Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Serhatiyên Kitêba Pîroz Dersê Xwera Hildin

Ji Serhatiyên Kitêba Pîroz Dersê Xwera Hildin

“Ev hemû tişt . . . bona me ku em axiriya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê” (1 KORN. 10:11).

KILAMÊN: 49, 127

1, 2. Çira emê serhatiyên çar padşên Cihûdayê şêwir kin?

HERGÊ te dît ku kesek rêkêra çû û şimitî ket, femdarî ye ku tuyê fesal bî çaxê vê rêra derbaz bî. Belê, çaxê em difikirin ser şaşiyên merivên mayîn, ew yek alî me dike wekî şaşiyên wan nekin. Û Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên wan meriva hene yên ku şaşî berdidan, û em ji wan şaşiya dikarin dersên qîmet xwera hîn bin.

2 Gotara pêşiya vêda, me xeber da derheqa çar padşên Cihûdayê, yên ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet dikirin. Lê ewan padşa şaşiyên mezin jî kirin. Gelo em çi dersê dikarin xwera hildin ji şaşiyên wan, û ça em dikarin xwe xwey kin wekî şaşiyên wî cûreyî nekin? Were bifikirin ser wan serhatiya, kîjan ku pêşda Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê seva mera bibine şîret. (Bixûne Romayî 15:4.)

ÎTBARIYA SER HIŞ-AQILÊ XWE ZIYANÊ TÎNE

3-5. a) Rast e dilê Asa bi temamî tevî Yehowa bû, lê ewî çi şaşî kir? b) Çira dibeke Asa îtbariya xwe meriva anî, çaxê Baaşa miqabilî wî derket?

3 Were pêşiyê şêwir kin serhatiya Asa. Çaxê mîlyon eskerên Etiyûpî hatin ser Cihûdayê şer, Asa îtbariya xwe Yehowa anî û alîkarî ji wî xwest. Lê careke din, çaxê padşê Îsraêlê Baaşa miqabilî Asa derket, Asa hewara xwe Xwedê neanî. Asa dixwest Baaşa bide sekinandinê wekî şeherê Rama qewî neke, çimkî ew şeher nêzîkî sînorê padşatiya wî bû (2 Dîr. 16:1-3). Lema jî, Asa pê hiş-aqilê xwe safî kir, wekî ruşetê bide Ben-hadad padşê Sûryayê, seva ew miqabilî Baaşa şer ke. Gelo ew şixulê Asa pêşda çû? Kitêba Pîroz dibêje ku “dema Baaşa vê yekê bihîst, dev ji avakirina Ramayê berda û dev ji karê xwe berda” (2 Dîr. 16:5). Usa hate kifşê ku tê bêjî ev kirên Asa jêra hev hatin.

4 Lê gelo ev kirên Asa Yehowa xweş hat? Na. Xwedê pêxemberê xwe Hananî şande bal Asa seva wî şîret ke, çimkî ewî îtbariya xwe Yehowa neanî. (Bixûne 2 Dîrok 16:7-9.) Hananî gote Asa: “Wê ji niha pêva bi tera ceng [şer] bêne kirin”. Rast e Asa ji destê Baaşa xilaz bû, lê yeke paşê ew temamiya emirê xwe nav şerada bû.

5 Gotara pêşiya vêda, em pêhesiyan wekî Xwedê Asa qebûl dikir, çimkî didît ku dilê Asa bi temamî tevî wî ye (1 Padş. 15:14). Xwedê wî hesab dikir ça merivekî amin. Lê bona kirên xweyî bêaqilayî, ewî çi çand gerekê ew jî biçiniya. Gelo çira Asa îtbariya xwe meriva anî, dêmek Ben-hadad û xwe, dewsa ku îtbariya xwe Yehowa bîne? Diqewime wekî Asa difikirî ku ew şerda cêribandî ye û dikare şer usa bive ku serkeve. Yan jî diqewime ewî guh da şîretên nebaş.

