Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Qenciyê Bike”

“Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Qenciyê Bike”

“Îtbariya xwe Yehowa bîne û qenciyê bike . . . û aminiya xwe xwey ke” (ZEB. 37:3, DT).

KILAMÊN: 150, 124

1. Yehowa em bi kîjan fereseta efirandine?

YEHOWA meriv bi fereset û hunurên baş efirandiye. Ewî hiş-aqil daye me seva ku em bikaribin çetinaya safî kin û nêta daynin pêşiya xwe (Metlk. 2:11). Ewî qewat daye me, wekî em bikaribin nêtên xwe bînin sêrî (Fîlî. 2:13). Ewî usa jî îsaf daye me, wekî em bikaribin têderxin çi rast e û çi jî na. Îsaf usa jî alî me dike xwe ji kirên nerast dûr bigirin û şaşiyên xwe rast kin (Rom. 2:15).

2. Yehowa dixwaze ku em feresetên xwe ça bidine xebatê?

2 Yehowa dixwaze ku em wan fereseta rast bidine xebatê. Lê gelo çira? Çimkî ew me hiz dike û zane ku hergê em wan pêşkêşa, dêmek wan fereseta bidine xebatê, emê bextewar bin. Mesele, Nivîsarên Îbranîda tê gotinê, ku “tivdîra merivê xîret ese karê tîne” û “tiştê ku bona li ser xebat kirinê te dîtiye her çi be, bi hêza [qewata] xwe li ser wê bixebite” (Metlk. 21:5; Waîz 9:10). Lê Nivîsarên Yûnanîda nivîsar e: “Heta ku wext destêd meda ye, hemûyara qenciyê bikin” û “ji we kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin” (Galt. 6:10; 1 Pet. 4:10). Eyan e, Yehowa dixwaze wekî em çiqas dikarin hemû tiştî bikin, wekî hin xwera, hin jî merivên dinra karê bînin.

3. Qewata meriva nagihîjê ku çi bikin?

3 Rast e Yehowa dixwaze, wekî em feresetên xwe bidine xebatê, lê ew usa jî zane ku qewata me haqas nagihîjê wekî bi temamî wan fereseta bidine xebatê. Mesele, em nikarin ne qisûrtiyê, ne gune û ne jî mirinê bidine hildanê. Em usa jî nikarin merivên din kontrol kin, çimkî azaya bijartina hemû meriva heye (1 Padş. 8:46). Û firqî tune zanebûna me çiqas heye yan em çiqas cêribandî ne, yeke em ber Yehowa timê çawa zar bin (Îşa. 55:9).

Çaxê rastî çetinaya têyî, “îtbariya xwe Yehowa bîne û qenciyê bike”

4. Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

4 Em gerekê timê rê bidine Yehowa wekî ew rêberiyê me bike, û îtbariya xwe wî bînin ku ewê alî me bike. Usa jî çi ku em nikarin bikin, wê bona me bike. Lê yeke Yehowa dixwaze, wekî em xwexa jî bifikirin derheqa vê yekê, ku em çi dikarin bikin, seva çetinaya safî kin û alî yên din bikin. (Bixûne Zebûr 37:3.) Em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û qenciyê bikin, û usa jî aminiya xwe xwey kin. Lê gelo çi cûreyî? Werên em şêwir kin meselên Nuh, Dawid û xizmetkarên din, yên ku îtbariya xwe Yehowa dianîn. Emê niha bivînin, wekî hebûn tişt ku wana nikaribû bikirana, lê usa jî hebûn tişt ku dikaribûn bikirana.

ÇAXÊ DOR BERÊ ME MERIVÊN ZULM IN

5. Şirovekin dereca Nuh.

5 Nuh dinyake usada dima, kîjan ku “xirabîyava” tijî bû (Destp. 6:4, 9-13). Rast e ewî zanibû ku Yehowa wê ev dinya zulm kuta ke, lê yeke ew gelek dilteng dibû ji bo zulmiyê ku diqewimî. Nuh fem dikir wekî hebûn tişt ku ew nikare bike, lê hebûn tişt ku ewî dikaribû bikira.

Çaxê xizmetiyêda guh nadin (Binihêre abzasa 6-9)

6, 7. a) Nuh çi nikaribû bikira? b) Çida dereca me mîna dereca Nuh ye?

