Here Naverokê

Here naverokê

Li Serweta Rastîn Bigere

Li Serweta Rastîn Bigere

“Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin” (LÛQA 16:⁠9).

KILAM: 122, 129

1, 2. Di vê dinyayê de kesên feqîr wê çima her tim hebin?

SÎSTEMA ekonomîk a îroyîn zalim û neadil e. Gelek ciwan nikarin ji xwe re xebatekê bibînin. Ji bo ku ew herin welatên hê zengîntir, hinek jiyana xwe diavêjin talûkeyê. Lê li welatên zengîn jî kesên feqîr hene. Kendalê di nav zengîn û feqîran de her ku diçe mezintir dibe. Li gor hin texmînan, di demeke nêzik de, serweta ji sedî 1ê ya nifûsa dinyayê ya herî zengîn wê bi qasî serweta hemû kesên din bibe. Em nizanin ku ka ev hejmar bi temamî rast e an na, lê em rind dizanin ku hinek bi zêdeyî dewlemend in, lê bi milyaran kes feqîr û belengaz in. Wek Îsa gotibû: “Belengaz hergav di nav we de ne” (Mar. 14:⁠7). Çima ew qas bêedaletî heye?

2 Îsa zanibû ku heta ku Padîşahiya Xwedê neyê, sîstema ekonomîk wê wisa xerab bimîne. Wek sîstema siyasî û sîstema dînî, sîstema ticarî jî pareke dinyaya Şeytan e. Peyxam 18:​3, sîstema ticarî wek “bazirgan” bi nav dike. Xizmetkarên Xwedê ji siyasetê û ji dînên sexte bi temamî dûr disekinin, lê piraniya wan nikarin ji para ticarî ya dinyaya Şeytan bi temamî dûr bisekinin.

3. Niha emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, gerek em ji xwe bipirsin ku em li sîstema ticarî çawa dinêrin. Mesela, ji xwe wisa bipirse: “Ez çawa dikarim dilsoziya xwe li ber Xwedê bi mal û milkê xwe nîşan bidim? Ez çawa dikarim heta ku ji destê min tê ji dinyaya ticarî dûr bisekinim? Kîjan serpêhatî nîşan didin ku xizmetkarên Xwedê li ber tengahiyên dinyayê bi temamî bi Xwedê bawer dibin?”

METELOKA KEHYAYÊ NERAST

4, 5. a) Di meteloka Îsa de, kehya ket çi halî? b) Îsa çi şîret da şagirtên xwe?

4 Lûqa 16:​1-9 bixwîne. Meteloka Îsa ya der heqê kehyayê nerast de derseke muhîm dide me. Piştî ku kehya bi îsrafkariyê hat îtham kirin, wî “aqilmendî kir” û “dost” qazanc kirin ji bo ku ew alî wî bikin gava ew wezîfeya xwe winda bike. * Helbet Îsa ji şagirtên xwe re negot ku gerek ew neheqiyê bikin ji bo ku ew di vê dinyayê de debar bikin. Îsa tenê got ku “zarokên vê dinyayê” wisa dikin. Bi vê metelokê ve, Îsa derseke muhîm da me.

5 Wekî ku ew kehya di halekî zor de bû, Îsa zanibû ku ji bo piraniya şagirtên xwe wê lazim be ku ew di vê dinyaya ticarî ya xerab de debar bikin. Ji ber vê yekê, wî wisa got: “Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin, da ku gava ev mal nemîne, ew [Yehowa û Îsa] we li bin konên herheyî qebûl bikin.” Gelo em ji şîreta Îsa çi dielimin?

6. Em ji ku dizanin ku sîstema ticarî ya îroyîn ne li gor mexseda Xwedê ye?

6 Îsa negot ku wî çima serweta madî wek “malê neheqiyê” bi nav kir. Dîsa jî, Kitêba Pîroz nîşan dide ku ticareta çavbirçî ne li gor mexseda Xwedê ye. Di baxçeyê Adenê de, Yehowa hemû hewcedariyên Adem û Hewayê bi zêdeyî dida (1. Mû. 2:​15, 16). Paşê, gava ruhê pîroz li sedsala yekê hat li ser kesên hilbijartî, “tu kesî ji wan ji bo tiştên xwe nedigot: ‘Ev ya min e.’ Lê her tiştê wan hevpar bû” (Kar. 4:32). Îşaya pêxember got ku rojekê, hemû însan wê ji dewlemendiya dinyayê feyde bistînin (Îşa. 25:​6-9; 65:​21, 22). Lê heta wê rojê, lazim e ku şagirtên Îsa “aqilmend” bin û hem bi “malê neheqiyê” debar bikin hem jî rizaya Xwedê bistînin. Lê çawa?

