Here Naverokê

Here naverokê

“Aştiya Xwedê ... di ser Her Têgihîştinê re ye”

“Aştiya Xwedê ... di ser Her Têgihîştinê re ye”

“Aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we ... biparêze” (FLP. 4:7).

KILAM: 112, 58

1, 2. Pawlos û Sîlas çima li Filîpyayê ketin zindanê? (Li resmê ewilî binêre.)

SAET nêzikî nîvê şevê bû. Du mizgînvanên wezîfedar, Pawlos û Sîlas, di zindanê de bûn. Lingên wan hatin qeyd kirin, û ji ber ku wan kutek xwaribûn, piştê wan hê diêşiya (Kar. 16:23, 24). Her tişt çi qas zû qewimîbû! Ji nişka ve, serseriyan ew girtibûn û biribûn ber mehkemeyeke ku li meydanê zûzûka li hev top bûbû. Kincên wan hatibûn ji wan kirin, û ew bi daran hatibûn lêxistin (Kar. 16:16-22). Çi neheqiyeke mezin! Pawlos welatiyê Romayê bû, û heqê wî hebû ku doza wî li gor usûlê bê mehkeme kirin. *

2 Di tariya zindanê de, Pawlos hedîseyên wê rojê anîn ber çavê xwe. Ew li ser xelkê Filîpyayê difikirî. Li bajarên din ên ku Pawlos ziyaret kiribû, kenîşteyên Cihûyan hebûn, lê li wir kenîşte tune bû. Ji bo vê, Cihû ji bo îbadetê ji bajêr derdiketin û diçûn kêleka çemekî (Kar. 16:13, 14). Gelo kenîşte çima tune bû? Ji bo sazkirina kenîşteyekê, 10 zilam lazim bûn. Gelo dibe ku li wir 10 zilamên Cihû jî tune bûn? Xuya ye ku xelkê Filîpyayê pir serbilind bûn ji bo ku ew welatiyên Romayê bûn – her çi qas welatîbûna wan tenê qismî bû jî (Kar. 16:21). Gelo ji ber vê yekê nehat bîra wan ku dibe ku Pawlos û Sîlas welatiyên Romayê ne? Sedem çi be jî, ew bi awayekî neheq hatibûn hebs kirin.

3. Dibe ku Pawlos çima fehm nekir ku ew çima hat xistin zindanê, lê tewra wî dîsa jî bû çi?

3 Dibe ku Pawlos li ser hedîseyên mehên çûyî jî difikirî. Gava ew li Asyaya Biçûk, yanî li kêleka din a Behra Egeyî bû, ruhê pîroz çend caran îzin nedabû ku ew li hin herêman mizgînê belav bike. Wisa xuya bû ku ruhê pîroz dehf li wî da ku ew here cihekî din (Kar. 16:6, 7). Lazim bû ku ew ku de here? Çaxa Pawlos li Troyayê bû, wî di dîtinekê de cewaba vê pirsê stand. Jê re wisa hat gotin: “Derbasî Mekedonyayê bibe.” Belê, Yehowa daxwaza xwe bi aşkerahî xuya kir, û Pawlos jî derhal çû (Karên Şandiyan 16:8-10 bixwîne). Lê paşê çi qewimî? Hema çû neçû, Pawlos li Mekedonyayê hat xistin zindanê. Yehowa çima destûr da ku tiştekî wisa bê serê Pawlos? Ewê heta kengê li zindanê bimaya? Dibe ku Pawlos li ser pirsên wisa difikirî, lê wî dîsa jî bawerî û dilşadiya xwe winda nekir. Li zindanê, Pawlos û Sîlas “dua dikirin û ji Xwedê re lavije digotin” (Kar. 16:25). Belê, aştiya Xwedê dil û hişê wan rihet dikir.

4, 5. a) Dibe ku halê me çawa wek halê Pawlos be? b) Halê Pawlos ji nişka ve çawa guherî?

4 Dibe ku tiştên wisa hatibin serê te jî. Belkî tu jî difikirî ku tu li pey rêberiya ruhê Xwedê diçî, lê paşê tengahî derketin an jiyana te bi temamî guherî (Waiz 9:11). Dibe ku tu meraq dikî ku Yehowa çima îzin da ku tiştên xerab bên serê te. Eger wisa be, tu çawa dikarî sebir bikî û bi temamî îtimada xwe bi Yehowa bînî? Ji bo ku em cewaba vê pirsê bistînin, bila em dîsa li serpêhatiya Pawlos û Sîlas binêrin.