6 Nuh çi nikaribû bikira: Rast e Nuh bi aminî derheqa dîwana Xwedê gilî dikir, lê ewî nikaribû zorê bike, wekî ew merivên zulm ku dor berê wî bûn, guh bidine vê elametiyê. Ewî ne jî dikaribû usa bike wekî Sêlav zû bê. Nuh gerekê îtbariya xwe Yehowa bianiya ku ew wê zulmiyê bide hildanê. Usa jî Nuh gerekê bawer kira wekî Xwedê ewê yekê wededa bike (Destp. 6:17).

7 Em jî dijîn dinyake zulm û xirabda, û Yehowa wê zûtirekê evê dinyayê kuta ke (1 Yûhn. 2:17). Û em jî nikarin zorê meriva bikin, wekî “mizgîniya Padşatiyê” qebûl kin. Em usa jî nikarin destpêbûna tengasiya mezin lez xin (Met. 24:14, 21). Mîna Nuh, mera jî baweriya qewî lazim e, wekî îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ewê hemû xirabiyê kuta ke (Zeb. 37:10, 11). Em bawer in wekî Yehowa wê nehêle ku ew dinya rojekê zêde bikişîne, çimkî ewî çiqas qirar kiriye wê haqas jî bikişîne (Hebq. 2:3).

8. Nuh ça dîna xwe dabû ser wan tişta, çi ku qewata wî digihîştê ku bikira? (Binihêre şiklê ewlin.)

8 Nuh çi dikaribû bikira: Nuh dewsa ku berxwe keta seva çi ku nikaribû bikira, ewî dîna xwe dida ser wan tişta, çi ku qewata wî digihîştê. Nuh “rastî dannasîn dikir”, û bi aminî derheqa dîwana Xwedê elam dikir (2 Pet. 2:5). Bêşik, ewê yekê alî Nuh dikir, wekî baweriya xwe qewî xwey ke. Xêncî xizmetkirinê, ewî usa jî qewata xwe da xebatê, wekî bi rêberiya Yehowa gemiyê ava ke. (Bixûne Îbranî 11:7.)

9. Em ça dikarin çev bidine mesela Nuh?

9 Em jî mîna Nuh dikarin usa bikin, wekî “şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korn. 15:58). Mesele, em dikarin alîkariyê bidin bona avakirin û xweykirina Odên Civata û Odên Civata mezin. Usa jî bi rezedilî ser civata mezin komekê bidin, yan Beytelêda xizmet kin, yan jî ofîsên welgerandinêda ku ne fîlîalada nin. Lê ya lape ferz ew e, wekî em xîret bin belakirina mizgîniyêda, û em zanin wekî usa em baweriya xwe hindava axiriyê qewî xwey dikin. Xûşkeke me dibêje ku çaxê ew tevî meriva xeberdide derheqa keremên Padşatiya Xwedê, ew divîne wekî baweriya wan hindava axiriyê qet tune ye, û ewana difikirin ku çetinayên wan wê xilaz nebin. Belê, xizmetkirin alî me dike, wekî baweriya xwe ser axiriyê unda nekin û berdewam kin lecmeydanêda birevin wekî jîyînê bistînin (1 Korn. 9:24).

ÇAXÊ EM ŞAŞIYA DIKIN

10. Gilî kin ku Dawid rastî çi dereca hat.

10 Yehowa got ku ewî “merîk dilê xwera dît”, û ew merîk Dawid bû (Kar. Şand. 13:22). Dawid merivekî amin bû, lê hela hê ewî jî carekê gunê giran kir. Ewî tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir. Xirab ew e, wekî ewî dixwest gunê xwe veşêre bi vê yekê, ku mêrê wê Ûriya şerda bê kuştinê. Derheqa vê yekê Dawid nemekêda ferman da, û ew nemek bi destê Ûriya şand (2 Sam. 11:1-21). Axiriya-axiriyê gunên Dawid eyan bûn (Marq. 4:22). Lê gelo Dawid hingê ça xwe da kifşê?

Gunên berê (Binihêre abzasa 11-14)

11, 12. a) Paşî wê yekê ça Dawid gune kir, ewî îda çi nikaribû bikira? b) Em çida dikarin bawer bin çaxê em gunê xwe tînin rûyê xwe?

