Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Tu Min ji Wan Zêdetir Hiz Dikî?”

“Tu Min ji Wan Zêdetir Hiz Dikî?”

“Şimhûnê kurê Yûhenna, tu min ji wan zêdetir hiz dikî?” (YÛHN. 21:15, DT).

KILAMÊN: 143, 65

1, 2. Çaxê Petrûs temamiya şevê mesî digirtin, ew çi dersê hîn bû?

HEFT şagirtên Îsa temamiya şevê tor avîtibûne Bera Celîlê, lê qe tu mesî negirtin. Berbangê Îsayê saxkirî ji devê golê dîna xwe dida wan. Paşê ewî wanra got: “‘Torê bavêjine aliyê qeyikêyî rastê hûnê bigirin’. Wana jî tor avîtê û ji dest gelekbûna mesiya nikaribûn ku tor bikişandana” (Yûhn. 21:1-6).

2 Paşî teştê ku Îsa wanra hazir kir, ewî Petrûs nihêrî û gotê: “Şimhûnê kurê Yûhenna, tu min ji wan zêdetir hiz dikî?, DT”. Gelo çira Îsa ew pirs da wî? Tê kifşê Îsa dixwest ji Petrûs bipirsiya, hela ew Îsa û hînkirinên wî diha hiz dike, yan xebata xwe ça nêçîrvan. Lê Petrûs caba wî da: “Belê Xudan, tu zanî ku ez te hiz dikim” (Yûhn. 21:15). Ji wî wedeyî Petrûs bi jîyîna xwe îzbat kir, ku ew Îsa Mesîh hiz dike. Ewî şixulê belakirina mizgîniyêda gelek tişt dikir, û paşê bû stûna civata Mesîhtî qirna yekêda.

3. Mesîhî gerekê xwe ji çi xofê xwey kin?

3 Em çi dersê hîn dibin ji giliyên Îsa ku ewî Petrûsra got? Em gerekê fesal bin, wekî hizkirina me hindava Îsa sist nebe û şixulên Padşatiyê paş nexin. Îsa zanibû wekî vê dinyayêda meriv wê gelek kul-derda bikişînin û rastî çetinaya bên. Çaxê Îsa mesela toximreş anî, ewî got ku wê hinek “xebera Padşatiyê” qebûl kin û pêşda herin, lê “xemêd vê dinyayê” û “dewletiyê” derew wê “xeberê” bixeniqînin (Met. 13:19-22; Marq. 4:19). Rastî jî usa ne, hergê em fesal nîbin, xemên meyî herrojî dikarin dilê me bikişînin ser xwe û ruhanîda me sist kin. Lema jî Îsa şagirtên xwe pêşda şîret kir: “Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we xwarin, vexwarinê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be” (Lûqa 21:34).

4. Em ça dikarin xwe bicêribînin hela em Îsa qayîm hiz dikin yan na? (Binihêre şiklê ewiln.)

4 Em jî mîna Petrûs dikarin hizkirina xwe Îsara bidine kifşê, hergê şixulê ku ewî dabû şagirtên xwe daynin ciyê pêşin. Gelo em ça dikarin evê yekê bikin? Cara lazim e pirsê bidine xwe: “Gelo ez bi rastiyê çi hiz dikim? Gelo ez şabûnê diha zef çida divînim, xizmetiya Xwedêda yan şixulên vê dinyayêda?” Were em derheqa sê tişta şêwir kin, kîjan ku dikarin hizkirina me hindava Îsa bitemirînin, ew heye xebat, hêsabûn, û tiştên matêrîalî.

XEBAT BIRA CIYÊ XWE BE

5. Çi borcdariya malxên malê heye?

5 Bona Petrûs nêçîrvanî tenê mijûlbûn nîbû, lê ew perî-nanê wî bû, çimkî ewî bi vê yekê ebûra xwe dikir. Malxên malê fem dikin, wekî ewana borcdar in neferên xwe xwey kin (1 Tîmt. 5:8). Û ewana gerekê bixebitin seva evê borcdariyê bînin sêrî. Lê wan rojên axiriyêda cara xebat dikare xema hê zêde ke.

