Here Naverokê

Here naverokê

Alîkariya Zarokên Koçberan Bike

Alîkariya Zarokên Koçberan Bike

“Ji bo min, ji vê yeka ku ez dibihîzim zarokên min di rastiyê de rêve diçin, şahiyeke mezintir tune” (3. YÛH. 4).

KILAM: 134, 133

1, 2. a) Zarokên koçberan bi kîjan zorahiyan rast tên? b) Di vê meqaleyê de, emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

JOSHUA wilo dibêje: “Dê û bavê min koçber bûn. Min jî ji biçûktiya xwe ve li malê û li civatê bi zimanê wan xeber dida. Lê çaxa min dest bi mektebê kir, ez êdî hînî zimanê vî welatî bûm. Çend sal pişt re, min êdî zimanê civatê fehm nedikir û ez ji urf û edetên dê û bavê xwe dûr ketim.” Zarokên gelek koçberan jî wilo ne.

2 Îro zêdetirî 240 milyon kes li derveyî welatê xwe dijîn. Eger tu koçber î û zarokên te hene, gelo tu çawa dikarî alî zarokên xwe bikî ku rewşa wane ruhî xurt be û ew “di rastiyê de” bimînin? (3. Yûh. 4). Kesên din çawa dikarin alîkariya wan bikin?

DÊ Û BAVNO, JI ZAROKÊN XWE RE BIBIN NIMÛNE

3, 4. a) Dê û bav çawa dikarin ji zarokên xwe re bibin nimûne? b) Gerek dê û bav ji zarokên xwe daxwaziya çi nekin?

3 Dê û bavno, ji bo ku zarokên we li ser riya jiyana bêdawî pêş ve herin, gerek hûn ji wan re bibin nimûne. Çaxa zarokên we dibînin ku hûn “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê” digerin, ewê bielimin ku gerek ew ji bo hewcedariyên xwe yên rojane bi Yehowa bawer bin (Met. 6:33, 34). Ji ber vê yekê, bila jiyana we mutewazî be. Eger ji bo tiştekî fedakarî lazim be, tiştên madî feda bikin, ne tiştên ruhî. Nekevin bin deynan. Wilo bijîn ku “li ezmên xezîna” we hebin – yanî bila Yehowa ji we razî be. Li “pesnê mirovan” û li dewlemendiyê negerin (Marqos 10:21, 22 bixwîne; Yûh. 12:43).

4 Ew qas mijûl nebin ku ji bo zarokên we wext nemîne. Ji zarokên xwe re bibêjin ku hûn ji wan razî dibin eger ew ne li pey şohret û dewlemendiyê bikevin, lê ji her tiştî zêdetir li gor daxwaza Yehowa bijîn. Di vê dinyayê de gelek kes difikirin ku gerek zarok her tiştî bikin ku dê û bavê xwe rihet û bêxem bijîn, lê ev fikir ne li gor Kitêba Pîroz e. Ji bîr nekin, “divê ne zarok ji dê û bavê xwe re, lê belê dê û bav ji zarokan re mal bidin hev” (2. Kor. 12:14).

DÊ Û BAVNO, BILA ZIMAN JI WE RE NEBE ASTENG

5. Çima lazim e ku dê û bav bi zarokên xwe re tim û tim der heqê Yehowa de bipeyivin?

5 Wek ji berê ve hatibû gotin, mirovên ji hemû miletan yên ku bi cure cure zimanan xeber didin, tên teşkîlata Yehowa (Zek. 8:23). Lê belê seba astenga ziman, dibe ku ji bo we zor be ku hûn rastiyê ji zarokên xwe re bieliminîn. Zarokên we, şagirtên we yên herî muhîm in. Eger ew Yehowa “nas bikin”, ewê karibin jiyana bêdawî bistînin (Yûh. 17:3). Ji bo ku zarokên we gotinên Yehowa bielimin, gerek hûn her tim bi wan re bipeyivin (5. Mûsa 6:6, 7 bixwîne).

6. Çima bifeyde ye ku zarokên we zimanê we bielimin? (Li resmê ewilî binêre.)

6 Bi îhtimaleke mezin, zarokên we wê zimanê welatê nû jixwe li mektebê û ji mirovên li derdora xwe bielimin. Lê ji bo ku ew zimanê we bielimin, lazim e ku hûn tim û tim bi zimanê xwe bi wan re bipeyivin. Eger zarok zimanê we bizanin, ewê karibin dilê xwe ji we re vekin. Wekî din, zanîna du zimanan ji aliyê sosyal û îdraqê jî bifeyde ye. Bi ser de, dibe ku zimanekî din alî wan bike ku ew xizmeta xwe berfirehtir bikin. Keça koçberan Carolina wilo dibêje: “Di civata zimanê ecnebî de, pir kêfa min tê. Ez dilşad im ku ez dikarim alîkariya vî warê hewcedariyê bikim.”