MALÊ NEHEQIYÊ BI AQILMENDÎ BIXEBITÎNE

7. Lûqa 16:​10-13 çi şîret dide?

7 Lûqa 16:​10-13 bixwîne. Di vê metelokê de, kehya ji bo menfaeta xwe dost qazanc kirin. Lê Îsa ji şagirtên xwe re got ku ew li ezmanan ji xwe re dost qazanc bikin – ne ji bo menfaeta xwe, lê ji bo armanceke baş. Ayetên piştî vê metelokê nîşan didin ku xebitandina “malê neheqiyê” bi dilsoziya li ber Xwedê ve girêdayî ye. Îsa got ku em dikarin dilsoziya xwe bi serweta xwe nîşan bidin, yanî em dikarin serweta xwe bi awayekî rast bixebitînin.

8, 9. Hinek dilsoziya xwe çawa bi serweta xwe nîşan didin?

8 Gava em şixulê belavkirina mizgînê bi mal û milkê xwe pêş ve dixin, em dilsoziya xwe bi serweta xwe nîşan didin (Met. 24:14). Li Hindistanê, qîzekê di qutiyeke biçûk de pere top dikir. Ji bo vê, wê hin lîstokên xwe jî feda kirin. Gava qutî tije bû, wê pereyê topkirî ji bo şixulê belavkirina mizgînê bexşand. Dîsa li Hindistanê, birayekî me gûzên hindê difiroşe. Ew gûzên hindê dibexşîne buroya wergerandinê ya Malayalamê. Ji ber ku gûzên hindê ji buroyê re jixwe lazim in, ew difikire ku li dewsa pere, hê baştir e ku ew rasterast gûzên hindê bide. Belê, aqilmendî ev e! Li Yewnanistanê, hin xwişk û bira her tim donê zeytê, penîr û erzaqên din dibexşînin malbata Beytelê.

9 Birayekî me ji Srî Lankayê, yê ku niha li welatekî din dijî, îzin dide ku milkê xwe yê li wê derê ji bo civînên heftanî, ji bo civînên mezin û wek mala xizmetkarên tamrojî bê xebitandin. Fedakariya vî birayî ji bo mizgînvanên feqîr alikariyeke mezin e. Li welatekî ku şixulê me qedexekirî ye, xwişk û birayên me malên xwe ji bo civînan vedikin. Bi vî awayî, ne lazim e ku pêşeng û xwişk û birayên din, ên ku destteng in, ji bo cihekî kirê bidin.

10. Gava em destvekirî dibin, em kîjan kereman distînin?

10 Mîsalên van xwişk û birayan nîşan didin ku xizmetkarên Xwedê “di ya hindik de dilsoz” in, yanî ew dilsoziya xwe bi serweta madî – ya ku ji aliyê qîmetê ve li gor serweta ruhî tiştekî hindik e – nîşan didin (Lûqa 16:10). Dostên Yehowa li fedakariyeke wisa çawa dinêrin? Ew fehm dikin ku eger ew comerd bin, ew dikarin “dewlemendiya rastîn” qazanc bikin (Lûqa 16:11). Xwişkeke ku her tim ji bo şixulê belavkirina mizgînê bexşan dide, der heqê keremên ku wê heta niha standine de wîsa dibêje: “Bi salan, comerdiya madî ez bi rastî guherandime. Wexta ku ez ji aliyê madî ve comerd dibim, ez li ber kesên din hê dilfirehtir dibim. Ez zêdetir efû dikim, ji kesên din re zêdetir sebir dikim, li ber husranan zêdetir dilfireh dibim û şîretan hêsantir qebûl dikim.” Gelek xwişk û birayên me elimîne ku comerdî, zengîniya ruhî tîne (Zeb. 112:5; Mtl. 22:⁠9).

11. a) Comerdî çawa nîşana ‘aqilmendiyê’ ye? b) Di nava xizmetkarên Xwedê de “wekhevî” çawa tê meydanê? (Li rêsmê ewilî binêre.)

