Here Naverokê

Here naverokê

“Ma Tu Ji Van Bêtir ji Min Hez Dikî?”

“Ma Tu Ji Van Bêtir ji Min Hez Dikî?”

“Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji van bêtir ji min hez dikî?” (YÛH. 21:15).

KILAM: 143, 65

1, 2. Çi hatibû serê Petrûs?

HEFT şagirtên Îsa li Behra Celîlê heta şefeqê tor avetibû, lê qet masî negirtin. Îsayê saxkirî ji kêleka golê li wan temaşe dikir. Paşê wî got: “‘Torê bavêjin aliyê rastê yê qeyikê, hûnê bigirin.’ Wan jî tor avêt; êdî ji pirrbûna masiyan hêza wan têrê nekir ku torê bikişînin” (Yûh. 21:1-6).

2 Piştî pêşkêşkirina taştêya ku Îsa ji wan re hazir kiribû, wî ji Petrûs re wilo got: “Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji van bêtir ji min hez dikî?” Îsa behsa çi kir? Xuya ye ku Petrûs ji masîgirtinê pir hez dikir. Wek tê fehmkirin, Îsa jê pirsî ku ew herî zêde ji çi hez dike. Gelo wî herî zêde ji masiyan û ji xebata masîgirtinê an jî ji Îsa û gotinên wî hez dikir? Petrûs wilo cewab da: “Erê ya Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim” (Yûh. 21:15). Petrûs bi rastî jî sozê xwe xera nekir. Ji wê demê ve, wî îsbat kir ku ew ji Îsa Mesîh hez dike. Petrûs di şixulê belavkirina mizgînê de pir xîret dikir û bû stûna civata şagirtên Îsa ya sedsala yekê.

3. Ji bo şagirtên Îsa kîjan talûke hene?

3 Em ji gotinên Îsa çi dersê distînin? Gerek em bidîqat bin ku hezkirina me ji wî re sist nebe û em menfaetên Padîşahiyê ji bîr nekin. Îsa zanibû ku di vê dinyayê de, mirov gelek kul û derdan dikişînin û li tengasiyan rast tên. Di mîsala çandina tovê de, Îsa nîşan da ku hinekan wê “peyva li ser Padîşahiyê” qebûl bikira û serê pêşîn bi pêş ve herin, lê paşe “xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê” wê “peyv” bifetisanda (Met. 13:19-22; Mar. 4:19). Bi rastî jî wilo ye; eger em bidîqat nebin, xemên me yên rojane dikarin dilê me bigirin û me ji aliyê ruhî ve sist bikin. Loma Îsa şagirtên xwe wilo hişyar kir: “Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe” (Lûqa 21:34).

4. Em çawa dikarin fehm bikin ku hezkirina me ji Îsa re çi qas xurt e? (Li resmê ewilî binêre.)

4 Wek Petrûs, eger em şixulê ku Îsa daye me di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, emê wilo îsbat bikin ku em jê çi qas hez dikin. Gelo em çawa dikarin emîn bin ku em bi vê yekê berdewam dikin? Gerek em carinan wilo bipirsin: “Gelo ez bi rastî ji çi hez dikim? Gelo kêfa min herî zêdetir bi fealiyetên dinyewî an bi fealiyetên rûhî tê?” Niha emê der heqê sê mijaran de şêwir bikin, ên ku dikarin hezkirina me ji Îsa re û ji tiştên ruhî re sist bikin: (1) Xebat, (2) kêf û şahî û (3) mal û milk.

DI MIJARA XEBATÊ DE MAQUL BE

5. Li gor Kitêba Pîroz, mesûliyeta serên malê çi ye?

5 Ji bo Petrûs, masîgirtin ne tenê hobî bû, lê wî bi vî îşî debar dikir. Îro jî serên malê fehm dikin ku gerek ew hewcedariyên madî yên malbata xwe tedarek bikin (1. Tîm. 5:8). Ji bo bicîhanîna vê mesûliyetê, gerek ew bi xîret bixebitin. Lê di van rojên dawîn de, xebat dikare xema me zêdetir bike.

