Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Gayos Alî Xûşk-Bira Dikir?

Çawa Gayos Alî Xûşk-Bira Dikir?

GAYOS û Mesîhiyên din yên qirna yekê rastî çetinaya hatin. Civatêda hineka hînkirinên qelp bela dikirin, seva ku civat sist be û parevebe (1 Yûhn. 2:18, 19; 2 Yûhn. 7). Diyotrefîs nava civatêda “xeyba” Yûhennayê şandî û yên din dikir. Ewî Mesîhiyên rêwîra yên ku mizgînî bela dikirin, mêvanhizî nedida kifşê û hin jî riya yên din digirt wekî ewana jî xûşk-bira qebûl nekin (3 Yûhn. 9, 10). Wî halîda Yûhenna neme nivîsî Gayosra. Yûhenna ew neme weke sala 98 D.M. nivîsî, û Nivîsarên Yûnanîda ev tê navkirinê “Nema Yûhennaye Sisiya”.

Nava wan çetinayada, Gayos bi aminî Xwedêra xizmet dikir. Lê gelo ewî aminiya xwe ça da kifşê? Çida em dikarin çev bidine Gayos? Û vê yekêda nema Yûhenna ça alî me dike?

NEME HEVALÊ DELALRA

Yûhenna nema xweye sisiyada xwe nav kiribû ça “berpirsiyar”. Gayos derbêra fem kir wekî ew Yûhenna ye ku jêra nivîsiye, çimkî Yûhenna alî Gayos kir ku rastiyê nas ke. Yûhenna bi dil û eşq nemêda dinivîse Gayosê delal, “kîjanî ku ez bi rastiyê hiz dikim”. Paşê Yûhenna got, ku bawer e wekî sihet-qewata wîye fîzîkî jî baş e, çawa sihet-qewata wîye ruhanî. Rastî jî giliyên çiqas xweş û şîrin in! (3 Yûhn. 1, 2, 4).

Diqewime Gayos berpirsiyarê civatê bû, lê nemekêda ew yek nayê gotinê. Yûhenna payê Gayos da bona mêvanhiziya wî hindava xûşk-bira, hela hê hindava yên nenas jî. Û ewî got ku bi vê yekê aminiya Gayos tê kifşê, çimkî mêvanhizî ew hunur e, bi kîjanî timê xizmetkarên Xwedê eyan dibin (Destp. 18:1-8; 1 Tîmt. 3:2; 3 Yûhn. 5).

Ji giliyên Yûhenna tê kifşê, wekî Mesîhiya timê rêwîtî dikirin ciyê Yûhenna dima û nêzîkî civata. Ew xûşk-bira hilbet wê Yûhennara gilî kirana ku rastî çi çetinaya hatine. Diqewime ku bi saya vê yekê Yûhenna deng û besa pêdihesiya derheqa wan civata.

Hilbet Mesîhiyên rêwî wê bixwestana cem xûşk-bira bimana, çimkî otêlada xirabî dihate kirinê û bênamûsî belabûyî bû. Femdarî ye yên ku rêwîtî dikirin, hergê hevalên wan hebûna, wê cem hevalên xwe bimana, lê Mesîhî cem Mesîhiya diman.

“EWANA BONA NAVÊ MESÎH KETINE RÊ”

Yûhenna Gayos hêlan kir, wekî dîsa mêvanhiziyê bide kifşê, çimkî ewî ji wî hîvî kir ku wan rêwiya usa verêke “çawa ku li Xwedê xweş tê”. Verêkirina mêvana dihate hesabê ku hazir kin çi ku bona rêketina wan û rêva wanra lazim e, seva bigihîjine ciyên xwe. Tê kifşê ku Gayos îda usa kiribû bona mêvanên pêşiya wan, çimkî ew yek gihîşte guhê Yûhenna ku Gayos ça bi hizkirin ewana qebûl kiribûn û baweriya wî çiqas qayîm e (3 Yûhn. 3, 6).

Mêvan dibeke mîsyonêr bûn, yan alîkarçiyên Yûhenna, yan jî berpirsiyarên rêwî bûn. Firqî tune ewana kê bûn, wana rêwîtî dikir seva mizgîniyê bela kin. Yûhenna got: “Ewana bona navê Mesîh ketine rê” (3 Yûhn. 7). Ev giliyên Yûhenna “ewana bona navê Mesîh ketine rê”, dide kifşê ku ew xûşk-bira ji civata Mesîhî bûn, û ewana hêja bûn ku wana bi dil û eşq qebûl kin. Lema Yûhenna giliyên usa nivîsî: “Awa em gerekê yêd usa qebûl kin, ku em tevî şixulê rastiyê bin” (3 Yûhn. 8).

ALÎKARÎ WEDÊ ÇETINAYA

Yûhenna ne tenê bona payîdayînê Gayosra nivîsî, ewî usa jî dixwest çetinaya mezinda alî wî bike. Birakî bi navê Diyotrefîs nedixwest Mesîhiyên rêwîra mêvanhiziyê bide kifşê. Ewî hela hê rê xûşk-birên din jî digirt, seva wan mêvana qebûl nekin (3 Yûhn. 9, 10).

