Here Naverokê

Here naverokê

Em Çawa Dikarin Şexsiyeta Kevn ji Xwe Bikin û jê Dûr Bisekinin?

Em Çawa Dikarin Şexsiyeta Kevn ji Xwe Bikin û jê Dûr Bisekinin?

“Şexsiyeta kevn û kirinên wê ji xwe bikin” (KOL. 3:9, WDN).

KILAM: 121, 142

1, 2. Hinekan der heqê Şahidên Yehowa de çi got?

WESFÊN bêemsal ên Şahidên Yehowa bala kesên din jî dikişîne. Mesela, nivîskar Anton Gill der heqê xwişk û birayên me yên li Almanyaya Nazî de wisa nivîsî: “Naziyan bi taybetî ji Şahidên Yehowa re dijmintî dikir. ... Heta sala 1939an, 6.000 ji wan ketibûn [kampên temerkûzê].” Li gor vî nivîskarî, Şahidan çi qas zilm didît jî, wan hem “îtibar û sikûnet” hem jî “dilsozî û yekîtiya xwe” winda nedikirin.

2 Li Afrîkaya Başûr jî, xizmetkarên Xwedê wesfên xweş eyan dikin. Li demên berê, Şahidên ji kokên cuda li wî welatî nekaribûn bi azadî li hev top bibin. Lê li roja yekşemê, 18ê Kanûnê ya sala 2011an, zêdetirî 78.000 xwişk û birayên me ji kokên cuda ji Afrîkaya Başûr û welatên cîran li stadyûma herî mezin a bajarê Johannesburgê ji bo ziyafeteke ruhî li hev top bûn. Yek ji midurên stadyûmê der heqê temaşevanan de wisa got: “Heta niha, min li vê stadyûmê qerebalixeke ev qas biterbiye nedîtibû. Kincên her kesî xweş û munasîb bûn. We stadyûm pir û pak kirine. Bi ser de, hûn bi rastî civakeke ji her kok û miletî ne.”

3. Biratiya me çima bêemsal e?

3 Gotinên wisa yên kesên ku ne Şahid in nîşan didin ku biratiya me ya cîhanî bi rastî jî bêemsal e (1. Ptr. 5:9). Lê em çima ji teşkîlatên din ew qas cuda ne? Bi alîkariya Kitêba Pîroz û ruhê Xwedê, em pir xîret dikin ku em “şexsiyeta kevn ... ji xwe bikin” û li şûna wê “şexsiyeta nû li xwe bikin” (Kol. 3:9, 10, WDN).

4. Li vê meqaleyê emê çi bielimin? Çima?

4 Ji xeynî vê ku em şexsiyeta kevn ji xwe bikin, gerek em jê dûr bisekinin. Li vê meqaleyê, emê bielimin ku em çawa dikarin şexsiyeta xwe ji xwe bikin û çima lazim e ku em vê bikin. Wekî din, emê bibînin ku xûyên me çi qas xerab bin jî, em dikarin wan biguherînin. Ligel vê, ev meqale wê nîşan bide ku kesên ku bi salan Şahidên Yehowa ne, dikarin çi bikin ku ew ji şexsiyeta kevn dûr bisekinin. Hişyariyên wisa çima lazim in? Çi heyf e ku hinekên ku berê ji Yehowa re xizmet dikir dîqet nekir û dîsa ketin jiyana xwe ya kevn. Ji ber vê yekê, gerek em guh bidin vê hişyariyê: “Yê ku guman dike ku qayîm disekine, bila hay ji xwe hebe, ku nekeve!” (1. Kor. 10:12).

XWESTEKÊN BÊEXLAQ “BIKUJIN”

5. a) Çima lazim e ku em şexsiyeta kevn ji xwe bikin? Mîsalekê bide. (Li resmê ewilî binêre.) b) Kolosî 3:5-9 li ser şexsiyeta kevn çi dibêje?

5 Eger kincê te qirêjî bibûya û bêhna pîs jê bihata, teyê çi bikira? Ma tu kincê qirêjî bi lez ji xwe nekira? Belê! Mîna vê, lazim e ku em hal û hereketên xwe yên ku li dijî şexsiyeta Xwedê ne, bi lez ji xwe bikin. Pawlosê şandî bi aşkerahî wisa got: “Van hemûyan ... ji xwe bikin.” Niha emê li du tiştên xerab binêrin, ên ku di gotinên Pawlos de derbas dibin: fuhûş û pîsîtî (Kolosî 3:5-9 bixwîne).