6. Ji şaşiya Asa em çi dersê xwera hîn dibin? Meselê bînin.

6 Şaşiyên Asa dikarin mera bibin şîret, wekî hemû derecada xwe bispêrin Yehowa. Em gerekê ne ku tenê çetinayên mezinda xwe bispêrine wî, lê tiştên biçûkda jî. Gelo em pê hiş-aqilê xwe çetinaya safî dikin? Yan em alîkariya Yehowa digerin û prînsîpên wî ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, hildidin hesab? Mesele, hergê neferên mala te rê te digirin wekî neçî civatê yan jî civatên mezin, tuyê çi bikî? Gelo tuyê alîkariyê ji Yehowa bixwazî wekî bizanibî çi bikî vê derecêda? Yan jî dibeke te xebata xwe unda kir û ancax te xebateke teze dît, gelo tuyê mezinê xebatêra bêjî ku her heftî gerekê herî civatê? Çi çetinayên me jî hebin, em gerekê wan giliyên zebûrbêj bîra xweda xwey kin: “Riya xwe ji wîra bihêle xwe bispêre Xudan, ewê bîne cih hemû pêwistiyan” (Zeb. 37:5, ÎM).

HEVALTIYA XIRAB ÇI AXIRIYÊ DIKARE BÎNE?

7, 8. Yehoşefat çi şaşiya kir, û çi bû axiriya şaşiyên wî? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Niha were şêwir kin derheqa Yehoşefatê kurê Asa. Gelek xeyset-hunurên wîyî baş hebûn. Ewî gelek kirên baş kir, çimkî xwe disparte Xwedê. Lê yeke ewî jî safîkirinên neaqilayî kir. Mesele, ewî qîza Ahabê zulm, kurê xwera jintî xwest. Xêncî vê yekê, ew û Ahab mil dane hev, seva tevî Sûriya şer bikin. Lê Mîxa pêxember pêşda ew şîret kir wekî neçe şer, yeke Yehoşefat çû û ancax ji mirinê xilaz bû. Paşî vê qewimandinê ew vegeriya Orşelîmê (2 Dîr. 18:1-32). Gava Yehû pêxember wî dît, ew pirseke usa da wî: “Gelo lazim e alîkariyê bidî yên xirab, û wana hiz bikî yên ku Yehowa nefret dikin?, DT”. (Bixûne 2 Dîrok 19:1-3.)

8 Yazix, lê Yehoşefat ji şaşiya xwe hîn nebû. Rast e ewî dîsa jî Xwedê hiz dikir, lê tê kifşê ku ewî şîreta Yehû pêxember pişt guhê xweva avît. Yehoşefat neaqilayî kir ku tevî Ahazya kurê Ahab peyman girêda. Ewî û Ahazyayê zulm, yê ku dijminê Xwedê bû, sozê xwe kirine yek wekî tevî hev şixul bikin. Wana tevayî gemî ava kirin, lê ew gemî hûrdexweşî bûn û nêta wan nehate sêrî (2 Dîr. 20:35-37).

9. Hevaltiya xirab ça dikare ser emirê me hukum ke?

9 Serhatiya Yehoşefat derseke baş e bona me. Yehoşefat padşakî baş bû. Ewî tiştên rast dikir û bi temamiya dilê xwe Yehowa digeriya (2 Dîr. 22:9). Lê şaşiya wî ew bû ku tevî wan meriva şixul dikir, yên ku Yehowa hiz nedikirin. Seva wan şaşiya ewî berên xirab çinî. Kitêba Pîroz dibêje: “Hevalê serwaxt serwaxt dertê, hevalê axmaxa xirab dertê” (Metlk. 13:20). Hevaltiya tevî Ahab giran ser Yehoşefat rûnişt, hinek mabû ewî emirê xwe unda kira. Îro em alî meriva dikin wekî derheqa Yehowa pêbihesin. Lê hergê em tevî merivên nebawer nêzîk hevaltiyê bikin, em dikarin ziyanê bistînin.

10. a) Derheqa pirsa zewacê, em ji Yehoşefat çi dersê dikarin hîn bin? b) Em çida gerekê dudilî nebin?

10 Çi dersê em xwera hîn dibin ji serhatiya Yehoşefat? Diqewime dilê me bikeve merivekî ku Yehowa hiz nake, çimkî dibeke difikirin wekî emê civatêda merivekî dilê xwera nevînin seva bistînin. Yan jî dibeke merivên meyî nêzîk zorê me dikin wekî hê ne dereng e bizewicin yan jî mêr kin. Dibeke hûn jî difikirin mîna wê xûşkê, ya ku got: “Em hewcê hizkirinê ne û dixwazin wekî kêleka me kesekî hebe”. Lê gelo em çi gerekê bikin hergê nikarin xwera civatêda kesekî bivînin? Bifikirin ku çi serê Yehoşefat qewimî. Ewî timê rêberiya Xwedê digeriya (2 Dîr. 18:4-6). Lê em zanin wekî çi tiştên nebaş qewimîn çaxê ew bû hevalê Ahab, yê ku Yehowa hiz nedikir. Yehoşefat gerekê bîr nekira ku çevê Yehowa wan meriva digerin, yên ku bi temamiya dilê xwe tevî wî ne. Îro jî çevê Xwedê ser temamiya erdê ye, û ew timê hazir e wekî qewata xwe bona kara me bide xebatê (2 Dîr. 16:9). Yehowa halê me fem dike, me hiz dike û dixwaze alî me bike. Lê tu bawer dikî ku Xwedê wê alî te bike, wekî merivekî dilê xwera bivînî? Tu car dudilî nebe, wekî ew wê xwestina dilê te bîne sêrî.

