Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Merivê Kevin li ser Xwe Bêxin?

Çawa Merivê Kevin li ser Xwe Bêxin?

“We merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe êxistiye” (KOLS. 3:9).

KILAMÊN: 121, 142

1, 2. Hineka çi gotin derheqa Şedên Yehowa?

GELEK meriv dibêjin, ku xeyset-hunurên Şedên Yehowa gelek baş in. Mesele, avtor Anton Gîll payê Şedên Yehowa da, yên ku wedê Natsîsta hatine zêrandinê. Ewî nivîsî: “Natsîsta dijminatiya mezin Şedên Yehowara dikişandin. . . . Sala 1939-da 6 000 Şedên Yehowa [girtîgehêda] bûn”. Evî avtorî got wekî rast e Şedên Yehowa gelek dihatine zêrandinê, lê ewana eyan bûn bi wê yekê ku xwegirtî, bi îtbar, wedê strêsê rihet, û tifaq bûn, hin jî Xwedayê xwera amin bûn.

2 Wan paşwextiyada Afrîkaya Başûrêda meriva nav Şedên Yehowada tiştekî mexsûs texmîn kirin. Wedekê, wî welatîda îzin tune bû ku cûre-cûre rasa tevayî top bin û lema Şedên Yehowa jî nikaribûn tevayî top bin. Lê 18 Kanûna Pêşin, sala 2011-da, 78 000 zêdetir Şedên Yehowa ji cûre-cûre rasa top bûn stadîonêda li şeherê Yohanêsbûrgê. Ewana ji Afrîkaya Başûrê û ji welatên nêzîkî vê bûn. Mênêcêrekî vê stadîonê got: “Min vê stadîonêda tu car elaleteke bi rabûn-rûniştina usa baş nedîtiye. Gişka gelek temiz û maqûlî xwekirine. Û we ev stadîon gelek rind daye hev. Lê lape hewas ew e, ku hûn ji gelek cûre mileta ne”.

3. Çira biratiya me mexsûs e?

3 Ev giliyên ne Şedên Yehowa didine kifşê, ku biratiya meye hemdinyayê rastî jî mexsûs e (1 Pet. 5:9). Lê gelo çira em gelek cude dibin ji teşkîletên din? Em bi alîkariya Xebera Xwedê û ruhê wîyî Pîroz zef ser xwe dixebitin, wekî “merivê kevin” li ser xwe bêxin û dewsê “merivê nû” li xwe kin, kîjan ku Xwedê xweş tê (Kols. 3:9, 10).

4. Emê çi şêwir kin vê gotarêda?

4 Merivê kevin li ser xwe bêxin tiştekî din e, lê îda xwe nekin tiştekî din e. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku ça em dikarin merivê kevin ser xwe bêxin, çira ew yek gelek ferz e, û çira em dikarin bêne guhastinê wî çaxî jî, hergê xeyset-hunurên xirab nav meda kûr rûniştine. Emê usa jî şêwir kin, ku çawa xûşk-birên me yên ku gelek sala nava rastiyêda nin, karibûne bi temamî terka merivê kevin bikin. Lê çira lazim e ewan tişta şêwir kin? Çimkî yazix hine xûşk-birên me yên ku Yehowara xizmet dikirin, sist bûn û vegeriyane emirê xweye berê. Lema jî mera lazim e ew giliyên ji Kitêba Pîroz dilê xweda xwey kin û bîr nekin: “Kî difikire ku ew miqerm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekeve” (1 Korn. 10:12).

HER XWESTINÊN BÊNAMÛSÎ “BIKUJIN”

5. a) Bînin meselê ku çira ferz e merivê kevin li ser xwe bêxin. (Binihêre şiklê ewlin.) b) Li gora Kolosî 3:5-9, kîjan kirên xirab yên merivê kevin in?

5 Hûnê çi bikin hergê kincê we qirêj bûye, yan hela hê jî bîna mirdar tê? Hûnê derbêra ewî kincî bêxin, usa nîne? Bi wî cûreyî, çaxê em divînin ku kirên me yan xeyset-hunurên me Xwedê xweş nayên, em gerekê derbêra destpêkin xwe biguhêzin, dêmek bi sîmbolîk wan tişta ji xwe bêxin. Derheqa wê yekê Pawlos şîreteke usa da Mesîhiya: “Van hemûya ji xwe dûr xin”. Were em şêwir kin du kirên xirab, derheqa kîjana Pawlos got, ew hene bênamûsî û heramî. (Bixûne Kolosî 3:5-9.)