6. Di xebatên îroyîn de, mirov li kîjan tengasiyan rast tên?

6 Îro xebat bi hêsanî nayê dîtin, çimkî mirovên ku li xebatê digerin gelek in, lê xebat ew qas tune. Ji ber vê yekê, gelek karker mecbûr in ku zêdetir bixebitin û kêmtir meaş bistînin. Wekî din, leza xebitînê mirovan ji aliyê bedenî, zîhnî û hîsî ve xera dike. Karkerên ku naxwazin fedakariyeke wilo bikin carinan xebata xwe winda dikin.

7, 8. a) Gerek em herî zêdetir ji kê re dilsoz bin? b) Birayekî Taylendayî der heqê xebata xwe de çi fehm kir?

7 Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, gerek em serê pêşîn ji Yehowa re dilsoz bin, ne ji şîrketa me re (Lûqa 10:27). Xebat ji me re ne armanc e, tenê wesîte ye. Gerek em bixebitin ku em debar bikin û xizmeta me destek bikin. Lê eger em dîqat nekin, xebata meye dinyewî dikare zerar bide xizmeta me. Birayekî li Taylendayê wilo vedibêje: “Min kompîtur tamîr dikirin. Ev xebateke xweş bû, lê lazim dibû ku ez pir mesaî bikim. Di netîceyê de, ji bo meseleyên ruhî qet wext nedima. Bi zeman re, min fehm kir ku ji bo ku ez berî her tiştî li menfaetên Padîşahiyê bigerim, gerek ez xebateke din bikim.” Gelo wî birayî çi kir?

8 Ew wilo berdewam dike: “Min nêzikî salekê plan kir. Paşê, min dev ji xebata xwe berda û li kolanan dest bi firotina dondirmeyê kir. Serê ewilî, min têra xwe pere qezenc nedikir û ez dilteng dibûm. Çaxa ez li hevalkarên xwe yên berê rast dihatim, ew bi min dikeniyan. Wan ji min re pirs dikir ku firotina dondirmeyê li gor min çima ji tamîrkirina kompîturan li odeyeke sarkirî çêtir e. Min ji Yehowa re dua dikir ku ew alî min bike ku ez serî bi van zorahiyan re derxînim û bigihîjim armanca xwe ku ji bo fealiyetên ruhî zêdetir wexta min hebe. Hêdî hêdî her tişt bicih bû. Min daxwazên muşteriyên xwe baştir fehm dikir û di çêkirina dondimeyê de bûm hoste. Pir wext derbas nebû ku min her roj dondirmeyê xwe gişt difirot. Bi ser de, li gor xebata mine berê, ez niha zêdetir pere qezenc dikim. Ez dilşadtir im, çimkî ez êdî ne li bin stres û xemê me. A herî muhîm jî ev e ku ez edî nêziktirî Yehowa bûme” (Metta 5:3, 6 bixwîne).

9. Em çawa dikarin di mijara xebatê de terazdar bin?

9 Yehowa qîmet dide mirovên xebathez, û keda destan mirovan dilşad dike (Mtl. 12:14). Dîsa jî, wek birayê Taylendayî jî fehm kir, gerek em di mijara xebatê de maqûl bin. Îsa wilo got: “Berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn” (Met. 6:33). Ji bo ku em fehm bikin ku ka fikrên me yên li ser meseleyên dinyewî û mesûliyetên ruhî terazdar in an na, bila em wilo bipirsin: “Gelo ez ji xebata xweye dinyewî pir kêfê distînim, lê fealiyetên ruhî wek tiştekî adetî dibînim?” Bi vî awayî, emê bibînin ku em herî zêde ji çi hez dikin.

10. Îsa çi dersa muhîm da?

10 Di mijara terazdariya li nav menfaetên dinyewî û meseleyên ruhî, Îsa rê nîşan daye. Carekê, Îsa çû mala Meryem û Mertayê. Merta bi hazirkirina xwarinan mijûl bû, lê Meryem li ber lingên Îsa rûnişt ku guh bide wî. Gava Mertayê gilî kir ku Meryemê alî wê nake, Îsa jê re wilo got: “Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin” (Lûqa 10:38-42). Belê, Îsa derseke mûhim da Mertayê. Ji bo ku meseleyên dinyewî bala me bi zêdeyî nekişînin û em îsbat bikin ku em ji Îsa hez dikin, gerek em her tim “para qenc” hilbijêrin, yanî tiştên ruhî wek meseleya herî muhîm bibînin.