Fesal bin wekî tevî nebawera nekevine bin nîrekî (Binihêre abzasa 10)

NEHÊLIN WEKÎ DILÊ WE QURE BE

11, 12. a) Hizqiya çi kir ku eyan bû dilê wîda çi ye? b) Çira Yehowa baxşande Hizqiya?

11 Ji serhatiya Hizqiya em hîn dibin, wekî çiqas ferz e miqatî dilê xwe bin. Carekê Yehowa Hizqiya cêriband, wekî eyan ke dilê wîda çi ye. (Bixûne 2 Dîrok 32:31.) Çaxê Hizqiya giran nexweş ket, Xwedê bi keremet nîşanek da wî ku ew wê qenc be. Nîşan ew bû ku Xwedê usa kir wekî sî paşda çû. Diqewime ku serokên Babîlonê dixwestin bona vê keremetê hê zêde pêbihesin û lema merivên xwe şandine bal Hizqiya (2 Padş. 20:8-13; 2 Dîr. 32:24). Kitêba Pîroz dibêje wekî vê derecêda Yehowa wî hîşt, seva ku bivîne hela Hizqiya wê çi bike. Hizqiya hemû xiznên mala xwe nîşanî wan merivên ji Babîlonê kir. Belê, ew kirê wîyî neaqilayî eyan kir ku dilê wîda çi bû.

12 Kitêba Pîrozda nayê gotinê çira Hizqiya bû yekî qure. Dibek ew qure bû çimkî şerda Aşûra alt kir, yan jî çimkî Xwedê wî bi keremet qenc kir. Diqewime jî ew qure bû çimkî gelek dewletî û navdar bû. Firqî tune menî çi bû, lê ji bo qurebûnê Hizqiya qenciya ku wîra hate kirinê neşêkirand. Rastî jî sed heyf! Rast e ewî bi temamiya dilê xwe Xwedêra xizmet dikir, lê wedekî ewî dilê Yehowa êşand. Lê wede derbaz bû û Hizqiya xwe nimiz kir, û Xwedê baxşande wî û hêrsa xwe ser wî û cimeta wîda nerêt (2 Dîr. 32:25-27; Zeb. 138:6).

13, 14. a) Çiçax dibeke Yehowa me dihêle, seva eşkere be hela dilê meda çi ye? b) Em ça gerekê xwe bidine kifşê çaxê payê me didin?

13 Ji şaşiya Hizqiya em bona xwe çi hîn dibin? Bînin bîra xwe, çaxê Yehowa alî Hizqiya kir ku ewî Senherîb alt kir, û çaxê nexweşiya wîye giran qenc bû, paşî vê yekê ew qure bû. Hergê me şixulekî mezin kiriye, diqewime wî wedeyî Yehowa me dihêle, seva eşkere be hela dilê meda çi ye. Bidine ber çevê xwe, birak cefa dîtiye wekî xwe hazir ke bona gotarê. Ewî ev gotar ber gelek guhdara xwendiye û paşê xûşk-bira nêzîkî wî dibin û bona gotarê payê wî didin. Gelo ew wê ça xwe bide kifşê, wê qure be, yan na?

14 Çaxê payê me didin, wê baş be timê evan giliyên Îsa bînin bîra xwe: “Gava ew hemû tiştêd ku wera hatine emirkirinê bikin, bêjin: ‘Em xulamêd bêkêr in. Çi ku li me diket, me ew kir’” (Lûqa 17:10). Ji şaşiya Hizqiya em dîsa derseke baş hîn dibin. Çaxê ew bû yekî qure, ewî qenciyên Xwedê neşêkirand. Ew mera ders e wekî timê bifikirin ku Xwedê çi bona me dike. Ew yek wê alî me bike ku qure nebin, çimkî ew hunur ber çevê Yehowa reş e. Timê şikiriyê bidine Yehowa bona alîkariya wî, çimkî bêyî Kitêba Pîroz û ruhê wîyî pîroz meyê nikaribûya haqas tişt bikira.