11 Dawid çi nikaribû bikira: Dawid çi ku kiribû, îda nikaribû şaşiya xwe rast kira. Ewî usa jî nikaribû xwe xilaz kira ji berên şaşiyên xwe. Ji bo şaşiyên xwe, Dawid temamiya emirê xweda cefa dikişand (2 Sam. 12:10-12, 14). Lema Dawidra gelek lazim bû bawerî. Ewî gerekê îtbariya xwe Yehowa bianiya, wekî ew wê bibaxşîne wî, hergê ew gunê xwe bîne rûyê xwe. Usa jî ewî gerekê bawer kira ku Xwedê wê alî wî bike seva ew teyax ke ber wan tengasiya, ku ji bo gunên wî pêşda hatin.

12 Em gişk gunekar in lema jî guna dikin. Hine şaşiyên me mezin in, hine jî biçûk in. Cara em nikarin şaşiyên xwe rast kin, û bona vê yekê kul-derda dikişînin (Galt. 6:7). Lê em îtbariya xwe sozê Xwedê tînin, ku hergê em bi dil û can gunê xwe bînin rûyê xwe, Yehowa wê wedê çetinaya alî me bike. Ew hela hê wan çetinayada jî wê alî me bike, kîjanada em xwexa neheq in. (Bixûne Îşaya 1:18, 19; Karên Şandiya 3:19.)

13. Ça heleqetiya Dawid tevî Yehowa dîsa qewî bû?

13 Dawid çi dikaribû bikira. Dawid dixwest wekî Yehowa alî wî bike ku ruhanîda qenc be. Lê ewî ça ev yek da kifşê? Ya pêşin, ewî şîretkirina Natan pêxember qebûl kir (2 Sam. 12:13). Dawid gunên xwe dianî rûyê xwe û Yehowara dua dikir, wekî bibaxşîne wî. Ewî bi dil û can dixwest dîsa qebûlkirina Yehowa bistîne (Zeb. 51:1-17). Dawid dewsa ku dilteng bûya ji bo gunên xwe, derseke baş xwera hîn bû. Ewî îda tu car gunê usa giran nedikir. Ew heta mirinê amin ma, û ew bîra Yehowada ne ça merivê amin û dilsax (Îbrn. 11:32-34).

14. Em çi dikarin hîn bin ji mesela Dawid?

14 Em çi dikarin hîn bin ji mesela Dawid? Hergê em gunekî giran bikin, em gerekê ji Yehowa baxşandinê hîvî kin. Em gerekê ber wî “gunêd xwe bidine rûyê xwe” (1 Yûhn. 1:9). Usa jî em gerekê herine cem rûspiya, seva ku ewana ruhanîda alî me bikin. (Bixûne Aqûb 5:14-16.) Çaxê em alîkariya Yehowa qebûl dikin, bi vê yekê em nîşan dikin wekî em îtbariya xwe sozê wî tînin, ku ew wê me qenc ke û bibaxşîne. Paşî vê yekê em gerekê ji şaşiyên xwe dersê xwera hildin, berdewam kin Yehowara xizmet kin, û bi baweriyê hîviya axiriyê bin (Îbrn. 12:12, 13).

DERECÊN DIN

Sihet-qewata nebaş (Binihêre abzasa 15)

15. Em çi hîn dibin ji mesela Hannayê?

15 Dibeke hûn cara difikirin derheqa xizmetkarên berê, yên ku tengasiyada îtbariya xwe Yehowa dianîn, û usa jî aliyê xweda tiştek dikirin, seva çetinayên xwe safî kin. Mesele, Hanna bêzuret bû, û nikaribû evê dereca xwe biguhêze. Lê ewê bawer dikir, wekî Yehowa wê ber dilê wêda bê, û ewê berdewam dikir paristgehêda xizmet ke. Xêncî vê yekê, ewê duada dilê xwe Xwedêra vedikir (1 Sam. 1:9-11). Çiqas meseleke baş e seva me! Çaxê sihet-qewata me nebaş e yan jî çetinayên din hene ku em nikarin biguhêzin, em xemên xwe davêjin ser Yehowa, çimkî zanin wekî ew me hiz dike û alî me bike (1 Pet. 5:6, 7). Usa jî em çiqas dikarin hemû tiştî dikin, wekî karê bistînin ji civata û ji xwarina ruhanî, ku teşkîleta Yehowa dide me (Îbrn. 10:24, 25).