5 Çaxa Pawlos û Sîlas kilam digotin, tiştekî ecêb çêbû. Ji nişka ve zelzele çêbû û hem deriyên zindanê hem jî zincîrên hemû girtiyan vebûn. Pawlos nehişt ku zindanvan xwe bikuje. Paşê, zindanvan û hemû malbata wî hatin bin av kirin. Serê sibehê, serwerên bajêr wezîfedarên xwe şandin ku Pawlos û Sîlas berdin. Wan dixwest ku Pawlos û Sîlas bêdeng û beng ji bajêr derkevin. Gava serweran fehm kir ku Pawlus û Sîlas welatiyên Romayê ne, ew bi xwe hatin ku wan rêwî bikin. Lê Pawlos û Sîlas berê xwest xatirê Lîdyayê, xwişkeke ku nû hatibû bin av kirin, bixwazin. Wekî din, wan cesaret dan xwişk û birayan (Kar. 16:26-40). Belê, halê wan çi zû guherî!

“DI SER HER TÊGIHÎŞTINÊ RE”

6. Niha emê der heqê çi de şêwir bikin?

6 Em ji vê çi dielimin? Yehowa dikare surprîzan bike. Loma ne lazim e ku em li ber tengahiyan endîşe bikin. Wek ji nameya ku Pawlos paşê şand civata Filîpyayê xuya ye, ev ders bêguman li ser Pawlos tesîreke mezin hişt. Ewilî, emê bibînin ku Pawlos li ser aştiya Xwedê û xeman çi got (Filîpî 4:6, 7 bixwîne). Paşê, emê li çend serpêhatiyên Kitêba Pîroz binêrin û bibînin ku Yehowa çawa surprîz kirin. Di dawiyê de jî emê şêwir bikin ku “aştiya Xwedê” çawa dikare alî me bike ku em sebir bikin û bi temamî îtimada xwe bi Yehowa bînin.

7. Pawlos ji xwişk û birayên civatê Filîpyayê re çi got, û em ji vê dikarin çi dersê bielimin?

7 Çaxa xwişk û birayên civata Filîpyayê nameya Pawlos xwend, wan bêguman anî bîra xwe ku çi hatibû serê Pawlos û ew çi qas ecêbmayî man ku Yehowa çawa alî wî kiribû. Pawlos dixwest ji wan re çi dersê bielimîne? Di eslê xwe de, ders ev bû: Endîşe neke! Eger tu dua bikî, tuyê aştiya Xwedê bistînî. Pawlos got ku “aştiya Xwedê ... di ser her têgihîştinê re ye”. Maneya vê çi ye? Hin wergêrên Kitêba Pîroz van gotinan wek “ji hemû xeyalên me mezintir e” an “ji hemû planên beşerî bilindtir e” werdigerînin. Yanî Pawlos got ku em nikarin tesewir bikin ku “aştiya Xwedê” çi qas xarîqulade ye. Carinan dibe ku em nizanin ku em muşkîleyên xwe çawa hel bikin, lê çi qas zor be jî, Yehowa dikare surprîzan bike (2. Petrûs 2:9 bixwîne.)

8, 9. a) Pawlos her çi qas li Filîpyayê li neheqiyê rast hatibû jî, ji vê çi xêr derket? b) Xwişk û birayên Filîpyayê çima dikaribû îtimada xwe bi gotinên Pawlos bînin?

8 Gava xwişk û birayên civatê Filîpyayê difikirîn ku di hundirê deh salên piştî van tiştan de çi derbas bû, baweriya wan bêguman xurttir bû. Gotinên Pawlos rast derketin! Yehowa her çi qas îzin dabû ku neheqiyek pêk be jî, ev yek riya “parastin û rastderxistina” mizgînê vekir (Flp. 1:7). Serwerên bajarê Filîpyayê wê êdî dîqet bikira ku ew li hemberî civata nû, ya ku li wê derê hat ava kirin, eynî şaşiyê nekin. Piştî ku Pawlos û Sîlas çûn, hevalê wan Lûqayê hekîm li Filîpyayê ma. Dibe ku rewşa Lûqa bi saya kirinên Pawlos rihet bû. Loma Lûqa dikaribû alî şagirtên nû bike.

