Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Hevaltiya Tevî Merivên Bîlan Kar Minra Anî

Hevaltiya Tevî Merivên Bîlan Kar Minra Anî

TÊ BÎRA min gelek sal pêşda, şebeqekê, şeherê Brûkîngsê (Dakotaya Başûrê, Dewletên Amerîkaya Yekbûyî), hewa gelek sar bû. Ez tevî komeke biçûk goma sarda bûm û em diricifîn. Wêderê hewzekî mezin hebû bi ava sar tije! Pêşiya ku bêjim em çira wêderê bûn, ezê derheqa emirê xwe hinekî wera gilî kim.

MALBETA MIN

Apê min Alfrêd û bavê min

Ez 7 Adarê sala 1936-da hatime bûyînê. Em çar zar bûn û ez yê lapî biçûk bûm. Me aliyê rohlatê, Dakotaya Başûrêda fêrmekêda dijît. Rast e şixulê fêrmê bona malbeta me ferz bû, lê yeke ewê ciyê pêşin emirê meda nedigirt. Dê-bavê min hatibûn nixumandinê ça Şedên Yehowa sala 1934-da. Ewana emirê xwe tesmîlî Yehowa kirin û lema jî bona wan gelek ferz bû qirara wî bînin sêrî. Dakotaya Başûrêda, bavê min Klarêns û paşê jî apê min Alfrêd civata meye biçûkda qulixkarên civatê bûn, (niha tê navkirinê kordînatorê koma rûspiya).

Malbeta me timê diçû ser civatê û hin jî mal bi mal xizmet dikir. Me ji Kitêba Pîroz derheqa sozên baş bona axiriyê merivara gilî dikir. Mesela dê-bavê min û şîretkirina wan, em hêlan kirin hizkirina xwe hindava Yehowa qewî kin. Ez û xûşka min Dorotî, bûne mizgînvanên Padşatiyê, çaxê em şeş salî bûn. Sala 1943-da ser Mekteba Dannasînkirinê ez îda pê dersa derdiketim. Ew mekteb civatada hema vê salê saz bû.

Ça pêşeng xizmet dikim, sala 1952

Civatên mezin bona me gelek ferz bûn. Tê bîra min ça ser civata mezin sala 1949-da, birê Grant Sûtêr, yê ku gotarvanê teglîfkirî bû, gotar xwend bi navê: “Hûn Nikarin Bidine Ber Çevê Xwe, Em Çiqas Nêzîkî Xilaziya wê Dinyayê ne”. Ev gotar heta niha tê bîra min. Ewî got wekî emirê her Mesîhîda, şixulê belakirina mizgîniya Padşatiya Xwedê gerekê ciyê pêşin bigire. Paşî vê yekê, 12 Mijdarê sala 1949, şeherê Brûkîngsêda ez ser civata mezine yek rojî hatime nixumandinê. Lema jî ez goma sarda sekinî bûm, çawa ku min îda gilî kir. Ez û sê merivên din hewzê hesinda hatine nixumandinê.

Paşî nixumandinê min xwera nêt danî ku bibime pêşeng. Yekê Çile sala 1952-da, çaxê ez 15 salî bûm, ez bûme pêşeng. Kitêba Pîroz dibêje: “Hevalê serwaxta serwaxt dertê”, û malbeta minda gelek merivên serwaxt hebûn, yên ku piştgiriya xizmetiya min kirin (Metlk. 13:20). Gelek car ez tevî apê xwe Cûlîos, yê ku 60 salî bû, derdiketime xizmetiyê. Rast e ew gelek ji min mestir bû, lê yeke me xweş dihat tevayî xizmet kin. Ez gelek tişt ji wî hîn bûm. Zûtirekê xûşka min Dorotî jî bû pêşeng.

BERPIRSIYARÊN MIHALÊ ALÎKARÎ DANE MIN

Cahiltiya minda, dê-bavê min timê berpirsiyarên mihalê û jinên wan teglîfî mala me dikirin. Berpirsiyarekî mihalê bi navê Cêsî û jina wî Lîn Kantwêl, gelek alî min kirin. Wana bona min xem dikir û usa jî hêlanê didane min. Çaxê wana serlêdana civatên nêzîkî mala me dikirin, cara gazî min jî dikirin wekî tevî wan derêm xizmetiyê. Minra gelek hewas bû! Min dixwest mîna wan bi temamî şixulê Yehowava mijûl bim.

Berpirsiyarê meyî mihalê yê teze Bûd Mîllêr bû. Ez 18 salî bûm çaxê ewî tevî jina xwe Coan serlêdana civata me dikir. Wî çaxî gazî min kirin ku herim eskeriyê. Komîsya eskeriyê ya mihala min, dixwest wekî ez şixulekî usa bikim ku tevî polîtîkê girêdayî bû. Lê min zanibû hergê ez wî şixulî bikim, ezê temiya Îsa neynim sêrî. Lê min dixwest mizgîniya Padşatiyê bela kira (Yûhn. 15:19). Lema jî min safî kir herim komîsya eskeriyê seva wanra bêjim, ku ez xizmetkar im û lema naçim eskeriyê.

