Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xweyê Sonda Xwe be

Xweyê Sonda Xwe be

“Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî” (MET. 5:33).

KILAMÊN: 124, 51

1. a) Yeftah û Hanna çida mîna hev bûn? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Emê vê gotarêda kîjan pirsa şêwir kin?

YEFTAHÊ hakim û Hanna jina Elkana, hine tiştada mîna hev bûn. Herdu jî merivne baş bûn. Yeftah serokê qewî û eskerê mêrxas bû. Hanna kulfeteke guhdar, milûk û kevanîke baş bû. Ewana herdu jî Xwedêkîra xizmet dikirin. Lê dîsa hebû tiştek, çida jî ewana mîna hev bûn. Wana herda jî ber Xwedê sond xwaribûn û bi aminî sonda xwe anîne sêrî. Rastî jî wana meseleke baş hîşt bona wan, yên ku safî dikin ber Yehowa sond bixwin. Lê derheqa vê yekê pirs pêşda tên: Gelo çi tê hesabê sond? Çiqas ferz e ku em ber Xwedê sond dixwin? Û çi dersê em ji Yeftah û Hannayê hîn dibin?

2, 3. a) Çi tê hesabê sond? b) Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa sondê ku ber Xwedê dixwin?

2 Xebera sond ku Kitêba Pîrozda tê xebitandinê, tê hesabê sozê ferz ku meriv dide Xwedê. Mesele, ev meriv soz dide Xwedê, wekî wê filan tiştî bike, qurbanê yan jî pêşkêşê bîne, cûrê xizmetkirinê destpêke, yan jî soz dide wekî hine tişta wê terk bide. Meriv bi rezedilî û bi xwestina xwe sondê dixwe. Lê yeke ew sond ber çevê Xwedê pîroz e û ça peyman e. Ew mîna ad-qirarê ye, dêmek meriv Xwedêra soz dide, wekî ew wê filan tiştî bike yan jî filan tiştî neke (Destp. 14:22, 23; Îbrn. 6:16, 17). Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî sonda ber Xwedê tiştekî gelek ferz e.

3 Qanûna Mûsada dihate gotinê: “Gava mêrek li ber Xudan ad-qirar bike yan sond bixwe . . . ew gere îdî xebera xwe neteribîne, lê her tişt çi ku ji devê wî derketîye, gerekê bîne sêrî” (Jimar 30:2). Paşê, Silêman jî bi rêberiya Xwedê ew gilî nivîsî: “Gava tu sondê ber Xwedê dixwî, paş nexe wekî evê sondê bînî sêrî, çimkî ew bêaqila hiz nake. Te çi sond xwariye, bîne sêrî” (Waîz 5:4, DT). Îsa jî îzbat kir ku gelek ferz e sonda xwe bînin sêrî. Ewî got: “Pêşiyara hatiye gotinê: ‘Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî’” (Met. 5:33).

4. a) Sonda ber Xwedê çiqas ferz e? b) Emê çi şêwir kin derheqa Yeftah û Hannayê?

4 Eşkere ye, ku çaxê em Xwedêra tiştekî soz didin, ew yek tiştekî biçûk nîne. Ew yek ku em ça sonda xwe tînin sêrî, hukum dike ser dostiya me tevî Yehowa. Dawid nivîsî: “Kî dikare hilkişe çiyayê Yehowa, kî dikare hilkişe ciyê wîyî pîroz? Yê . . . ku bi navê Min [Yehowa] derew sond nexwariye û sonda derew nedaye” (Zeb. 24:3, 4, DT). Were em şêwir kin ku Yeftah û Hannayê çi sond xwarin. Gelo wanra hêsa bû sonda xwe bînin sêrî?