6, 7. a) Pawlos ça da kifşê wekî lazim e zef ser xwe bixebitin seva merivê kevin li ser xwe bêxin? b) Sakûra berê ça dijît, û çi alî wê kir ku ewê emirê xwe guhast?

6 Bênamûsî. Xebera orîjînal ku hate welgerandinê ça “bênamûsî”, tê hesabê heleqetiya sêksûal orta du meriva ku bi qanûnî zewacêda nînin û homosêksûelî. Pawlos Mesîhiyara got, wekî her “xwestinêd dilê xwe” hindava bênamûsiyê “bikujin”. Giliyê Pawlos, ku got “bikujin”, dide kifşê wekî hêsa nîne vê yekê bikin. Lazim e zef ser xwe bixebitin, şer bikin, seva ev xwestinên xirab kokêva nav xwe derxin. Belê, ev çetin e, lê em dikarin wî şerîda serkevin.

7 Dîna xwe bidine serhatiya Sakûrayê * ku ji Japonyayê ye. Çaxê ew hinekî mezin bû, ewê xwe tenê û bêbext texmîn dikir. Û seva ku xwe tenê texmîn neke, ewê 15 saliya xweda destpêkir tevî cûre-cûre mêra bênamûsiyê bike. Sakûra gilî dike: “Axiriyêda, min sê zar ber xwe kir. Rast bêjim, pêşiyê çaxê min destpêkir usa bijîm, min tirê ez îda tenê nînim û min hiz dikin. Lê min didît ku ez çiqas zêde bênamûsiyê dikim, haqas hê zêde bêbext im û tenê me”. Sakûrayê usa dijît heta bû 23 salî. Lê paşê ew rastî Şedên Yehowa hat, destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û rastiyê hiz ke. Ew gelek diçerçirî, çimkî ewê xwe neheq dikir û gelek şerm dikir seva gunên xwe. Lê bi alîkariya Yehowa ewê qewat stand û terka bênamûsiyê da. Niha Sakûra pêşeng e û îda xwe tenê texmîn nake. Ew dibêje: “Ez niha bi rastiyê bextewar im, çimkî ez roj bi roj hizkirina Yehowa hindava xwe divînim”.

TERKA KIRÊN HERAM BIDIN

8. Kîjan tişt dikarin me heram kin?

8 Heramî. Xebera orîjînal ku hate welgerandinê ça “heramî”, tenê bênamûsî nayê hesabê. Mesele, dikarin bêjin ku cixarekişandin û henekên necayîz jî dikevine nava vê yekê (2 Korn. 7:1; Efes. 5:3, 4). Heramî usa jî ew e, çaxê meriv tiştên nerast dizîva dike, mesele xwendina kitêbên derheqa bênamûsiyê, nihêrandina pornografyayê, kîjan ku dibe berbi xeysetê heram, dêmek mastûrbasiyayê (Kols. 3:5). *

9. “Temê xirab” dikare çi axiriya xirab bîne?

9 Merivên ku timê pornografyayê dinihêrin, nav xweda “temê xirab” pêşda tînin, û paşê sêks bona wan dibe çawa narkotîk. Bi lêkolînkirinekê hate kifşê, ku merivên usara hê çetin e terka vê yekê bidin, ne ku terka narkotîkayê yan alkogolîzmê. Belê, nihêrandina pornografyayê axiriya xirab tîne, mesele şermî, xebatêda sist, malbetêda bêbext, hevqetandin, û xwekuştin. Mêrekî, ku terka pornografyayê da û salek derbaz bû, nivîsî: “Min berê qedirê xwe nizanibû, lê niha ez îda qedirê xwe digirim”.

10. Çawa Rîbêîro terka pornografyayê da?

