Here Naverokê

Here naverokê

Alî Xerîban Bike ku Ew “bi Şahî” ji Yehowa re Xizmetê Bikin

Alî Xerîban Bike ku Ew “bi Şahî” ji Yehowa re Xizmetê Bikin

“Xudan xerîban diparêze” (ZEB. 146:9).

KILAM: 17, 109

1, 2. a) Îro hin xwişk û birayên me li kîjan tengasiyan rast tên? b) Kîjan pirs derdikevin meydanê?

BIRAYEKÎ meyî bi navê Lije wilo dibêje: “Gava komkujiyê li Burundiyê dest pê kir, malbata me li civîneke mezin bû. Xelk vir de û wê de direviya û gule berdidan. Dê û bavê min û em 11 zarok tenê bi kincên xwe reviyan. Hin ferdên malbata min zêdetirî 1.600 km’yî rê çûn û gihîştin kampeke penaberan a li Malawiyê, lê belê yên din dûrî hev ketin.”

2 Li dinyayê, hijmara penaberên ku seba şer û zilmê ji warê xwe reviyane niha ji 65 milyonî zêdetir e. * Ev hejmar, di hemû tarîxê de hejmara herî bilind e! Di nava wan penaberan de, bi hezaran Şahidên Yehowa jî hene. Gelek ji wan hem meriv û hevalên xwe hem jî mal û milkê xwe winda kirine. Ji xeynî vê, ew li kîjan zorahiyan rast hatine? Her çi qas tengasiyên wan hene jî, em çawa dikarin alî van xwişk û birayan bikin ku ew “bi şahî” ji Yehowa re xizmetê bikin (Zeb. 100:2). Em çawa dikarin ji penaberên ku heta niha Yehowa nas nekiriye re behsa mizgînê bikin?

JIYANA PENABERAN

3. Îsa û gelek şagirtên wî çawa bûn penaber?

3 Piştî ku melekê Yehowa Ûsiv hişyar kir ku Hêrodês Padîşah dixwaze Îsa bikuje, Îsa û dê û bavê wî reviyan Misrê û bûn penaber. Ew heta mirina Hêrodês li wê derê man (Met. 2:13, 14, 19-21). Gelek sal piştre, şagirtên Îsa seba zilmê belav bûn û “çûn herêmên Cihûstan û Sameryayê” (Kar. 8:1). Îsa ji berê ve zanibû ku gelek şagirtên xwe wê mecbûr bimînin ku birevin. Wî wilo got: “Gava ku li bajarekî tengahiyê bidin we, hûn birevin bajarekî din” (Met. 10:23). Sebeb çi dibe bila bibe, revîna ji tengasiyê her dem zor e.

4, 5. Ji bo penaberan çi talûke heye a) gava ew direvin? b) gava ew di kampekê dijîn?

4 Ji bo penaberan, hem revîn hem jî jiyana li kampekê carinan pir bitalûke ye. Gad (birayê Lije yê biçûk) wilo dibêje: “Em bi heftiyan meşiyan. Li ser rê, me bi sedan cesed dîtin. Wê çaxê ez 12 salî bûm. Piyên min ew qas werimîn ku min ji malbata xwe re got ku ew min bihêlin û herin. Bavê min nexwest min ji leşkerên îsyankar re bihêle. Ji ber vê yekê, wî ez bar kirim. Roj bi roj, me dua dikir û bi Yehowa bawerî dianî. Carinan me tenê mangoyên ku li kêleka rê hebûn, dixwarin. Bi vî awayî, em filitîn” (Flp. 4:12, 13).

5 Piraniya merivên Lije bi salan di kampên penaberan ên Neteweyên Yekbûyî de diman. Lê belê li wê derê, emniyeta wan tune bû. Lije (niha nazirê herêmî ye) wilo dibêje: “Piraniya mirovan betal wetal bûn. Wan paşgotinî dikir, alkol vedixwar, dizî dikir, qumar dilîst û bêexlaqî dikir.” Ji bo ku xwişk û birayên me nekevin ber bayê wan, lazim bû ku ew bi temamî bi xebata civatê mijûl bibin (Îbr. 6:11, 12; 10:24, 25). Wan xwişk û birayan wexta xwe bi awayekî aqilane derbas dikir ji bo ku ew siheta xwe ya ruhî biparêzin. Gelekan jî wek pêşeng xizmet dikir. Wan her tim dianî bîra xwe ku wek sefera Îsraêliyan a li beriyê, jiyana wan a di kampê de jî wê rojekê xelas bibe (2. Kor. 4:18).

