Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tuyê Xeydê ji Dilê Xwe Derxî û Edilayê Xwey kî?

Tuyê Xeydê ji Dilê Xwe Derxî û Edilayê Xwey kî?

YEHOWA XWEDÊ xizmetkarên xwe şîret dike wekî edilayê xwey kin û tifaqiyêda bin. Û hergê em edilayîhiz in, em hindava hevduda edilayê xwey kin. Çaxê em usa dikin, em bextewar dibin, çimkî edilayêda dijîn. Ew edilayî gelek meriva dikişîne civatê, yên ku şer-dewa hiz nakin.

Mesele, Madageskerêda mêrikek ku berê cedûbaz bû û meriv qenc dikirin, texmîn kir wekî Şedên Yehowa ça tifaqiyêda nin. Ewî dilê xweda got: “Hergê ez bixwazim dînekî qebûl kim, ezê bibime Şedê Yehowa”. Wede derbaz bû û ewî kirên cedûbazî terk da, usa jî li gora Kitêba Pîroz zewaca xweda guhastin kir, û bû xizmetkarê Yehowa, Xwedêyê edilayê.

Her sal bi hezara meriv mîna wî mêrikî, dibine endemên civata Mesîhî, kîderê ku edilayî heye çi ku wana timê xwestiye. Lê Kitêba Pîroz dibêje wekî “hevsûdiya xirab û çevnebarî” civatêda dikarin hevaltiyê xirab kin û çetinaya pêşda bînin (Aqûb 3:14-16). Lê çiqas baş e wekî Kitêba Pîroz usa jî şîreta dide me, ku em çawa dikarin xwe ji vê yekê xwey kin û edilayê qewî kin orta hevduda. Were em niha çend serhatiyên xûşk-bira şêwir kin û bivînin ça wana edilayî xwey kirine.

ÇETINAYÎ Û SAFÎKIRIN

“Orta min û birakî kîjan tevî min dixebitî, hev ket. Carekê çaxê me ser hev dikire qajînî, du meriv hatin û dîtin ça em hevra şer dikin” (KRÎS).

“Xûşkek, tevî kîjanê min timê xizmet dikir, nişkêva îda tevî min dernedikete xizmetiyê. Paşê ewê îda tevî min qe xeber jî nedida. Min fem nedikir çira ew usa dike” (CANÊT).

“Me sê bira tevî hev pê têlê xeber dida. Yekî xatirê xwe ji me xwest û min tirê ewî têl vêsand. Hingê min yê dinra derheqa wî giliyên nebaş got, lê ewî têl vênesandibû û dibihîst ku min çi ser wî digot” (MAYKL).

“Civata meda du pêşenga hevra şer dikirin. Wana hêrsa xwe ser hevda dirêtin. Ew şer-dewê wan gişka eciz dikirin” (GARÎ).

Alîkîva binihêrin, ev çetinayên mezin nînin. Lê ewan dereca dikaribûn dilê wan meriva biêşînin û ruhanîda ziyanê bidine wan. Lê ça baş e wekî ewan xûşk-bira prînsîpên Kitêba Pîroz dane xebatê û edilayî nav hevda xwey kirin. Hûn ça difikirin, wana kîjan prînsîp dane xebatê?

“Rêva şer nekin” (Destp. 45:24). Bi wan giliya Ûsiv birên xwe şîret kir, gava ewana vedigeriyane mala bavê xwe. Rastî jî ewî şîreteke kêrhatî da wan! Çaxê kesek nikare xwe bigire û zû hêrs dikeve, ew dikare şer-dewa hê gur ke. Krîs derheqa kîjanî me jorê got, fem kir wekî jêra lazim e xwe bişkêne û şîreta qebûl ke. Ewî xwest xwe biguhêze, û nêzîkî wî birayî bû tevî kîjanî ketibû dewê, û ji wî baxşandin xwest. Paşî vê yekê, ew îda ser xwe dixebitî, wekî hêrsa xwe bigire, û axiriyêda ew bira jî hate guhastinê. Niha ewana herdu jî bi şabûnê tevayî Yehowara xizmet dikin.

“Bê şîret merem û tivdîr betal dibin” (Metlk. 15:22). Canêtê fem kir wekî ew gerekê çetinaya orta xwe û xûşkê safî ke. Ewê xwest tevî wê xûşkê xeber de. Wedê xeberdanê Canêtê xûşkêra got, wekî dilê xwe jêra veke ku çira ew xwe ji wê dûr digire. Destpêkêda xeberdan ne hêsa bû, lê yeke paşê wana hevra nerm xeber didan. Axiriyêda, ewê xûşkê fem kir wekî ewê ji Canêtê nerast fem kiriye, û ku Canêtê tiştekî usa nekiriye ku ew bixeyde. Ewê ji Canêtê baxşandin xwest, û ewana dîsa jî hevaltiyê dikin û tevayî Yehowara xizmet dikin.