DI MIJARA KÊF Û ŞAHIYÊ DE TERAZDAR BE

11. Kitêba Pîroz der heqê kêf û şahiyê de çi dibêje?

11 Helbet ji me re wext lazim e ku em ji şixul û mijûliya xwe îstirhet bikin. Peyva Xwedê wilo dibêje: “Bona zilam ji xwarin û vexwarinê û ji bi kedê canê xwe şa kirinê qenctir tiştek nîne” (Waiz 2:24). Îsa jî carinan hewceyî îstirhetê dibû. Carekê, piştî ku Îsa û şagirtên wî ji belavkirina Mizgînê betilîbûn, wî ji wan re wilo got: “Hûn bi serê xwe werin cihekî bêpêjin û piçekî bîhna xwe vedin” (Mar. 6:31, 32).

12. Çima lazim e ku em di mijara kêf û şahiyê de bidîqat bin? Mîsalekê bide.

12 Bi rastî jî hewcedariya me bi kêf û şahiyê heye. Lê belê talûke ev e ku di jiyana me de kêfkirin tiştê herî muhîm dibe. Di sedsala yekê de, gelek kes wilo difikirîn: “Em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin” (1. Kor. 15:32). Îro jî gelek kes wilo difikirin. Mesela, çend sal berê, xortekî li Ewropayê dest bi çûna civînan kiribû. Lê ji ber ku fikra wî her tim li ser kêf û şahiyê bû, wî eleqeya xwe ji Şahidên Yehowa qetand. Bi zeman re, wî fehm kir ku jiyaneke wilo tenê derdan tîne û dilşadiyê nayne meydanê. Loma wî dîsa dest bi elimîna Kitêba Pîroz kir û paşê hazir bû ku bibe mizgînvan. Piştî ku ew bin av bû, wî wilo got: “Xwezî ku min zûtir fehm bikira ku bextewariya xizmeta Yehowa, ji ya kêf û şahiya dinyayê mezintir e.”

13. a) Mîsalekê bide ku talûkeyên kêf û şahiyê çi ne. b) Em çawa dikarin dîqat bikin ku em di mijara kêf û şahiyê de terazdar bimînin?

13 Armanca kêf û şahiyê ev e ku em îstirhet bikin û ji nû ve hêzê bistînin. Lê ji bo vê çi qas wext lazim e? Li ser vê mîsalê bifikire: Gelek ji me ji şîraniyan hez dikin. Dîsa jî, em dizanin ku zêdehiya şîraniyan dikare siheta me xera bike. Ji ber vê yekê, em bi piranî xwarinên bisihet dixwin. Mîna vê, zêdehiya kêf û şahiyê dikare siheta me ya ruhî xera bike. Ji ber vê yekê, gerek em her tim bi şixulê Padîşahiyê mijûl bin. Em çawa dikarin fehm bikin ku em di mijara kêf û şahiyê de terazdar in an na? Mesela, em dikarin heftiyekê qeyd bikin ku me ji bo fealiyetên ruhî, mesela ji bo civînan, ji bo xizmetê û ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz a şexsî an tevî malbatê çi qas wext xerc kir. Paşê, em dikarin binêrin ku me ji bo kêf û şahiyê, mesela ji bo sporê, ji bo hobiyan, ji bo temaşekirina televîzyonê û ji bo lîstikên kompîturê çi qas wext xerc kir. Gelo lazim e ku em xwarina “şîraniyan” piçikekî kêm bikin? (Efesî 5:15, 16 bixwîne).

14. Gerek em çawa qerar bidin ku em çi cure kêf û şahiyê hilbijêrin?

14 Heta ku fealiyetên me bi rêberiya Yehowa re – yanî bi qaîdeyên Kitêba Pîroz re – ahengdar bin, ferd û serên malê dikarin xwe bi xwe qerar bidin ku ew çi cure kêf û şahiyê tercîh dikin. * Bi rastî jî kêf û şahiya xweş, “dayîna Xwedê ye” (Waiz 3:12, 13). Helbet dibe ku her kes tiştekî din tercîh bike (Gal. 6:4, 5). Lê tercîha me çi be jî, em dixwazin terazdar bin. Îsa wilo got: “Xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be” (Met. 6:21). Belê, eger em ji Padîşahê me Îsa bi dil û can hez dikin, fikir, gotin û kirinên me wê ji her tiştî zêdetir bi şixulê Padîşahiyê ve girêdayî bin (Flp. 1:9, 10).

