Here Naverokê

Here naverokê

Bi Sebir Li Benda Yehowa Bimîne

Bi Sebir Li Benda Yehowa Bimîne

“Hûn jî sebir bikin” (AQÛB 5:8).

KILAM: 114, 79

1, 2. a) Dibe ku em çima bipirsin “Heta kengê?” b) Serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa yên berê dilê me çawa rihet dikin?

“HETA çi wextî?” Pêxemberên dilsoz Îşaya û Habaqûq wisa pirsîbû (Îşa. 6:11; Hab. 1:2). Li Zebûr 13, Dawid Padîşah jî çar caran wisa pirsîbû: “Heta kîngê?” (Zeb. 13:1, 2). Gava Îsa dît ku kesên li derdora xwe çi qas bêbawer in, wî jî wisa pirsiya (Met. 17:17). Carinan em jî wisa dipirsin!

2 Wexta ku em li neheqiyê rast tên, dibe ku em bipirsin “Heta kengê?”. An jî dibe ku em êdî kal an pîr bûne, nexweş ketine an seba van “wextên dijwar” di tengahiyê de ne (2. Tîm. 3:1). Wekî din, dibe ku fikrên şaş ên mirovên din me aciz bikin. Lê şikur ku em dizanin ku gava xizmetkarên Yehowa yên berê wisa dipirsiyan, Yehowa ji wan re bi hêrs nedibû.

3. Gava em li tengahiyan rast tên, çi dikare alî me bike?

3 Gava em li tengahiyên wisa rast tên, çi dikare alî me bike? Aqûbê birayê Îsa wisa got: “Birano, heta hatina Xudan sebir bikin” (Aqûb 5:7). Belê, ji me hemûyan re sebir lazim e. Lê em çawa dikarin vê sifata baş eyan bikin?

SEBIR ÇI YE?

4, 5. a) Sebir çawa tê eyan kirin? b) Aqûb der heqê sebrê de çi got? (Li resmê ewilî binêre.)

4 Li gor Kitêba Pîroz, sebir bi saya ruhê pîroz tê meydanê. Bê alîkariya Xwedê, însanên biqisûr nikarin têra xwe sebir bikin. Sebir hediyeyekî ji Xwedê ye, û bi sebra xwe em dikarin nîşan bidin ku em ji Xwedê hez dikin. Wekî din, bi sebra xwe em dikarin nîşan bidin ku em ji kesên din jî hez dikin. Eger em sebir nekin, dibe ku hezkirina di nav me û kesên din de sist bibe, lê sebir hezkirinê xurt dike (1. Kor. 13:4; Gal. 5:22). Sebir bi sifatên din ve jî girêdayî ye. Mesela, sebir bi tehemûlê ve girêdayî ye. Bi saya vê sifatê, em dikarin serî bi tengahiyan re derxînin û dîsa jî kêfxweş bin (Kol. 1:11; Aqûb 1:3, 4). Eger sebra me hebe, emê heyfa xwe nestînin û çi dibe bila bibe, her dem saxlem û dilsoz bimînin. Ji xeynî vê, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em bi dilxwazî li bendê bimînin. Aqûb 5:7, 8 bala me li ser vê dikişîne (bixwîne).

5 Çima lazim e ku em bi dilxwazî li benda Yehowa bimînin? Li gor Aqûb, halê me wek halê cotkaran e. Cotkar dikare tov bavêje erdê xwe, lê ew nikare baran bibarîne, tovê şîn bike an wexta heta palehiyê bilezîne. Lazim e ku ew qebûl bike ku ew bi sebir “li benda berê erdê yê hêja” bimîne. Halê me jî wisa ye. Heta ku Yehowa sozên xwe pêk bîne, gelek tişt hene ku ne di destê me de ne (Mar. 13:32, 33; Kar. 1:7). Mîna cotkaran, gerek em bi sebir li bendê bimînin.