JI PENABERAN RE DILOVAN BE

6, 7. a) Bi saya hezkirina Yehowa, şagirtên Îsa ji bo xwişk û birayên muhtac çi dikin? b) Mîsalekê bîdin.

6 “Hezkirina Xwedê” zorê li me dide ku em ji xwişk û birayên xwe re dilovan bin, bi taybetî eger rewşa wan ne baş be (1. Yûhenna 3:17, 18 bixwîne). Mesela, gava şagirtên Îsa yên li Cihûstanê li ber xelayekê bûn, civat alî wan kir (Kar. 11:28, 29). Hem Pawlos hem Petrûs ji şagirtên Îsa re got ku gerek ew ji hev re mêvanhez bin (Rom. 12:13; 1. Ptr. 4:9). Madem ku lazim e ku şagirtên Îsa xwişk û birayên xwe mêvan bikin, çi qas zêdetir lazim e ku ew destek bidin xwişk û birayên ku ji bo baweriya xwe zilmê dibînin an ku ji bo sebebên din li bin talûkeya mirinê ne! (Methelokên Silêman 3:27 bixwîne). *

7 Çendek berê bi hezaran Şahidên Yehowa – jin, mêr û zarok – ji şer û zilma li rojhilata Ûkraynayê reviyane. Çi heyf e ku hinek jî hatin kuştin. Lê belê Şahidên Yehowa yên li bajarên din ên Ûkrayna û Rûsyayê piraniya wan mêvan kirine. Ji ber ku ew “ne ji dinyayê ne”, ew ji aliyê siyasî ve bêteref dimînin û mizgînê bi xîret belav dikin (Yûh. 15:19; Kar. 8:4).

ALÎ PENABERAN BIKE KU BAWERIYA WAN XURT BIBE

8, 9. a) Di welatekî nû de, penaber carinan li kîjan zorahiyan rast tên? b) Gerek em çima bi sebir alî wan bikin?

8 Hinek li hundirê welatê xwe direvin cihekî din, lê hinek jî mecbûr diçin xeribiyê. Dewlet her çi qas xwarin, stare û kincan dide wan jî, dibe ku xwarinên naskirî tune bin. Dibe ku penaberên ji welatekî germ tên welatekî sar û nizanin ku çi li xwe bikin. Eger ew ji gundekî tên, dibe ku ew nizanin cîhazên modern bi kar bînin.

9 Hin dewlet alî penaberan dikin ku ew hînî halê nû bibin. Lê dibe ku piştî çend mehan, gerek ew êdî debara xwe bi xwe bikin. Ji bo hin kesan, ev tiştekî pir zor e. Gerek ew zimanekî nû bielimin, hînî qanûn û edetên der heqê edeb, nîzam, bac, mesref, mekteb û terbiyeya zarokan de bin – gişt bi hev re! Gelo tuyê bi hurmet û sebir alî xwişk û birayên ku li van zorahiyan rast tên, bikî? (Flp. 2:3, 4).

10. Em çawa dikarin baweriya penaberên nû xurt bikin? (Li resmê ewilî binêre.)

10 Seba astengiyên ku ji aliyê rayedarên dewletê tên derxistin, ji bo xwişk û birayên me yên penaber carinan zor e ku ew di welatê nû de bigihîjin civatê. Hin meqamên resmî xwişk û birayên me tehdîd kirin ku eger ew îşekî ku îzin nade ku ew herin civînan qebûl nekin, desteka madî ya ku ew distînin wê bê qedandin an mureceata îlticayê wê bê red kirin. Mixabin hinekan ji tirsa xwe stûyê xwe li ber van tehdidan xwar kir. Ji ber vê yekê, çaxa xwişk û birayên penaber tên welatê me, pir muhîm e ku em wan zû bibînin. Lazim e ku ew bibînin ku em xema wan dixwin. Dilovanî û alîkariya tetbîqî dikare baweriya wan xurt bike (Mtl. 12:25; 17:17).

ALÎKARIYA TETBÎQÎ

11. a) Di serî de, ji penaberan re çi lazim e? b) Penaber çawa dikarin mineta xwe nîşan bidin?

11 Di serî de, dibe ku gerek em tiştên temelî bidin wan, mesela xwarin û kinc. * Qîmeta tiştên biçûk jî mezin e. Mesela, dibe ku birayek hewceyî kravatekê be. Eger penaber spasdar bin û daxwazkar nebin, mazûvan wê bextewariya dayînê bibîne. Helbet ji bo heysiyeta penaberan û ji bo dostiya wan bi xwişk û birayan re muhîm e ku ew bi zeman re debara xwe bi xwe bikin (2. Sel. 3:7-10). Dîsa jî, ji wan re alîkariya tetbîqî lazim e.

