Here Naverokê

Here naverokê

Sondên Xwe Bîne Cih

Sondên Xwe Bîne Cih

“Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih” (MET. 5:33).

KILAM: 124, 51

1. a) Yeftah û Hanna çawa mîna hev bûn? (Li resmê ewilî binêre.) b) Di vê meqaleyê de emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

YEFTAHÊ hakim û jina Elkana Hanna di hin tiştan de mîna hev bûn. Her du jî mirovên baş bûn. Yeftah serokekî xurt û leşkerekî mêrxas bû. Hanna jî jineke guhdar û kevaniyeke baş bû. Wan her duyan jî ji Yehowa re xizmet dikir. Wekî din, ew di tiştekî din de jî mîna hev bûn: Wan her duyan jî li ber Xwedê sond xwaribû û sondên xwe bi dilsozî anîn cih. Kesên ku îro li ber Yehowa sondan dixwin dikarin wan ji xwe re bikin nimûne. Dîsa jî, çend pirs tên meydanê: Gelo sond çi ye? Sondên ku me li ber Xwedê xwarine çi qas muhîm in? Em dikarin ji Yeftah û Hannayê çi bielimin?

2, 3. a) “Sond” çi ye? b) Kitêba Pîroz der heqê sondên ku li ber Xwedê tên xwarin çi dibêje?

2 Di Kitêba Pîroz de, peyva “sond” tê maneya sozekî muhîm ê ku mirov dide Xwedê. Mesela, dibe ku mirov soz bide Xwedê ku ewê tiştekî bike, hediyeyekî bide, xizmeteke bîne cih an jî ji hin tiştan dûr bisekine. Sond her çi qas bi îradeya azad û dilxwazî tên xwarin jî, ew li ber çavê Xwedê pîroz û girêdar in. Mîna ku di peymanekê de, mirov ji Xwedê re soz dide ku ewê tiştekî bike an neke (1. Mû. 14:22, 23; Îbr. 6:16, 17). Kitêba Pîroz eyan dike ku sondeke li ber Xwedê tiştekî pir muhîm e.

3 Di Qanûna Mûsa de wisa dihat gotin: “Ger zilamek qewlê ji Xudan re bike, an jî . . . sondê bixwe; dê gotina xwe xera neke; divê li gor her tiştên ku ji devê wî ve derdikeve bike” (4. Mû. 30:2). Paşê, Silêman jî bi îlhama Xwedê wisa nivîsî: “Gava ku tu sondekî didî Xwedê, bi derengî nekeve. Çimkî bêaqil ne bi dilê wî ne. Ya ku te soz daye bike” (Waiz [Mamosteyê Şehrezayiyê] 5:4, Mizgînî). Îsa dîsa nîşan da ku pir muhîm e ku mirov sonda xwe bîne cih. Wî got: “Ji pêşiyan re hatiye gotin: ‘Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih’” (Met. 5:33).

4. a) Sondeke li ber Xwedê çi qas muhîm e? b) Emê der heqê Yeftah û Hannayê de çi bielimin?

4 Aşkera ye ku çaxa em ji bo tiştekî soz didin Xwedê, ev ne tiştekî biçûk e. Bicihanîna sondên me û dostiya me bi Yehowa re bi hev re girêdayî ne. Dawid wisa nivîsî: “Kî dikare derkeve çiyayê Xudan, û raweste li cihê wî yê pîroz? Ew zilamê ku . . . dilê wî neketiye pey derewkarî, û ne jî sond xwarî bi hîlekarî” (Zeb. 24:3, 4). Yeftah û Hannayê ji bo çi sond xwar? Gelo ji bo wan hêsan bû ku ew sondên xwe bînin cih?

WAN SONDÊN XWE BI DILSOZÎ ANÎN CIH

5. Yeftah ji bo çi sond xwar, û paşê çi bû?

5 Yeftah sozê xwe bi dilsozî anî cih. Di dema wî de, Ammoniyan pir tengasî dida xizmetkarên Xwedê (Ser. 10:7-9). Ji ber ku Yeftah ji dil xwest li hemberî wan muzafer be, wî li ber Xwedê wisa sond xwar: “Ger tuyê muheqeq lawên Ammon bidî destê min, dê wê gavê wusa bibe ku, dema ez bi selametiyê ji lawên Ammon ve vegerim, yê ku bona pêrgîniya min bikin, ji deriyên mala min ve derkeve, dê bibe yê Xudan.” Paşê çi bû? Ammonî mexlûb bûn, û çaxa Yeftah vegeriya mala xwe, kesê pêşîn ku hat ser riya wî, qîza wî bû. Êdî lazim bû ku qîza Yeftah bibe aîdî Yehowa! (Ser. 11:30-34). Maneya vê çi bû?