DAFIKA MALPERESTIYÊ

15, 16. a) Malperestî çawa dikare ji bo şagirtên Îsa bibe dafik? b) Îsa der heqê mal û milk de çi şîret da?

15 Îro hiş û aqlê gelek kesan tenê li ser moda, cîhazên elektronîk û tiştên wilo ye. Ji ber vê yekê, lazim e ku her şagirtê Îsa her tim daxwazên xwe kontrol bike û pirsên wilo bipirse: “Gelo mal û milk ji bo min ew qas muhîm e ku wexta ku ez ji bo lêgerîn û fikirîna li ser erebeyên nû an li ser modayê xerc dikim, ji wexta ku ez ji bo hazirkirina civînan xerc dikim, zêdetir e? Gelo ez bi meseleyên rojane ew qas mijûl im ku ji bo duakirinê an ji bo xwendina Kitêba Pîroz her ku diçe hindiktir wext dimîne?” Eger em fehm bikin ku hezkirina me ji mal û milk re, ji hezkirina me ji Îsa re xurttir e, wê baş be ku em van gotinên Îsa bînin ber çavê xwe: “Hay ji xwe hebin û xwe ji her cûreyê çavbirçîtiyê biparêzin” (Lûqa 12:15). Îsa çima şîreteke wilo da?

16 Îsa wilo got: “Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.” (Met. 6:24). Ji ber ku em gişt gunehkar in, lazim e ku em li hemberî “xwestekên nefsê” – mesela li hemberî malperestiyê – mucadele bikin (Ef. 2:3).

17. a) Ji bo hinekan çima zor e ku di mijara mal û milk de terazdar bin? b) Em çawa dikarin li hemberî malperestiyê mucadele bikin?

17 Ji bo mirovên nefsanî zor e ku di mijara mal û milk de terazdar bin. Çima? Çimkî zîhniyeta wan a ruhî sist e (1. Korîntî 2:14 bixwîne). Her ku fehmdariya wan girtî dibe, ew êdî nikarin fehm bikin ku çi rast e û çi şaş e (Îbr. 5:11-14). Ji ber vê yekê, ew carinan çavbirçî dibin û qet têr nabin (Waiz 5:10). Şikur ku dermana malperestiyê heye: Xwendina rojane ya Kitêba Pîroz (1. Ptr. 2:2). Ji ber ku Îsa li ser rastiya Xwedê kûr difikirî, wî karibû li ber ceribandinê dilsoz bimîne. Eger em jî li gor qaîdeyên Kitêba Pîroz bijîn, emê karibin serî bi malperestiyê re derxînin (Met. 4:8-10). Bi vî awayî, em dikarin şanî Îsa bidin ku em ji mal û milk zêdetir ji wî hez dikin.

Di jiyana we de, tiştê herî muhîm çi ye? (Li paragrafa 18an binêre)

18. Qerar û daxwaza te çi ye?

18 Îsa ji Petrûs wilo pirsî: “Tu ji van bêtir ji min hez dikî?” Bi vê pirsê, wî rêyî Petrûs da ku gerek ew ji her tiştî zêdetir bala xwe bide meseleyên ruhî. Maneya navê Petrûs “zinar” e, û ew bi rastî jî wek zinar bû (Kar. 4:5-20). Îro em jî dixwazin ku hezkirina me ji Mesîh re daîm be. Ji bo vê, gerek em di mijarên xebata dinyewî, kêf û şahî û mal û milk de maqûl û terazdar bin. Bila kirinên me nîşan bidin ku em bi van gotinên Petrûs hemfikir in: “Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim.”

^ par. 14 Li meqaleya “Is Your Recreation Beneficial?” (Gelo Kêf û Şahiya Te Bifeyde ye?) li The Watchtower a 15 Cotmeh 2011, rûpelên 9 heta 12an, paragrafên 6 heta 15an binêre.