EWANA XWEYÊ SONDÊ XWE BÛN

5. Yeftah çi sond xwar, û axiriya sondê wî çi bû?

5 Ammonya cimeta Xwedê dizêrandin û çaxê Yeftah çû ser wan şer, hingê ewî sond xwar ber Yehowa û sonda xwe anî sêrî (Hakim. 10:7-9). Yeftah gelek dixwest wî şerîda serketa, û lema ewî ber Xwedê aha sond xwar: “Heger tuyê . . . lawên Ammon, bidî destê min, dê wê gavê usa bibe ku, dema ez bi silametiyê ji lawên Ammonva vegerim, yê bona pêrgîniya min bikin, ji deriyên mala minva derkeve, wê bibe yê Xudan”. Paşê çi qewimî? Yeftah Ammonya alt kir, û çaxê ew vegeriya mala xwe, qîza wî derkete pêşiya wî. Dêmek, hema qîza wî, gerekê bibûya ya “Xudan” (Hakim. 11:30-34). Gelo bona qîza Yeftah ew çi dihate hesabê?

6. a) Çira nehêsa bû bona Yeftah û qîza wî, sonda xwe bînin sêrî? b) Ji rêzên Qanûna Ducarî 23:21, 23 û Zebûr 15:4, çi dilê we digire?

6 Qîza Yeftah seva sonda bavê xwe bîne sêrî, gerekê hertim pîrozgeha Yehowada xizmet kira. Lê gelo Yeftah bêhemdê xwe sond xwar? Na, çimkî ewî zanibû wekî diqewime ya pêşiyê qîza wî be ku ji mal derkeve û bê pêşiya wî. Yeke Yeftahra û qîza wîra gelek çetin bû, çimkî ew yek bona herda jî qurbaneke mezin bû. Gava ku Yeftah qîza xwe dît, “kincê xwe çirand” û got wekî dilê wî şkest. Qîza wî jî “qîztiya xwera” giriya. Gelo çira? Çimkî kurê Yeftah tune bû, lê qîza wî gerekê tu car mêr nekira û ne jî zar jêra bibûna. Lema jî navê Yeftah wê ji malbeta wî bihata hildanê û milkê wî jî negihîşta tu kesî. Lê Yeftah bona wan tişta gelek bînteng nebû. Bona wî ya lape ferz ew bû, ku sonda xwe ber Xwedê bîne sêrî. Ewî got: “Min ji Xudanra got, îdî ez nikarim vegerim”. Qîza wî gote bavê xwe: “Çawa ji devê te derketibe, usa bike” (Hakim. 11:35-39). Belê, Yeftah û qîza wî merivne amin bûn. Çiqas giran jî ser wan rûnişta, yeke qe hişê wanra jî derbaz nedibû, wekî sozê xwe ku wana Xwedêyê Herî Jorinra bida, neynin sêrî. (Bixûne Qanûna Ducarî 23:21, 23; Zebûr 15:4.)

7. a) Hannayê çi sond xwar û çira, û ew sond bona wê çi dihate hesabê? b) Sonda Hannayê bona Samûyêl çi dihate hesabê? (Binihêre spartin.)

7 Hannayê jî bi aminî sonda xwe ku ber Yehowa xwar, anî sêrî. Hanna bêzuret bû û ew yek bona wê derdekî giran bû, çimkî hela hê serda jî ew bêhurmet dikirin ku nikare zara bîne (1 Sam. 1:4-7, 10, 16). Hanna duada derdê xwe Xwedêra gilî kir, û ber wî sond xwar: “Ya Xudanê Artêşan! Heger bi rastî tu zebûniya [kula] cariya xwe binihêre û min di bîra xweda bîne û heger tu cariya xwe ji bîr neke û lawekî bide cariya xwe, ezê di temamiya rojên jîyana xweda wî bidim Xudan û wê gûzan serê wîva nekeve” * (1 Sam. 1:11). Xwedê caba dua-dirozgê wê da, û kur jêra bû. Bidine ber çevê xwe, dilê wê çiqas şa dibû! Lê Hannayê sonda xwe ku ber Xwedê dabû bîr nekir. Gava kur jêra bû, ewê got: “Wî ji Xudanva xwestim” (1 Sam. 1:20).

