Here Naverokê

Here naverokê

Bila Dilê Te li ser Xezîneyên Ruhî Be

Bila Dilê Te li ser Xezîneyên Ruhî Be

“Xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be” (LÛQA 12:34).

KILAM: 76, 59

1, 2. a) Yehowa kîjan sê xezîneyên ruhî dane me? b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi şêwir bikin?

DI TEMAMIYA kaînatê de, kesê herî dewlemend, Yehowa ye (1. Dîr. 29:11, 12). Ew Bavekî destvekirî ye, û ew bi comerdî cewherên ruhî dide kesên ku qîmet didin van xezîneyan. Em ji Yehowa re gelek şikur dikin ku wî ev xezîneyên ruhî dane me: 1) Padîşahiya Xwedê, 2) xizmeta me û 3) rastiyên Kitêba Pîroz. Lê eger em bala xwe baş nedin, dibe ku teqdîra me sist bibe û em van xezîneyan winda bikin. Ji bo ku tiştekî wisa çênebe, lazim e ku em van xezîneyan rind bixebitînin û her tim ji vana zêdetir hez bikin. Îsa wisa got: “Xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be” (Lûqa 12:34).

2 Niha emê bibînin ku em çawa dikarin hezkirin û teqdîra xwe ji bo Padîşahiya Xwedê, xizmetê û rastiyê re pêş ve bixin û xwedî bikin. Kûr bifikire ku tu çawa dikarî ji van xezîneyên ruhî zêdetir hez bikî.

PADÎŞAHIYA XWEDÊ MÎNA DUREKE BIQÎMET E

3. Di metheloka Îsa de, bazirgan hazir bû ku ew çi bike ji bo ku vê dura biqîmet bistîne? (Li resmê ewilî binêre.)

3 Metta 13:45, 46 bixwîne. Di methelokekê de, Îsa behsa bazirganekî kir ê ku li dur an inciyan digeriya. Bi salan, bazirgan bêguman bi sedan dur kirîbûn û firotibûn. Lê gava wî ev dura bedew dît, dilê wî bicoş bû. Ji bo kirîna vê durê, lazim bû ku ew hemû mal û milkê xwe bifiroşe. Bîne ber çavê xwe ku ev dur jê re çi qas biqîmet e!

4. Eger em ji Padîşahiya Xwedê pir hez dikin, gerek em çi bikin?

4 Dersa vê methelokê çi ye? Rastiya li ser Padîşahiya Xwedê mîna vê dura giranbiha ye. Eger em ji Padîşahiya Xwedê hez bikin wekî ku bazirgan ji vê durê hez dikir, emê hazir bin ku her tiştî feda bikin ku em bibin welatiyên Padîşahiya Xwedê û her tim wisa bimînin (Marqos 10:28-30 bixwîne). Bila em serpêhatiyên du kesên ku wisa kirine bibînin.

5. Zexayos çawa nîşan da ku wî Padîşahiya Xwedê bi rastî hez dikir?

5 Zexayos serekê bacgiran bû. Ew bi xesbkirina pereyê xelkê bû dewlemend (Lûqa 19:1-9). Dîsa jî, gava Zexayos mizgîna Padîşahiyê ji Îsa bihîst, wî qîmeta vê xeberê fehm kir û der hal dest hilanî. Wî wisa got: “Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.” Belê, Zexayos dewlemendiya xwe ya heram feda kir û dev ji çavbirçîtiyê berda.

6. Jinikekê çi kir ji bo ku ew bibe welatiyeke Padîşahiya Xwedê, û çima?

6 Çend sal berê, jinikeke lezbiyen mizgîna Padîşahiyê bihîst. Li wê demê, ew seroka rêxistineke mafên homoseksuelan bû. Gava wê dest bi elimîna Kitêba Pîroz kir, wê qîmeta rastiya li ser Padîşahiya Xwedê fehm kir. Wekî din, wê fehm kir ku lazim e ku ew hal û hereketên xwe biguherîne (1. Kor. 6:9, 10). Ji ber vê yekê, ew ji wê rêxistinê derket û dev ji hevala xwe ya lezbiyen berda. Di sala 2009an de, ew hat bin av kirin û salek paşê wê dest bi pêşengiya daîmî kir. Belê, hezkirina wê ji Yehowa û Padîşahiyê re, ji xwestekên wê yên bedenî xurttir bû (Mar. 12:29, 30).