“Heger tu hediya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, hediya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşiyê here birê xwera li hev were” (Met. 5:23, 24). Ew şîret Îsa da, gava ser çiyayê Sermonê cimet hîn dikir. Maykl gelek xwe neheq dikir, çimkî ewî fem kir, wekî nerast bû ku ser bira tiştên nebaş got. Lema ewî xwera safî kir ku here bal wî birayî û hev bên. Ew rastî wî birayî hat û bi milûktî gunê xwe da rûyê xwe, çimkî dilê wî êşandibû. Axiriyêda çi qewimî? Maykl dibêje: “Ewî bi dil û can baxşande min”. Belê, ewana dîsa bûne hevalên hev.

“Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (Kols. 3:12-14). Me jorê derheqa du pêşenga gilî kir, kîjan ku hevra diketine dewê. Rûspîkî alî wan kir seva ewana li hev bên. Ewî wanra da kifşê ku ça şer-dewê wan xûşk-bira eciz dike û xirab ser wan hukum dibe. Ewî anî bîra wan, wekî ewana gerekê hindava hevduda sebir bin û edilayê xwey kin. Ew du xûşk şîreta rûspî qebûl kirin, û niha ewana tifaqiyêda tevayî mizgîniyê bela dikin.

Hergê kesekî dilê we êşandiye, wê kêrhatî be ku giliyên Kolosî 3:12-14 bidine xebatê. Seva ku bibaxşînine meriva û şaşiyên wan bîr kin, gelek ferz e xwe bişkênin. Lê heger hûn nikarin xeydê ji dilê xwe derxin, bidine xebatê prînsîpa ji Metta 18:15. Rast e Îsa ev prînsîp derheqa vê derecê got çaxê kesek himberî me gunê mezin dike, lê yeke evê prînsîpê em dikarin bidine xebatê her gav, çaxê orta me û kesekî xirab dibe. Em dikarin bi milûktî û nermî nêzîkî wî bira yan xûşkê bin û hevra helal xeber din seva li hev bên.

Belê, Kitêba Pîrozda gelek şîretên kêrhatî hene. Heçî zef ji wan şîreta, didine kifşê ku çiqas ferz e berê ruh bidine kifşê, dêmek “hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî, xwegirtin” (Galt. 5:22, 23). Çawa ku bizir hacetên mekînê nerm dike û ew rind dixebite, usa jî bi saya wan hunura hêsa ye bi nermî çetinayên orta hevdu safî kin û edilayê xwey kin.

CÛRE-CÛRE XEYSET CIVATÊ HÊ DEWLETÎ DIKE

Em xeysetda mîna hev nînin û hunurên me jî ji hev cude dibin. Û ew yek heleqetiya me orta xûşk-bira hê hewas û bedew dike. Lê çimkî em xeysetda ji hev cude dibin, cara em dikarin hevdu nerast fem kin û hevra bikevine dewê. Rûspîkî cêribandî derheqa vê yekê meselek anî: “Merivê şermokera dikare çetin be ku nav wan merivada be, kîjan neşermoke ne û xeberxweş in. Dibeke usa bê kifşê ku ew yek tiştekî biçûk e, lê cara ew dikare problêmeke mezin pêşda bîne”. Gelo merivên ku xeysetda mîna hev nînin, qe dikarin hevra yole herin? Were şêwir kin derheqa du şandiya. Petrûs merivekî dilvekirî bû û çi dihate ber hişê wî ew jî digot. Lê Yûhenna merivekî bi hizkirin bû û kirên xweda û xeberdana xweda fesal bû. Belê, xeysetê wan cûre-cûre bû, lê yeke wana tevayî hevkarî dikirin (Kar. Şand. 8:14; Galt. 2:9). Îro jî hergê xûşk-bira xeysetda mîna hev nînin, yeke dikarin tevayî hevkariyê bikin û edilayêda bin.