6. Serpêhatiya Mîka pêxember çi dersê dide me?

6 Rewşa îroyîn mîna rewşa rojên Mîka pêxember in. Ew li dema padîşahiya Ahaz dijîya. Li wê demê, xerabî û sextekarî pir bûn. Kitêba Pîroz li ser xelkê wê demê dibêje ku “di karê xerab de destên wan bi xîret” bû (Mîka 7:1-3 bixwîne). Mîka fehm kir ku ew nikare vî halî rast bike. Loma lazim bû ku ew çi bike? Mîka wisa dibêje: “Lê belê ez ê li XUDAN binêrim, li benda Xwedayê xelasiya xwe bisekinim; dê Xwedayê min, min bibihîze!” (Mîka 7:7). Wek Mîka, gerek em jî bi sebir li bendê bimînin.

7. Çima ne bes e ku em tenê li benda Yehowa bimînin ku ew sozên xwe bîne cih?

7 Eger baweriya me wek baweriya Mîka be, emê bi dilxwazî li benda Yehowa bimînin. Halê me, ne wek halê mehkûmekî ye, yê ku di hucreya xwe de li benda îdama xwe disekine. Ew bi zorê disekine, lê ew bêriya netîceyê nake. Halê me ne wisa ye. Em bi dilxwazî li benda Yehowa ne, çimkî em dizanin ku ewê li wexta munasîb sozê xwe bîne cih û jiyana heta bi hetayê bide me! Loma em “bi bîhnfirehî ... û bi şahî” li bendê dimînin (Kol. 1:11, 12). Lê eger em bêsebir li bendê bimînin û gilî bikin ku Yehowa dereng maye, ewê ji me razî nebe (Kol. 3:12).

NIMÛNEYÊN DILSOZÎ Û SEBRÊ

8. Nimûneyên berê çi nîşanî me didin?

8 Xizmetkarên berê bi sebir li benda Yehowa diman ku ew sozên xwe bîne cih. Gava em li ser van nimûneyan bifikirin, ev yek wê alî me bike ku em jî bi dilxwazî li bendê bimînin (Rom. 15:4). Bila em bînin bîra xwe ku ew çi qas wext li bendê diman, wan ev yek çima bi dilxwazî dikir û wan bi saya sebra xwe kîjan nîmet standin.

Heta ku neviyên wî Esaw û Aqûb çêbûn, Birahîm gelek salan li bendê ma (Li paragrafên 9 û 10an binêre)

9, 10. Lazim bû ku Birahîm û Sara çi qas wext li benda Yehowa bimînin?

9 Mesela, Birahîm û Sara “bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê”. Kitêba Pîroz dibêje ku piştî ku “Birahîm sebir kir”, Yehowa soz da wî ku ewê wî bibereket bike û zuriyeta wî zêde bike (Îbr. 6:12, 15). Çima lazim bû ku Birahîm sebir bike? Çimkî wext lazim bû ku sozê Xwedê bê cih. Peymana ku Yehowa tevî Birahîm danî li 14ê Nîsanê ya sala 1943an a B.M. dest pê kir. Wê rojê Birahîm tevî mala xwe ji çemê Firatê derbas bû û ket Erdê Sozdayî. Paşê, Birahîm 25 salan li bendê ma heta ku Îshaq li sala 1918an a B.M. çêbû. Dû re, ew dîsa 60 salî li bendê ma heta ku neviyên xwe Esaw û Aqûb çêbûn (Îbr. 11:9).

10 Birahîm çi qas erd stand? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Wi [Yehowa] bi qasî cihê lingekî jî, bi mîrasî neda wî [Birahîm]; lê bi ser ku hê zarokên wî nebûn jî, soz dayê ku ‘vî welatî bi milkîtî bide wî û dûndana wî ya ku li pey wî rabe’” (Kar. 7:5). Piştî ku Birahîm çû kêleka din a çemê Firatê, 430 sal derbas bûn heta ku zuriyeta wî bû miletek û welat cihwar kir (2. Mû. 12:40-42; Gal. 3:17).