10 Bona gelek meriva wext lazim e seva bi temamî terka pornografyayê bidin. Lê ev tê standinê, û ev yek tê kifşê ji mesela Rîbêîro ku ji Brazîlyayê ye. Rîbêîro cahiltiyêda ji mal çû û paşê destpêkir bixebite karxana kaxazada, kîderê ji edebyetên kevin kaxazên teze çêdikirin. Li wêderê ewî destpêkir edebyetên bi şiklên bênamûsî binihêre, û ev yek jêra bû xeyset. Ew gilî dike: “Hêdî-hêdî, ez îda hînî van tişta bûm. Ev xeyset usa kûr nav minda rûnişt, ku minra gelek çetin bû hîviyê bim heta ew jinika ku ez tev dimam, ji mal derê seva ez pornografyayê binihêrim”. Carekê ser xebatê, Rîbêîro nava gelek edebyetada kitêba bi navê “Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin” dît. Ewî ev kitêb hilda û xwend. Çi ku ew ji vê kitêbê pêhesiya, wî hêlan kir ku tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Lê jêra gelek çetin bû terka pornografyayê bide. Gelo çi alî wî kir ku ewî terk da? Ew dibêje: “Dua, Kitêba Pîroz, û çi ku ez pêdihesiyam ser difikirîm, ewan tişta alî min kirin ku hunurên Xwedê qîmet kim. Axiriyêda, hizkirina min hindava Yehowa, ji xwestina min ku pornografyayê binihêrim qewîtir bû”. Bi alîkariya qewata Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz, Rîbêîro merivê kevin li ser xwe êxist, hate nixumandinê, û niha civatêda rûspî ye.

11. Çi dikare alî meriv bike wekî pornografyayê terk bide?

11 Dîna xwe bidinê wekî Rîbêîro ne ku tenê ji xwendina Kitêba Pîroz qewat stand ku terka pornografyayê da, lê hebûn tiştên din jî. Jêra wede lazim bû seva giliyên ji Xebera Xwedê dilê wî bigirin. Bi saya dua û fikirandinê, hizkirina wî hindava Xwedê usa qayîm bû, ku ew îda nedixwast pornografyayê binihêre. Belê, meriv dikare terka pornografyayê bide hergê ew Yehowa qayîm hiz dike û xirabiyê nefret dike. (Bixûne Zebûr 97:10.)

HÊRSÊ, KIFIR-ZIFIRIYÊ Û DEREWIYÊ JI XWE DÛR XIN

12. Çi alî Stêfan kir, ku ew bû yekî milûk û xeberdana xirab terikand?

12 Hine meriv zû hêrs dikevin û kifirî-zifiriya dikin. Ew yek ser bextewariya malbetê hukum dike. Bavek ji Avstralyayê bi navê Stêfan dibêje: “Min timê giliyên xirab digot û hela hê ser tiştên biçûk jî hêrs diketim. Ez û jina xwe sê cara ji hev dûr ketin û hindik mabû em hev biqetiyana”. Paşê ew jin û mêr destpêkirin tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bin. Lê çaxê Stêfan destpêkir şîretên ji Kitêba Pîroz bîne sêrî, evê yekê çi kar jêra anî? Ew dibêje: “Malbeta me bextewar bûye. Bi alîkariya Yehowa min edilayî û rihetî stand. Lê berê ez yekî xirab û hêrs bûm, û tiştên biçûk jî ku min xweş nedihatin min hêrs dixistin”. Îro Stêfan xizmet dike ça berdestiyê civatê, lê jina wî îda çend sal e pêşenga hertim e. Rûspiyên ji civata Stêfan dibêjin: “Stêfan birakî xebathiz û milûk e”. Wana usa jî got ku qe nedîtine wekî ew hêrs keve. Stêfan nabêje ku ew bi qewata xwe hate guhastinê. Ew dibêje: “Minê ew keremên baş nesitandana, hergê min alîkariya Yehowa qebûl nekira û nehatama guhastinê”.

13. Çira hêrs xof e, û Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi şîretê dide?

13 Kitêba Pîroz dibêje ku hêrsê, xeberdana xirab û qare-qarê ji xwe dûr xin (Efes. 4:31). Gelo çira? Çimkî ew tişt dikarin meriva bibine berbi zorbetiyê. Vê dinêda hêrsketin û zorbetî normal e, lê ew yek Efirandarê me bêhurmet dike. Gelek xûşk-birên me wan tiştada xwe guhastine, û merivê nû li ser xwe kirine. (Bixûne Zebûr 37:8-11.)