8. a) Çira Hannayêra ne hêsa bû sonda xwe bîne sêrî? b) Ça giliyên ji Zebûr 61, tînin bîra we nihêrandina Hannayê?

8 Gava Samûyêl bû weke sê salî û hate şîrevekirinê, Hannayê çi ku sond xwaribû ber Xwedê, hema ew yek jî kir. Qe hişê wêra jî derbaz nebû, wekî sonda xwe neyne sêrî. Ewê Samûyêl bire kon, cem Elî serekkahîn û jêra got: “Bona wî lawikî dua kirim û xwesteka ku ji Xudanva xwestibûm da min; min jî wî bi diyarî da Xudan; di temamiya rojên ku wê bijî wê ji Xwedêra hatiye bi diyarî kirin” (1 Sam. 1:24-28). Ji wî wedeyî, “Samûyêlê zarok li ber Xudan mezin bû” (1 Sam. 2:21). Lê bona Hannayê ew çi dihate hesabê? Hannayê kurê xwe qayîm hiz dikir û jêra hêsa nîbû ji wî biqete. Ewê îda nikaribû her roj kurê xwe bidîta û biçûktaya wîda pêra şabûya. Bidin ber çevê xwe, ku ewê ça dixwest kurê xwe qayîm hemêz kira û bida ber dilê xwe, tevî wî bilîsta, wî hîn kira û şîret kira. Her dayîkeke qenc zara xwera şa dibe, çaxê divîne ku zara wê ça mezin dibe. Lê bidine hesabê xwe wekî Hanna qe ji sonda xwe poşman nedibû, çimkî dilê wê Yehowara şa dibû (1 Sam. 2:1, 2; bixûne Zebûr 61:1, 5, 8.)

Sondên xwe ku te ber Yehowa daye, tu tînî sêrî?

9. Kîjan pirsa emê şêwir kin?

9 Belê, femdarî ye ku gelek ferz e sonda xwe ber Xwedê bînin sêrî. Lê niha were em şêwir kin wan pirsa: Em çawa Mesîhî çi sond, dêmek çi soz dikarin bidine Xwedê? Û çira em gerekê ese sondên xwe bînin sêrî?

SONDA TESMÎLBÛYÎNÊ

Sonda tesmîlbûyînê (Binihêre abzasa 10)

10. Kîjan sonda lape ferz Mesîhî dikare bide, û ew sond çi tê hesabê?

10 Sonda lape ferz ku Mesîhî dikare bide, ew heye sonda tesmîlbûyînê. Lê çira ev sond lape ferz e? Çimkî Mesîhî duayê xweda soz dide Yehowa wekî çi jî biqewime, yeke ew wê heta-hetayê Xwedêra xizmet bike. Çawa ku Îsa got, ew meriv “xwe înkar” dike, dêmek ew îda bona xwe najî, û sond dixwe ber Xwedê wekî emirê xweda qirara wî ser hemû tiştîra bigire (Met. 16:24). Ji wî wedeyî, ew Mesîhî dibe “para” Yehowa (Rom. 14:8). Her kesê ku sond dixwe wekî xwe tesmîlî Xwedê dike, gerekê sivik nenihêre ser vê yekê. Vê yekêda zebûrbêj meseleke gelek baş e. Ewî got: “Ez çi bidime Xudan, bona temamiya qenciya Wîye ser min? Ad-qirarêd min ber Xudan kirî, ezê li ber cimeta Wî bînim sêrî” (Zeb. 116:12, 14).