Diqewime ku civatêda hûn ji xeberdan û kirên kesekî eciz dibin. Lê bîr nekin ku Mesîh bona wî jî mir û ku hûn gerekê bi hizkirin bin tevî wî (Yûhn. 13:34, 35; Rom. 5:6-8). Lema jî wê nerast be ku derbêra hevaltiya xwe bibirin, yan jî tevî wî xwe dûr bigirin. Pirsên usa bidine xwe: “Gelo ew bira qanûna Yehowa diteribîne? Gelo ew bi hemdê xwe dilê min dêşîne û min eciz dike, yan em xeysetda ne mîna hev in?” Û pirseke lape ferz: “Kîjan hunurên wî ez dixwazim ku cem min hebin?”

Pirsa paşin gelek kêrhatî ye. Mesele, hergê kesek hiz dike xeber de, lê tu usa nînî, bifikire ku tu çi dikarî ji wî hîn bî. Besa xeberê, tevî wî derkeve xizmetiyê û dîna xwe bidê ku ew ça xeberdana xwe destpêdike. Yan jî hergê tu divînî wekî ew destvekirî ye, lê tu hinekî tima yî, dîna xwe bidê ku ew çiqas şabûnê distîne gava alîkariyê dide merivên emirda mezin, nexweş yan jî kê kesîb e. Belê, hergê jî hûn xeysetda mîna hev nînin, yeke dikarin ji hevdu tiştên baş hîn bin. Dibeke hûn hevalên gelek nêzîk nîbin, lê heleqetiya we orta hevdu wê baş be, û hin jî wê tifaqî orta weda hin jî civatêda mezin be.

Qirna yekêda du xûşk Eyodiya û Sintîxa diqewime xeysetda ji hev cude dibûn lema orta wanda çetinayî hebû. Lê Pawlosê şandî wana hêlan kir ku “tevî Xudan yekbûyî” li hev bên (Fîlî. 4:2). Belê, nêta me jî gerekê ew be ku tevî xûşk bira hevkariyê bikin û civatêda edilayê xwey kin.

NEHÊLIN XEYD DILÊ WEDA BIMÎNE

Em gerekê zû xeydê ji dilê xwe derxin, çimkî ew yek dikare kûr dilê meda rûnê. Mesele, hergê baxçekî bi kulîrka tijeda zîvan mezin dibin, hergê wana kokêva dernexî, baxçe dikare bedewbûna xwe unda ke. Usa jî xeyd, hergê ev ji dilê me derneyê, ew wê hê mezin be, û dikare ser civatê jî xirab hukum be. Lê hergê em Yehowa û xûşk-bira hiz dikin, emê tu car nehêlin wekî tiştek ziyanê bide edilayê, ku nava cimeta Xwedêda heye.

Hergê hûn xwe milûk kin û edilayê bigerin, hûnê berên baş bistînin

Çaxê em her tiştî dikin seva edilayê xwey kin, em dikarin ecêbmayî bimînin ku ew çi berên baş tîne. Dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke me, ew gilî dike: “Min texmîn kir ku xûşkek tevî min ça tevî zara bû. Ew yek min eciz dikir. Hêrsa min ser wê rabû, ez xeyîdîm û îda hindava wê sar bûm. Ez usa difikirîm: ‘Hergê ew qedirê min nagire, çira ez gerekê qedirê wê bigirim’”.

Paşê ew xûşk fikirî ser kirên xwe. Ew gilî dike: “Min têderxist wekî xeysetê min xirab dibû û ez ser xwe hêrs diketim. Min fem kir ku ez gerekê fikirên xwe biguhêzim. Min bona vê yekê Yehowara dua kir. Paşê min pêşkêşek û nemeke biçûk da wê xûşkê. Nemêda min baxşandin ji wê xwest seva kirên xweye nerast. Me hevdu hemêz kir û hevra got, wekî evê yekê bîr bikin. Paşî vê yekê orta min û wêda îda tu problêm tune bû”.

Hemû meriv edilayê dixwazin. Lê çaxê meriv divînin wekî qedirê wan dikeve, yan jî ewana qure ne, gelek ji wan îda edilayê nagerin û kirên nerast dikin. Ew yek vê dinyayêda qeyde ye, lê nava xizmetkarên ku navê Xwedê ser wan e, edilayî û tifaqî gerekê her gav hebe. Yehowa pê rêberiya ruhê xweyî pîroz Pawlos hêlan kir ku binivîse: “Hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gaziyê ye, kîjanêra hûn hatine gazîkirinê. Hûn bi temamiya milûktiyê û şkestî, bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin. Bicedînin, ku yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin” (Efes. 4:1-3). Belê, ew “hevgirêdana edilayiyê” bêhesab qîmet e. Lema jî were em aliyê xweda her tiştî bikin, seva çetinayên orta hevda safî kin û edilayê hê qewî kin.