Here Naverokê

Here naverokê

Yehowa ji Xizmetkarên Xwe re Rêberî Dike

Yehowa ji Xizmetkarên Xwe re Rêberî Dike

“Yehowa wê her tim ji te re rêberî bike” (ÎŞA. 58:11, WDN).

KILAM: 3, 4

1, 2. a) Yên ku ji Şahidên Yehowa re rêberî dikin, ji rêberên dîn û baweriyên din çawa cuda ne? b)  Di vê meqaleyê de û di meqaleya din de emê der heqê çi de şêwir bikin?

CAR CARAN, mirov ji Şahidên Yehowa wisa dipirsin: “Rêberê we kî ye?” Em ecêbmayî namînin ku ew wisa dipirsin, çimkî di gelek dîn û baweriyan de serok an rêber heye. Lê em serbilind in ku Rêberê me ne mirovekî gunehkar e. Em pey rêberiya Îsa Mesîh diçin, û ew jî pey rêberiya Bavê xwe Yehowa diçe (Met. 23:10).

2 Dîsa jî, îro komeke mêran – yanî “xulamê dilsoz û şehreza” – rêberî dike xizmetkarên Xwedê (Met. 24:45). Nexwe, em ji ku dizanin ku Yehowa bi rastî bi destê Kurê xwe ji me re rêberî dike? Di vê meqaleyê de û di meqaleya din de, emê şêwir bikin ku di nava tarîxê de, Yehowa çawa hin mirov hildibijartin ku ew ji xizmetkarên xwe re rêberî bikin. Di van meqaleyan de, emê li ser sê îsbatan şêwir bikin. Bi vî awayî, emê bibînin ku Yehowa bi rastî ji wan re rêberî dikir û îro jî Rêberê rast ê xizmetkarên xwe ye (Îşa. 58:11).

QEWETA RUHÊ PÎROZ

3. Mûsa bi kîjan qewetê ji miletê Îsraêl re rêberî dikir?

3 Temsîlkarên Xwedê bi saya ruhê pîroz qewet distand. Mesela, Mûsa wek rêberê miletê Îsraêl hatibû hilbijartin. Ew ji bo wê şixulê mezin çawa amade bû? Yehowa “Ruhê xwe yî Pîroz” da wî (Îşaya 63:11-14 bixwîne). Wek tê dîtin, ê ku ji xizmetkarên Xwedê re rêberî dikir bi rastî Yehowa bû, çimkî wî bi destê ruhê pîroz qewet dida Mûsa.

4. Miletê Îsraêl çawa karibû fehm bikira ku ruhê pîroz li ser Mûsa ye? (Li resmê ewlin binêre.)

4 Her çend ruhê pîroz nayê dîtin, miletê Îsraêl çawa karibû fehm bikira ku ruhê pîroz li ser Mûsa ye? Bi qeweta ruhê pîroz, Mûsa mucîze dikirin û navê Xwedê ji Fîrawûn re da naskirin (2. Mû. 7:1-3). Wekî din, ruhê pîroz di Mûsa de sifatên baş – mesela hezkirin, dilnizmî û sebir – pêk anîn. Ev sifat gelek lazim bûn ku ew ji miletê Îsraêl re rind rêberî bike. Bi rastî jî, Mûsa ji rêberên miletên din, yên ku sert û xwehez bûn, çi qas cuda bû (2. Mû. 5:2, 6-9). Aşkera bû ku Yehowa Mûsa hilbijartibû da ku ew bibe rêberê xizmetkarên xwe.

5. Wekî din Yehowa, kî hilbijartin ku ew ji xizmetkarên xwe re rêberî bikin?

5 Piştî Mûsa, Yehowa mirovên din jî hilbijart û ruhê pîroz da wan ku ew ji xizmetkarên xwe re rêberî bikin. Mesela, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yêşûyê lawê Nûn bi ruhê hîkmetê ve tijî bû” (5. Mû. 34:9). Wekî din, “ruhê Xudan hate ser Gîdeon” (Ser. 6:34). Û “ruhê Xudan bihêz hate ser Dawid” (1. Sam. 16:13). Ew gişt pey rêberiya ruhê Xwedê diçûn. Bi qeweta ruhê pîroz, wan karên mezin dikirin. Bê vê qewetê, wanê nikaribûya ew kar bikirana (Yêşû 11:16, 17; Ser. 7:7, 22; 1. Sam. 17:37, 50). Loma jî ji bo wan karên mezin, Yehowa dihat pesinandin.