11. Te roja nixumandina xwe çi zelal da kifşê?

11 Hergê te îda emirê xwe tesmîlî Yehowa kiriye û hatî nixumandinê, ew yek gelek baş e. Bîne bîra xwe roja nixumandina xwe. Bira ber gelek şeda pirs da, hela te xwe tesmîlî Yehowa kiriye û tu fem dikî ku “tesmîlbûyîn û nixumandina te, didine kifşê ku tu îda Şedê Yehowa yî û têyî girêdanê tevî teşkîleta Yehowa, yê ku bi ruhê pîroz tê rêberîkirinê”. Cabên te ser wan pirsa, zelal îzbat kirin wekî te xwe bi temamî tesmîlî Xwedê kiriye û nîşan kiriye ku tu hazir î bêyî nixumandinê û bibî xizmetkarê Yehowa. Belê, vê rojê te gelek dilê Yehowa şa kir!

12. a) Em gerekê kîjan pirsa bidine xwe? b) Li gora giliyên Petrûs, em gerekê nav xweda kîjan hunura pêşda bînin?

12 Nixumandin destpêka emirê Mesîhî ye. Paşî nixumandinê, em dijîn li gora tesmîlbûyîna xwe, dêmek bi aminî Xwedêra xizmet dikin. Lê wê baş be cara em pirsên usa bidine xwe: “Gelo paşî nixumandinê ez ruhanîda pêşda çûme yan na? Gelo ez berdewam dikim bi dil û can Yehowara xizmet kim? (Kols. 3:23) Gelo ez timê dua dikim, Xebera Xwedê dixûnim, diçime civatê û xizmetiyê? Yan diqewime ez îda ça berê xîret nînim?” Petrûsê şandî şirovekir ku seva em xîreta xwe xizmetiyêda unda nekin, lazim e timê bawerî, zanebûn, sebir û aminiya xwe zêde kin. (Bixûne 2 Petrûs 1:5-8.)

13. Mesîhiyê ku xwe tesmîlî Xwedê kiriye û hatiye nixumandinê, gerekê çi fem bike?

13 Em nikarin sonda xweye tesmîlbûyînê, dêmek sozê xwe ku me dabû Xwedê, paşda hildin. Hergê kesek îda naxwaze Yehowara xizmet ke û pê qanûnên wî bijî, ew nikare bêje ku ewî tu car bi rastiyê xwe tesmîlî Xwedê nekiriye, yan jî wekî nixumandina wî nehatiye hesabê, dêmek betal bû. * Çimkî ewî merivî hemdê xwe û xwestina xwe, ber şeda eyan kir, ku ewî bi temamî xwe tesmîlî Xwedê kiriye. Û hergê ew meriv gunên mezin bike, ew ber Yehowa û ber civatê wê caba xwe bide (Rom. 14:12). Were aliyê xweda hemû tiştî bikin, seva Îsa mera nebêje ku me hizkirina xweye pêşiyê unda kiriye. Belê em dixwazin wekî Îsa evan giliya mera bêje: “Ez haş ji kirêd te, hizkirina te, baweriya te, xizmetkarî û sebira te heme. Ez zanim ku kirêd teye paşwextiyê ji yêd pêşiyê zêdetir in” (Eyan. 2:4, 19). Were em hertim bi xîret li gora tesmîlbûyîna xwe bijîn û dilê Yehowa şa kin.

SONDA ZEWACÊ

Sonda zewacê (Binihêre abzasa 14)

14. Kîjan sonda duda ya ferz meriv dikare bide, û çira ev sond jî gelek ferz e?

14 Sonda ferz ya duda, ew heye sonda zewacê. Gelo çira ew sond jî gelek ferz e? Çimkî ber çevê Xwedê zewac pîroz e. Bûk û zewa hin ber Xwedê û hin ber şeda sonda zewacê dixwin. Ewana soz didine hev wekî hevdu hiz bikin, xem bikin û qedirê hev bigirin. Ewana sond dixwin ku ewê yekê bikin “heta ku bijîn ser erdê, li gora qanûna Xwedê ku ewî bona zewacê danî”. Merivên din yên ku zewicî ne, dibeke hema ev gilî negotine, lê yeke wana jî ber Xwedê sond xwarine. Paşî vê sondê, ewana bûne mêr û jinê hev û zewaca wan heta-hetayê wana hevva girêdide (Destp. 2:24; 1 Korn. 7:39). Çawa Îsa got, “ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne”, ne mêr, ne jin, ne jî kesekî din. Bona vê yekê, ewên ku dizewicin gerekê qe ne jî bifikirin wekî hevqetandin çarekê dike (Marq. 10:9).