6, 7. a) Ji bo ku em şexsiyeta kevn ji xwe bikin, gerek em çi bikin? b) Sakura berê çawa dijiya? Wê çawa dev ji jiyana xwe ya kevn berda?

6 Fuhûş. Peyva eslî ya ku di Kitêba Pîroz de derbas dibe, ya ku wek “fuhûş” an “bêexlaqiya cinsî” (WDN) tê wergerandin, tê maneya munasebetên cinsî yên li nav kesên ku ji aliyê resmî ve ne zewicî ne û munasebetên homoseksuel. Pawlos ji şagirtên Îsa re got ku gerek ew “xwestekên xwe” yên bêexlaq “bikujin”. Li gor van gotinan, gerek em qerardar bin ku em xwestekên nerast bi temamî tune bikin. Belê, em dikarin ji xwestekên gunehkar bifilitin!

7 Sakura * jineke Japonî ye. Gava ew ciwan bû, wê xwe bêkes û mehrûm hîs dikir. Ji dema ku Sakura 15 salî bû û pê ve, ew bi gelek kesan re radiza ji bo ku ew ji bêkesiya xwe bifilite. Sakura wisa dibêje: “Di netîceyê de, min sê zarok ji ber xwe kirin.” Sakura niha ji kirinên xwe pir şerm dike. Lê wê çima dest bi jiyaneke wisa kiribû? Ew wisa dibêje: “Ewilî, gava min bi kesekî re bêexlaqî dikir, min xwe baş hîs dikir û ez difikirîm ku mirov qîmet didin min û ji min hez dikin. Lê her ku min zêdetir bêexlaqî dikir, min xwe her ku diçe bêstare hîs dikir.” Gava Sakura 23 salî bû, wê bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Sakura ji tiştên ku ew ji Kitêba Pîroz elimî pir hez kir. Bi alîkariya Yehowa, wê serî bi hîsên şerm û sûcdariyê re derxist û dev ji bêexlaqiya cinsî berda. Sakura niha pêşenga daîmî ye û êdî ne bêkes e. Ew wisa dibêje: “Ez bi rastî jî bextewar im ku ez niha roj bi roj hezkirina Yehowa dibînim.”

JI NEPAKIYÊ DÛR BISEKINE

8. Pîsîtî çi ye?

8 Pîsîtî. Peyva eslî ya Kitêba Pîroz ya ku wek “pîsîtî” tê wergerandin peyveke berfireh e. Ev peyv, ne tenê ji bo gunehên cinsî tê xebitandin. Kişandina cixareyê û gotina pêkenokên eyb jî pîsîtî ne (2. Kor. 7:1; Ef. 5:3, 4). Wekî din, tiştên nepak ên ku mirov bi tena xwe dike, mesela xwendina kitêbên bêexlaq an temaşekirina pornografiyê jî pîsîtî ne. Seba van tiştan, dibe ku mirov hînî masturbasyonê be. Ev xûyeke nepak e (Kol. 3:5). *

9. “Şehwet” çima xerab e?

9 Kesên ku her tim li pornografiyê temaşe dikin dikevin ‘şehwetê’ û carinan jî dibin mubtelayî cinsîtiyê. Li gor lêkolîneran, kesên ku bi xwesteke bêkontrol li pornografiyê dinêrin dibin mîna mubtelayên alkol û narkotîkan. Netîceyên temaşekirina pornografiyê bi rastî jî xerab in. Mesela, temaşekirina pornografiyê carinan dibe sebeba şermkirin, sernekeftiya li xebatê, problemên malbatî, hevberdana jin û mêr û xwekuştinê. Zilamekî ku salek berê dev ji pornografiyê berdabû wisa nivîsî: “Min heysiyeta xwe ji nû ve qezenc kiriye.”