6. a) Gelo ji bo Yeftah û qîza wî hêsan bû ku Yeftah sonda xwe bîne cih? b) Em ji 5. Mûsa 23:21, 23 û Zebûr 15:4 der heqê sondên ku me li ber Xwedê xwarine de çi dielimin?

6 Ji bo ku ew sonda bavê xwe bîne cih, lazim bû ku qîza Yeftah her tim di perestgeha Yehowa de xizmet bike. Gelo Yeftah bê fikir sond xwar? Na! Bi îhtimaleke mezin, Yeftah zanibû ku kesê pêşîn ku wê bê ser riya wî belkî jî qîza wî be. Dîsa jî, ev ji bo her duyan tiştekî pir zor bû – fedakariyeke mezin. Gava Yeftah qîza xwe dît, wî “kincê xwe çirand” û jê re got: “Te pişta min xwar kir!” Qîza wî jî ji “bona qîzitiya xwe giriya”. Çima? Kurê Yeftah tune bû, û qîza wî wê êdî nikariba bizewice û zarok bîne. Ji ber vê yekê, hem navê Yeftah hem jî milkê wî wê winda bibûya. Lê belê Yeftah ji bo van tiştan zêde xem nekişand. Wî got: “Min ji Xudan re got, êdî ez nikarim vegerim.” Qîza wî jî wisa cewab da bavê xwe: “Çawa ji devê te derketibe, wusa bike” (Ser. 11:35-39). Belê, Yeftah û qîza wî mirovên dilsoz bûn. Ji bo wan çi qas giran be jî, wan nexwest sondeke ku li ber Xwedê hatibû xwarin xera bikin (5. Mûsa 23:21, 23; Zebûr 15:4 bixwîne).

7. a) Hannayê ji bo çi sond xwar û çima? Netîce çi bû? b) Maneya sonda Hannayê çi bû? (Li notê binêre.)

7 Hannayê jî bi dilsozî sonda ku wê li ber Yehowa xwaribû anî cih. Wexta ku wê soz da Xwedê, ew pir xemgîn bû, çimkî zarokê wê çênedibû û hewiya wê jî tim ew dibehicand (1. Sam. 1:4-7, 10, 16). Ji bo vê, Hannayê ji Xwedê re dua kir û wisa sond xwar: “Ya Xudanê artêşan! Ger bi rastî tu li zebûniya cariya xwe binêre û min di bîra xwe de bîne û ger tu cariya xwe ji bîr neke û lawekî bide cariya xwe, ez ê di tûmiya rojên jiyana xwe de wî bidim Xudan û dê guzan li serê wî ve nekeve” * (1. Sam. 1:11). Xwedê cewaba vê duayê da û kurek da Hannayê. Bîne ber çavê xwe ku ew çi qas kêfxweş bû! Lê Hannayê sozê ku wê li ber Xwedê dabû ji bîr nekir: Gava wê zarokê xwe anî dinyayê, wê got: “Min ew ji Yehowa xwestibû” (1. Sam. 1:20, WDN).

8. a) Gelo hêsan bû ku Hanna sonda xwe bîne cih? b) Gotinên Zebûr 61 çawa rewşa Hannayê tîne bîra te?