15. Çira Mesîhî gerekê mîna vê dinyayê sivik ser zewacê nenihêrin?

15 Zewaca bêkêmasî tune ye, çimkî ew ji herdu merivên gunekar saz dibe. Lema Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî mêr û jin zewacêda wê “rastî oxirmêd giran bên” (1 Korn. 7:28). Yazix, lê vê dinyayêda ser zewacê gelek sivik dinihêrin. Çaxê heleqetî orta mêr û jinda sar dibe, ewana tiştekî nakin seva zewacê xwey kin, û lema ji hev diqetin. Lê Mesîhî gerekê ser zewacê usa nenihêrin. Ewana fem dikin ku hergê ewana sonda zewacê neynin sêrî, ew ber çevê Xwedê weke derewiyê ye, lê Xwedê merivên derew nefret dike! (Qan. Kah. 19:12; Metlk. 6:16-19) Pawlosê şandî nivîsî: “Jinêva girêdayî yî? Neke ku jê biqetî” (1 Korn. 7:27). Pawlos ew yek got, çimkî zanibû wekî Yehowa usa jî nefret dike çaxê meriv hemdê xwe qelpiyê dike, seva jin yan mêrê xwe biqete (Malx. 2:13-16).

16. Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa hevqetandinê û başqejîtinê?

16 Îsa got wekî ser hîmê Nivîsara tenê menîk heye, kîjan ku îzinê dide meriv sonda zewacê biteribîne. Menî ew e, çaxê meriv qaviya jin yan mêrê xwe nabaxşîne (Met. 19:9; Îbrn. 13:4). Lê derheqa başqejîtinê jî Kitêba Pîroz zelal eyan dike. (Bixûne 1 Korintî 7:10, 11). Bi rastiyê Kitêba Pîrozda nayê gotinê çi menî hene wekî mêr û jin başqe bijîn. Yeke, hine Mesîhî çend dereca hesab dikin ça menî bona başqejîtinê. Mesele, hergê yek aliyê fîzîkîda qayîm ziyanê dide jin yan mêrê xwe, yan jî nahêle wekî ew Xwedêra xizmet ke. *

17. Jin û mêr ku Mesîhî ne, ça dikarin zewaca xwe qewî kin?

17 Cara xûşk-bira nêzîkî rûspiya dibin seva şîretê ji wan hildin, çimkî zewaca wanda çetinayî hene. Wê baş be hergê rûspî wana hêlan kin ku binihêrin fîlm bi navê “Gelo Hizkirina Rast Çi ye?”, û usa jî şêwir kin broşûra “Malbeta We Dikare Bextewar be”. Vê fîlmêda û broşûrêda, prînsîpên Xwedê eyan têne kifşê, kîjana ku alî geleka kirine zewaca xwe qewî kin. Mêr û jinekê gilî kirin: “Gava me destpêkir evê broşûrê lêkolîn bikin, hingêda em zewaca xweda usa bextewar in, ku tu car usa nîbûne”. Kulfetek jî kîjan îda 22 sal e mêrkirî ye, gilî kir wekî hinek mabû ew û mêrê xwe ji hev biqetiyana. Ewê got: “Em herdu jî nixumandî ne, lê aliyê êmosyalîda em ji hev gelek cude dibûn. Ev vîdêo-fîlm hema wededa derket! Niha em îda ça mêr û jin çiqas diçe hevra nêzîk dibin”. Hergê tu zewicî yî yan mêrkirî yî, zewaca xweda timê prînsîpên Yehowa bide xebatê. Ew yek wê alî te bike wekî bi şabûnê sonda xweye zewacê bînî sêrî!

