Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Wedê Cêribandina Aminî Gelek Kerema Tîne

Wedê Cêribandina Aminî Gelek Kerema Tîne

OFÎSÊRÊ KGB * ser min kire qarînî: “Tu bavekî bêrem î. Te jina xweye giran tevî qîza xweye biçûk hîştiye. Kê wê wana xwey ke? Binivîse ku tu baweriya xwe dihêlî û here mal!” Min caba wî da: “Min neferên xwe nehîştiye, eva we min girtiye! Lê seva çi?” Ofîsêr jî pêra-pêra caba min da: “Hûn Şedên Yehowa ji her qaçaxî xirabtir in”.

Ev yek kelêda qewimî sala 1959-da şeherê Îrkûtskêda, (Ûrisêt). Ez dixwazim wera gilî kim ku çira ez û jina min Marîa hazir bûn “bona rastiyê” cefê bivînin, û çawa me seva aminiya xwe gelek kerem sitandin (1 Pet. 3:13, 14).

Ez welatê Ûkraînêda hatime bûyînê sala 1933-da, gundê Zolotnîkîda. Sala 1937-da xatiya min û mêrê wê, ku Şedên Yehowa bûn, ji Fransayê hatibûne mala me. Wana mera kitêba “Serwêrtî” û “Xilazkirin” anîbûn, kîjan ku Civaka Birca Qerewiliyê neşir kiribû. Çaxê bavê min ev kitêb xwendin, baweriya wî hindava Xwedê ça bêjî hişyar bû. Lê yazix, sala 1939-da bavê min gelek nexweş ket, û çaxê ber mirinê bû ewî diya minra got: “Ew e rastî, û zara jî hîn ke”.

BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ SÎBÎRYAYÊDA

Meha Nîsanê sala 1951-da, serwêrên dewletê Şedên Yehowa aksor dikirin dişandine Sîbîryayê, ji USSR ya roavayê (USSR ev heye Yektiya Komarên Sovyet yên Sosyalîst). Ez, diya min û birê minî biçûk Grîgorî ji Ûkraînê aksor kirin. Em 6 000 km pê trênê çûne şeherê Tûlûn, (Sîbîrya). Lê du heftê şûnda, birê minî mezin Bogdan şandine kampê. Ew kamp nêzîkî şeherê Angarskê bû, û 25 sal dane wî ku xebata giran bike wêderê.

Diya min, ez û Grîgorî, me xizmet dikir gundên dorberê şeherê Tûlûnê, lê em gerekê fesal û serwaxt bûna. Mesele, me pirseke usa dida meriva: “Qe kesek wira çêleka difiroşe?” Gava me kesek didît ku çêleka difiroşe, me wî merivîra digot ku çêlek çiqas ecêbmayî hatine efirandinê. Paşê me destpêdikir derheqa Efirandar xeber din. Wî wedeyî, derheqa Şedên Yehowa rojnemêda hate nivîsarê ku ewana yançi çêleka digerin, lê bi rastiyê peza digerin! Û rastî jî me merivên usa dîtin, yên ku rastî qebûl kirin. Hînbûna Kitêba Pîroz tevî wan merivên dilsax û mêvanhiz usa xweş bû. Îro Tûlûnêda civatek heye, kîjanêda 100 mizgînvana zêdetir hene.

ÇAWA BAWERIYA MARÎAYÊ HATE CÊRIBANDINÊ

Jina min Marîa, wedê Şerê Hemdinyayê ya duda rastiyê pêdihese. Çaxê ew 18 salî bûye, ofîsêrekî KGB destpêdike wê eciz ke û dixwaze bênamûsiyê tevî wê bike. Lê Marîa qewî ser ya xwe disekine û qayîl nabe. Carekê, çaxê Marîa vedigere mal, divîne wekî ev mêrik ser nivînê wê veleziyaye, ew derbêra direve. Ev ofîsêr bi hêrs lê dide tirsandinê ku wê lê bike kelê, çimkî ev Şedê Yehowa ye, û usa jî dibe. Sala 1952-da, Marîa ser deh sala dikine kelê. Ewê xwe mîna Ûsiv texmîn kiribû, yê ku bona aminiya xwe ketibû kelê (Destp. 39:12, 20). Ajovan, yê ku Marîayê ji dîwanê biribû kelê, jêra gotibû: “Netirse. Gelek meriv yên ku ketine kelê, nav-namûs derketine”. Marîa bi wan giliya gelek qewî bibû.