Em çawa dikarin alî xwişk û birayên penaber bikin? (Li paragrafên 11 heta 13an binêre)

12, 13. a) Em çawa dikarin alîkariya tetbîqî bidin penaberan? b) Mîsalekê bidin.

12 Ji bo ku em ji penaberan re alîkariya tetbîqî bikin, wext û eleqe ji pere muhîmtir e. Mesela, em dikarin rêyî wan bidin ku ew çawa karibin herin û werin û zadên baş û erzan li ku derê bikirin. An jî em dikarin alî wan bikin ku ew îşekî biçûk bibînin û pere qezenc bikin. A herî muhîm jî ev e ku em alî wan bikin ku ew hînî civata nû bibin. Eger îmkan hebe, em dikarin wan bibin civînan. Wekî din, em dikarin rêyî xwişk û birayên penaber bidin ku ew çawa dikarin mizgînê li herêma nû belav bikin û tevî wan herin xizmetê.

13 Çaxa çar ciwanên penaber hatin civatekê, kalên civatê ji wan re elimandin ku ew erebe bajon, kompîturê bi kar bînin, serlêdanan binivîsin û rind plan bikin ku ew ji Yehowa re xizmetê bikin (Gal. 6:10). Pir wext derbas nebû ku her çar bûne pêşeng. Bi saya vê rêberiyê û xîreta xwe, ew gihîştin armancên ruhî û ber bayê dinyaya Şeytan neketin.

14. a) Gerek penaber ji bo çi dîqat bikin? b) Mîsalekê bidin.

14 Wek hemû şagirtên Îsa, gerek penaber jî xwe ji dafika malperestiyê biparêzin ku dostiya wan bi Yehowa re xera nebe. * Gava Lije û malbata wî direviyan, bavê wan ji wan re derseke muhîm elimandibû: “Wî tiştên nelazim yek bi yek avêtin. Paşê, wî çenteyê vala nîşan da û bi rûyekî bişirî ji me re wilo got: ‘Hûn dibînin? Ev qas tişt bes e!’” (1. Tîmotêyos 6:8 bixwîne).

HEWCEDARIYA HERÎ MEZIN

15, 16. Em çawa dikarin alîkariya penaberan bikin: a) Ji aliyê ruhî ve? b) Ji aliyê dilînî ve?

15 Ji desteka madî ve zêdetir, penaber hewceyî alîkariya ruhî û dilînî ne (Met. 4:4). Mesela, kal dikarin weşanên bi zimanê wan sparîş bikin û bi xwişk û birayên ku zimanê wan dizanin re bikevin îrtibatê. Gelek penaber ji malbat, welat û civatên xwe dûr ketine. Loma ew hewceyî hezkirina Yehowa û dilovaniya xwişk û birayan in. Eger ew ji aliyê xwişk û birayan ve eleqe nebînin, dibe ku ew li bin bandora meriv û hemwelatiyên xwe yên nebawermend bimînin (1. Kor. 15:33). Gerek civat wan hembêz bike û wek Yehowa ‘xerîban biparêze’ (Zeb. 146:9).

16 Heta ku zaliman hikum dajot, Îsa û malbata wî nikaribûn vegerin welatê xwe. Îro jî gelek penaber nikarin vegerin welatê xwe, çimkî li wê derê hal xirab e. Lije wilo dibêje: “Gelek dê û bav yên ku dîtine ku merivên xwe çawa hatin tecawiz kirin û kuştin naxwazin zarokên xwe bibin wê derê.” Eger hûn dixwazin alî kesên ku tiştên wilo dîtine, bikin, gerek hûn “derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin” (1. Ptr. 3:8). Hin penaberên ku zilm didît xwe ji mirovan dûr digirin û şerm dikin ku behsa derdên xwe bikin, bi taybetî li ber zarokên xwe. Ji xwe wilo bipirse: “Eger ez di halê wan de bûma, minê bixwesta ku xelk ji min re çawa muemele bike?” (Met. 7:12).

BELAVKIRINA MIZGÎNÊ JI PENABERAN RE

17. Mizgîn çawa dilê penaberan rihet dike?

17 Şixulê belavkirina mizgînê li hin welatan qedexe ye, û gelek penaber ji welatên wilo tên. Bi saya Şahidên bixîret, niha bi hezaran penaber “peyva li ser Padîşahiyê” dibihîzin (Met. 13:19, 23). Gelek kesên “bargiran” niha li civînan ji aliyê ruhî ve dilrihet dibin û wilo dibêjin: “Bi rastî jî Xwedê di nav we de ye!” (Met. 11:28-30; 1. Kor. 14:25).