Bêşik, tu Mesîhî wê nexwesta cem Diyotrefîs mêvan bimîne. Civatêda ewî xwe ser yên dinra digirt, û Yûhenna jî derheqa wî tiştên qenc ne got. Hin jî Diyotrefîs bi hemdê xwe tiştên xirab digot ser Yûhenna û yên din. Yûhenna ser Diyotrefîs ne got ku ew dersdarê qelp e, lê ewî navê Yûhenna şandî dêxist. Diyotrefîs pey navê xwe diket û nihêrandina wîye nerast, aminiya wî dikire bin şikê. Serhatiya Diyotrefîs nîşan dike, wekî civatêda dikare tiştekî usa biqewime, ku merivên xwehiz û babax şer-dewa bikine nava civatêda. Lema jî Yûhenna gote Gayos: “Çev nede xirabiyê”. Ew şîret usa jî bona me ye (3 Yûhn. 11).

MENIYA MEZIN KU QENCIYÊ BIKIN

Yûhenna nema xweda usa jî derheqa birakî qenc nivîsî, ku navê wî Dîmîtriyo bû. Ew bira mîna Diyotrefîs nîbû. Yûhenna derheqa wî nivîsî: “Bona Dîmîtriyo hemû jî şedetiya qenc didin . . . Em jî şedetiyê didin û tu zanî ku şedetiya me rast e” (3 Yûhn. 12). Dibeke Dîmîtriyora alîkariya Gayos lazim bû, û Yûhenna vê nema xweye sisiyada, Gayosra derheqa Dîmîtriyo gilî kir û payê wî da. Dibek Dîmîtriyo xwexa ew neme da Gayos. Yan dibek Yûhenna wî şand, yan jî dibeke ew berpirsiyarê rêwî bû, û dibeke çi ku Yûhenna nivîsîbû, Dîmîtriyo hê zelal Gayosra şirovekir.

Gelo çira Yûhenna Gayos şîret kir wekî berdewam ke mêvanhiz be, ne axir ew îda yekî usa bû? Dibeke Yûhenna dixwest ku Gayos qewî ke. Yan jî dibeke şandî berxwe diket wekî Gayos xwe paş xe û mêvanhiziyê nede kifşê, çimkî vê yekêda civatêda Diyotrefîs rê xûşk-bira digirt. Çi jî hebe, Yûhenna dil da Gayos ku jêra got: “Ewê ku qenciyê dike, ji Xwedê ye” (3 Yûhn. 11). Belê, ew menîke gelek mezin e wekî timê qenciyê bikin.

Gelo nema Yûhenna Gayos hêlan kir wekî berdewam ke mêvanhiz be? Bi rastiyê ew nema Yûhennaye Sisiya Kitêba Pîrozda hate xweykirinê û bona merivên mayîn jî şîret e seva çev bidine “qenciyê”.

JI NEMA YÛHENNAYE SISIYA EM ÇI DERSÊ HÎN DIBIN?

Em zêde tiştekî nizanin derheqa birayê delal Gayos, lê çi ku em zanin dikare gelek tişt me hîn ke.

Ça em dikarin “pey mêvanhiziyê bin”?

Ya pêşin, gelek ji me hatine ser riya rastiyê bi alîkariya wan xûşk-birên amin, yên ku bi dil û can rêwîtî dikirin seva rastiyê bigihînine me. Îro ne hemû Mesîhî riya gelek dûr diçin, seva mizgîniyê bela kin. Lê em mîna Gayos dikarin alîkariyê û dil bidine wan xûşk-bira yên ku rêwîtiyê dikin, mesele berpirsiyarên mihalê û jinên wan. Yan jî em dikarin komekê bidine wan xûşk-bira, yên ku derbazî şeherekî din yan hela hê welatê xerîb bûne, kîderê ku hewcetiya mizgînvana heye. Were em timê “pey mêvanhiziyê bin” (Rom. 12:13; 1 Tîmt. 5:9, 10).

Ya duda, em gerekê ecêbmayî nemînin hergê civatêda cara qedirê kesekî dêxin. Birakî qedirê Yûhenna dêxist û Pawlos jî rastî vê çetinayê hat (2 Korn. 10:7-12; 12:11-13). Gelo em ça gerekê xwe bidine kifşê, hergê civatêda em rastî vê çetinayê bên? Pawlos Tîmotêyora şîreteke usa da: “Li xulamê Xudan nakeve, ku şer bike, lê hindava hemûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be, bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke”. Belê, hergê kesek miqabilî me ye, lê em xwegirtî ne û hêrsa xwe digirin, dilê wan dikare nerm be û hêdî-hêdî ewana baş bifikirin ser me. Lê Yehowa “belkî . . . mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerin û rastiyê nas kin” (2 Tîmt. 2:24, 25).

Ya sisiya, em gerekê bi dil û can payê wan xûşk-bira bidin, yên ku nava tengasiyada bi aminî Yehowara xizmet dikin. Hilbet Yûhennayê şandî hêlan da Gayos û wî da bawerkirinê, wekî ew tiştên rast dike. Îro rûspî gerekê çev bidine Yûhenna, ku xûşk-bira qewî kin, seva ewana newestin (Îşa. 40:31; 1 Têsln. 5:11).

Têksta Yûnanîda, nema Yûhenna Gayosra ji 219 xebera ne, û Kitêba Pîrozda ew kitêb ya lape kin e. Lê bona Mesîhiya ew gelek qîmet e û karê jî tîne.