7. Em çawa dikarin hezkirina xwe ji Padîşahiya Xwedê re xwedî bikin?

7 Ji bo ku ew bibin welatiyên Padîşahiya Xwedê, gelekan jiyana xwe bi temamî guherandiye (Rom. 12:2). Lê ev ne bes e. Gerek em dîqat bikin ku malperestî û xwestekên bêexlaqî hezkirina me sist nekin (Mtl. 4:23; Met. 5:27-29). Ji bo ku em her tim bi dil û can ji Padîşahiya Xwedê hez bikin, Yehowa xezîneyeke din jî daye me.

XIZMETA ME MIROVAN DIFILITÎNE

8. a) Pawlosê şandî çima got ku xizmeta me mîna ‘xezîneyeke di firaxên herrî de’ ye? b) Pawlos çawa îsbat dikir ku ew qîmet dide xizmetê?

8 Îsa wezîfe daye me ku em mizgîna Padîşahiya Xwedê îlan bikin û bielimînin (Met. 28:19, 20). Pawlosê şandî pir qîmet dida xizmetê. Wî got ku xizmeta peymana nû mîna ‘xezîneyeke di firaxên herrî de’ ye (2. Kor. 4:7; 1. Tîm. 1:12). Em her çi qas ax in û qisûrdar in jî, xebera ku em îlan dikin dikare jiyana heta bi hetayê bide me û yên ku guh didin me. Loma Pawlos wisa got: “Ez van hemûyan ji bo Mizgîniyê dikim, da ku para min di wê de hebe” (1. Kor. 9:23). Belê, ji ber ku Pawlos ji xizmeta xwe pir hez dikir, wî pir xîret dikir ku ew mirovan bîne ser riya rastiyê (Romayî 1:14, 15; 2. Tîmotêyos 4:2 bixwîne). Bi vî awayî, wî karibû li ber muxalefeta giran sebir bike û dilsoz bimîne (1. Sel. 2:2). Lê em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji xizmetê hez dikin?

9. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmet didin xizmetê?

9 Ji ber ku Pawlos qîmet dida xizmetê, wî li her derê behsa mizgînê dikir. Mîna şandî û şagirtên Îsa yên pêşîn, em jî li her derê mizgînê belav dikin – hem mal bi mal, hem li cihên umûmî û hem jî gava fersendên din derdikevin (Kar. 5:42; 20:20). Çi qas ji destê me tê, em dixwazin xizmeta xwe pêş ve bixin. Mesela, em dikarin pêşengiya alîkar an pêşengiya daîmî bikin. An jî em dikarin zimanekî nû bielimin an mala xwe bar bikin li bajar an welatekî din (Kar. 16:9, 10).

10. Xîreta xwişka me Irene çawa hat bereket kirin?

10 Li Dewletên Yekbûyî, xwişkeke azip a bi navê Irene pir dixwest mizgînê bide koçberên ku Rûsî dipeyivin. Gava wê di sala 1993an de dest bi vê xizmetê kir, li New Yorkê tenê nêzikî 20 mizgînvan di koma bi zimanê Rûsî de hebûn. Niha teqrîben 20 sal e ku Irene di vî îşî de dixebite. Irene wisa dibêje: “Heta niha, Rûsiya min ne bêqisûr e.” Dîsa jî, Yehowa xîreta wê û mizgînvanên din bibereket kiriye. Îro di New Yorkê de şeş civatên bi zimanê Rûsî hene. Panzdeh xwendekarên Ireneyê hatin bin av kirin. Hinek ji wan di Beytelê de xizmet dikin, hinek pêşeng in û hinek jî kalên civatê ne. Irene wisa dibêje: “Eger ez li pey tiştekî din biçûma, ezê ev qas dilşad nebûma.” Belê, Irene pir qîmet dide xizmeta xwe!