Ji sala 1952 heta sala 1956, Marîa Ûrisêtêda dikeve kampê ku nêzîkî şeherê Gorskî bû (niha Nîjnî Novgorod tê navkirinê). Ew wêderê xebateke giran dikir, baxa kokêva derdixist hela hê sur-sermêda jî. Seva vê yekê, sihet-qewata wê xirab bibû, lê sala 1956-da ewê aza dikin û ew derbazî Tûlûnê dibe.

JI JIN-ZARÊN XWE DÛR IM

Çaxê birakî me ji Tûlûnê gote min wekî xûşkeke me tê, ez pê bîsîklêta xwe çûme ciyê sekinandina otobûsa seva rastî wê bêm û alî wê bikim hûr-mûrê wê bînim. Çaxê min Marîa dît, hema vê demê dilê min ketê. Rast bêjim, nehêsa bû dilê wê bikirim, lê min ya xwe kir. Sala 1957-da me hev stand. Salek şûnda mera qîzek bû, me navê wê danî Îrîna. Lê şabûna me dirêj nekişand. Sala 1959 ez hatime girtinê çimkî min edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz neşir dikir. Ez nîv salî otaxa kelêda tenê bûm. Seva edilayî dilê minda unda nebe, min timê dua dikir, kilamên Padşatiyê distira, û dida ber çevê xwe, ku emê ça xizmet kin çaxê ez ji kelê derêm.

Kampêda, sala 1962

Çaxê ez kelêda bûm, carekê ewê ku şixulê min lêkolîn dikir, ser min kire qarînî û got: “Zûtirekê emê qira we hemûya bînin, çawa mişka ser pola dipelixînin!” Lê min jêra got: “Îsa gotiye wekî ev mizgîniya Padşatiyê WÊ hemû miletara bê belakirinê, û tu kes nikare evî şixulî bide sekinandinê”. Paşê ewî dixwest bi cûrekî din min bide tirsandinê û şkênandinê, çaxê got wekî baweriya xwe bihêlim, çawa min serîda gilî kir. Çaxê ewî dît wekî ez ser ya xwe me, heft sal dane min ku kampêda xebata giran bikim. Ev kamp nêzîkî şeherê Saranskê bû. Rêva ez pêhesiyam, wekî qîz mera bû, me navê wê danî Olga. Rast e ez ji jin-zarên xwe dûr bûm, lê dilê min rihet bû, çimkî min zanibû wekî ez û Marîa Yehowara amin dimînin.

Marîa û qîzên me, Olga û Îrîna, sala 1965

Salê carekê, Marîa dihate Saranskê seva teseliya min bike. Ew rêke dirêj bû, 12 sihet lazim bû wekî ji Tûlûnê pê trênê bihata wî şeherî û paşda biçûya. Her sal evê minra solên teze dianî. Hundurê peniya solada evê kopiyên “Birca Qerewiliyê” vedişart. Salekê, çaxê Marîa hat şabûneke mezin kete dilê min, çimkî ewê tevî xwe du qîzên meye biçûk anî. Bidine ber çevê xwe ez çiqas şa bûm gava min wana dît.

CIYÊ TEZE Û ÇETINAYÊN TEZE

Sala 1966 ez ji xebata kampêda aza bûm û ez neferên xweva derbazî şeherê Armavîrê bûm, kîjan ku nêzîkî Bera Reş e. Li wêderê du kur mera hatine bûyînê, Yaroslav û Pavêl.

Hine wede şûnda, KGB destpêkir me eciz kin, çimkî mala meda edebyet digeriyan. Ewana hemû ciya digeriyan, hela hê afirê çêlekada jî. Carekê, çaxê ofîsêr ketine mala me, wana ji germê xûdabûn, û kincên van toz girtibû. Gunê Marîayê wan hat, çimkî ewê fem dikir ku ferman dane van ofîsêra, ewana jî tînin sêrî. Ewê wanra kampot dagirt, û çotke, tasêda av û pêjgîr da wan. Paşê, çaxê serokê KGB hat, ewan ofîsêra jêra gilî kirin ku em hindava wan ça qenc bûn. Çaxê ewana ji mala me derdiketin, ewî serokî bi beşera xweş destê xwe mera hejand. Em şa bûn, çimkî me dît ku çaxê em “bi qenciyê” ser xirabiyê dikevin, em berên çiqas baş distînin (Rom. 12:21).