6. Xebatada meriv rastî çi çetinaya tên?

6 Îro çetin e xebatê bivînin, çimkî merivên ku xebatê digerin zef in, lê xebat haqas tune. Û gelek meriv mecbûr in bi siheta zêde jî bixebitin û cara bi heqê lap kêm. Çimkî gelek kompaniya dixwazin gelek xebat bikin, lê naxwezin haqas xebatçiyên wan hebin çiqas ku lazim e. Ewana usa dikin seva xercê wan kêm be. Û lema halê xebatçiya hin fîzîkîda hin jî êmosiyalîda xirab dibe. Xebatçiyên ku razî nabin usa bixebitin, berxwe dikevin çimkî dikarin xebata xwe unda kin.

7, 8. a) Kêra em gerekê bi temamî amin bin? b) Birakî ji Taylandê çi derseke ferz hîn bû ji xebata xwe?

7 Em gerekê bi temamî Yehowa Xwedêra amin bin, ne ku mezinê xebata xwera (Lûqa 10:27). Xebat mera lazim e ku ebûra xwe bikin û bikaribin xizmet kin. Hergê em fesal nînin, xebat dikare ziyanê bide xizmetiya me. Dîna xwe bidine serhatiya birakî ji Taylandê. Ew gilî dike: “Xebata min ew bû ku min kompoter çêdikirin. Min xebata xwe hiz dikir, lê gelek wede lazim bû seva vê xebatê. Axiriyêda, qe wedê min nedima bona şixulên ruhanî. Lê wede derbaz bû, min fem kir wekî ez gerekê xebata xwe biguhêzim, seva ku şixulên Padşatiyê emirê minda ser ciyê pêşiyê be”. Gelo ewî birayî çi kir?

8 Ew şirovedike: “Paşî weke salekê, min xebata xwe hîşt û destpêkir derva gulmasta bifiroşim. Pêşiyê, aliyê perada minra çetin bû û ez dilteng dibûm. Çaxê ez rastî hevalxebatçiyên xweye berê dihatim, ewana min dikeniyan û digotin ku çira bona min derva firotana gulmasta ji çêkirina kompotera çêtir e, kîderê ku kondîsyonêr hebûn. Min Yehowara dua dikir wekî vê çetinayêda alî min bike, seva ez nêta xwe bînim sêrî ku hê zêde wede bona şixulê Xwedê xerc kim. Hêdî-hêdî hemû tişt aliyê başda hate guhastinê. Ez hîn bûm gulmasta çêkim ça bikirçiya xweş dihat, û wede şûnda çêkirina gulmastada ez bûme hoste. Zûtirekê her roj min gulmastên xwe gişk difirot. Bi rastiyê bêjim, min hê zêde pera çêdikir, ne ku çaxê ez ser kompotera dixebitîm. Ez diha bextewar bûme, û ez nakevime strêsê û ne jî berxwe dikevim çawa ser xebata xweye berê. Lê lape ferz ew e, ku ez niha hê nêzîkî Yehowa bûme”. (Bixûne Metta 5:3, 6.)

9. Em gerekê ça bin hindava xebatêda?

9 Yehowa merivên xebathiz qîmet dike û xebata wane giran kerem dike (Metlk. 12:14). Lê yeke xebata me gerekê ciyê xwe bigire. Îsa got: “Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê” (Met. 6:33). Seva ku têderxin hela em rast dinihêrin ser xebata xwe yan na, pirseke usa bidine xwe: “Gelo dibe ku xebat bona min hê hewas e û hê min xweş tê, lê xizmetiya min Xwedêra bona min bargiranî ye?” Çaxê em kûr bifikirin ser vê pirsê, emê têderxin ku em çi hê zef hiz dikin.

10. Îsa çi derseke qîmet da?

10 Îsa mera ders hîşt ku jîyîna meda ciyê pêşin gerekê çi bigire. Carekê, Îsa çû mala Meryemê û Mertayê. Merta xwarinêda ketibû, lê Meryem ber nigê Îsa rûniştibû, seva guh bide wî. Gava Mertayê ser Meryemê kire kote-kot wekî ew alî wê nake, Îsa gote Mertayê: “Ew para qenc jî Meryemê xwera bijart û ji wê nayê standinê” (Lûqa 10:38-42). Belê, Îsa derseke qîmet da Mertayê û ew ders bona me ye jî. Seva ku em nekevine heyra xemên xwe û Îsara îzbat kin ku em wî hiz dikin, em gerekê timê “para qenc” bijbêrin. Usa heleqetiya me tevî Xwedê wê ciyê pêşin bigire.

NIHÊRANDINA ME SER HÊSABÛNÊ Û WEDEDERBAZKIRINÊ

11. Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa hêsabûnê û wedederbazkirinê?