7. Hûn dikarin çi bikin eger di malbata we de astengeke ziman heye?

7 Zarokên koçberan her ku hînî kultur û zimanê nû dibin, dibe ku ew êdî naxwazin û nikarin bi zimanê dê û bavê xwe bipeyivin. Dê û bavno, eger zarokên we wilo ne, ma hûn naxwazin zimanê nû qet nebe hebekî bielimin? Eger hûn xeberdan, muzîk, fîlm û dersên wan fehm bikin û karibin bi mamosteyên wan re rasterast bipeyivin, ev yek wê alî we bike ku hûn zarokên xwe di rastiyê de mezin bikin. Helbet ji bo elimîna zimanekî nû wext, xîret û nefsbiçûkî lazim e. Hela bifikirin: Eger zarokê we ker û lal bibûya, ma weyê ji bo elimîna zimanê îşaretan xîret nekira? Wekî vê, eger zarokê we zimanekî din rindtir fehm dike, ma ne lazim e ku hûn ji bo elimîna vî zimanî xîret bikin? *

8. Eger hûn zimanê zarokên xwe rind fehm nakin, hûn dîsa jî çawa dikarin alî wan bikin?

8 Hin dê û bav nikarin bi qasî zarokên xwe zimanê nû bi herikî bipeyivin. Ji ber vê yekê, dibe ku ew nikarin “Nivîsarên Pîroz” bi zimanê nû ji zarokên xwe re bi zelalî bielimînin (2. Tîm. 3:15). Eger halê we wilo be jî, hûn dîsa jî dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew Yehowa nas bikin û jê hez bikin. Kalekî bi navê Shan wilo dibêje: “Diya me zimanê ku me rind fehm dikir pir nizanibû, û min û xwişka min jî zimanê wê pir nizanibû. Lê çaxa me didît ku diya me çawa Kitêba Pîroz dixwîne, dua dike û xîret dike ku îbadeta malbatê her heftî bê kirin, me fehm kir ku pir muhîm e ku em Yehowa nas bikin.”

9. Ji bo hin zarokan çima lazim e ku ew Kitêba Pîroz bi du zimanan bielimin?

9 Dibe ku ji bo hin zarokan lazim be ku ew bi du zimanan der heqê Yehowa de bielimin – hem zimanê mektebê hem jî zimanê malê. Ji bo vê, hin dê û bav weşanên çapkirî, qeydên deng û vîdeoyên bi du zimanan bi kar tînin. Belê, lazim e ku koçber zêdetir wext xerc bikin û xîret bikin ji bo ku zarokên wan dostiya xwe bi Yehowa re xurt bikin.

CIVATA BI KÎJAN ZIMANÎ JI BO WE BAŞTIR E?

10. a) Hilbijartina zimanê civatê, qerarê kê ye? b) Ew çawa dikare qerarekî baş bide?

10 Gava “xerîb” ji civatên ku bi zimanê wan dipeyivin dûr dikevin, gerek ew herin civateke bi zimanekî din (Zeb. 146:9). Eger nêzikî wan civateke bi zimanê wan hebe, pirseke wilo derdikeve: Civata bi kîjan zimanî ji bo malbata me baştir e? Berî ku serê malê qerar bide, gerek ew rind bifikire, dua bike û fikrên pîrek û zarokên xwe bistîne (1. Kor. 11:3). Gerek serê malê kîjan tiştan bide hesabê? Kitêba Pîroz çi dibêje? Bila em li ser çend nuqteyan bifikirin.

11, 12. a) Ji bo ku zarok ji civînan feyde bibîne, ziman çima muhîm e? b) Hin zarok çima naxwazin zimanê dê û bavê xwe bielimin?

11 Gerek dê û bav rind fehm bikin ku hewcedariyên zarokên wan çi ne. Ji bo ku rastî bikeve dilê zarokan, ne bes e ku zarok her heftî çend saetan herin civînan. Dîsa jî, eger zarok herin civînên bi zimanê ku ew rind fehm dikin, ewê bêguman gelek tişt bielimin. Lê eger ew ziman bi temamî fehm nakin, dibe ku ew nikarin ew qas feyde bistînin (1. Korîntî 14:9, 11 bixwîne). Ji bo hin zarokan, zimanê dayikê ji zimanê hiş û dilê wan cuda ye. Hin zarok her çi qas bi zimanê dê û bavê xwe cewab didin, pêşaniyan dikin û gotaran dikin jî, ew ji dilê xwe napeyivin.