10. Ribeiro çawa ji bindestiya pornografiyê filitî?

10 Micadeleya bi temaşekirina pornografiyê re ji bo hinekan ne hêsan e û hê berdewam dike. Lê belê nimûneya Ribeiro, birayekî ji Brazîlê, nîşan dide ku mirov dikare di vê micadeleyê de serkeftî be. Ribeiro di ciwantiya xwe de ji malê çû û li fabrîkaya veguherandina kaxizê kevn de dest bi xebitînê kir. Li wê derê, weşanên pornografîk diketin destê wî. Ew wisa dibêje: “Ez hêdî hêdî bûm mubtelayî pornografiyê. Min dixwest ku jina ku ez pê re dijiyam zû ji malê derkeve ku ez karibim li vîdeoyên pornografîk temaşe bikim.” Rojekê, Ribeiro li xebatê di loda kitêbên kevn de kitêbeke bi navê O Segredo de Uma Família Feliz (Malbat Çawa Dikare Dilşad Be) dît. Wî ev kitêb hilda û dest bi xwendinê kir. Seba tiştên ku ew ji vê kitêbê elimî, wî bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Dîsa jî, pir wext derbas bû heta ku wî ji xûya xweye xerab filitî. Çi alî wî kir ku ew serkeftî be? Ribeiro wisa dibêje: “Bi saya dua, xwendina Kitêba Pîroz û fikirîna li ser tiştên ku ez elimîm, min her ku diçe qîmet dida sifatên Xwedê. Bi vî awayî, hezkirina min ji Yehowa re ji xwestina min ku li pornografiyê binêrim xurttir bû.” Bi alîkariya qeweta Peyva Xwedê û ruhê pîroz, Ribeiro şexsiyeta kevn ji xwe kir, hat bin av kirin û niha kalê civatê ye.

11. Çi lazim e ku mirov karibe ji pornografiyê dûr bisekine?

11 Bala xwe bide ku ji bo ku Ribeiro di micadeleya xwe de serkeftî be, ne bes bû ku ew Kitêba Pîroz bixwîne. Wext lazim bu ku gotinên Kitêba Pîroz li dilê wî tesîr bike. Bi alîkariya dua û fikirîna kûr, hezkirina wî ji Xwedê re ji xwestina pornografiyê xurttir bû. Belê, ji bo ku mirov karibe ji pornografiyê dûr bisekine, gerek ew ji Yehowa pir hez bike û ji xerabiyê nefret bike (Zebûr 97:10 bixwîne).

JI HÊRS, HEQARET Û DEREWKIRINÊ DÛR BISEKINE

12. Çi alî Stephen kir ku ew dev ji hêrs û heqaretê berde?

12 Hinek cansivik in û seba hêrsa xwe heqaretan dikin. Helbet xûyeke wisa ji bo bextewariya malbatê xerab e. Bavekî ji Awistralyayê bi navê Stephen wisa dibêje: “Min gelek çêr û nifir dikirin. Gelek caran, çavên min seba tiştên biçûk jî tarî dibûn. Ez û xanima min sê caran ji hev dûr ketibûn, û me kiribû ku em ji hevdû berdin.” Paşê, ev jin û mêr bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Wexta ku Stephen gotinên Kitêba Pîroz êdî dianî cih, netîce bû çi? Ew wisa dibêje: “Rewşa malbata me pir baş bûye. Bi alîkariya Yehowa, selamet û hizûr hatiye ser min. Berê, ez seba hêrsa xwe mîna bombaya bisaet bûm, û ez her tim hazir dibûm ku ji ber problemeke biçûk biteqim.” Stephen niha alîkarê xizmetê ye, û pîreka wî jî çend sal e pêşenga daîmî ye. Kalên civata Stephen wisa dibêjin: “Stephen birayekî bêdeng, jîr û dilnizm e.” Wan qet nedîtiye ku ew bi hêrs be. Stephen çawa guheriye? Ew wisa dibêje: “Eger min alîkariya Yehowa qebûl nekira ji bo ku şexsiyeta min bi temamî bê guherandin, minê ev nîmetên xweş nestandana.”

13. Hêrs çima ew qas bitalûke ye, û Kitêba Pîroz me çawa hişyar dike?

13 Li gor Kitêba Pîroz, hêrs, heqaret û qîrîn tiştên xerab in (Ef. 4:31). Ev tişt gelek caran dibin sebeba zilm û zordariyê. Li dinyayê, hêrs û xezeb wek tiştên normal tên dîtin, lê Afirandêrê me ji kesên ku van tiştan dikin razî nabe. Berî ku wan şexsiyeta nû li xwe kir, ji bo gelek xwişk û birayên me lazim bûbû ku ew ji van xûyên xerab bifilitin (Zebûr 37:8-11 bixwîne).