Rast e pey me diketin, lê me berdewam dikir Armavîrêda mizgîniyê bela dikir. Me usa jî alîkarî dida komeke biçûk, ku nêzîkî şeherê Kûrganînskê bû. Ez gelek şa me wekî îro Armavîrêda şeş civat û Kûrganînskêda çar civat hene.

Nava wan salada, hebûn wede ku em ruhanîda sist dibûn. Lê em gelek ji Yehowa razî ne ku ewî bi saya birên amin, me şîret dikir û rast dikir, û ruhanîda me qewî dikir (Zeb. 130:3). Bona me usa jî cêribandina mezin bû, ku me nava agêntên KGB-da xizmet dikir, yên ku dizîva ketibûne nava civatê. Ewana xîret dihatine kifşê û xizmetiyêda gelek kar dikirin. Hinek ji wana teşkîletêda hela hê cabdarî jî distandin. Lê wede derbaz bû, me fem kir bi rastiyê ewana kê ne.

Sala 1978-da, çaxê Marîa 45 salî bû, ew giran derket. Nexweşiya wêye dilik hebû, û hekîm ditirsiyan ku ewê bimire hergê zarê bîne. Lema wana jêra timê digotin, wekî ew ese zarê ber xwe bike. Lê Marîa qayîl nebû û bona vê yekê hekîma nexweşxanêda pê derzî hema pey wê digeriyan, seva wê derzî kin, wekî zar ber here. Marîa ji nexweşxanê revî seva zara xwe xwey ke.

KGB mera ferman da wekî ji wî şeherî derên. Em derbazî gundê nêzîkî Talîn bûn, kîjan ku Êstonyayêda ye. Ew jî dikete nava USSR. Talînêda, Marîayê kurekî sihet-qewat anî. Me navê wî danî Vîtalî. Belê, giliyên hekîma nehatine sêrî.

Paşê, em ji Êstonyayê derbazî Nêzlobnayayê bûn, ku Ûrisêta başûrêda ye. Me gelek fesal xizmet dikir wan şeherada ku nêzîkî me bûn. Li wêderê ji cûre-cûre welata meriv dihatin seva hêsa bin û xwe qenc kin. Rast e ewana hatin seva sihet-qewata xwe baş kin, lê hinek ji wan çûn pê vê baweriyê ku wê jîyîna heta-hetayê bistînin!

ZARÊN XWE USA MEZIN DIKIN SEVA YEHOWA HIZ BIKIN

Me aliyê xweda her tişt dikir seva kur û qîzên me Yehowa hiz bikin û bixwazin jêra xizmet kin. Me gelek car xûşk-birên usa teglîfî mala xwe dikir, yên ku ser zarên me baş hukum dibûn. Mesele, birê min Grîgorî timê dihate cem me, yê ku ji sala 1970 heta 1995 xizmet dikir ça berpirsiyarê rêwî. Malda em gişk şa dibûn çaxê ew dihate mala me, çimkî ew yekî beşerxweş û henekçî bû. Çaxê mêvanên me dihatin, me gelek car lîstikên Kitêba Pîrozva girêdayî dilîst, û seva vê yekê zarên me çiqas mezin dibûn haqas zef serhatiyên Kitêba Pîroz hiz dikirin.

Kurên min tevî jinên xwe.