12 Wekî din, dilê zarokan tenê ji ziman tesîr nagire. Xwişka Joshua Esther wilo dibêje: “Ji bo zarokên biçûk, ziman, kultur û baweriya dê û bavê xwe gişt yek e.” Eger zarok ji kultura dê û bavê xwe hez nakin, dibe ku ew naxwazin zimanê wan – û baweriya wan – bielimin. Gelo dê û bavên koçber çi dikarin bikin?

13, 14. a) Malbateke koçber çima çûn civateke bi zimanê herêmî? b) Baweriya wan çawa xurt ma?

13 Ji bo şagirtên Îsa, siheta ruhî ya zarokên xwe ji tercîhên xwe muhîmtir e (1. Kor. 10:24). Bavê Joshua û Esther Samuel wilo dibêje: “Min û pîreka xwe bala xwe dida hela kîjan ziman ji bo siheta ruhî ya zarokên me baştir be, û me dua kir ku Xwedê hîkmet bide me. Di netîceyê de me fehm kir ku gerek em tiştekî zortir bikin: Gava me dît ku zarokên me ji civatên bi zimanê me pir feyde nedistand, me qerar da ku em herin civata bi zimanê herêmî. Em bi hev re diçûn xizmet û civînan. Ji xeynî vê, me hevalên xwe dawet dikir ji bo xwarin û gerê. Tiştên wilo alî zarokên me dikir ku ew xwişk û birayan nas bikin û Yehowa ne tenê wek Xwedê, lê wek Bav û Dost jî qebûl bikin. Me fehm kir ku ev ji elimîna zimanê me muhîmtir e.”

14 Samuel wilo dibêje: “Ji bo ku baweriya me xurt bimîne, ez û pîreka xwe dîsa diçûn civînên bi zimanê xwe. Belê, jiyana me pir mijûl bû, û em diwestiyan. Lê em ji Yehowa re şikur dikin ku wî xîret û fedakariyên me bimbarek kiriye. Niha sê zarokên me wek xizmetkarên tamrojî ji Yehowa re xizmet dikin.”

CIWAN ÇI DIKARIN BIKIN?

15. Kristina çima fikirî ku civateke bi zimanê herêmî wê ji bo xwe baştir bibe?

15 Çaxa zarok mezin dibin, dibe ku ew bifikirin ku eger ew herin civateke bi zimanê ku ew rind fehm dikin, ewê karibin ji Yehowa re çêtir xizmet bikin. Eger wisa be, gerek dê û bav nefikirin ku zarok dev ji wan berdidin. Kristina wilo dibêje: “Min her çi qas zimanê dê û bavê xwe hebekî zanibû jî, zimanê civînan ji bo min zor bû. Çaxa ez 12 salî bûm, ez çûm civîneke mezin a bi zimanê mekteba xwe. Cara pêşîn, min fehm kir ku rastî ev e! Paşê, min dest bi duakirina bi zimanê mekteba xwe kir. Ji wê demê ve, ez êdî ji dil bi Yehowa re dipeyivîm!” (Kar. 2:11, 41). Çaxa Kristina mezin bû, wê bi dê û bavê xwe re li ser vê mijarê şêwir kir û qerar da ku ew here civateke bi zimanê herêmî. Kristina wilo dibêje: “Gava ez bi zimanê mekteba xwe der heqê Yehowa de elimîm, ez êdî bi pêş ve çûm.” Pir wext derbas nebû ku Kristina bû pêşengeke daîmî û li vî îşî pir kêfxweş bû.

16. Nadia çima dilşad e ku ew di civata bi zimanê xwe de ma?

16 Ciwanno, gelo hûn dixwazin herin civateke bi zimanê herêmî? Gelo ev yek wê alî we bike ku hûn nêziktirî Yehowa bin? (Aqûb 4:8). An jî hûn dixwazin herin ji bo ku hûn di bin çavê dê û bavê xwe de nemînin an ji bo ku îşê we hindiktir be? Nadia – xwişkeke ku niha li Beytelê xizmet dike – wilo dibêje: “Çaxa em balix bûn, me xwest herin civata bi zimanê herêmî.” Lê dê û bavê wê zanibûn ku tiştekî wilo ji bo siheta ruhî ya zarokan wê ne baş be. Nadia wilo dibêje: “Niha em ji dê û bavê xwe razî ne ku wan pir xîret dikir ku em zimanê wan bielimin û di civata bi vî zimanî de bimînin. Bi vî awayî jiyana me pir xweş bûye, û me gelek fersend dîtine ku em alî mirovên din bikin ku ew Yehowa nas bikin.”

KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN ALÎKARÎ BIKIN?

17. a) Yehowa mesûliyeta mezinkirina zarokan daye kê? b) Dê û bav dikarin çawa alîkariyê bistînin ji bo ku ew rastiyê ji zarokên xwe re bielimînin?

17 Yehowa îmtiyaza elimandina rastiyê daye dê û bavan, ne kalik û pîrikan û ne jî kesekî din (Methelokên Silêman 1:8; 31:10, 27, 28 bixwîne). Dîsa jî, eger dê û bav zimanê herêmî nizanin, dibe ku ji wan re alîkarî lazim be da ku ew bigihîjin dilê zarokên xwe. Bi saya vê alîkariyê, dibe ku dê û bav mesûliyeta xwe ya ruhî çêtir bînin cih û zarokên xwe “bi terbiye û şîreta Xudan” mezin bikin (Ef. 6:4). Mesela, dê û bav dikarin ji kalên civatê tewsiyeyên ji bo îbadeta malbatê bistînin û alîkariyê bixwazin ku zarokên xwe hevalên qenc hilbijêrin.

Hevaltiya bi civatê re hem ji bo zarokan hem jî ji bo dê û bavan bifeyde ye (Li paragrafên 18 û 19an binêre)

18, 19. a) Xwişk û birayên bi zîhniyeta ruhî çawa dikarin alî ciwanan bikin? b) Gerek dê û bav bi kirina çi berdewam bikin?

18 Mesela, dê û bav carinan dikarin malbatên din dawet bikin ji bo îbadeta malbatê. Wekî din, gelek ciwan ji hevaltiya xwişk û birayên tecrubedar pir feyde distînin. Mesela, ew dikarin tevî wan herin xizmetê û bi wan re wext derbas bikin (Mtl. 27:17). Shan wilo dibêje: “Birayên ku ez di bin milê xwe de xwedî dikirim her tim di bîra min de ne. Bi saya alîkariya wan, gava di civînê de gotarên min hebûn, ez gelek tişt dielimîm. Bi ser de, min ji faeliyet û gerên ku me bi hev re dikir pir kêf distand.”

19 Helbet lazim e ku xwişk û birayên ku dê û bav hildibijêrin ku ew alî zarokan bikin her tim alî ciwanan bikin ku ew hurmet bidin dê û bavê xwe. Gerek ew der heqê wan de baş xeber bidin û mesûliyeta wan bi dest nexin. Wekî din, lazim e ku yên ku alîkarî dikin dîqat bikin ku civat û kesên li derveyî civatê nefikirin ku tiştekî eyb tê kirin (1. Ptr. 2:12). Muhîm e ku dê û bav perwerdeya ruhî bi temamî ji kesên din re nehêlin. Gerek ew hem bala xwe bidin ku xwişk û bira çawa alîkarî dikin hem jî xwe bi xwe bi elimandina zarokên xwe berdewam bikin.

20. Çima lazim e ku dê û bav dev ji alîkarîkirina zarokên xwe bernedin?

20 Dê û bavno, ji Yehowa alîkariyê bixwazin û çi ji destê we tê, bikin (2. Dîrokan 15:7 bixwîne). Dostiya zarokên we bi Yehowa re ji menfaetên xwe muhîmtir bibînin. Xîret bikin ku Peyva Xwedê bigihîje dilê zarokên we. Baweriya xwe winda nekin ku zarokên we karibin bibin xizmetkarên Yehowa yên baş. Yûhennayê şandî der heqê zarokên xwe yên ruhî de wilo got: “Ji bo min, ji vê yeka ku ez dibihîzim zarokên min di rastiyê de rêve diçin, şahiyeke mezintir tune” (3. Yûh. 4). Gava zarokên we pey rêberiya Peyva Xwedê herin û we ji xwe re bikin nimûne, hûnê jî karibin wilo bibêjin!

^ par. 7 Li meqaleya “You Can Learn Another Language!” (Tu Dikarî Zimanekî Xerîb Bielimî!) li Awake! a Adar 2007, rûpelên 10 heta 12an binêre.