Ez gelek şa bûm çaxê Birê Mîllêr minra got, wekî ew jî tevî min wê bê komîsya eskeriyê. Min gelek mêrxasî stand, çimkî kêleka min birê bêtirs û ruhanî bû! Xilaziya havînê sala 1954, ez ji eskeriyê aza bûm, çimkî ez xizmetkar bûm. Ez îda hazir bûm bona Yehowa hê zêde bikim.

Teze hatime Beytelê, kêleka ereba fêrmê

Paşî vê yekê ez hatime teglîfkirinê, wekî Beytelêda xizmet kim. Ew Beytel di girava Stêytênêda bû (Niyû York). Paşê ev Beytel hate navkirinê Fêrma Birca Qerewiliyê. Min wêderê weke sê sala xizmet dikir. Ez tevî xûşk-birên bîlan dixebitîm û gelek tişt ji wan hîn bûm.

XIZMETKIRIN BEYTELÊDA

Ser stansya WBBR tevî Frans Bira

Di wê fêrma girava Stêytênêda, Radîo Stansiya WBBR hebû. Şedên Yehowa WBBR destpêkirin bidin xebatê ji sala 1924 heta sala 1957. Tenê 15-20 endemên Beytelê hatibûn kifşkirinê vê fêrmêda. Gelek ji me cahil û necêribandî bûn. Lê tevî me birakî emirda mezin bi navê Êldon Vûdvord dixebitî, yê ku bi ruhê pîroz kifşkirî bû. Ew bona me ça bav bû û gelek tiştên baş me hîn dikir. Car-cara çaxê orta me cahilada çetinayî pêşda dihatin, Birê Vûdvord mera digot: “Rast e Yehowa merivên neqedandî dide xebatê, lê yeke hemû şixul rind tê kirinê”.

Harî Pêtêrson mizgînvanê gelek xîret bû

Birê Frêdêrîk Frans jî alî me dikir. Ew yekî bîlan bû û Nivîsarên Pîroz rind zanibû. Usa jî ewî bona me her kesî xem dikir. Aspêja me Harî Pêtêrson bû. Bi rastî mera diha hêsa bû navê wî Pêtêrson hildin, ne ku paşnavê wîyî rast Papargîropoûlos ku gelek çetin bû. Ew jî bi ruhê pîroz kifşkirî bû û ewî hiz dikir xizmet ke. Birê Pêtêrson Beytelêda şixulê xwe gelek rind dikir, lê ew usa jî belakirina mizgîniyêda gelek xîret bû. Ew her meh sedî zêdetir jûrnal bela dikir. Û ewî usa jî Kitêba Pîroz gelek rind zanibû û caba gelek pirsên me dida.

EZ JI XÛŞKÊN BÎLAN HÎN BÛM

Nava salekêda, me fêrmêda bona Beytelê weke 45 000 kontêynêr êmîş û cûre-cûre pincar hazir dikir û derdanada dadida. Ez tevî Êtta Hût dixebitîm. Ew xûşkeke gelek bîlan bû. Êtta cabdar bû wekî me hîn ke çawa êmîş hazir kin û dadin. Çaxê xûşkên teze dihatin alî me bikin, Êttayê ewana hîn dikirin û şixul dida wan. Rast e Êttayê gelek rind şixulê xwe dikir, lê dîsa jî ewê timê qedirê birên serkar digirt û gura wan dikir. Ew bona me meseleke baş bû.

Tevî Ancêla û Êtta Hût

Ancêla Romano yek ji wan xûşkên cahil bû, kîjan ku dihatin fêrmê alî me bikin. Êttayê alî Ancêlayê kir wekî bê ser riya rastiyê. Meha Nîsanê sala 1958-da, min Ancêla stand. Em bi şabûnê tevayî îda 58 sala Yehowara xizmet dikin. Aminiya Ancêlayê hindava Yehowa zewaca me qewî kir. Ew bi rastî jî bîlan e û ez dikarim îtbariya xwe wê bînim, firqî tune çi çetinayên me hene.

XIZMETKIRIN ÇAWA MÎSYONÊR Û ŞIXULÊ BERPIRSIYARTIYÊ

Sala 1957-da xan-manên radîyoya WBBR hatibûn firotanê û ez derbazî Beytela Brûklînê bûm. Paşê nava wedekî kinda min Ancêla stand û ez ji Beytelê çûm. Me weke sê sala girava Stêytênêda xizmet dikir. Wedekî ez hela hê cem wan meriva jî xebitîm, yên ku radîyo stansiya me kirîn û nav kirin ça WPOW.