6. Xwedê çima xwest ku xizmetkarên xwe hurmet bidin rêberên Îsraêl?

6 Gerek miletê Îsraêl çi bikira çaxa wan bi aşkerahî dît ku ruhê pîroz li ser wan mirovan e? Gerek wan hurmet bidaya wan. Dema ku wan der heqê Mûsa de gilî kir, Yehowa got: “Dê heta çi wextî ev netewe min biçûk bibînin?” (4. Mû. 14:2, 11) Bi rastî Yehowa xwe bi xwe Mûsa, Yêşû, Gîdeyon û Dawid hilbijartibûn ku ew ji xizmetkarên xwe re rêberî bikin. Çaxa miletê Îsraêl guh dida wan, wan bi rastî Yehowa wek Rêberê xwe qebûl dikir.

ALÎKARIYA MELEKAN

7. Melekan çawa ji Mûsa re alîkarî dikir?

7 Melek ji temsîlkarên Xwedê re rêberî dikir (Îbranî 1:7, 14 bixwîne). Bi destê melekan, Yehowa Mûsa tayin kir, qewet dida wî û jê re rêberî dikir. “Milyaketê ku di nav deviyê” ji Mûsa re xuya bû, ew “bi seroktî û rizgarkarîtî şand”, ji bo ku Mûsa ji miletê Îsraêl re rêberî bike (Kar. 7:35). Wekî din, Yehowa “bi navgîniya milyaketan” Qanûn da Mûsa, da ku ew miletê Îsraêl pê perwerde bike (Gal. 3:19, KP). Yehowa ji Mûsa re got: “Here, netewê bibe cîhê ku ez ê ji te re bibêjim; a vay, milyaketê min dê di pêşiya te de bimeşe” (2. Mû. 32:34). Di Kitêba Pîroz de nayê gotin ku miletê Îsraêl melek bi çavê xwe didît. Lê ev yek ku Mûsa milet çawa perwerde dikir û jê re rêberî dikir nîşan dida ku Mûsa ji aliyê Xwedê ve alîkarî distand.

8. Melekan çawa alî Yêşû û Hîzkiya dikir?

8 Piştî dema Mûsa, “fermandarê artêşa Xudan” – yanî melekek – alî Yêşû kir ku ew di şer de Kenaniyan mexlûb bike. Di wî şerî de, miletê Îsraêl serkeftî bû (Yêşû 5:13-15; 6:2, 21). Paşê, di rojên Hîzkiya Padîşah de, hindik ma ku ordiya Asûrê bajarê Orşelîmê bigirta. Lê di nîvê şevê de, “milyaketê Xudan derket” û 185.000 leşkerên Asûrê kuştin (2. Qra. 19:35).

9. Temsîlkarên Xwedê her çend qisûrdar bûn jî, Xwedê xwest ku miletê Îsraêl çi bike?

9 Melek bêqisûr in, lê wan alî mirovên qisûrdar dikir. Mesela, Mûsa carekê hurmet neda Yehowa (4. Mû. 20:12). Yêşû bêyî ku rêberiya Yehowa bixwaze bi Gîbeoniyan re peyman danî (Yêşû 9:14, 15). Dilê Hîzkiya carekê “bilind bû” (2. Dîr. 32:25, 26). Belê, ew gişt qisûrdar bûn. Dîsa jî, Xwedê xwest ku miletê Îsraêl pey rêberiya wan herin. Yehowa bi destê melekên xwe destek dida wan. Bi vî awayî, Yehowa ji xizmetkarên xwe re rêberî dikir.

RÊBERIYA PEYVA XWEDÊ

10. Mûsa çawa pey rêberiya Qanûna Xwedê diçû?

10 Peyva Xwedê ji temsîlkarên Xwedê re rêberî dikir. Kitêba Pîroz qanûna ku ji miletê Îsraêl re hat dayîn wek ‘Qanûna Mûsa’ bi nav dike (1. Qra. 2:3). Dîsa jî, Kitêba Pîroz nîşan dide ku Qanûndarê eslî Yehowa ye, û Mûsa jî li bin vê Qanûnê bû (2. Dîr. 34:14). Mesela, çaxa Yehowa jê re got ku ew kon çawa çêke, Mûsa “li gor her tiştên ku XUDAN jê re emir kiribû, wusa kir” (2. Mû. 40:1-16).

11, 12. a) Ji Yoşiya û padîşahên din yên ku li ser xizmetkarên Xwedê hikum ajot, çi dihat xwestin? b) Tesîra Peyva Xwedê li ser wan çi bû?

11 Gava Yêşû dest bi seroktiyê kir, li cem wî qeyda Peyva Xwedê hebû. Xwedê jê re got ku ew wê “şev û roj” bi dengê nizm bixwîne da ku ew hemû tiştên ku tê de nivîsî ne, bîne cih (Yêşû 1:8). Paşê, Padîşahên xizmetkarên Xwedê jî wisa dikir. Gerek wan Qanûn her roj bixwanda, nusxeyek binivîsiya û hemû gotinên qanûnê bianiyana cih (5. Mûsa 17:18-20 bixwîne).