14. Gelo dibe ku mirovekî bihêrs bibe mirovekî sernerm?

14 Birayê me Hans kalekî civateke li Awistiryayê ye. Koordinatorê koma kalan a civata wî wisa dibêje: “Birayên ku bi qasî wî sernerm in, hindik in.” Lê belê Hans berê ne wisa bû. Di ciwantiya xwe de, wî bi zêdeyî vedixwar û seba vê agresîf dibû. Carekê, ew piştî vexwarinê ew qas har bû ku wî hevala xwe kuşt. Ji bo vê, wî 20 sal cezayê hebsê stand. Li hebsê, xûyên Hans hema neguherî. Lê bi zeman re, diya wî ji kalekî Şahidên Yehowa xwest ku ew here cem Hans. Loma Hans dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ew wisa dibêje: “Ji bo min gelek zor bû ku ez şexsiyeta kevn ji xwe bikim. Lê hin ayetên Kitêba Pîroz cesaret dida min. Mesela, Îşaya 55:7 dibêje ku ‘Bila kesê xerab rêya xwe ... berde’ û 1. Korîntî 6:11 dibêje ku ‘Hin ji we weha bûn’, yanî wan jî xûyên xwe yên xerab berdabûn. Bi salan, Yehowa bi ruhê pîroz alî min dikir ku ez şexsiyeta nû li xwe bikim.” Wexta ku Hans ji hebsê derket, ew 17 sal û nîvan li hundir mabû û êdî hatibû bin av kirin. Ew wisa dibêje: “Ez şikir dikim ku Yehowa ew qas dilovan û efûker e.”

15. Gelek mirov çi dikin, lê Kitêba Pîroz der heqê vê de çi dibêje?

15 Wek heqaretê, derewkirin jî para şexsiyeta kevn e. Mesela, gelek mirov di beyannameyên bacê de derewan dikin an sûcên xwe înkar dikin. Lê Yehowa, “Xwedayê rastiyê” ye (Zeb. 31:5). Loma ew dixwaze ku “her yek” ji xizmetkarên wî “bi cîranê xwe re rastiyê” bipeyive û “derewan” neke (Ef. 4:25; Kol. 3:9). Belê, eger em şerm dikin an eger ji bo me zor be jî, divê em rastiyê bibêjin (Mtl. 6:16-19).

EW ÇAWA BI SER KETIN?

16. Mirov çawa dikare şexsiyeta kevn ji xwe bike?

16 Bi qeweta xwe, em nikarin taybetiyên şexsiyeta kevn ji xwe bikin. Sakura, Ribeiro, Stephen û Hans gelek li ser xwe dixebitîn ku ew ji xûyên xerab bifilitin. Wan îzin da ku Peyva Xwedê û ruhê pîroz li hiş û dilê wan tesîr bike. Ew bi saya vê bi ser ketin! (Lûqa 11:13; Îbr. 4:12). Ji bo ku em jî vê qudretê bistînin, gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin, li ser wê kûr bifikirin û her daîm ji Xwedê re dua bikin ku ew aqilmendî û qewet bide me ku em karibin gotinên Kitêba Pîroz bînin cih (Yêşû 1:8; Zeb. 119:97; 1. Sel. 5:17). Ji xeynî vê, gava em ji bo civînan haziriyê dikin û diçin civînan, em ji Peyva Xwedê û ji ruhê pîroz feyde distînin (Îbr. 10:24, 25). Wekî din, xwarina ruhî niha bi awayên nû ji hemû xizmetkarên Xwedê yên li seranserê dinyayê re tê tedarek kirin. Wê baş be ku em ji van jî îstifade bikin (Lûqa 12:42).

Em çawa dikarin şexsiyeta kevn ji xwe bikin?? (Li paragrafa 16an binêre)

17. Li meqaleya din, emê der heqê çi de şêwir bikin?

17 Heta niha, me çend xûyên xerab dîtine yên ku gerek şagirtên Îsa ji xwe bikin û ji wan dûr bisekinin. Ma ev bes e ku Xwedê ji me razî be? Na! Lazim e ku em şexsiyeta nû li xwe bikin. Li meqaleya din, emê çend taybetiyên şexsiyeta nû bibînin, ên ku gerek em her daîm li xwe bikin.

^ par. 7 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 8 Li beşa 25an a kitêba Questions Young People Ask—Answers That Work, cîld 1, bînere.