18, 19. Gava em bi penaberan re der heqê mizgînê de dipeyivin, gerek em çi bikin?

18 Gava em bi penaberan re der heqê mizgînê de dipeyivin, gerek em bidîqat û biaqil bin (Met. 10:16; Mtl. 22:3). Bi sebir guh bide wan, lê li ser siyasetê şêwir neke. Li gor telîmatên bûro û rayedarên herêmî hereket bike. Bi vî awayî, hem tu hem jî kesên din wê ji talûkeyan dûr bimînin. Der heqê bawerî û edetên penaberan de melûmat bistîne û hurmetkar be. Mesela, mirovên ji hin welatan bi hêrs dibin gava jin kincên vekirî li xwe dikin. Ji ber vê yekê, çaxa tu bi penaberan re der heqê mizgînê de dipeyivî, kincên munasîb li xwe bike.

19 Wek Sameriyê dilşewitî yê ku di mînaka Îsa de derbas bû, em jî dixwazin alî kesên mexdûr bikin – dînê wan çi dibe bila bibe (Lûqa 10:33-37). Alîkariya herî mezin ev e ku em mizgîna Kitêba Pîroz bidin wan. Kalekî ku alî gelek penaberan kiriye wilo dibêje: “Pir muhîm e ku em hema bibêjin ku em Şahidên Yehowa ne û mexseda meye sereke ev e ku em ji aliyê ruhî ve alîkariya wan bikin, ne ji aliyê madî ve. Eger em vê nebêjin, dibe ku hinek tenê ji bo menfaeta xwe guh bidin me.”

NETÎCEYÊN BAŞ

20, 21. a) Çaxa em ji penaberan re dilovaniyê dikin, feydeya vê çi ye? b) Di meqaleya din de, emê der heqê çi de şêwir bikin?

20 Çaxa em ji xerîban re dilovaniyê dikin, netîce pir baş dibin. Piştî mirina zilamê xwişka me Alganesh, ew û şeş zarokên xwe seba zilmê ji Erîtreyayê reviyan. Riya wan pir dirêj û zehmet bû. Heyşt roj paşê ew gihîştin Sûdanê. Alganesh wilo dibêje: “Xwişk û birayên li wê derê em wek merivên xwe qebûl kirin. Wan xwarin, kinc, stare û pereyê rê didan me. Îro kî xerîban li mala xwe mêvan dike tenê ji ber ku baweriya wan wek hev e? Tenê Şahidên Yehowa!” (Yûhenna 13:35 bixwîne).

21 Lê hewcedariyên zarokên penaber û koçberan çi ne? Di meqaleya din de, emê bibînin ku em çawa dikarin alî wan bikin ku ew jî bi şahî ji Yehowa re xizmetê bikin.

^ par. 2 Di vê meqaleyê de, peyva “penaber” ji bo kesên ku seba şer, zilm an felaketên tebîatê ji malên xwe direvin – hem ên ku diçin xeribiyê hem jî yên ku li hundirê welatê xwe diçin cihekî din – tê bi kar anîn. Li gor Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), îro li dinyayê “ji her 113 kesan yekî bi zorê ji warê xwe hatiye derxistin”.

^ par. 6 Li meqaleya “Bîr Nekin Xerîbara Qenciyê Bikin” li Birca Qerewiliyê ya Cotmeh 2016, rûpelên 8 heta 12an binêre.

^ par. 11 Çaxa penaberek tê, gerek kalên civatê telîmatên kitêba Organized to Do Jehovah’s Will, beşa 8an, paragrafa 30yî bînin cih. Bi navgîniya malpera jw.org, kal dikarin ji bûroya xwe re binivîsin ku ew bi civatên li welatên din îrtibat deynin. Heta ku cewab bê, ew dikarin der heqê civat û xizmeta penaberekî de pirsên munasîb bipirsin da ku ew fehm bikin ku siheta ruhî ya penaber çawa ye.

^ par. 14 Li meqaleyên “No One Can Serve Two Masters” (Tu Kes Nikare Xulamtiyê ji Du Axayan re Bike) û “Be of Good Courage—Jehovah Is Your Helper” (Bi Ewlehî Bêjin: Yehowa Alîkarê Min e) li The Watchtower a 15 Nîsan 2014, rûpelên 17 heta 26an binêre.