SONDA QULIXKIRINA MEXSÛSE HERTIM

18, 19. a) Gelek dê-bav ku Mesîhî ne, çi hêlanê didine zarên xwe? b) Ewên ku xizmet dikin ça qulixkarên mexsûse hertim, çi sond dixwin?

18 We texmîn kir ku Yeftah û Hanna dîsa çida mîna hev bûn? Ew sonda wan mecal da qîza Yeftah û kurê Hannayê, wekî konda bi temamî tesmîlî xizmetiya mexsûs û pîroz bin. Ew tê hesabê wekî wana emirê xwe şabûnêda û bextewar derbaz kirin. Îro gelek dê-bav ku Mesîhî ne, hêlanê didine zarên xwe wekî destpêkin xizmetiya hertim û emirê xweda xizmetiya Xwedêra daynin ciyê ewlin. Zarên ku vê yekêda guh dane dê-bavên xwe û destpêkirine xizmetiya hertim, rastî jî hêjayî paya ne (Hakim. 11:40; Zeb. 110:3).

Sonda qulixkirina mexsûse hertim (Binihêre abzasa 19)

19 Niha bi ofîsyal weke 67 000 xizmetkar, endemên Ordêna Hemdinyayê ya Qulixkarên Mexsûse Hertim ya Şedên Yehowa ne. Hinek Beytelêda xizmet dikin, hinek avakirinêda alîkariyê didin yan jî ça berpirsiyar xizmet dikin, hinek jî dersdarên mektebên teşkîletê ne. Usa jî hene pêşengên mexsûs, mîsyonêr, û xizmetkarên ku miqatî Odên Civata yan jî wan avaya dibin kîderê ku mektebên me derbaz dibin. Ewana hemûşk jî “Sonda Guhdarîbûnê û Kesîbbûnê” xwarine. Ew sond tê hesabê wekî ewana bona pêşdaçûyîna şixulê Padşatiyê hazir in bikin her şixulî ku wanra bidin. Hin jî bi wê sondê wana da kifşê wekî qayîl in bi emirê nedewletî bijîn, û bêy îzin xwera başqe nexebitin. Ew xizmetkar mexsûs nînin, lê şixulên ku ewana dikin mexsûs in. Ewana fem dikin wekî heta ku ewana ça qulixkarên mexsûse hertim xizmet bikin, gelek ferz e xweyê sonda xwe bin.

20. Em gerekê her roj çi bikin û çira?

20 Ji wan sê sonda ku me şêwir kir, we kîjan soz daye Xwedê? Belê, em zanin wekî ser sondên xwe gerekê sivik nenihêrin (Metlk. 20:25). Hergê em ber Yehowa xweyê giliyên xwe û sondê xwe nîbin, ew yek dikare axiriya xirab mera bîne (Waîz 5:6). Lema jî were em heta-hetayê bi eşqî navê Yehowa bistirên û her roj sondên xwe bînin sêrî (Zeb. 61:8).

^ abz. 7 Sonda Hannayê dihate hesabê, wekî kurê wê gerekê temamiya emirê xwe Nezîr bûya. Ew dihate hesabê ku ew gerekê tesmîl bûya bona xizmetiya Yehowaye pîroz (Jimar 6:2, 5, 8).

^ abz. 13 Pêşiya ku kesek bê nixumandinê, rûspî dîna xwe didin, hela ew meriv rastî layîqî nixumandinê ye yan na. Lema jî hezara carekê usa diqewime, wekî nixumandina kesekî nehatiye hesabê, dêmek betal bû.

^ abz. 16 Usa jî binihêrin kitêba “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”, rûp. 219-221.