Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yehowa Rêberiyê Cimeta Xwe Dike

Yehowa Rêberiyê Cimeta Xwe Dike

“Wê hertim Xudan rê nîşanî te bide” (ÎŞA. 58:11).

KILAMÊN: 3, 4

1, 2. a) Ça Şedên Yehowa cude dibin ji rêlîgiyên din? b) Vê gotarêda û gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

GELEK car pirseke usa didine Şedên Yehowa: “Kê ye rêberê we?” Em ecêbmayî namînin wekî pirseke usa didin me, çimkî gelek rêlîgiyada heye rêber yan jî serwêr. Lê em firnaq dibin çaxê merivara dibêjin, wekî Rêberê me merivê gunekar nîne. Rêberê me Îsa Mesîh ye, yê ku pey rêberiya Bavê xwe Yehowa diçe (Met. 23:10).

2 Lê îro nava cimeta Xwedêda heye komeke ji mêra, ku rêberiyê hildide ser xwe, ew heye “xulamê amin û serwaxt” (Met. 24:45). Lê gelo ça em dikarin têderxin, wekî Yehowa rêberiyê me dike bi saya Kurê xwe? Vê gotarêda û gotara dinda, emê şêwir kin ku çawa Yehowa nava qirnada meriv dijbartin seva rêberiyê cimeta wî bikin. Emê usa jî sê îzbatkirina şêwir kin, ku bi rastiyê Yehowa rêberî wan meriva dikir û ku îro jî ew e Rêberê cimeta xwe (Îşa. 58:11).

RUHÊ PÎROZ SER WAN BÛ Û QEWAT DIDA WAN

3. Bi saya çi Mûsa rêberiya cimeta Îsraêl dikir?

3 Xwedê ruhê pîroz dida wan, yên ku rêberî cimeta wî dikirin. Were şêwir kin serhatiya Mûsa, yê ku Xwedê bijart wekî bibe rêberê Îsraêliya. Gelo çi alî Mûsa kir, wekî ew cabdariya mezin rind bîne sêrî? Yehowa “ruhê xweyî pîroz” da wî. (Bixûne Îşaya 63:11-14.) Dêmek, bi rastiyê Yehowa rêberî cimeta Xwe dikir, çimkî ewî ruhê pîroz dida Mûsa.

4. Çawa Îsraêliya dikaribûn bidîtana wekî ruhê Xwedêyî pîroz ser Mûsa ye? (Binihêre şiklê ewlin.)

4 Lê gelo Îsraêliya ça dikaribûn têbidîtana, wekî ruhê pîroz ser Mûsa ye, ne axir ruhê pîroz nayê dîtinê? Îsraêliya didîtin ku ça Mûsa keremeta dike û navê Xwedê Firewinra da naskirinê. Ewê yekê dida kifşê wekî ruhê pîroz ser wî ye û qewatê dide wî (Derk. 7:1-3). Xêncî vê yekê, bi saya ruhê pîroz xeyset-hunurên Mûsayî baş hebûn, mesele hizkirin, milûktî, û sebir. Ew hunur gelek lazim bûn, wekî ew rind rêberiyê cimetê bike. Rastî jî, Mûsa çiqas cude dibû ji rêberên miletên din, yên ku sert û xwehiz bûn (Derk. 5:2, 6-9). Eyan bû, wekî Yehowa Mûsa bijart seva ew bibe rêberê cimeta Wî.

5. Dîsa Yehowa kê kifş dikir, seva rêberiyê cimeta wî bikin?

5 Paşî Mûsa, Yehowa merivên din dijbart û ruhê pîroz dida wan, seva rêberiyê cimeta wî bikin. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje: “Yêşûyê kurê Nûn bi ruhê serwaxtîyêva hate dagirtinê” (Qan. Dcr. 34:9). Usa jî, “ruhê Xudan hate ser Gîdeyon” (Hakim. 6:34). Û “ruhê Xudan bihêz hate ser Dawid” (1 Sam. 16:13). Ew hemû mêr pey rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz diçûn. Hin jî, bi qewata ruhê pîroz wana kirên usa mezin dikirin, kîjan ku wê bi qewata xwe nikaribûna bikin (Yêşû 11:16, 17; Hakim. 7:7, 22; 1 Sam. 17:37, 50). Lema jî seva ewan kirên mezin, tenê Yehowa hêja bû rûmetê bistîne.