11 Em gelek şixul dikin û divestin, lema cara mera lazim e em hêsa bin û rihet bin. Xebera Xwedêda em dixûnin: “Bona zilam ji xwarin û vexwarinê û ji bi kedê canê xwe şa kirinê qenctir tiştek nîne” (Waîz 2:24). Xwexa Îsa jî fem dikir, wekî cara lazim e meriv hêsa be. Carekê, çaxê Îsa tevî şagirtên xwe mizgînî bela dikir, û ewana vestiyan, ewî gote wan: “De werin em tenê herine cîkî xewle û hinekî rihet bin” (Marq. 6:31, 32).

12. Çira em gerekê fesal bin hindava hêsabûnê û wedederbazkirinê?

12 Çaxê em tiştekîva mijûl dibin û xwera wede derbaz dikin, em hêsa dibin. Lê hergê hiş-aqilê me tenê ser hêsabûnê ye, ew dikare jîyîna meda ciyê pêşin bigire. Qirna yekêda, gelek meriv usa difikirîn: “Em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin” (1 Korn. 15:32). Îro jî gelek meriv usa difikirin. Mesele, bi sala pêşda gedekî ji Ewropayê destpêkir bê ser civatê. Lê hiş-aqilê wî usa zef ser wedederbazkirinê bû, ku îda heleqetiya xwe tevî Şedên Yehowa birî. Wede şûnda, ewî fem kir ku ewan wedederbazkirina tenê çetinayî jêra anîn û ew bextewar nîne. Lema jî ewî dîsa destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û paşê bi xîret destpêkir mizgîniyê bela ke. Paşî nixumandina xwe, ewî got: “Ez gelek poşman dibim ku min dereng fem kir, wekî xizmetî Yehowara hê zef şabûnê tîne, ne ku çi ew dinya dide me”.

13. a) Meselê bînin çi xof heye çaxê em gelek wede xerc dikin ser hêsabûnê. b) Çi dikare alî me bike rast binihêrin ser hêsabûnê?

13 Çaxê em hêsa dibin, nêta me ew e ku qewatê bistînin. Lê gelo çiqas wede gerekê em xerc kin ser hêsabûnê? Bifikirin ser vê meselê: Gelek ji me hiz dikin cara şîrinayî bixwin, lê em zanin ku hergê em hema hergav şîrinayî bixwin, sihet-qewata me wê xirab be. Lema jî em hê zef xwarinê dixwin, ne ku tiştên şîrin. Hêsabûn û wedederbazkirin jî usa ye. Hergê em wedê xwe ser hêsabûnê zef xerc kin, heleqetiya me tevî Yehowa dikare xirab be. Lema jî em gerekê timê şixulê Xwedêda xîret bin. Lê ça em dikarin têderxin hela nihêrandina me ser hêsabûnê rast e yan na? Mesele, em dikarin binivîsin ku heftiyêda çiqas wedê me çû ser civatê, xizmetiyê, hînbûna şexsî û qulixkirina tevî malbetê. Paşê, ewan siheta beramber kin tevî sihetên ku me bona hêsabûnê xerc kir, mesele ser sportê, mijûlbûna me tiştekîva ku me xweş tê, ber têlêvîzorê, yan ser vîdêo lîstika. Û binihêrin hela ew hesab wê çi nîşan kin. Dibeke hûn texmîn kin ku lazim e “şîrinayî” hinekî kêm kin. (Bixûne Efesî 5:15, 16.)

14. Çi dikare alî me bike ku wedê xwe rast derbaz kin?

14 Yehowa azayê dide me, û malbetêda malxê malê dikare safî ke çi wedederbazkirin bijbêrin. Kitêba Pîrozda Yehowa rêberî û prînsîp daye me, seva em safîkirinên rast bikin. * Bi rastiyê çaxê meriv hêsa dibe û rihet dibe ew “dayîna Xwedê ye” (Waîz 3:12, 13). Lê wedederbazkirina her meriva dikare cude be (Galt. 6:4, 5). Em gerekê miqatî xwe bin ku hêsabûn emirê meda ciyê pêşin negire. Îsa got: “Xizna te kîderê be, dilê te jî wê li wê derê be” (Met. 6:21). Belê, hergê em bi dil û eşq Îsa hiz dikin, wê bi fikirên me, xeberdan û kirên me bê kifşê, wekî şixulê Padşatiyê em ser her tiştîra digirin (Fîlî. 1:9, 10).