Gelo tu xizmetê wek xezîneyekê dibînî û her hefte ji bo xizmetê wext vediqetînî? (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

11. Netîceyên baş ên berdewamkirina xizmetê çi ne?

11 Gava Pawlos zilm didît, wî dîsa jî belavkirina mizgînê berdewam dikir. Eger em qîmet didin xizmeta xwe, emê jî wisa bikin (Kar. 14:19-22). Ji sala 1930yî heta sala 1944an, xwişk û birayên me yên li Dewletên Yekbûyî pir zilm didît. Wek Pawlos, wan dîsa jî dev ji belavkirina mizgînê berneda. Ji bo ku ew di mijara belavkirina mizgînê de heqê xwe biparêzin, wan li mehkemeyan pir micadele dikir. Li sala 1943an, birayê me Nathan H. Knorr li ser zafereke me ya li ber Mehkemeya Bilind wisa got: “Zaferên me, bi saya xîreta we hatine qezenc kirin. Eger mizgînvanan xizmeta xwe berdewam nekira, dozên me wê neçûna li ber Mehkemeya Bilind. Lê sebeba mexlûbbûna zilmê ev e ku hûn mizgînvanno – xwişk û birayên me yên li seranserê dinyayê – hûn nesekinîne. Sebeba vê hikmê ev e ku xizmetkarên Xudan saxlem mane û zafer girtiye.” Li welatên din jî xwişk û birayên me saxlem sekinîne û bûne sebeba zaferên mîna vê. Belê, hezkirina xizmetê dikare zilmê mexlûb bike.

12. Di xizmetê de tu dixwazî çi bikî?

12 Eger em xizmetê wek xezîneyeke ku ji Yehowa tê bibînin, emê tenê nekevin li pey “topkirina saetan”. Na, çi ji destê me tê emê her tiştî bikin ku em xizmeta xwe bînin cih (Kar. 20:24; 2. Tîm. 4:5). Lê di xizmetê de, emê ji mirovan re çi bielimînin? Xwedê xezîneyeke din jî daye me. Niha emê li ser vê xezîneyê şêwir bikin.

XEZÎNEYEKE TIJE RASTIYÊN EYANKIRÎ

13, 14. Di Metta 13:52 de, Îsa behsa kîjan ‘xezîneyê’ kiribû? Em çawa dikarin vê xezîneyê tije bikin?

13 Xezîneya ruhî ya sisêyan, ji rastiyên eyankirî tê meydanê. Yehowa, Xwedayê rastiyê ye (2. Sam. 7:28; Zeb. 31:5). Wek Bavekî comerd, ew rastiyên pîroz ji mirovên ku jê ditirsin, eyan dike. Ji cara pêşîn a ku me der heqê rastiyê de bihîstibûn heta niha, em ji Peyva Xwedê, ji weşanên me û ji civînên me gelek tiştan elimîne. Bi zeman re, xezîneya me bi rastiyên kevin û nû ve her ku diçe tije dibe (Metta 13:52 bixwîne). Lazim e ku em li rastiyan bigerin wekî ku mirov li xezîneyên veşartî digerin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê alî me bike ku em xezîneya xwe bi rastiyên nû ve tije bikin (Methelokên Silêman 2:4-7 bixwîne). Em çawa dikarin vê bikin?

14 Lazim e ku em ji bo xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz û weşanên me bernameyeke muntazam bikin. Bi vî awayî emê rastiyên nû – yanî rastiyên ku me berê nizanibû – bibînin (Yêşû 1:8, 9; Zeb. 1:2, 3). Li meha heftan a sala 1879an, hejmara yekê ya kovara Watchtower’ê wisa gotibû: “Wek kulîlkeke li çola jiyanê, rastî jî zor tê dîtin, çimkî derdora wê bi giyayên nerastiyê ve tije ye. Eger tu dixwazî wê bibînî, lazim e ku tu bala xwe baş bidî. ... Eger tu dixwazî wê bi dest bixî, lazim e ku tu xwar bibî û wê bigirî. Tenê bi yek kulîlka rastiyê têr nebe. ... Li yên din jî bigere û wan top bike.” Belê, gerek em her ku diçe xezîneya xwe bi rastiyên pîroz ve tije bikin.

15. Hin rastî çima ji bo me “kevin” in? Tu herî zêde ji kîjan rastiyan hez dikî?

15 Çaxa me dest bi elimîna Kitêba Pîroz kiribû, em hin rastiyên pir biqîmet elîmîn. Em dikarin bibêjin ku ev rastî ji bo me êdî “kevin” in, çimkî em vana di serê pêşî de elimîbûn. Mesela, em elimîbûn ku Yehowa Afirandêrê me ye, ku ew Çavkaniya Jiyanê ye û ku mexsedeke wî ji bo însanan çi ye. Wekî din, em elimîbûn ku Xwedê ji hezkirinê Kurê xwe wek fîdye da ji bo ku em ji guneh û mirinê bifilitin. Ji xeynî vê, em elimîbûn ku Padîşahiya Xwedê wê hemû kul û derdan biqedîne û emê paşê karibin heta bi hetayê di selamet û dilşadiyê de bijîn (Yûh. 3:16; Pey. 4:11; 21:3, 4).