8 Gava Samûyêl hat bi şîr ve kirin, yanî gava ew teqrîben sê salî bû, Hannayê sonda xwe bê teredût anî cih. Wê Samûyêl bir konê îbadetê ba Elî Serokkahîn û jê re got: “Bona vî lawikî dua kirim û xwesteka ku ji Xudan ve xwestibûm da min; min jî wî bi diyarî da Xudan; di tûmiya rojên ku dê bijî de ji Xwedê re hatiye bi diyarî kirin” (1. Sam. 1:24-28). Ji wê demê ve, “Samûyêlê zarok li ber Xudan mezin bû” (1. Sam. 2:21). Gelo ev ji bo Hannayê tiştekî hêsan bû? Hannayê ji kurê xwe pir hez dikir, lê niha êdî îmkan tune bû ku ew wî her roj bibîne. Bîne ber çavê xwe ku wê çi qas bêriya wî dikir, çi qas dixwest wî paç bike, hembêz bike, pê re bilîze û pê re wext derbas bike. Mîna her dayikê, wê jî bêguman dixwest bibîne ku zarokê wê çawa mezin dibe. Dîsa jî, Hanna poşman nebû ku wê sonda xwe anî cih. Dilê wê di Yehowa de bi kêfxweşî dicoşî (1. Sam. 2:1, 2; Zebûr 61:1, 5, 8 bixwîne).

Gelo tu sondên ku te li ber Yehowa xwariye tînî cih?

9. Niha emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

9 Belê, me rind fehm kiriye ku sondên ku li ber Xwedê tên xwarin, çi qas muhîm in. Niha emê li ser van pirsan şêwir bikin: Şagirtên Îsa dikarin kîjan sondan bixwin? Gerek em çima sondên xwe mutleqe bînin cih?

SONDA XWEDAYÎNÊ

Sonda xwedayînê (Li paragrafa 10an binêre)

10. Sonda herî muhîm a ku şagirtekî Îsa dikare bide, çi ye? Maneya vê sondê çi ye?

10 Sonda herî muhîm a ku şagirtekî Îsa dikare bixwe, sonda xwedayînê ye. Çima? Gava şagirtekî Îsa di duayeke xwe de xwe dide Yehowa, ew soz dide ku çi dibe bila bibe, ewê heta bi hetayê ji Xwedê re xizmet bike. Wek Îsa gotibû, ew “xwe înkar” dike, yanî sond dixwe ku ewê êdî ne ji bo xwe, lê ji her tiştî zêdetir li gor daxwaza Xwedê bijî (Met. 16:24). Ji wê rojê ve, ew dibe aîdî Yehowa (Rom. 14:8). Lazim e ku her kesê ku sonda xwedayînê dixwe rind fehm bike ku ev tiştekî çi qas muhîm e. Zebûrbêj wisa gotibû: “Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir, ma ez çi bidim Xudan? Li pêşberî hemû gelê xwe, ji Xudan re, bicih bînim sozên xwe” (Zeb. 116:12, 14).

11. Di roja bin av bûna te de çi çêbû?

11 Eger te êdî xwe daye Yehowa û hatiye bin av kirin, ev tiştekî pir baş e! Roja bin av bûna xwe bîne ber çavê xwe: Li ber gelek şahidan, gotarbêj ji te pirsîbû ka te xwe da Yehowa û fehm kir ku “xwedayîn û bin av bûna te eyan dikin ku tu niha Şahîdekî Yehowa yî û êdî bi teşkîlata Yehowa, ya ku li bin rêberiya ruhê pîroz e, girêdayî yî”. Cewabên te nîşan dabû her kesî ku te xwe bi temamî daye Xwedê û tu êdî hazir î ku tu bibî xizmetkarekî tayînkirî yê Yehowa. Wê rojê Yehowa bêguman pir dilşad bû!

12. a) Gerek em ji xwe kîjan pirsan bipirsin? b) Li gor gotinên Petrûs, gerek em kîjan sifatan bi pêş bixin?

12 Dîsa jî, bin av bûn tenê destpêk e. Piştî bin av bûnê, gerek em her tim li gor sonda xwedayînê bijîn û bi dilsozî ji Xwedê re xizmet bikin. Ji xwe wisa bipirse: “Piştî bin av bûnê, gelo jiyana min a ruhî pêş ve çûye an na? Gelo ez her tim bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikim? (Kol. 3:23). Gelo ez heta ku ji destê min tê her daîm dua dikim, Kitêba Pîroz dixwînim, diçim civînan û di xizmetê de dixebitim? Gelo xîreta min hebekî winda bûye?” Petrûsê şandî got ku ji bo ku em di xizmeta xwe de xîretê winda nekin, gerek em baweriya xwe bi zanîn, sebir û teqwayê zêde bikin (2. Petrûs 1:5-8 bixwîne).