NEKEVINE PEY HEBÛKÊ

15, 16. a) Bona Mesîhiya hebûk ça dikare bibe telik? b) Îsa derheqa tiştên matêrîalî çi şîret da?

15 Îro hiş-aqilê gelek meriva tenê ser tişta ye, mesele ewana pey modê dikevin, pey tiştên elektronîk, û dîsa pey gelek tiştên din. Bona wan hebûk û pere ji her tiştî ferztir in. Lema jî Mesîhî gerekê timê xwe bicêribîne hela xwestinên wî çi ne. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Gelo bona min çi hê ferz e û ser çi ez hê zef wede xerc dikim? Gelo dibeke ez diha zef wedê xwe ser tişta xerc dikim, mesele timê digerim û dinihêrim erebên teze yan tiştên dine modêrn, lê hê kêm wedê min dimîne seva xwe hazir kim bona civatê? Dibe ku ser şixulên herrojî wedê min hê zef xerc dibe, lê hindik wede xerc dikim ser dua yan jî xwendina Kitêba Pîroz?” Hergê we têderxist ku hiş-aqilê we diçe tenê ser tişta, û hizkirina we hindava Îsa sar dibe, hûn gerekê guh bidin wan giliyên Îsa: “Haş ji xwe hebin û hevza xwe ji timayê bikin” (Lûqa 12:15). Gelo çira Îsa şîreteke usa da?

16 Îsa got ku “tu kes nikare du axara xulamtiyê bike”. Paşê Îsa zêde kir: “Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin”. Belê, usa nabe ku herdu axara amin bimînin. Lema Îsa got wekî merivê ku du axara xulamtiyê dike, “yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike”, yan jî “wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke” (Met. 6:24). Em gişk gunekar in, lema jî mera lazim e şer bikin miqabilî xwestinên xweye bedenê, dêmek usa jî miqabilî hizkirina hindava hebûkê (Efes. 2:3).

17. a) Çira hinekara çetin e rast binihêrin ser hebûkê? b) Çi dikare alî me bike seva em nekevine pey hebûkê?

17 Gelek meriv hiş-aqilê xwe usa zef didine ser xwestinên dilê xwe, ku wanra çetin dibe rast ser hebûkê binihêrin. Gelo çira? Çimkî ewana îda têdernaxin ku ber çevê Xwedê çi qîmet e. (Bixûne 1 Korintî 2:14.) Hiş-aqilê wan tê dadan, lema wanra çetin dibe qencî û xirabiyê ji hev derxin (Îbrn. 5:11-14). Axiriyêda, ewana îda nikarin xwe bigirin, û hê zef û zef tişta dixwazin û têr nabin (Waîz 5:10). Lê çare heye ku em ça dikarin xwe ji vê yekê xwey kin. Em gerekê timê Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz bixûnin, seva nekevine telika hebûkê (1 Pet. 2:2). Îsa timê difikirî ser rastiya û prînsîpên Xwedê, û ewê yekê alî wî kir ku wedê cêribandinê amin bimîne. Îro jî hergê em naxwazin bikevine telika hebûkê, em gerekê jîyîna xweda prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê (Met. 4:8-10). Bi vê yekê emê nîşan kin ku em hê zêde Îsa hiz dikin ne ku hebûkê.

Jîyîna weda ya lape ferz çi ye? (Binihêre abzasa 18)

18. Nêta dilê we çi ye?

18 Çaxê Îsa ji Petrûs pirsî, “Tu min ji wan zêdetir hiz dikî?”, DT, bi vê pirsê ewî dixwest Petrûs şîret ke, ku çiqas ferz e xizmetî ciyê pêşin be. Navê Petrûs ku tê hesabê “Qeya” yan “Zinar” rastî jî wî dihat. Ew mîna qeyayê yekî qewî bû, û hunurên wîye baş hebûn (Kar. Şand. 4:5-20). Îro em jî dixwazin ku hizkirina me hindava Mesîh qewî bimîne. Lema xebat, hêsabûn û tiştên matêrîalî emirê meda gerekê ciyê pêşin negirin. Were timê mîna Petrûs bi jîyîna xwe îzbat kin ku em Îsa hiz dikin, û bêjin: “Xudan, tu zanî ku ez te hiz dikim”.

^ abz. 14 Binihêrin gotar bi navê “Çaxê Tu Hêsa Dibî, Karê Distînî?”, “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Cotmehê , sala 2011, rûp. 9-12, abz. 6-15.