Zar ku ji riya rast derketin (Binihêre abzasa 16)

16. Dê-bav çi dersê dikarin hîn bin ji Samûyêl ku emirda mezin bû?

16 Çi dikarin bikin ew dê-bav, zarên kê jî ji riya rast derketine? Mesele, Samûyêl nikaribû zorê zarên xweyî mezin bike, wekî Xwedêra amin bimînin (1 Sam. 8:1-3). Ewî ew çetinayî da destê Yehowa. Lê hela wî çaxî jî Samûyêl aminiya xwe xwey dikir, û dilê Bavê xweyî ezmana şa dikir (Metlk. 27:11). Îro dereca hine dê-bavên Mesîhî jî mîna ya Samûyêl e. Û ewana jî bawer dikin, wekî Yehowa mîna wî bavî ku meteloka Îsada ne, timê hazir e qebûl ke wan gunekara ku gunên xwe didine rûyê xwe (Lûqa 15:20). Ew dê-bav hemû tiştî dikin seva amin bimînin Yehowara û bawer dikin, wekî zar wê çev bidine wan û vegerin cem Xwedê.

Çetinayên aliyê perada (Binihêre abzasa 17)

17. Ça serhatiya jinebiya kesîb me dilgerm dike?

17 Bifikirin ser serhatiya jinebîke belengaz, ku wedê Îsada dijît. (Bixûne Lûqa 21:1-4.) Ewê zanibû ku paristgehêda çiqas xirabî û nerastiyê dikin, û ewê nikaribû ew derece biguhasta (Met. 21:12, 13). Hin jî ewê xwexa nikaribû perê zêde xwera qazanç kira. Yeke ewê bi rezedilî “du pol” qurban kir. Ewê “hemû tiştê ku pê ebûra xwe bikira” qurban kir. Ew kulfeta amin nîşan kir, wekî bi dil îtbariya xwe Yehowa tîne. Ewê zanibû, wekî hergê ew tiştên ruhanî dayne ciyê pêşin, Yehowa wê bona hewcê wê xem bike. Ewê îtbariya xwe Yehowa dianî, lema jî piştgiriya hebandina rast dikir. Em jî îtbariya xwe Yehowa tînin ku ew wê bona me xem bike, hergê em şixulê wî daynin ciyê pêşin (Met. 6:33).

18. Mesela bira gilî kin, kîjan ku rast dinihêrî ser çetinaya.

18 Îro gelek xûşk-birên me jî bi şixulên xwe didin kifşê, ku îtbariya xwe Yehowa tînin. Were binihêrin mesela birakî me bi navê Malkam, kîjan ku sala 2015-da miriye. Ew heta mirinê Xwedêra amin ma. Nava gelek salên xizmetkirina wî û jina wîda, wana çetinayî jî dîtine û şabûn jî. Ewî got: “Jîyîna me cara derbêra dikare bê guhastinê, usa be ku em nizanibin ser çi ne-ber çi ne, û hela hê gelek çetin jî. Lê Yehowa wana kerem dike yên ku xwe li wî digirin”. Û ew bira şîret da: “Dua bikin wekî şixulê Yehowada xîret bin û pêşda herin. Hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê çi ku hûn dikarin bikin, ne ku çi nikarin bikin”. *

19. a) Çira bona sala 2017, rêza salê layîq hatiye bijartinê? b) Hûnê jîyîna xweda ça bidine xebatê rêza sala 2017?

19 Ew dinya “xirabiyêda” pêşda diçe, û em gerekê hazir bin wekî emê hê zêde rastî çetinaya bên (2 Tîmt. 3:1, 13). Û em îda niha gerekê hîn bin ku nekevin heyra çetinayên xwe. Dewsê em gerekê qayîm îtbariya xwe Yehowa bînin û çi destê me tê bikin. Bi rastiyê jî rêza sala 2017, rêzeke gelek baş e: “Îtbariya xwe Yehowa bîne û qenciyê bike”! (Zeb. 37:3, DT).

Rêza sala 2017: “Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Qenciyê Bike” (Zeb. 37:3)

^ abz. 18 Binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehê, sala 2013, rûp. 17-20.