13. Lazim e ku şagirtekî Îsa yê ku xwe daye Xwedê û hatiye bin av kirin, çi fehm bike?

13 Em nikarin ji sonda xweye xwedayînê – yanî ji sozê ku me dabû Xwedê – vekişin. Eger kesek êdî naxwaze ji Yehowa re xizmet bike û li gor qanûnên wî bijî, ew nikare bibêje ku wî tu caran xwe bi rastî nedaye Xwedê, an jî ku bin av bûna xwe bi rastî betal e. * Bi eslê xwe, wî xwe bi temamî dabû Xwedê. Loma jî eger ew gunehên mezin bike, gerek ew hesab bide Yehowa û civatê (Rom. 14:12). Meyê nexwesta ku Îsa rojekê der heqê me de bibêje ku me dev ji hezkirina xwe ya pêşî berdaye. Meyê bixwesta ku Îsa wisa bibêje: “Ez bi kirinên te, bi hezkirina te, bi baweriya te, bi xizmet û bîhnfirehiya te dizanim û ez dizanim ku karên te yên paşî ji yên pêşî hê bêtir in” (Pey. 2:4, 19). Bila em her tim bi xîret li gor xwedayîna xwe bijîn û dilê Yehowa dilşad bikin!

SONDA ZEWACÊ

Sonda zewacê (Li paragrafa 14an binêre)

14. Sonda muhîm ya diduyan kîjan e? Çima?

14 Sonda muhîm ya diduyan, sonda zewacê ye. Çima? Çimkî zewac li ber çavê Xwedê pîroz e. Bûk û zava hem li ber Xwedê hem jî li ber şahidan sonda zewacê dixwin. Ew soz didin hev ku ewê her tim ji hevdu hez bikin, biparêzin û hurmet bidin hev “heta ku [ew] li gor qanûna Xwedê li ser erdê zewicî bimînin”. Dibe ku hinekan tam wisa negot, lê wan dîsa jî li ber Xwedê sond xwariye. Paşê, ew bûne jin û mêr, û armanc ev e ku zewaca wan heta mirinê berdewam bike (1. Mû. 2:24; 1. Kor. 7:39). Wek Îsa got, “yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin” – ne jin, ne mêr, ne jî kesekî din. Ji bo vê, lazim e ku kesên ku dizewicin zanibin ku eger tengasî derkevin, hevberdan ne çare ye (Mar. 10:9).

15. Zewac ji bo şagirtên Îsa çi qas muhîm e?

15 Zewaceke bêkêmasî helbet tune, çimkî hemû însan qisûrdar in. Loma Kitêba Pîroz dibêje ku di zewacê de “tengahiyên van wê hebin” (1. Kor. 7:28). Mixabin, di vê dinyayê de gelek kes li zewacê wek tiştekî muhîm nanêrin. Gava di nava wan de tengasî derdikevin, ew ji bo filitandina zewacê xîret nakin, lê hevdu zû berdidin. Lê belê şagirtên Îsa wisa nakin. Ew fehm dikin ku li ber Xwedê, kesekî ku sonda zewacê xera dike dibe wek derewçînekî. Ev tiştekî pir xerab e, çimkî Xwedê ji derewçînan nefret dike (3. Mû. 19:12; Mtl. 6:16-19). Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Ma tu bi jinekê ve girêdayî yî? Li jêvebûnê negere” (1. Kor. 7:27). Pawlos wisa got çimkî wî zanibû ku Yehowa jî ji hevberdana xayîn nefret dike (Malx. 2:13-16).

16. Kitêba Pîroz li ser hevberdan û cihêbûnê çi dibêje?

16 Îsa got ku li gor Nivîsarên Pîroz, eger yekî zine bike, pîreka wî an zilamê wê dikare an vî sûcî efû bike an jî zewacê biqedîne (Met. 19:9; Îbr. 13:4). Lê Kitêba Pîroz li ser cihêbûnê (yanî bê hevberdana resmî) çi dibêje? (1. Korîntî 7:10, 11 bixwîne). Kitêba Pîroz yek bi yek nabêje ku mirov ji bo çi dikare cihê bibe. Dîsa jî, eger siheta ruhî an jiyana yekî li bin talûkeyeke mezin e ji ber ku yê din lê dixe an serê xwe li ber rastiyê hildaye, hin şagirtên Îsa vê yekê wek sebebeke ji bo cihêbûnê dibînin. *