6. Çira Xwedê dixwest wekî cimeta wî qedirê rêberên Îsraêlî bigirin?

6 Lê gelo Îsraêliya çi gerekê bikirana, çaxê eyan didîtin ku ruhê pîroz ser wan meriva ye? Wana gerekê qedirê wan bigirtana. Lê çaxê wana ser Mûsa kirine kute-kut, Yehowa got: “Heta kengê ev miletê min texsîr ke?” (Jimar 14:2, 11) Bi rastiyê Yehowa xwexa Mûsa, Yêşû, Gîdeyon û Dawid bijartin, seva rêberiyê cimeta xwe bike. Çaxê Îsraêliya gura wan dikirin, bi rastiyê wana gura Yehowa dikir, çawa Rêberê wan.

MILYAKETA ALÎ WAN DIKIRIN

7. Milyaketa ça alî Mûsa dikirin?

7 Milyaketa alî rêberên cimeta Xwedê dikirin. (Bixûne Îbranî 1:7, 14.) Yehowa bi saya milyaketa, Mûsa hazir kir û rêberî wî dikir. “Milyaketê ku nav diriyêda” Mûsara xuya bû, ew “çawa serwêr û xilazkar şand”, dêmek wekî Mûsa rêberiya Îsraêlê bike (Kar. Şand. 7:35). Hin jî, Yehowa bi milyaketa Qanûn da Mûsa, seva ku Îsraêliya şîret ke û temiya bide wan (Galt. 3:19). Yehowa gote Mûsa: “Here cimetê bibe wî cîyê ku min tera got. Va ye milyaketê minê pêşîya teva here” (Derk. 32:34). Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî Îsraêliya milyaket pê çevê xwe didîtin. Lê ew yek ku çawa Mûsa cimet şîret dikir û temî dida wan, eyan dikir wekî milyaketên Xwedê alî wî dikirin.

8. Ça milyaketa alî Yêşû û Hizqiya kirin?

8 Paşî Mûsa, “fermandarê artêşa Xudan”, dêmek milyaket, alî Yêşû kir wekî ew şerda Kenaniya alt ke. Û wî şerîda Îsraêlî serketin (Yêşû 5:13-15; 6:2, 21). Wede şûnda, ordiya Asûra Hizqiya Padşa dane tirsandinê, wekî wê Orşelîmê kuta kin. Lê yeke nava şevekêda, “milyaketê Xudan derket” û 185 000 eskerên Asûra kuşt (2 Padş. 19:35).

9. Rast e ew mêrên ku rêberî dikirin gunekar bûn, lê yeke ji Îsraêliya çi dihate dewakirinê? Şirovekin.

9 Rast e milyaketa gelek alîkarî didane rêbera, lê wana dîsa jî şaşî dikirin. Mesele, carekê usa qewimî ku Mûsa rûmet neda Yehowa (Jimar 20:12). Yêşû çaxê tevî Gîbeonya peyman girêdida, ji Yehowa nepirsî hela lazim e ewê yekê bike yan na (Yêşû 9:14, 15). Wedekî, Hizqiya qure bû (2 Dîr. 32:25, 26). Rast e, ew mêr gunekar bûn, lê ji Îsraêliya dihate dewakirinê, wekî pey rêberiya wan herin. Yehowa bi saya milyaketên xwe alî wan mêra dikir, dêmek eyan bû ku Yehowa xwexa rêberî cimeta xwe dikir.