Ji çepê aliyê rastê, piştêva: Yaroslav, Pavêl, Vîtalî

Pêşiyêva: Alîona, Raya, Svêtlana

Sala 1987-da, kurê me Yaroslav derbazî şeherê Rîgayê (Latvya) bû. Li wêderê ewî aza xizmet dikir, çimkî peyketin tune bû. Lê çaxê ew neçû eskeriyê, wî ser sal û nîvekî kirine kelê, û nava wî wedeyîda ew kete nehe kela. Pêşda min jêra gilî dikir çawa ez kelêda amin mam, û evê yekê alî wî kir ku ew kelêda qewî ma. Paşê, ewî destpêkir xizmet ke ça pêşeng. Sala 1990-da, kurê me Pavêl ku 19 salî bû dixwest bibe pêşeng û xizmet ke girava Saxalînêda ku Japonyaya bakûrêda ye. Pêşiyê me nedixwest ew here. Temamiya giravêda tenê 20 mizgînvan hebûn, û hin jî ev girav 9 000 km ji me dûr bû. Lê axiriyêda em qayîl bûn ew here, û ev safîkirin baş bû. Li wêderê meriva rind guh didane mizgîniyê. Nava çend salada, li wêderê îda 8 civat hebûn. Pavêl heta sala 1995 li wêderê xizmet dikir. Wî wedeyîda kurê meyî biçûk Vîtalî malda tevî me bû. Ji biçûktayê ewî hiz dikir Kitêba Pîroz bixûne. Çaxê ew 14 salî bû, ewî pêşengtî destpêkir, min jî tevî wî 2 sala xizmet dikir ça pêşeng. Ew wede gelek xweş bû. Çaxê Vîtalî bû 19 salî ji mal çû, çimkî pêşengtiya mexsûs destpêkir.

Pêşda, sala 1952-da ofîsêrekî KGB Marîayêra gotibû: “Baweriya xwe bihêle, yanê na tuyê ser deh sala bikevî kelê. Çaxê tu ji kelê derkevî, tuyê îda pîr bî û tenê bimînî”. Lê giliyên wî nehatine sêrî. Me timê ser xwe texmîn dikir hizkirina Yehowa Xwedê, zarên xwe û hizkirina ewên ku me alî wan kir bêne ser riya rast. Min û Marîayê şabûneke mezin distand çaxê me teseliya zarên xwe dikir kîderê ku wana xizmet dikir. Me usa jî didît razîbûna wan meriva, yên ku zarên me alî wan kiribûn ku derheqa Yehowa pêbihesin.

EM GELEK RAZÎ NE SEVA QENCIYA YEHOWA HINDAVA ME

Sala, 1991-da, Şedên Yehowa bi qanûnî îzin sitandin ku xizmet kin. Evê safîkirinê qewata me vegerand û em xizmetiyêda hê zêde xîret bûn. Civata me hela hê jî otobûs kirî, seva em her Şemî û Led şeher û gundên nêzîkî meda xizmet kin.

Ez tevî jina xwe sala 2011-da

Ez bextewar im wekî Yaroslav tevî jina xwe Alîonayê û Pavêl tevî jina xwe Rayayê Beytelêda xizmet dikin. Vîtalî jî tevî jina xwe Svêtlanayê şixulê berpirsiyarîda xizmet dike. Qîza meye mezin Îrîna tevî malbeta xwe dijî Almanyayêda. Mêrê wê Vladîmîr û sê kurên wan hemûşk jî rûspî ne. Qîza me Olga Êstonyayêda dijî û timê minra têlê dixe. Lê yazix jina mine delal Marîa sala 2014-da mir. Ez gelek hîviya wî wedeyî me, çaxê ew ji mirinê rabe û ez lê bivînim! Niha ez dijîm şeherê Bêlgorodêda û xûşk-birên wira alîkariya mezin didine min.

Rast e aminiyê xwey kin çetin e, lê salên mine xizmetiya Yehowada ez hîn kirim ku hêja ye aminiyê xwey kin, çimkî Yehowa timê dilrihetiyê dide, kîjan ku bêhesab qîmet e. Min û Marîayê seva aminiya xwe usa gelek kerem standin, ku min pêşda ne jî dida ber çevê xwe. Pêşiya hilşandina USSR ku sala 1991-da bû, wêderê tenê 40 000 mizgînvan hebûn. Lê îro, nava wan welatada kîjan ku berê nava Yektiya Sovyetêda bûn, 400 000 mizgînvana zêdetir hene. Niha ez 83 salî me, û dîsa ça rûspî xizmet dikim. Alîkariya Yehowa timê qewat dida min ku sebir kim û qewî bimînim. Belê, Yehowa min gelek kerem kir (Zeb. 13:5, 6).

^ abz. 4 KGB ev heye herfên pêşine yên xeberên Ûrisî, ku têne hesabê Komîtêya Bêxofiya Welêt.