17. Jin û mêr çawa dikarin zewaca xwe daîm bikin?

17 Gava xwişk û bira ji bo problemên zewaca xwe alîkariya kalên civatê dixwazin, wê baş be ku kal ji wan re bibêjin ku ew vîdeoya Gelo Hezkirina Rast Çi ye? temaşe bikin û broşûra Malbata We Dikare Bextewar be bixwînin. Bi alîkariya qaîdeyên ku li wê derê tên nîşan dan, gelek kesan serî bi derdên zewacê re derxistiye. Malbatek wisa dibêje: “Hingî me dest bi xwendina vê broşûrê kir, bextewariya zewaca me hê mezintir bûye.” Jineke ku 22 salî zewicî ye dibêje ku hindik mabû ku wê û zilamê xwe wê hevdu berdana: “Em her du jî şagirtên Îsa ne, lê dilên me ji hev pir dûr bûn. Ev vîdeo di wexta rast de derket! Niha rewşa zewaca me hê baştir bûye.” Çi dibe bila bibe, qaîdeyên Yehowa di zewaca xwe de her tim bi kar bîne. Bi vî awayî, tuyê karibî sonda zewacê bînî cih – û bextewar bibî!

SONDA XIZMETA TAYBET A TAMROJÎ

18, 19. a) Gelek dê û bavan çi kiriye? b) Gerek ên ku di xizmeta taybet a tamrojî de ne çi bikin?

18 Wekî din, Yeftah û Hanna çawa mîna hev bûn? Bi saya sonda wan, hem qîza Yeftah hem jî kurê Hannayê dest bi xizmeteke taybet û pîroz kir. Jiyaneke wisa pir xweş e! Îro jî gelek dê û bav zarokên xwe teşwîq dikin ku ew dest bi xizmeta tamrojî bikin û di jiyana xwe de xizmeta Xwedê wek tiştê herî muhîm bibînin. Ev bi rastî tiştekî pir baş û hêjayî pesn û teqdîr e (Ser. 11:40; Zeb. 110:3).

Sonda xizmeta taybet a tamrojî (Li paragrafa 19an binêre)

19 Niha teqrîben 67.000 endamên Civaka Xizmeta Taybet a Tamrojî ya Şahidên Yehowa hene. Hinek li Beytelê xizmet dikin, di xebata avakirinê de an wek nazirên herêmî an wek mamosteyên kursan dixebitin. Hinek jî pêşengên taybet an mizgînvanên wezîfedar in an li Salonên Îbadetê an li avahiyên kursan dinêrin. Hemûyan jî “Sonda Guhdarîkirin û Xizaniyê” xwariye. Maneya vê sondê ev e ku ji bo bipêşxistina menfaetên Padîşahiyê çi lazim be jî, ew hazir in ku her xebatê bikin. Wekî din, gerek ew jiyaneke mutewazî bajon û bêîzin di îşekî din de nexebitin. Ew dizanin ku ne ew, lê wezîfeyên wan taybet in. Ew fehm dikin ku heta ku ew li wê xizmetê bimînin, pir muhîm e ku ew sonda xwe bi dilnizmî bînin cih.

20. Gerek em “her roj” çi bikin? Çima?

20 Te ji wan sê sondan kîjan li ber Xwedê xwariye? Bêguman, te fehm kiriye ku sondên te muhîm in (Mtl. 20:25). Eger em sozên ku me dane Yehowa xera bikin, dibe ku netîce giran bin (Waiz 5:6). Ji ber vê yekê, bila em heta bi hetayê bi dilşadî pesnê navê Yehowa bidin û ‘her roj sozên xwe bînin cih’ (Zeb. 61:8).

^ par. 7 Li gor sonda Hannayê, lazim bû ku kurê wê her tim wek Nezîrekî bimîne, yanî bi tevahî ji bo xizmeta Yehowa cihê bimîne (4. Mû. 6:2, 5, 8).

^ par. 13 Berî ku kesek tê bin av kirin, kalên civatê bala xwe didin ku ka ew hazir e an na. Ji ber vê yekê, betalbûna bin av bûnê tiştekî pir nadîr e.

^ par. 16 Wekî din, li kitêba “Xwe nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”, rûpelên 219 heta 221an binêre.