FESAL BIN ÇAXÊ SAFÎKIRINA DIKIN

15, 16. Yoşiya çi şaşî kir ku emirê xwe unda kir?

15 Lê ji şaşiya Yoşiya Padşa em çi şîretê hîn dibin? Ewî ji bo şaşiya xwe emirê xwe unda kir. (Bixûne 2 Dîrok 35:20-22.) Neko Padşa Yoşiyara got wekî ew miqabilî wî dernakeve, lê Yoşiya bêy menî çû ser wî şer. Kitêba Pîroz dibêje wekî giliyên Neko ku ewî Yoşiyara got “ji devê Xwedê” bûn. Wekî usa ne, çira Yoşiya çû tevî wî şer bike? Kitêba Pîrozda nayê gotinê.

16 Lê Yoşiya çi gerekê bikira? Ew gerekê pêbihesiya hela giliyên Neko bi rastiyê ji Xwedê bûn yan na. Gelo çawa? Ewî dikaribû ji Yêremya bipirsiya, yê ku pêxemberê Yehowa bû (2 Dîr. 35:23, 25). Lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî ewî hema usa jî kir. Xêncî vê yekê, ew gerekê bifikiriya ku Neko himberî Orşelîmê nediçû, lê ew çû Karkemîşê wekî tevî miletekî din şer ke. Hin jî, Neko ne navê Xwedê bêhurmet kir û ne jî cimeta wî. Dêmek neaqilayî bû ku tevî Neko şer bike. Ji vê yekê em çi dersê xwera hîn dibin? Çaxê em rastî çetinaya tên yan jî safîkirina dikin, pêşiyê em gerekê bifikirin ku qirara Yehowa çi ye derheqa vê yekê.

17. Çaxê em rastî çetinaya tên, ça dikarin vê şaşiyê nekin kîjan Yoşiya kir?

17 Çaxê em gerekê tiştekî safî kin, lazim e bifikirin ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin û ça wan prînsîpa bi aqilayî bidine xebatê. Hine derecada dibeke me xwexa bona wê pirsê edebyetên meda lêkolîn kiriye, yan jî dibeke me şîret ji rûspiya xwestiye. Rûspî dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz nîşanî me kin, kîjan ku dereca meda wê alî me bikin. Dîna xwe bidin vê meselê: Xûşkek ku mêrê wê nebawer e, rojekê dixwaze here xizmetiyê (Kar. Şand. 4:20). Lê mêrê wê dixwaze wekî ew malda bimîne. Ew jina xwera dibêje wekî wana zûdava tevayî wede derbaz nekirine, lema dixwaze wekî vê rojê tevayî derbaz kin. Xûşk ser çend rêzên ji Kitêba Pîroz difikire, ku ew gerekê gura Xwedê bike û usa jî temiya Îsa bîne sêrî ku mizgîniyê bela ke (Met. 28:19, 20; Kar. Şand. 5:29). Ew usa jî zane, ku gerekê gura mêrê xweda be û berbihêr be (Efes. 5:22-24; Fîlî. 4:5). Pirs pêşda tê, lê mêrê wê dixwaze wekî ew qe neçe xizmetiyê, yan tenê vê rojê? Em gerekê serwaxt bin wekî safîkirinên usa bikin, ku Xwedê xweş bên û îsafa me jî temiz bimîne.

BI HEMÛYA DILÊ XWE AMIN BIMÎNIN Û ŞABÛNÊ BISTÎNIN

18. Em çi dikarin hîn bin ji serhatiyên her çar padşa ku vê gotarêda me şêwir kir?

18 Em gunekar in, lema cara dikare usa biqewime ku em jî şaşiyên usa bikin, kîjan ku wan her çar padşa kiribûn. Mesele em dikarin 1) bêhemdê xwe îtbariya xwe meriva bînin ne ku Xwedê, 2) hevalên nebaş bijbêrin, 3) qure bin, 4) û safîkirina bikin bêy rêberiya Xwedê. Yehowa gelek heyf e. Ew dilê meda jî tiştên baş divîne, çawa ku nava her çar padşada didît! Yehowa usa jî divîne ku em gelek wî hiz dikin û dixwazin bi temamî wîra xizmet kin. Lema jî ewî ew mesele dane nivîsarê, seva em hîn bin wekî şaşiyên mezin nekin. Were em ser wan serhatiyên ji Kitêba Pîroz bifikirin û razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê bona şîretên wî!