XEBERA XWEDÊ RÊ NÎŞANÎ WAN DIKIR

10. Mûsa ça Qanûna Xwedê dianî sêrî?

10 Ew mêrên ku rêberî cimeta Xwedê dikirin, guh didane Xebera Xwedê. Kitêba Pîrozda ser Qanûna ku Îsraêliyara hate dayînê tê gotinê Qanûna Mûsa (1 Padş. 2:3). Lê yeke Kitêba Pîroz eyan dide kifşê, wekî tenê Yehowa ye Qanûndar. Mûsa xwexa jî Qanûn dianî sêrî û gura Xwedêda bû (2 Dîr. 34:14). Mesele, çaxê Yehowa Mûsa şîret kir ku çawa kon çêke, “Mûsa her tişt çawa ku Xudan temî dabû usa jî kir” (Derk. 40:1-16).

11, 12. a) Ji Yoşiya û padşên din ku serwêrtiya cimeta Xwedê dikirin, çi dihate dewakirinê? b) Xebera Xwedê ça hukum dikir ser wan?

11 Çaxê Yêşû destpêkir rêberiyê Îsraêliya bike, nivîsara Xebera Xwedê cem wî hebû. Xwedê jêra got, wekî evê nivîsarê bi dengê nimiz “şev û roj” bixûne, seva hemû tiştên wêderê nivîsar bîne sêrî (Yêşû 1:8). Padşên ku paşî wî serwêrtî cimeta Xwedê dikirin, wana jî ew temî dianîne sêrî. Ewana gerekê her roj Qanûn bixwandana, xwera başqe binivîsiyana, û “hemû van xeberêd qanûnê, van qeyde-qanûna” bianiyana sêrî. (Bixûne Qanûna Ducarî 17:18-20.)

12 Lê gelo ça Xebera Xwedê ser wan mêra hukum dikir, yên ku rêberî dikirin? Were şêwir kin serhatiya Yoşiya. Çaxê nivîsara Qanûna Mûsa hate dîtinê, alîkarçiyê Yoşiya destpêkir jêra bixûne. * Gelo Yoşiya ça xwe da kifşê? Hema ça ku ewî giliyên ji kitêba Qanûnê bihîst, kinca xwe qelişand. Xebera Xwedê dilê Yoşiya girt û ewî welatda hemû pût kuta kir. Ewî cejina Roja Derbazbûnê saz kir, kîjan ku tu car usa mezin derbaz nebibû (2 Padş. 22:11; 23:1-23). Yoşiya û rêberên dine amin, guh didane Xebera Xwedê û lema hazir bûn biguhêzin ew ferman û rêberiyên xwe ku li gura Xebera Xwedê nîbûn. Ewan guhastina alî cimeta Xwedê dikirin wekî gura Xwedêda bin.

13. Serwêrên pûtparist çida cude dibûn ji serwêrên cimeta Xwedê?

13 Serwêrên pûtparist pê hiş-aqilê xwe rêberî dikirin. Besa xeberê, merivên bin serwêrên Kenanî tiştên ecêb dikirin, mesele zinêkarî dikirin, mêr tevî mêr radiza, xwe heywanara diherimandin, zar qurban dianîn, û pûtparistî dikirin (Qan. Kah. 18:6, 21-25). Serwêrên Babîlonê û Misirê edetên temizayê usa xwey nedikirin, çawa ku Xwedê temî da Îsraêliya (Jimar 19:13). Lê cimeta Xwedê didît wekî serwêrên wan ça aliyê ruhanîda, namûsiyêda û fîzîkîda temizayê xwey dikin. Eyan e ku Yehowa rêberî wan dikir.

14. Çira Yehowa hine rêberên cimeta xwe şîret û rast dikir?

