibêje: “Bi hezaran hezar ... û bi deh hezaran deh hezar”. Dêmek reqama meleka digihîje mîlyona!