14. Gelo merivê hêrs dikare bê guhastinê û bibe yekî milûk?

14 Were şêwir kin meseleke birakî bi navê Hans, yê ku civateke Avstryayêda rûspî ye. Kordînatorê koma rûspiya yê civata Hans dibêje: “Ew birakî usa şkestî ye, tevî kê jî meriv wê bixwaze hevaltiyê bike”. Lê Hans timê yekî usa nîbûye. Cahiltiyêda ewî destpêkir timê îçkê vexwe, û bû yekî hêrs û zulm. Carekê, çaxê ew vexwarî bû, ji hêrsê hizkiriya xwe kuşt. Û bona vê yekê 20 sal gune dane wî, ku kelêda rûnê. Lê ew kelêda nehate guhastinê. Wede şûnda diya wî gote rûspîkî, wekî here kelê teseliya kurê wê bike. Û Hans destpêkir tevî wî birayî Kitêba Pîroz hîn be. Ew dibêje: “Minra gelek çetin bû, wekî merivê kevin ser xwe bêxim. Rêzên ji Kitêba Pîroz alî min kirin ku ez hatime guhastinê, ew Îşaya 55:7 bû, kîderêda tê gotinê: ‘Bira kesê xirab riya xwe . . . berde’, û 1 Korintî 6:11 bû, kîderêda derheqa merivên ku riya xirab hîştin, tê gotinê: ‘Ji we hinek usa bûn’. Nava gelek salada Yehowa pê ruhê xweyî pîroz bi sebir alî min dikir, seva ez merivê nû li xwe kim”. Hans 17 sal û nîva kelêda rûnişt, û çaxê derket, ew îda Mesîhiyê nixumandî bû. Ew dibêje: “Ez gelek ji Yehowa razî me seva remtiya wîye mezin û baxşandina wî”.

15. Dîsa çi ye para merivê kevin, û Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje?

15 Derewî jî para merivê kevin e. Mesele, gelek meriv derewa dikin seva xercê dewletê nedin, yan jî seva şaşî yan gunê wan eşkere nebe û cezayê nestînin. Lê Yehowa Xwedê rastiyê hiz dike (Zeb. 31:5). Lema ew dewa dike, wekî her xizmetkarê wî “hevalê xwera rast xeber de” û “derewa” neke (Efes. 4:25; Kols. 3:9). Belê, hergê jî em şerm dikin yan jî mera çetin e, yeke em gerekê timê rastiyê bêjin (Metlk. 6:16-19).

EWANA ÇA SER KETIN

16. Çi wê alî me bike ku merivê kevin li ser xwe bêxin?

16 Bi qewata xwe em nikarin bêne guhastinê, dêmek merivê kevin li ser xwe bêxin. Sakûra, Rîbêîro, Stêfan, û Hans, gelek ser xwe dixebitîn seva xeyset û kirên xirab bihêlin. Û ewana wî şerîda ser ketin, çimkî wana hiş û dilê xwe vekirin seva Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz wana biguhêzin (Lûqa 11:13; Îbrn. 4:12). Seva em evê qewatê bistînin, gerekê her roj Kitêba Pîroz bixûnin, ser bifikirin, û her gav dua bikin, seva Xwedê bîlaniyê û qewatê bide me, wekî em şîretên Kitêba Pîroz bidine xebatê (Yêşû 1:8; Zeb. 119:97; 1 Têsln. 5:17). Xêncî vê yekê, çaxê em bona civatê xwe hazir dikin û têne civatê, hingê jî em karê distînin ji Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz (Îbrn. 10:24, 25). Hin jî, wê baş be û kêrhatî be hergê em her hacetên ji teşkîleta Xwedê ku em distînin, bidine xebatê (Lûqa 12:42).

Em ça dikarin merivê kevin li ser xwe bêxin? (Binihêre abzasa 16)

17. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

17 Me şêwir kir çend kirên xirab ku Mesîhî gerekê li ser xwe bêxe û bavêje. Lê gelo ew yek bes e seva Xwedê me qebûl ke? Na. Em gerekê usa jî merivê nû li ser xwe kin. Gotara dinda, emê çend tişta şêwir kin, ku çawa em dikarin merivê nû li xwe kin û timê usa bijîn.

^ abz. 7 Vê gotarêda hine nav hatine guhastinê.

^ abz. 8 Binihêrin kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 1, serê 25.