12 Tesîra Peyva Xwedê li ser wan rêberan çi bû? Bila em bibînin ku Yoşiya Padîşah çi kir. Çaxa nivîsareke Qanûna Mûsa hat dîtin, nivîskarê Yoşiya li ber wî dest bi xwendina Qanûnê kir. * Yoşiya çi kir? Gava wî gotinên kitêba Qanûnê bihîst, wî kincê xwe dirand. Wekî din, bi rêberiya Peyva Xwedê, Yoşiya li hemberî pûtperestiyê dest bi micadeleyê kir û ji bo pîrozkirineke bêemsal a Cejna Derbasbûnê hazirî kir (2. Qra. 22:11; 23:1-23). Ji ber ku Yoşiya û hikumdarên dinen dilsoz pey rêberiya Peyva Xwedê diçûn, ew hazir bûn ku ew terzê rêberiya xwe li gor Peyva Xwedê biguherînin. Wan guherînan alî xizmetkarên Xwedê dikirin ku ew li gor îradeya Xwedê bijîn.

13. Hikumdarên pûtperest ji hikumdarên xizmetkarên Xwedê çawa cuda bûn?

13 Hikumdarên pûtperest li gor aqlê xwe hikum diajot. Mesela, mirovên li bin hikumdariya Kenanî tiştên pir pîs dikirin. Mesela, wan zinê, homoseksûelî, minasebetên cinsî bi heywanan, qurbankirina zarokan, pûtperestî û tiştên din dikirin (3. Mû. 18:6, 21-25). Hikumdarên Misir û Babîlê jî ne li gor qanûnên paqijiyê, yên ku Xwedê da miletê Îsraêl, dijiyan (4. Mû. 19:13). Xizmetkarên Xwedê bi aşkerahî didît ku hikumdarên wan paqijiya ruhî, exlaqî û fîzîkî bi pêş xist. Bêguman, Yehowa ji wan re rêberî dikir.

14. Yehowa çima terbiya dida hin rêberên xizmetkarên xwe?

14 Padîşahên xizmetkarên Xwedê carinan pey rêberiya Xwedê nediçûn. Ewên ku guh neda Yehowa nedixwest pey rêberiya ruhê pîroz, melekên wî û Peyva wî herin. Yehowa car caran terbiye dida wan rêberan an jî li dewsa wan kesên din hildibijartin (1. Sam. 13:13, 14). Bi zeman re, Yehowa wê rêberekî bêqisûr tayîn bikira.

RÊBEREKÎ BÊQISÛR

15. a) Pêxemberan çawa xuya dikir ku rêberekî bêqisûr wê bihata? b) Rêberê sozdayî kî bû?

15 Bi sedsalan, Yehowa ji berê ve digot ku ewê ji bo xizmetkarên xwe rêberekî bêqisur tayîn bikira. Mûsa ji miletê Îsraêl re wisa got: “Dê Xwedayê te Xudan bona te ji nav we, ji birayên te peyxamberekî mîna min derxîne; tuyê wî guhdarî bike” (5. Mû. 18:15). Îşaya jî ji berê ve got ku ewê bibûya rêber û serok (Îşa. 55:4). Bi îlhama Xwedê, Daniêl der heqê hatina “serwerê ku hatiye mesh kirin” de nivîsî (Dan. 9:25). Gava Îsa Mesîh hat, wî xuya kir ku ew “Rêberê” xizmetkarên Xwedê ye (Metta 23:10 bixwîne). Şagirtên Îsa bi dil û can pey wî diçûn, û ew bawer bûn ku Yehowa ew hilbijartiye (Yûh. 6:68, 69). Lê çi ji wan re îsbat kir ku Yehowa bi rastî Îsa Mesîh hilbijart da ku ew ji xizmetkarên Xwedê re rêberî bike?

16. Çi îsbat dikir ku ruhê pîroz li ser Îsa bû?

16 Ruhê pîroz li ser Îsa bû. Çaxa Îsa bin av bû, Yehya dît ku “ezman qelişî û Ruh wek kevokekê li ser wî danî”. Paşê “Ruh, berê Îsa da çolê” (Mar. 1:10-12). Li dema xizmeta Îsa li ser erdê, ruhê pîroz qewet dida wî ku ew mucîzeyan bike û bi emrê Xwedê bipeyive (Kar. 10:38). Bi ser de, Îsa “berê Ruh” bi awayekî bêqisûr nîşan dida, mesela hezkirin, şahî û baweriya xurt (Yûh. 15:9; Îbr. 12:2). Li nava hemû rêberan, tu kes ne mîna Îsa bû. Aşkera bû ku Yehowa ew hilbijartibû.