16. Gava fehmkirina me ya rastiyekê bê guherandin, gerek em çi bikin?

16 Carinan dibe ku fehmkirina me ya pêxembertî an ayetekê bê guherandin. Gava tiştekî wisa dibe, gerek em vê melûmatê rind lêkolîn bikin û li ser wê bifikirin (Kar. 17:11; 1. Tîm. 4:15). Mexseda me ev e ku em ne tenê tiştên mezin, lê ferqên biçûk ên di nava fehmkirina berê û ya nû de zelal fehm bikin. Bi vî awayî, rastiya nû wê bikeve hundirê xezîneya me. Lê feydeya vê çi ye?

17, 18. Ruhê pîroz çawa dikare alî me bike?

17 Îsa dielimand ku ruhê Xwedê dikare tiştên ku em berê elimîbûn bîne bîra me (Yûh. 14:25, 26). Ev çawa dikare di belavkirina mizgînê de alîkariya me bike? Li sala 1970yî, birayekî meyî bi navê Peter 19 salî bû û nû dest bi xizmetkirina li Beytela Brîtanyayê kiribû. Carekê, gava wî mal bi mal xizmet kir, ew li zilamekî birî rast hat. Peter jê pirsî ku gelo ew dixwaze Kitêba Pîroz bielime. Zilam şaş ma û got ku ew bi xwe alimê Cihû ye. Ji bo ku Peter biceribîne, alim wisa pirsî: “Kurê min, hela bibêje: Kitêba Danîêl bi kîjan zimanî hatibû nivîsandin?” Peter wisa cewab da: “Pareke wê bi zimanê Aramî hatibû nivîsandin.” Peter wisa dibêje: “Ew ecêbmayî ma ku min cewaba vê pirsê zanibû, lê ez jî ji wî zêdetir ecêbmayî mam! Cewaba vê pirsê çawa hat bîra min? Çaxa ez vegeriyam malê, min li kovarên Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin! ên mehên çûyî nêrî û meqaleyek dît, ê ku dibêje ku kitêba Danîêl bi zimanê Aramî hatibû nivîsandin.” * Belê, ruhê pîroz dikare fikrên ku me berê xwendibû û xist xezîneya xwe bîne bîra me (Lûqa 12:11, 12; 21:13-15).

18 Eger em qîmet didin hîkmeta Yehowa, emê bixwazin xezîneya xwe bi rastiyên nû û kevin ve tije bikin. Her ku hezkirin û teqdîra me ji hîkmeta Yehowa re mezintir dibe, emê bibin mamosteyên hunermend.

XEZÎNEYA XWE BIPARÊZE

19. Gerek em çima xezîneya xwe biparêzin?

19 Şeytan û dinyaya wî her tim dixwazin teqdîra me ji xezîneyên ruhî re sist bikin an jî tune bikin. Eger em dîqat nekin, dibe ku xwestina xebateke baş, xeyala jiyaneke luks an quretiya maldariyê me bixapîne. Yûhennayê şandî tîne bîra me ku hem dinya hem jî xwesteka dinyayê wê derbas bibin (1. Yûh. 2:15-17). Ji bo vê sebebê, gerek em pir xîret bikin û hezkirin û teqdîra xwe ji xezîneyên ruhî re daîm bikin.

20. Ji bo xwedîkirina xezîneyên ruhî, tuyê çi bikî?

20 Ji her tiştî zêdetir ji Padîşahiya Xwedê hez bike. Mizgînê bi xîret belav bike û teqdîra xwe ji xizmetê re winda neke. Her daîm li rastiyên pîroz bigere. Eger tu wisa bikî, tuyê xezîneya xwe li ezmanan zêdetir bikî. “Li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe. Çimkî xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be” (Lûqa 12:33, 34).

[Nota jêr]

^ par. 17 Danîêl 2:4b heta 7:28 bi zimanê Aramî hatibû nivîsandin.