11. Birahîm çima bi dilxwazî li benda Yehowa dima, û ewê bi saya sebra xwe kîjan bereketan bistîne?

11 Birahîm baweriya xwe bi Yehowa dianî û bi saya vê sebir dikir. Ji ber vê, ew bi dilxwazî li bendê dima (Îbranî 11:8-12 bixwîne). Sozê Xwedê di emrê Birahîm de bi temamî nehat cih, lê ew dîsa jî bi şahî li bendê dima. Bîne ber çavê xwe ku çaxa Birahîm di dinyaya nû de ji miriyan rabe, ewê çi qas dilşad be! Ewê ecêbmayî bimîne gava ew bibîne ku Kitêba Pîroz çi qas behsa serpêhatiyên wî û dola wî dike. * Wê çaxê Birahîm wê fehm bike ku Yehowa mexseda xwe ya li ser zuriyeta sozdayî çawa anî cih û ew roleke çi qas muhîm lîstiye. Belê, Birahîm wê bêguman dilşad be ku wî ew qas sebir kir!

12, 13. Çima ji Ûsiv re sebir lazim bû, û baweriya wî çawa eyan bû?

12 Piştî Birahîm, kurê neviyê wî Ûsiv jî bi dilxwazî sebir kir. Neheqiyên pir mezin hatin serê Ûsiv. Mesela, çaxa ew kêm zêde 17 salî bû, birayên wî ew wek kole firot. Paşê, îftira hat lê kirin ku wî dest avêt namûsa pîreka axayê xwe. Loma ew ket hebsê (1. Mû. 39:11-20; Zeb. 105:17, 18). Ûsiv her çi qas mirovekî pir qenc bû jî, wisa xuya bû ku serê wî her tim diket belayê. Lê piştî 13 salan, halê wî ji nişka ve guherî: Ûsiv ji hebsê hat berdan û bû hikumdarê diduyan ya welatê Misrê (1. Mû. 41:14, 37-43; Kar. 7:9, 10).

13 Gelo Ûsiv seba neheqiyê bi hêrs bû? Gelo wî îtimada xwe bi Yehowa winda kir? Na! Ûsiv baweriya xwe bi Yehowa dianî, û ev yek alî wî kir ku ew bi sebir li bendê bimîne. Wî fehm kir ku her tişt di destê Yehowa de ye. Ji bo vê, wî ji birayên xwe re wisa got: “Metirsin! Ma ez di şuna Xwedê de me? Û hûn ji bo min bi xerabî fikirîn; lê belê Xwedê mîna ku îro jî ûsa ye, bona jiyana pirr gelan biparêze, wê xerabiyê wergerand û kir qencî” (1. Mû. 50:19, 20). Belê, çi qas baş bû ku Ûsiv li benda Yehowa dima!

14, 15. a) Em ji sebra Dawid çi dielimin? b) Çi alî Dawid dikir ku ew bi sebir li benda Yehowa bimîne?

14 Dawid Padîşah jî bi gelek neheqiyan rast hat. Gava Dawid ciwan bû, Yehowa ew hilbijart ku ew rojekê bibe padîşahê Îsraêl. Lê heta ku ew bû padîşahê eşîra xwe, lazim bû ku Dawid 15 salan li bendê bimîne (2. Sam. 2:3, 4). Li wê demê, Saûl Padîşah diket pey Dawid û dixwest wî bikuje. * Ji ber vê, her tim lazim dibû ku Dawid bireve. Carinan ew direviya welatên xerîb, carinan jî wî xwe li zinar û şikeftên beriyê vedişart. Piştî ku Saûl di cengê de mir, dîsa jî lazim bû ku Dawid nêzikî heft salan li bendê bimîne heta ku ew bû padîşahê temamiya Îsraêl (2. Sam. 5:4, 5).

15 Dawid çima bi dilxwazî li bendê dima? Piştî ku wî çar caran got “Heta kîngê?”, wî di eynî zebûrê de wisa got: “Bi hezkirina te ez bûm ewledar, dilê min bi xelaskirina te bextewar [dibe]. Ezê ji Xudan re lavijan bêjim, çimkî wî ji min re kir comerdî” (Zeb. 13:5, 6). Dawid baweriya xwe bi dilsozî û hezkirina Yehowa dianî. Dawid dianî bîra xwe ku Yehowa jê re çi qas xêr kiribû, û ew bi şahî li benda xelasbûna xwe dima. Belê, hêja bû ku Dawid li benda Yehowa dima!