Piştî bin av bûna Îsa, melekan çawa alî wî kir? (Li paragrafa 17an binêre)

17. Melekan çawa alî Îsa dikir?

17 Melekan alî Îsa dikir. Piştî bin av bûna Îsa, “milyaket hatin û ji wî re xizmet” kir (Met. 4:11). Çend saet pêşiya mirina Îsa, “milyaketek ji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî” (Lûqa 22:43). Îsa bawer bû ku çaxa jê re alîkarî lazim be, Yehowa wê melekên xwe bişîne (Met. 26:53).

18, 19. Di kirin û gotinên xwe de, Îsa çawa pey rêberiya Peyva Xwedê diçû?

18 Îsa pey rêberiya Peyva Xwedê diçû. Ji destpêka xizmeta xwe ve, Îsa bi rêberiya Nivîsarên Pîroz dijîya (Met. 4:4). Wî ew qas guhdariya Peyva Xwedê kir ku ew hazir bû ku ew li ser dîrekekê bimire. Heta kêliya mirinê, wî behsa pêxembertiyên der heqê Mesîh de kir (Met. 27:46; Lûqa 23:46). Alimên dînî, yên ku wê çaxê hebûn, ne mîna Îsa bûn. Çaxa ji wan re dest nedida, wan Peyva Xwedê nedianî cih. Îsa gotinên Yehowa, yên ku ji aliyê Îşaya hatibûn nivîsîn, wisa dubare kir: “Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min lê dilê wan ji min dûr e. Bi pûçîtî diperizin min, di hîndariya xwe de, emrên mirovan hîn dikin” (Met. 15:7-9). Yehowa tu caran kesên wisa wek rêberên xizmetkarên xwe hilnebijartin.

19 Îsa hem di kirinên xwe de hem jî di gotinên xwe de pey rêberiya Peyva Xwedê diçû. Dema ku alimên dînî Îsa diceriband, wî bi aqlê xwe cewab nedida wan û ne jî nîşan dida ku ew ji wan bilindtir e. Wî her tim li ser temelê Nivîsarên Pîroz xeber dida (Met. 22:33-40). Îsa ji guhdarên xwe re behsa jiyana xweye li ezmanan an afirandina kaînatê nedikir, lê wî “hişê wan vekir, da ku ew bikaribin Nivîsarên Pîroz fêm bikin” (Lûqa 24:32, 45). Îsa ji Peyva Xwedê hez dikir û ji dil dixwest behsa wê bike.

20. a) Îsa çawa nîşan da ku wî serwertiya Xwedê qebûl kir? b) Îsa û Hêrodes Egrîpayê Yekê çawa ji hev cuda bûn? Ji vê, em fehm dikin ku Xwedê tenê kê hildibijêre wek rêber?

20 Mirov ji gotinên Îsa re heyran diman. Dîsa jî, Îsa hurmet dida Mamosteyê xwe, yanî Yehowa (Lûqa 4:22). Carekê, çaxa mirovekî dewlemend Îsa wek “Mamosteyê qenc” bi nav kir û ew wisa bilind kir, Îsa bi nefsbiçûkî wisa got: “Tu çima ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kes qenc tune” (Mar. 10:17, 18). Nêzikî heyşt sal piştî mirina Îsa, Hêrodes Egrîpayê Yekê bû padîşahê Cihûstanê. Ew ji Îsa gelek cuda bû. Carekê, wî li civînekê “cilên xwe yên padîşahiyê” li xwe kir û ber xelkê wisa xeber da ku mirovan wisa bang kir: “Ev dengê xwedayekî ye, ne yê mirovan e!” Hêrodes dixwest ku mirov hurmet bidin wî. Paşê çi bû? “Ji ber ku wî rûmet nedabû Xwedê, milyaketekî Xudan li wî xist, kurmî bû û mir” (Kar. 12:21-23). Eyan bû ku Yehowa ew wek hikumdarê xizmetkarên xwe hilnebijartibû. Lê Îsa îsbat kir ku Xwedê ew bi rastî hilbijartibû. Wî her tim Yehowa wek Rêberê Herî Mezin bilind dikir.

21. Li meqaleya din, emê der heqê çi de şêwir bikin?

21 Îsa ne tenê ji bo çend salan bû rêber. Pîştî rabûna xwe ji mirinê, Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn. ... Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me” (Met. 28:18-20). Lê Îsa wê çawa bikaribûya ji ezmanan ji xizmetkarên Xwedê yên li ser erdê re rêberî bikira? Yehowa kê hilbijartin ku ew li bin hikumdariya Îsa ji xizmetkarên xwe re rêberî bikin? Û şagirtên Îsa wê çawa bikaribûya temsîlkarên Îsa nas bikirana? Li meqaleya din, emê cewabên van pirsan bibînin.

^ par. 12 Dibe ku ew nivîsara orîjînal bû, ya ku ji aliyê Mûsa ve hatibû nivîsîn.