14 Nav cimeta Xwedêda, ne hemû padşa temiyên Xwedê dianîne sêrî. Ew padşên ku gura Yehowa nedikirin, nedixwestin pey rêberiya ruhê wîyî pîroz, milyaketên wî û Xebera wî herin. Hine derecada, Yehowa ew padşa şîret û rast dikirin, cara jî dewsa wan kesekî din dijbart (1 Sam. 13:13, 14). Lê wede derbaz bû, û Yehowa rêberekî bêqisûr bijart, kîjan ku ji wan padşa wê bilindtir bûya.

YEHOWA RÊBEREKÎ BÊQISÛR DIJBÊRE

15. a) Pêxembera ça eyan dikirin wekî wê rêberê bêqisûr bê? b) Kê bû ew rêber, derheqa kîjanî pêxembertî dihate kirinê?

15 Nava qirnada, Yehowa pêxembertî dikir ku wê bona cimeta xwe rêberekî bêqisûr kifş ke. Mesele, Mûsa gote Îsraêliya: “Xudan Xwedêyê te wê ji nava te û birayêd te pêxemberekî mîna min bona te derxe. Gura wî bikin” (Qan. Dcr. 18:15). Îşaya jî pêşda got, wekî ew Kes wê bibe rêber û serok (Îşa. 55:4). Daniyêl jî nivîsî wekî Mesîh wê bê, ku bibe rêberê cimeta Xwedê (Dan. 9:25). Axiriyêda, xwexa Îsa Mesîh xwe eyan kir ça “Rêberê” cimeta Xwedê. (Bixûne Metta 23:10.) Şagirtên Îsa bi dil û can pey wî diçûn, û ewana qe dudilî nedibûn wekî Yehowa wî bijartiye (Yûhn. 6:68, 69). Lê çi wanra îzbat dikir, wekî Yehowa Îsa Mesîh bijart seva rêberiyê cimeta wî bike?

16. Çi îzbat dikir wekî ruhê pîroz ser Îsa bû?

16 Ruhê pîroz ser Îsa bû. Çaxê Îsa dihate nixumandinê, Yûhennayê nixumdar dît ku çawa “ezman vebûn û ruh mîna kevotkekê li ser wî danî”. Hinek wede şûnda, “ruh berê Îsa da beriyê” (Marq. 1:10-12). Wedê xizmetiya Îsa ser erdê, ruhê Xwedêyî pîroz qewat dida wî, wekî ew keremeta bike û meriva hîn ke (Kar. Şand. 10:38). Hin jî, Îsa berê ruhê pîroz dida kifşê, mesele hizkirin, şabûn, û baweriya qewî (Yûhn. 15:9; Îbrn. 12:2). Ser tu merivê ku Xwedê kifş kir çawa rêber, usa eyan nedihate kifşê wekî Yehowa wî bijartiye, ça ser Îsa dihate kifşê.

Paşî nixumandina Îsa, milyaketa ça alî wî dikirin? (Binihêre abzasa 17)

17. Ça milyaketa alî Îsa dikirin?

17 Milyaketa alî Îsa dikirin. Paşî nixumandina Îsa, “milyaket hatin jêra berdestî kirin” (Met. 4:11). Û çend sihet pêşiya mirina wî, “ji ezmên milyaketek wîva xuya bû û ew qewat kir” (Lûqa 22:43). Îsa bawer bû ku çaxê jêra alîkarî lazim be, Yehowa wê milyaketên xwe bişîne (Met. 26:53).

18, 19. Îsa ça jîyîn û hînkirinên xweda pey rêberiya Xebera Xwedê diçû?

