Here Naverokê

Here naverokê

“Bila Fêhmkariya Te Pîroz be”

“Bila Fêhmkariya Te Pîroz be”

EV GOTIN Dawid gote wê jinikê ya ku rastî wî hat. Navê wê Abîgaîl bû. Lê gelo çi Dawid teşwîq kir ku payê wê bide, û çi dersê em dikarin bielimin?

Çaxa Dawid rastî Abîgaîlê hat, hingê ew ji Saûl padîşah direviya. Mêrê Abîgaîlê hebû, navê kîjan Nabal bû. Ew mirovekî dewletî bû û gelek keriyên pezê wî hebûn. Dawid û leşkerên wî, şivanên Nabal û keriyên pezên wî xwedî dikirin. Wext şûnda, Dawid mirovên xwe şande cem Nabal, û hîvî kir ku Nabal çiqas dikare xwarinê bide wan (1. Sam. 25:8, 15, 16). Ew xwestina mezin nîbû, çimkî Dawid û leşkerên wî ji Nabal re qenciya mezin kiribûn.

Lê Nabal, navê kîjan tê hesabê “Ehmeq” an jî “Bêaqil”, bi rastî jî yekî wisa bû. Wî xwestina Dawid pişt guhê xwe ve avêt, û ser de jî Dawid bêhurmet kir û li ser wî gotinên xirab got. Hêrsa Dawid rabû ser Nabal û wî xwest wî ceza bike, çimkî wî Dawid bêhurmet kir. Nabal û malbata wî gerek bona serhişkiya wî heqê xwe bistandana (1. Sam. 25:2-13, 21, 22).

Abîgaîlê fehm kir ku hal xirab e, û wê qerar kir evî şixulî hilde destê xwe. Wê bi qedir tevî Dawid xeber da, yê ku paşê gerek bibûya padîşah, û ji wî lava kir ku ji bo vê neheqiyê, eleqa xwe tevî Yehowa unde neke. Wê wisa jî ji Dawid û leşkerên wî re gelek xwarin anî. Dawid fehm kir ku Yehowa bi destê Abîgaîl wî ji gunê mezin xwedî kir. Dawid gote wê: “Bila fêhmkariya te pîroz be û tu pîroz be; ji rijandina xwînê ... te min sekinand!” (1. Sam. 25:18, 19, 23-35).

Ji vê serpêhatiyê em dikarin bona xwe ders hildin. Tu kes ji me naxwaze mîna Nabal be, çimkî ew bêşêkir bû û ber tiştekî hesab nekir qenciya ku ji jê re hate kirinê. Hin jî, çaxa em têderdixin ku çetinayî pêşda tê, wê baş be çi destê me tê bikin, da ku evê çetinayê çareser kin. Û em jî mîna zebûrbêj dikarin ji Xwedê hîvî kin: “Zanîn û şehrezayî bide min” (Zeb. 119:66).

Mirov dikarin bi kirên me bibînin, ku serwaxtî, dêmek fehmkariya me heye. Dibe ku ew evê yekê ji me re raste-rast nebêjin, lê mîna Dawid bifikirin, kîjan ku got: “Bila fêhmkariya te pîroz be!”