Here Naverokê

Here naverokê

Gayos Çawa Alî Xwîşk û Birayan Dikir?

Gayos Çawa Alî Xwîşk û Birayan Dikir?

GAYOS û Mesîhiyên din yên qirna yekê rastî çetinaya hatin. Di civatê de hinekan elimandinên qelp belav dikirin, da ku civat sist be û parevebe (1. Yûh. 2:18, 19; 2. Yûh. 7). Diyotrefîs di nava civatê de “bi peyvên xerab li hember” Yûhennayê şandî û yên din dikir. Wî ji Mesîhiyên rêwî re yên ku Mizgînî belav dikirin, mêvanhezî nîşan nedikir û hin jî riya yên din digirt ku ew jî xwişk û birayan qebûl nekin (3. Yûh. 9, 10). Wî demî de Yûhenna name nivîsî ji Gayos re. Yûhenna ew name weke sala 98 P.M. nivîsî, û di Nivîsarên Yûnanî de ev tê navkirinê “Nameya Yûhenna ya Sisêyan”.

Di nava wan çetinayan de, Gayos bi dilsozî ji Xwedê re xizmet dikir. Lê gelo wî dilsoziya xwe çawa eyan kir? Di çi de em dikarin çav bidine Gayos? Û di vê yekê de nama Yûhenna çawa alî me dike?

NAME JI HEVALÊ DELAL RE

Yûhenna di nama xweye sisêyan de xwe nav kiribû çawa “rihspî” an “kal”. Gayos derbê re fehm kir ku ew Yûhenna ye ku ji jê re nivîsiye, çimkî Yûhenna alî Gayos kir ku rastiyê nas ke. Yûhenna bi dil û eşq di nemê de dinivîse Gayosê hezkiriyê, “ku ez bi rastî jê hez dikim”. Paşê Yûhenna got, ku bawer e ku sihet-qeweta wîye fîzîkî jî baş e, çawa sihet-qeweta wîye ruhanî. Bi rastî jî gotinên çiqas xweş û şîrin in! (3. Yûh. 1, 2, 4)

Diqewime Gayos nazirê civatê bû, lê di namekê de ew yek nayê gotinê. Yûhenna payê Gayos da bona mêvanheziya wî hindava xwişk û birayan, hela hê hindava yên nenas jî. Û wî got ku bi vê yekê dilsoziya Gayos eyan dibe, çimkî mêvanhezî ew hunur e, bi kîjan timê xizmetkarên Xwedê eyan dibin (1. Mû. 18:1-8; 1. Tîm. 3:2; 3. Yûh. 5).

Ji gotinên Yûhenna em dibînin, ku Mesîhiya timê rêwîtî dikirin li ciyê kîderê ku Yûhenna dima û nêzîkî civatan. Ew xwişk û birayan helbet wê ji Yûhenna re bigotana ku rastî çi çetinayan hatine. Diqewime ku bi destê vê yekê Yûhenna deng û besa pêdihesiya der heqê wan civatan de.

Hilbet Mesîhiyên rêwî wê bixwestana cem xwişk û birayan bimana, çimkî di xanan de xirabî dihate kirinê û bênamûsî belavbûyî bû. Fehmdarî ye yên ku rêwîtî dikirin, eger hevalên wan hebûna, wê cem hevalên xwe bimana, lê şagirtên Îsa cem Mesîhiya diman.

“EW JI BO NAVÊ MESÎH KETIN RÊ”

Yûhenna Gayos teşwîq kir, ku dîsa mêvanheziyê nîşan ke, çimkî wî ji wî hîvî kir ku wan rêwiya wisa verêke “ku hêjayî Xwedê ye”. Verêkirina mêvana dihate hesabê ku hazir kin tiştên ku bona rêketina wan û rê ve ji wan re lazim e, da ku bigihîjine ciyên xwe. Eyan e ku Gayos êdî wisa kiribû bona mêvanên pêşiya wan, çimkî ew yek gihîşte guhê Yûhenna ku Gayos çawa bi hezkirin ew qebûl kiribûn û baweriya wî çiqas qayîm e (3. Yûh. 3, 6).

Mêvan dibe ku mizgînvanên wezîfedar bûn, yan alîkarçiyên Yûhenna, yan jî nazirên rêwî bûn. Firqî tune ew kê bûn, wana rêwîtî dikir da ku mizgînê belav kin. Yûhenna got: “Ew ji bo navê Mesîh ketin rê” (3. Yûh. 7). Ev gotinên Yûhenna “ew ji bo navê Mesîh ketin rê”, eyan dikin ku ew xwişk û birayan ji civata şagirtên Îsa bûn, û ew hêja bûn ku wana bi dil û eşq qebûl kin. Ji bo vê yekê Yûhenna wisa nivîsî: “Loma divê em yên weha qenc qebûl bikin, da ku em ji rastiyê re bibin hevalkar” (3. Yûh. 8).

ALÎKARÎ DEMA ÇETINAYA

Yûhenna ne tenê bona payîdayînê ji Gayos re nivîsî, wî wisa jî dixwest di çetinaya mezin de alî wî bike. Birakî bi navê Diyotrefîs nedixwest ji Mesîhiyên rêwî re mêvanheziyê nîşan ke. Wî hela hê rê xwişk û birayên din jî digirt, ku wan mêvana qebûl nekin (3. Yûh. 9, 10).