Ji aliyê sebrê ve, Yehowa tiştên ku ew bi xwe nake ji me naxwaze

16, 17. Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh ji aliyê sebrê ve çawa bûne nimûne?

16 Ji aliyê sebrê ve, Yehowa tiştên ku ew bi xwe nake ji me naxwaze. Bi sebra xwe, Yehowa ji bo me bûye nimûneya pêşîn (2. Petrûs 3:9 bixwîne). Ji bo ku dozên temelî yên ku di baxçeyê Adenê de dest pê kir bi temamî bên çareser kirin, ew bi hezaran salan li bendê mayê. Yehowa bi sebir li benda pîrozkirina navê xwe disekine. Bi saya vê, “hemûyên ku li benda wî ne” wê bereketên mezin bistînin (Îşa. 30:18).

17 Îsa jî bi dilxwazî li bendê maye. Çaxa ew li dinyayê bû, ew heta mirinê ji Yehowa re dilsoz ma. Li sala 33an a P.M., wî qîmeta qurbanbûna xwe pêşkêşî Xwedê kir. Dîsa jî, ji bo ku ew dest bi hikumdariya xwe bike, lazim bû ku ew heta sala 1914an li bendê bimîne (Kar. 2:33-35; Îbr. 10:12, 13). Niha jî, lazim e ku Îsa heta dawiya hikumdariya xwe ya hezarsalî li bendê bimîne ku dijminên wî bi temamî bên helak kirin (1. Kor. 15:25). Wexta libendêbûna Îsa bi rastî jî dirêj e, lê feydeya wê mezin e!

ÇI WÊ ALÎ ME BIKE KU EM SEBIR BIKIN?

18, 19. Çi wê alî me bike ku em bi sebir li bendê bimînin?

18 Lazim e ku em jî bi dilxwazî li bendê bimînin û sebir bikin. Lê çi wê alî me bike ku em vê bikin? Ji Xwedê re dua bike ku ew ruhê xwe bide te. Ji bîr neke, sebir para berê ruhê pîroz e (Ef. 3:16; 6:18; 1. Sel. 5:17-19). Alîkariya Yehowa bixwaze ku tu karibî bi sebir li bendê bimînî.

19 Wekî din, bîne bîra xwe ku çi alî Birahîm, Ûsiv û Dawid kiribû ku ew bi sebir li benda pêkbûna sozên Yehowa bimînin. Belê, wan bawerî û îtimada xwe bi Yehowa dianî. Ew ne tenê li ser xwe û menfaetên xwe digeriyan. Di netîceyê de, wan bereketên mezin standin. Gava em der heqê serpêhatiyên wan de difikirin, ev yek wê alî me bike ku em jî bi sebir li bendê bimînin.

20. Em dixwazin çi bikin?

20 Eger em li tengahî û probleman rast bên jî, em dixwazin bi sebir li benda Xwedê bimînin. Rast e ku em jî carinan wisa dibêjin: “Heta çi wextî ya XUDAN?” (Îşa. 6:11). Lê çi dibe bila bibe, bi alîkariya qeweta ruhê pîroz em jî dikarin wek Yêremya pêxember wisa bibêjin: “Para min XUDAN e; ji ber vêya, ez hêviya xwe bi wî ve girê didim” (Law. 3:21, 24).

^ par. 11 Pazdeh beşên kitêba 1. Mûsa bi serpêhatiya Birahîm ve tije ne. Wekî din, nivîskarên Nivîsarên Pîroz ên Yewnanî zêdetirî 70 carî behsa Birahîm dikin.

^ par. 14 Piştî ku Saûl kêm zêde du salan hikumdarî kir, Yehowa ew red kir. Dîsa jî, Yehowa îzin da ku padîşahiya wî 38 salan berdewam bike, yanî heta mirina wî (1. Sam. 13:1; Kar. 13:21).