18 Ewî guh dida Xebera Xwedê. Îsa ji destpêka xizmetiya xwe, bi rêberiya Nivîsara dijît (Met. 4:4). Ewî heta mirina xweye ser stûna cefayê, gura Xebera Xwedê dikir. Hela hê ber mirinê jî, ewî pêxembertiyên derheqa Mesîh ji Xebera Xwedê wekiland (Met. 27:46; Lûqa 23:46). Lê serwêrên rêlîgiya ku wî çaxî hebûn, ji Îsa gelek cude dibûn. Çaxê wanra dest nedida, wana Xebera Xwedê nedianî sêrî. Îsa, giliyên Yehowa derheqa wan wekiland, kîjan ku Îşaya nivîsiye: “Eva cimeta bi zarê xwe qedirê min digire, lê dilê wan ji min dûr e. Badîhewa min dihebînin, temiyêd meriva çawa qanûnêd min cimetê hîn dikin” (Met. 15:7-9). Gelo qe Yehowa wê ji wan kesek bijbarta seva rêberiyê cimeta wî bike?

19 Îsa ne ku tenê bi kirên xwe dida kifşê ku pey rêberiya Xebera Xwedê diçe, lê usa jî bi wê yekê çaxê cimet hîn dikir. Çaxê serwêrên rêlîgiya Îsa dicêribandin, ewî pê aqilê xwe caba wan nedida û ne jî dida kifşê wekî ew ji wana bilindtir e. Lê ewî timê ser hîmê Nivîsara xeber dida (Met. 22:33-40). Îsa çaxê meriv hîn dikirin, ewî wanra ne ku derheqa jîyîna xweye ser ezmana gilî dikir, yan jî ça bi saya wî dinê hate efirandinê, lê ewî “femê wan vekir, ku nivîsara fem bikin” (Lûqa 24:32, 45). Îsa Xebera Xwedê hiz dikir û şabûn distand çaxê merivên dinra gilî dikir.

20. a) Îsa ça rûmet dida Xwedê? b) Ça Îsa û Hêrodes Egrîpayê Yekê ji hev cude dibûn?

20 Rast e meriv ecêbmayî diman ser xeberdana Îsaye bi “merîfet”, lê ewî timê rûmet dida Dersdarê xwe, dêmek Yehowa (Lûqa 4:22). Carekê, çaxê merivekî dewletî nêzîkî Îsa bû û dixwest pesina bide wî û got “Dersdarê qenc”, Îsa bi milûktî caba wî da: “Tu çima minra dibêjî qenc? Qenc tenê Xwedê ye, pêştirî wî kesekî din tune” (Marq. 10:17, 18). Weke heyşt sal paşî mirina Îsa, Hêrodes Egrîpayê Yekê, bû padşê Cihûstanê. Ew gelek ji Îsa cude dibû. Carekê ser civînekê, ewî “kincê padşatiyê” li xwe kir û ber cimetê usa xeber da, wekî cimetê kire qarînî: “Eva dengê xwedêkî ye, ne yê meriya ye”. Eyan e, wekî Hêrodes dixwest ku meriv wî hurmet kin. Lê paşê çi qewimî? “Destxweda milyaketekî Xudan wî xist, bona ku wî şikirî neda Xwedê, kurmî bû mir” (Kar. Şand. 12:21-23). Eyan bû wekî Yehowa wî nebijart çawa serwêrê cimeta xwe. Lê Îsa îzbat kir wekî Xwedê wî bijart. Ewî timê rûmet dida Yehowa ku ew e Rêberê Lapî Mezin yê cimeta xwe.

21. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

21 Xwedê Îsa bijart ça rêber, ne tenê ser çend sala. Çaxê Îsa ji mirinê rabû, ewî gote şagirtên xwe: “Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê”. Paşê ewî zêde kir: “Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:18-20). Lê gelo Îsa ji ezmana ça dikaribû rêberî cimeta Xwedêye ser erdê bikira? Yehowa kê bijart wekî rêberiyê cimeta xwe bike bin serwêrtiya Îsada? Û çawa Mesîhiya dikaribûn nas kirana wan meriva, kîjana Yehowa bijart seva rêberiyê cimeta wî bikin? Gotara dinda emê caba wan pirsa şêwir kin.

^ abz. 12 Diqewime wekî ew nivîsara orîjînal bû, ku bi destê Mûsa hate nivîsarê.