Bêşik, tu şagirtê Îsa wê nexwesta cem Diyotrefîs mêvan bimîne. Di civatê de wî xwe li ser yên din re digirt, û Yûhenna jî der heqê wî de tiştên qenc ne got. Hin jî Diyotrefîs bi hemdê xwe tiştên xirab digot ser Yûhenna û yên din. Yûhenna ser wî ne got ku ew dersdarê qelp e, lê Diyotrefîs navê Yûhenna şandî dêxist. Diyotrefîs pey navê xwe diket û nihêrandina wîye nerast, dilsoziya wî dikire bin şikê. Serpêhatiya Diyotrefîs nîşan dike, ku di civatê de dikare tiştekî wisa biqewime, ku mirovên xwehez û babax şer-dewa bikine di nava civatê de. Loma jî Yûhenna gote Gayos: “Çavê xwe nede tiştê xirab”. Ew şîret wisa jî bona me ye (3. Yûh. 11).

MENIYA MEZIN KU QENCIYÊ BIKIN

Yûhenna di nama xwe de wisa jî der heqê birakî qenc de nivîsî, navê wî Dîmîtriyos bû. Ew bira mîna Diyotrefîs nîbû. Yûhenna der heqê wî de nivîsî: “Hemû li ser qenciya Dîmîtriyos şahidiyê dikin . . . Em jî ji bo wî şahidiyê dikin û tu dizanî ku şahidiya me rast e” (3. Yûh. 12). Dibe ku ji Dîmîtriyos re alîkariya Gayos lazim bû, û Yûhenna di vê nama xweye sisêyan de, ji Gayos re der heqê Dîmîtriyos de digot û payê wî da. Dibe ku Dîmîtriyos xwexa ew name da Gayos. Yan dibe ku Yûhenna wî şand, yan jî dibe ku ew nazirê rêwî bû, û dibe ku çi ku Yûhenna nivîsîbû, Dîmîtriyos hê zelal ji Gayos re şirovekir.

Gelo çima Yûhenna Gayos şîret kir ku berdewam ke mêvanhez be, ne axir ew êdî yekî wisa bû? Dibe ku Yûhenna dixwest ku Gayos qewî ke. Yan jî dibe ku şandî berxwe diket ku Gayos xwe paş xe û mêvanheziyê nîşan neke, çimkî di vê yekê de di civatê de Diyotrefîs riya xwişk û birayan digirt. Çi jî hebe, Yûhenna dil da Gayos ku ji jê re got: “Yê ku qenciyê dike ji Xwedê ye” (3. Yûh. 11). Belê, ew menîke gelek mezin e ku her tim qenciyê bikin.

Gelo nama Yûhenna Gayos teşwîq kir ku berdewam ke mêvanhez be? Bi rastî ew nama Yûhennaye sisêyan di Kitêba Pîroz de hat xwedî kirin û bona mirovên mayîn jî şîret e ku çav bidin “tiştê qenc”.

JI NAMA YÛHENNAYE SISÊYAN EM ÇI DERSÊ DIELIMIN?

Em zêde tiştekî nizanin der heqê birayê delal Gayos de, lê çi ku em zanin dikare gelek tişt me bielimîne.

Ça em dikarin “xwe bidin mêvanperweriyê”?

Ya yekê, gelek ji me hatine ser riya rastiyê bi alîkariya wan xwişk û birayên dilsoz, yên ku bi dil û can rêwîtî dikirin ji bo ku rastiyê bigihînine me. Îro ne hemû şagirtên Îsa riya gelek dûr diçin, da ku mizgînê belav kin. Lê em mîna Gayos dikarin alîkariyê û dil bidine wan xwişk û birayên ku rêwîtiyê dikin, mesela nazirên mihalê û jinên wan. Yan jî em dikarin komekê bidine wan xwişk û birayên ku derbasî bajarekî din yan hela hê welatê xerîb bûne, kîderê ku hewcetiya mizgînvanan heye. Were em timê “xwe bidin mêvanperweriyê” (Rom. 12:13; 1. Tîm. 5:9, 10).

Ya diduwan, em gerek ecêbmayî nemînin eger di civatê de caran qedirê kesekî dêxin. Birakî qedirê Yûhenna dêxist û Pawlos jî rastî vê çetinayê hat (2. Kor. 10:7-12; 12:11-13). Gelo em gerek çi bikin, eger di civatê de em rastî vê çetinayê bên? Pawlos ji Tîmotêyos re şîreteke wisa da: “Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be, ji bo hînkirinê jêhatî û bîhnfireh be”. Belê, eger kesek miqabilî me ye, lê em xwegirtî ne û hêrsa xwe digirin, dilê wan dikare nerm be û hêdî-hêdî ew li ser me baş bifikirin. Lê Yehowa “belkî . . . fersendê bide wan ku tobe bikin û rastiyê bizanin” (2. Tîm. 2:24, 25).

Ya sisêyan, em gerek bi dil û can payê wan xwişk û birayan bidin, yên ku di nava tengasiya de bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin. Hilbet Yûhennayê şandî Gayosê teşwîq dikir û wî da bawerkirinê, ku ew tiştên rast dike. Îro kal gerek çav bidine Yûhenna, ku xwişk û birayan qewî kin, da ku ew newestin (Îşa. 40:31; 1. Sel. 5:11).

Di têksta Yûnanî de, nama Yûhenna ji Gayos re ji 219 xeberan ne, û di Kitêba Pîroz de ew kiteba ya lape kin e. Lê bona şagirtên Îsa ew gelek biqîmet e û feydê jî tîne.