11 Wekî din, gava em mal û milkê xwe ji bo menfaetên Padîşahiyê xerc dikin, em wisa nîşan didin ku em “aqilmend” in. Bi vî awayî, em dikarin bi îmkanên xwe alîkariya kesên din bikin. Eger em nikarin xizmeta tamrojî bikin an herin welatekî din, em dîsa jî dikarin bi bexşên xwe piştgiriya xizmeta kesên din bikin (Mtl. 19:17). Hin welat hene ku feqîr in, lê xebata Padîşahiyê li wê derê zû pêş ve diçe. Bi saya bexşên jidil, weşan tên şandin van welatan û şixulê belavkirina mizgînê tê destek kirin. Mesela, li welatên wek Kongo, Madagaskar û Rwandayê, Kitêba Pîroz berê pir biha bû. Lazim bû ku mirov ji bo kirîna Kitêba Pîroz heftiyek an mehekê bixebite. Ji ber vê yekê, malbat carinan birçî diman. Niha, bi saya bexşên xwişk û birayan, “wekhevî” hatiye çêkirin. Teşkîlata Yehowa îmkan çêkiriye ku Kitêba Pîroz bê wergerandin û bê belav kirin hemû ferdên malbatan û xwendekarên Kitêba Pîroz (2. Korîntî 8:​13-15 bixwîne). Bi vî awayî, hem ên ku didin hem ên ku distînin dibin dostên Yehowa.

BI ZÊDEYÎ “TEVLI KARÊN VÊ JIYANÊ” NEBE

12. Birahîm baweriya xwe bi Xwedê çawa nîşan da?

12 Ji bo ku em bibin dostên Yehowa, wê baş be ku em heta ku ji destê me tê, tev li dinyaya ticarî nebin lê bikevin li pey serweta “rastîn”. Ji bo ku ew hê nêziktirî Yehowa be, Birahîm pêxember li gor emrê Xwedê ji bajarê xweyî zengîn derket û li konan rûdinişt (Îbr. 11:​8-10). Li dewsa ku ew bikeve li pey mal û milk, Birahîm her tim baweriya xwe bi Xwedê dianî (1. Mû. 14:​22, 23). Îsa ji mirovan re digot ku bila ew jî bibin xwediyê baweriyeke wisa. Carekê, wî ji zilamekî dewlemend re wisa got: “Eger tu dixwazî bêkêmahî bî, here, her tiştê xwe bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min” (Met. 19:21). Çi heyf e ku baweriya vî zilamî ne wek baweriya Birahîm bû. Lê mirovên ku baweriya xwe bi Xwedê dianî jî hebûn.

13. a) Pawlos ji Tîmotêyos re çi şîret da? b) Îro em çawa dikarin vê şîretê bînin cih?

13 Tîmotêyos zilamekî bawermend bû. Piştî ku Pawlos ew wek “leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa” bi nav kir, wî wisa got: “Yê ku leşkeriyê dike, tevli karên vê jiyanê nabe, da ku li wî yê ku ew gazî leşkeriyê kiriye, xweş bê” (2. Tîm. 2:​3, 4). Îro jî, zêdetirî milyonek xizmetkarên tamrojî û şagirtên Îsa yên din vê şîreta Pawlos heta ku îmkanên wan îzin didin, tînin cih. Reklam û dinyaya li derdora wan çi qas zorê li wan didin jî, ew vê gotinê ji bîr nakin: “Yê deyn distîne, dibe qûlê yê ku deyn dide” (Mtl. 22:⁠7). Şeytan pir dixwaze ku em hemû wext û qeweta xwe ji bo xulamtiya vê dinyayê xerc bikin. Bi rastî jî, hinek bi sebeba qerarên xwe bi salan di bindestiya deynan de dimînin. Mesela, hinek ji bo avakirina xaniyan, xwendina li zanîngehê, kirîna erebeyên lûks an daweteke mezin ji bo gelek salan dikevin li bin deynên giran. Wê aqilmend be ku em jiyana xwe hê sadetir bikin û ji deyn û mesrefên nelazim dûr bisekinin. Eger em wisa bikin, emê karibin bibin xulamên Xwedê, ne xulamên vê sîstema ticarî (1. Tîm. 6:10).

14. Ji bo ku jiyana me sade be, gerek em çi bikin? Mîsalan bide.

14 Ji bo ku jiyana me sade be, gerek em qerar bidin ku çi muhîm e û çi na. Li Amerîkayê, jin û mêrek xwediyê îşekî pir baş bûn. Lê ji ber ku wan xwest dîsa dest bi xizmeta tamrojî bikin, wan îşê xwe, qeyîk û tiştên din firotin. Paşê, ew bê pere li avahiya merkeza cîhanê ya Warwickê (New York) xebitîn. Ev îş ji bo wan keremeke mezin bû, çimkî wan li Beytelê tevî qîz û zavayê xwe xizmet kir. Dê û bavê bira jî çend hefte tevî wan li projeya Warwickê xebitîn. Li Koloradoyê, xwişkeke pêşeng li bankayekê xebateke nîvrojî dît. Îdareya bankayê ji xebata wê gelek razî bû û jê re xebateke tamrojî û sê qat maeş teklîf kir. Lê xwişka me ev teklîfa cazîb qebûl nekir, çimkî ev îş wê îzin nedaya ku ew bala xwe bide xizmetê. Mîna van xwişk û birayan, gelek xizmetkarên Yehowa fedakariyên mezin dikin. Eger em jî qerardar bin ku em ji her tiştî zêdetir li menfaetên Padîşahiyê bigerin, emê wisa nîşan bidin ku ji bo me, dostiya Xwedê û serweta ruhî ji tiştên ku dinyaya ticarî pêşkêş dike, muhîmtir e.