9 Gava xwişk û birayên Filîpyayê nameya Pawlos xwend, wan fehm kir ku gotinên wî ne pûç in. Wan dizanî ku Pawlos li tengahiyên mezin rast hatibû û ku ew bi rastî jî bû xwediyê “aştiya Xwedê”. Bi ser de, wexta ku Pawlos ev name nivîsand, ew li Romayê li malê hebs bû. Pawlos nîşanî wan da ku “aştiya Xwedê” hê li ser wî bû (Flp. 1:12-14; 4:7, 11, 22).

“JI BO TU TIŞTÎ XEMAN NEXWIN”

10, 11. Eger em seba muşkîleyekê bi zêdeyî endîşe dikin, gerek em çi bikin, û em dikarin li benda çi bin?

10 Çi dikare alî me bike ku em ji bo tu tiştî xeman nexwin û “aştiya Xwedê” bistînin? Wek Pawlos ji Filîpiyan re got, dermanê endîşeyê, dua ye. Ji bo vê, eger endîşeyên me hebin, gerek em di duayên xwe de behsa van endîşeyan bikin (1. Petrûs 5:6, 7 bixwîne). Bi baweriyeke xurt ji Yehowa re dua bike û ji bîr neke ku ew bi te re eleqedar dibe. Di duaya xwe de, ji bo nîmetên ku tu standiye şikur bike. Tu caran ji bîr neke ku Yehowa dikare “ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike” (Ef. 3:20). Bi vî awayî, tuyê zêdetir îtimada xwe bi Xwedê bînî.

11 Wek Pawlos û Sîlas, dibe ku em jî ecêbmayî bimînin gava em dibînin ku Yehowa çawa alî me dike. Alîkariya wî bila mezin be an biçûk be, ew her tim hewcedariyên me tedarek dike (1. Kor. 10:13). Helbet ev nayê maneya ku em dikarin rûnin û tenê li bendê bimînin ku Yehowa halê me rast bike an muşkîleya me hel bike. Na, lazim e ku em li gor duayên xwe hereket bikin (Rom. 12:11). Bi kirinên xwe em dikarin nîşan bidin ku em samîmî ne, û Yehowa dikare kirinên me bimbarek bike. Lê gerek em fehm bikin ku Yehowa dikare ji daxwaz, plan û hêviyên me zêdetir bike. Carinan ew surprîzan dike. Niha emê bala xwe bidin çend serpêhatiyên Kitêba Pîroz, ên ku baweriya me xurt dikin ku Yehowa dikare ji bo me surprîzan bike.

YEHOWA SURPRÎZAN DIKE

12. a) Hîzkiya Padîşah li hemberî talûkeyeke mezin çi kir? b) Yehowa muşkîle çawa çareser kir, û em ji vê çi dielimin?

12 Gelek mîsalên Kitêba Pîroz nîşan didin ku Yehowa surprîzan dike. Mesela, li dema Hîzkiya Padîşah, padîşahê Asûrê Sanherîb welatê Cihûdayê dagir kir û hemû bajarên bisûr girt. Tenê Orşelîm mabû (2. Qra. 18:1-3, 13). Gava Sanherîb hazirî kir ku ew êrîşî Orşelîmê bike, Hîzkiya çi kir? Wî ji Yehowa re dua kir û ji Îşaya pêxember şîret xwest (2. Qra. 19:5, 15-20). Wekî din, ji bo ku Sanherîb dev ji plana xwe berde, Hîzkiya xeraca ku wî xwestibû da wî (2. Qra. 18:14, 15). Bi zeman re, Hîzkiya ji bo cengê hazirî kir (2. Dîr. 32:2-4). Lê muşkîle çawa çareser bû? Yehowa melekê xwe şand û di şevekê de 185.000 leşkerên Sanherîb kuştin. Belê, ev ji bo Hîzkiya bû surprîzeke mezin! (2. Qra. 19:35).

Em ji serpêhatiya Ûsiv çi dielimin?​(1. Mû. 41:42) (Li paragrafa 13an binêre)

13. a) Em ji serpêhatiya Ûsiv çi dielimin? b) Pîreka Birahîm Sarayê surprîzeke çawa dît?