Ez û Ancêla pey hebûkê nediketin, çimkî me dixwest wedê me hebe xizmet kin wan ciya kîderê hewcetî hebe. Sala 1961-da, şeherê Fols di Nêbraskayêda, em kifş kirin ça pêşengên mexsûs. Lê çaxê em gihîştine cî, em ser mehekê hatine teglîfkirinê ser Mekteba Xizmetiyê di Niyû Yorkêda. Ew hînbûn gelek hewas bû. Em difikirîn ku emê paşî hînbûnê vegerine Nêbraskayê, lê em ecêbmayî man çaxê me kifşkirineke teze stand. Em Kambocayêda ça mîsyonêr hatine kifşkirinê! Di vî welatê bedewda me dît, bihîst û tem kir tiştên ku bona me nû bûn. Me bi dil û can dixwest merivara mizgîniya derheqa Padşatiyê bela kin.

Lê paşê, Kambocayêda derecên polîtîkêva girêdayî hatin guhastin û em mecbûr bûn derbazî Viyetnama Başûrê bin. Paşî du sala ez giran nexweş ketim û em vegeriyane Dewletên Yekbûyî. Minra wede lazim bû wekî qenc bim. Çaxê qewata min îda hebû, me dîsa destpêkir ça pêşeng xizmet kin.

Tevî Ancêla sala 1975-da, pêşiya qisekirina pê têlêvîsyonê

Sala 1965-da meha Adarê me destpêkir şixulê berpirsiyartiyê bikin û serlêdana cûre-cûre civata bikin. Min tevî Ancêlayê 33 sala şabûneke mezin stand ji xizmetiya xwe ça berpirsiyarê mihalê û berpirsiyarê nehiyê. Usa jî me alîkarî da seva civatên mezin bêne sazkirinê. Ewî şixulî minra şabûn dianî, çimkî civatên mezin bona min gelek ferz bûn. Nava gelek salada me serlêdana civatên Niyû Yorkê û dorberê wê dikir. Gelek civatên mezin derbaz dibûn ser stadîyona Yankî.

EM VEGERIYANE BEYTELÊ Û MEKTEBÊN TEŞKÎLETÊ

Min û Ancêlayê nava wan salada gelek kifşkirinên teze û çetin distandin. Sala 1995-da min destpêkir Mekteba Başkirina Xizmetiyê derbaz kim. Sê sal şûnda me teglîfî Beytelê kirin. Paşî 40 sala ez gelek şa bûm ku vegeriyame Beytelê. Ne pêşiyê min xizmetkirina xweye hertim hema Beytelêda destpêkir. Ez hine wede Îdara Xizmetiyêda bûm û paşê bûme dersdar cûre-cûre mektebada. Sala 2007-da Koma Rêberiyê, Beytelêda Îdara Mektebên Teşkîletê saz kir, kîjan ku rêberiyê hemû mekteba dike yên ku teşkîleta meda hene. Û nava çend sala ez serkarê vê îdarê bûm.

Nav wan salên paşwextiyêda, gelek guhastin hebûn bona mektebên Beytelê. Mekteba bona Rûspiyên Civatê sala 2008-da destpêbû. Û nava du salada 12 000 zêdetir rûspî hatin hînkirinê Beytela Patêrsonê û Brûklînêda. Ew mekteb niha ciyên mayînda jî derbaz dibe. Sala 2010-da navê Mekteba Başkirina Xizmetiyê hate guhastinê, bû Mekteba seva Birên Azep. Usa jî mekteba teze hatibû sazkirinê bi navê Mekteba seva Jin-Mêrên Mesîhî.

Sala 2015-da meha Îlonê, ew du mekteb bûne yek û hate navkirinê ça Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê. Niha cotên zewacêda, û usa jî xûşk û birên azep dikarin tevayî ewê mektebê derbaz bin. Gelek xûşk-bira şa bûn çaxê pêhesiyan ku ev mekteb wê usa jî welatê wanda derbaz be. Bi saya vê yekê, gelek xûşk û bira dikarin vê mektebêda hîn bin û ew rastî jî gelek baş e. Ez gelek razî me ku rastî merivên usa hatim, yên ku emirê xweda guhastin kirine, seva ku bêne teglîfkirinê ser vê mektebê.

Çaxê ez derheqa emirê xwe difikirim, ez ji Yehowa razî me seva wan merivên bîlan, yên ku rastî min hatin. Ewana alî min kirin wekî Yehowa hê rind nas kim û wîra xizmet kim. Hine ji wan meriva cahil bûn, yên din emirda mezin bûn. Eyd-qeydên wan jî, ji yê min cude dibûn. Lê ji rabûn-rûniştina wan eyan bû, wekî ewana qayîm Yehowa hiz dikin. Ez gelek razî me, wekî nav cimeta Yehowada gelek hevalên mine bîlan hene, ji kîjana ez dikarim hîn bim.

Ez gelek şa dibim çaxê rastî şagirtên ji cûre-cûre welata têm