GAVA SERWETA MADÎ NEMÎNE

15. Kîjan serwet bextewariya herî mezin tîne?

15 Serweta madî her dem îsbat nake ku mirov bereketa Xwedê standiye. Yehowa bereket dide kesên ku “bi kirinên qenc dewlemend” in (1. Tîmotêyos 6:​17-19 bixwîne). Mesela, gava Luciayê * bihîst ku di Albanyayê de hewcetiya mizgînvanan heye, wê li sala 1993an ji Îtalyayê çû Albanyayê. Wê çaxê îmkanên wê yên madî tune bûn, lê wê bi temamî baweriya xwe bi Yehowa anî. Piştî ku Lucia zimanê Albanî elimî, wê zêdetirî 60 mirovî anî li ser riya rastiyê. Dibe ku di herêma me de ew qas mirov nayên li ser riya rastiyê, lê her tiştê ku em dikin ji bo ku mirov riya jiyanê bibînin û li ser wê bimînin hem ji bo me hem jî ji bo wan heta bi hetayê biqîmet e (Met. 6:20).

16. a) Çi wê bê serê sîstema tîcarî? b) Loma gerek em li serweta madî çawa binêrin?

16 Li Lûqa 16:​9, Îsa wisa got: “Gava . . . [malê neheqiyê] nemîne.” Wî negot ku ‘eger nemîne’. Di van rojên dawîn de, gelek bankayan îflas kiriye û gelek krîzên ekonomîk hatine meydanê. Lê di demeke nêzik de, tiştekî hê jî mezintir wê biqewime: Hemû parên sîstema Şeytan wê bi temamî helak bibin – sîstema siyasî, sîstema dînî û sîstema ticarî. Hêzekîêl pêxember û Tsêfanya pêxember ji berê ve got ku zêr û zîv, yanî tiştên biqîmet ên dinyaya ticarî, wê pûç bibin (Hêz. 7:19; Tsf. 1:18). Bîne ber çavê xwe ku em li ber mirinê ne û me pir “malê neheqiyê” top kiriye, lê serweta rastîn qazanc nekiriye. Ma ev ne tiştekî xerab bibûya? Ma em nebûna wek zilamekî ku hemû emrê xwe xebitiye û zehf pere top kiriye, lê paşê fehm dike ku pereyê wî gişt sexte ye? (Mtl. 18:11). Belê, serweta vê dinyayê wê muheqeq winda bibe. Ji ber vê yekê, bi vê serwetê li ezmanan “dostan” qazanc bike. Her tiştê ku em ji bo pêşvexistina menfaetên Padîşahiya Yehowa dikin wê me ji aliyê ruhî ve dewlemend bike.

17, 18. Dostên Xwedê li benda çi ne?

17 Çaxa Padîşahiya Xwedê bê, her kes wê ji derdê kirê û deynan bifilite. Xwarin wê bi zêdeyî hebe û bê pere be. Mesrefên ji bo sihetê wê êdî tune bin. Malbata Yehowa ya li ser erdê wê ji dewlemendiya erdê bi temamî îstifade bike. Zêr, zîv û micewher wê tenê ji bo xemilînê bin, ne ji bo sermayeyê. Dar, kevir û hesin wê ji bo avakirina xaniyên bedew bên xebitandin – belaş! Hevalên me wê alî me bikin, ne ji bo pere, lê ji bo kêfê. Dewlemendiya dinyayê wê bi sîstemeke nû bê parvekirin.

18 Eger em li ezmanan dostan qazanc bikin, emê ne tenê van tiştan, lê gelek bereketên din jî bistînin. Rojekê, Îsa wê ji xizmetkarên Yehowa yên li ser erdê re wisa bibêje: “Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin” (Met. 25:34).

^ par. 4 Îsa eyan nekir ku ka ev îtham rast bû an na. Peyva Yewnanî ya ku li Lûqa 16:1 wek “giliyê vî . . . hat kirin” hatiye wergerandin îma dike ku kehya bû qurbana îftirayê. Li vir, Îsa bala me li ser kirinên kehya dikişîne, ne li ser sebebên derxistina wî.

^ par. 15 Serpêhatiya Lucia Moussanett li kovara Awake! a 22 Hezîran 2003, rûpelên 18 heta 22an, hatibû weşandin.