13 Niha emê li serpêhatiyên Ûsiv, kurê Aqûb, binêrin. Çaxa ew li Misrê di zindanê de bû, gelo Ûsiv dizanibû ku ewê rojekê bibe hikumdarê diduyan ê li ser temamiya welêt an ku Yehowa malbata wî bi navgîniya wî ji xelayê bifilitîne? (1. Mû. 40:15; 41:39-43; 50:20). Kirinên Yehowa bêguman ji Ûsiv re bûn surprîz. Wekî din, li ser mîsalê Sarayê bifikire. Sara, pîrika bavê Ûsiv bû. Ji ber ku Sara bêewlad bû, wê kurê xizmetkara xwe ji xwe re girtibû wek kurê xwe. Ew êdî pîr bûbû, û wê nizanibû ku Yehowa wê îzin bidaya ku ew bi xwe lawikekî bîne dinyayê. Çêbûna Îshaq bêguman jê re bû surprîzeke mezin (1. Mû. 21:1-3, 6, 7).

14. Em dikarin emîn bin ku Yehowa wê çi bike?

14 Heta ku dinyaya nû neyê, Yehowa soz nedaye ku ewê hemû muşkîleyên me bi awayekî mucîzewî çareser bike. Wekî din, em ne li bendê ne ku Yehowa di jiyana me de tiştên ecêb bike. Dîsa jî, em dizanin ku Yehowa alîkariya xizmetkarên berê kiribû, û ew hê eynî ye (Îşaya 43:10-13 bixwîne). Ji bo vê, em dikarin baweriya xwe bi wî bînin. Em dikarin emîn bin ku ji bo pêkanîna armanca wî çi lazim be jî, ew dikare her tiştî bike (2. Kor. 4:7-9). Kitêba Pîroz çi rêyî me dide? Serpêhatiyên Hîzkiya, Ûsiv û Sarayê nîşan didin ku eger em ji Yehowa re dilsoz bimînin, ew dikare alî me bike ku em çareya muşkîleyên bêçare bibînin!

Eger em ji Yehowa re dilsoz bimînin, ew dikare alî me bike ku em çareya muşkîleyên bêçare bibînin

15. Em çawa dikarin “aştiya Xwedê” daîm bikin?

15 Em çawa dikarin li hemberî tengahiyan “aştiya Xwedê” daîm bikin? Ji bo vê, gerek em dostiya xwe bi Yehowa Xwedê re biparêzin. Ev dostî tenê bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh mimkun e. Fîdye bi rastî jî hediyeyekî mezin e. Bi navgîniya fîdyeyê, Yehowa gunehên me efû dike û rê vedike ku wijdana me paqij be û em jê re nêzik bin (Yûh. 14:6; Aqûb 4:8; 1. Ptr. 3:21).

EWÊ “DILÊ WE Û HIŞÊ WE ... BIPARÊZE”

16. “Aştiya Xwedê” çi bo me çi dike? Mîsalekê bide.

16 Feydeya “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye” çi ye? Kitêba Pîroz dibêje ku aştiya Xwedê wê “dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze” (Flp. 4:7). Peyva eslî ku wek “biparêze” hatiye wergerandin, peyveke leşkerî ye. Ev peyv ji bo leşkerên ku di demên berê de bajarên bisûr diparastin, tê xebitandin. Bajarê Filîpyayê bajarekî wisa bû. Bajariyên Filîpyayê di şevê de rihet radizan, çimkî leşkeran deriyên bajêr diparastin. Mîna vê, gava em dibin xwediyê “aştiya Xwedê”, dil û hişê me rihet dibe. Em dizanin ku Yehowa bi me re eleqedar dibe û dixwaze ku em serkeftî bin (1. Ptr. 5:10). Ev yek me diparêze ku em bi zêdeyî endîşe nekin û cesareta xwe winda nekin.

17. Çima ne lazim e ku em bi zêdeyî endîşe bikin?

17 Di demeke nêzik de, tengahiya herî mezin wê dest pê bike (Met. 24:21, 22). Em bi temamî nizanin ku li wê demê çi wê bê serê me. Dîsa jî, ne lazim e ku em bi zêdeyî endîşe bikin. Belê, em nizanin ku Yehowa wê çi bike, lê em şexsiyeta wî rind nas dikin. Ji kirinên wî yên berê, em dizanin ku Yehowa mexseda xwe her tim pêk tîne, û ew carinan surprîzan dike. Her ku Yehowa wisa dike, em dikarin “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye” bi awayekî nû bistînin.

^ par. 1 Tê xuya ku Sîlas jî welatiyê Romayê bû (Kar. 16:37).