Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Harmegedon çi ye?
Hinek meriv difikirin ku . . .
ev wê bibe kutakirina hemdinyayê bi çekên atomê, yan kutakirina êkologyayê. Hûnê çi bêjin?
Kitêba Pîroz dibêje
Harmegedon ev ciyê sîmbolîk e û “şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê”. Dêmek ev heye şerê Xwedê miqabilî zulmiyê. (Eyantî 16:14, 16).
Dîsa çi em dikarin pêbihesin ji Kitêba Pîroz?
Xwedê şerê Harmegedonêda şer dike, ne ku wekî erdê kuta ke, lê seva ku me xilaz ke ji ewên ku însanetê qir dikin (Eyantî 11:18).
Şerê Harmegedonê wê hemû şera bide hildanê (Zebûr 46:8, 9).
Gelo em dikarin ji şerê Harmegedonê xilaz bin?
Hûnê çi bêjin?
Belê
Na
Dibeke
Kitêba Pîroz çi dibêje?
“Elaleteke . . . mezin” ji her miletî wê xilaz bin “ji wê tengasiya mezin”, çi ku wê bi şerê Harmegedonê temam be (Eyantî 7:9, 14).
Dîsa çi em pêdihesin ji Kitêba Pîroz?
Xwedê dixwaze ku gelek meriv ji şerê Harmegedonê xilaz bin. Ew tenê hingê yên zulm kuta dike, çaxê ewana naxwazin bêne rastkirinê (Hezeqêl 18:32).
Kitêba Pîroz şirowedike, ku çawa em dikarin ji Harmegedonê xilaz bin (Sêfanya 2:3).