Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Merivê Nû li ser Xwe kin?

Çawa Merivê Nû li ser Xwe kin?

“Merivê nû li ser xwe wergirin” (EFES. 4:24).

KILAMÊN: 126, 28

1, 2. a) Çira em dikarin merivê nû li ser xwe wergirin? b) Derheqa kîjan xeyset-hunurên merivê nû tê gotinê Kolosî 3:10-14-da?

“MERIVÊ nû”. Ev gilî “Welgerandina Dinya Tezeda” du cara hatiye nivîsarê (Efes. 4:24; Kols. 3:10). “Merivê nû” li gora qirara Xwedê xuliqandî ye. Lê gelo em dikarin bibine merivên usa? Belê, çimkî Yehowa meriv dilqê xweda efirand û lema jî em dikarin çev bidine hunurên wî (Destp. 1:26, 27; Efes. 5:1).

2 Hemû meriva ji Adem û Hêwayê gune standiye, û lema nav meda cara xwestinên xirab pêşda tên. Usa jî cara derece yan jî merivên dor berê me ser me xirab hukum dibin. Lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin bibine merivên usa, ku li wî xweş bên. Seva em vê nêtê bînin sêrî, emê şêwir kin çend xeyset-hunurên merivê nû, derheqa kîjana Pawlos pê rêberiya Xwedê nivîsî. (Bixûne Kolosî 3:10-14.) Emê usa jî şêwir kin ku çawa em dikarin ewan hunura nav xweda pêşda bînin û jîyîna xweda bidine kifşê.

HÛN “HEMÛ JÎ YEK IN”

3. Xeysetekî merivê nû kîjan e?

3 Pawlos derheqa xeysetekî merivê nû got, kîjan ku gelek ferz e. Merivê nû firqiyê nake orta meriva. Pawlos got: “Îdî Yûnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune”. * Civatêda tu car gerekê firqî tune be orta rasa, mileta yan jî kesîba û dewletiya. Gelo çira? Çimkî em ça şagirtên Mesîh “hemû jî yek in” (Kols. 3:11, ÎM; Galt. 3:28).

4. a) Xizmetkarên Yehowa gerekê çawa bin hindava hevduda? b) Kîjan derece dikarin xirab hukum bin ser yektiya nava Mesîhiyada?

4 Ewên ku merivê nû li ser xwe kirine, tevî hemûya dêmek tevî xûşk-bira û nebawera bi qedir in, û tu car firqiyê nakine orta mileta û rasa, usa jî kesîba û dewletiya (Rom. 2:11). Lê hine welatada ev yek dikare nehêsa be. Mesele, Afrîkaya Başûrêda gelek meriv, usa jî Şedên Yehowa heta îro ciyê usada dimînin, kîderê ku tenê rasa wan dimîne, dêmek merivê bi çermê sipî başqe, lê yên bi çermê reş başqe. Lê seva ku xûşk-bira ji wan du rasa hevdu nas kin û hevra hevaltiyê bikin, meha Cotmehê sala 2013-da, Koma Rêberiyê qebûl kir wekî civîneke usa saz be, bi saya kîjanî jî xûşk-bira hê rind hevdu nas bikin (2 Korn. 6:13). Lê gelo ew çi civîn bû?

5, 6. a) Welatekîda çi civîn hatibû sazkirinê seva ku edilaya nav cimeta Xwedê qewî be? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Ew civîn çida kêrhatî bû?

5 Ew civîn hate sazkirinê, wekî çend rojên Şemî û Leda xûşk-birên ji du civata tevayî wede derbaz kin. Ew herdu civat bi ziman û rasa ji hev cude dibûn. Ewana tevayî derdiketin xizmetiyê, diçûne civatê, û diçûne malên hev mêvan. Bi seda civata bi wî cûreyî hevkarî dikirin. Fîlîalê elametiyên baş stand derheqa vê civînê, hela hê ji ne Şedên Yehowa jî. Mesele, xizmetkarekî dêrê got: “Ez Şedê Yehowa nînim, lê dikarim bêjim ku xizmetiya we gelek bi organîze ye, û nav weda, dêmek orta cûre-cûre rasada edilayî heye”. Lê ev civîn ser xûşk-bira ça hukum bû?

6 Xûşkeke me bi navê Noma, ku ser zimanê Kosayî xeber dide nedewletî dijî. Pêşiyê wê xûşkêra gelek çetin bû, wekî xûşk-birên bi çermê sipî ji civata Înglîzî, teglîfî mala xwe ke. Lê gava ew tevî wan xûşk-bira derkete xizmetiyê û çû mala wan mêvan, ewê îda xwe baş texmîn dikir û got: “Ewana merivên mîna me ne!” Lê çaxê xûşk-birên ji civata Înglîzî hatin wekî xizmetiyêda hevkariyê bikin tevî xûşk-birên ji civata ser zimanê Kosayî, hingê Nomayê xwarin hazir kir û hine ji wan xûşk-bira teglîfî mala xwe kir. Tevî wan mêvana usa jî rûspîkî bi çermê sipî hat. Noma dibêje: “Ez gelek ecêbmayî mam çaxê min dît ku ew bira usa milûk bû, wekî ser qutiya plasmase nimiz rûnişt”. Bi saya vê civînê, gelek xûşk-bira hevalên teze xwera qazanc kirin û nêt xwera danîn hê zêde hevala qazanc kin.

DILŞEWATÎ Û QENCIYÊ LI XWE KIN

7. Çira lazim e dilşewat bin?

7 Heta ku dinya Şeytan neyê kutakirinê, emê rastî çetinaya bên, mesele, bêxebatî, nexweşiyên giran, peyketin, xezeb, undakirina hebûkê û tiştên din. Em gerekê dilşewat bin hindava hevda, wekî wedê çetinaya alî hev bikin. Çimkî dilşewatî wê me hêlan ke ku merivara qenciyê bikin (Efes. 4:32). Ew xeyset-hunur ku para merivê nû ne, wê alî me bikin, wekî çev bidine Xwedê û ber dilê merivada bên (2 Korn. 1:3, 4).

8. Çaxê em civatêda dilşewatiyê û qenciyê didin kifşê, ev yek çi kerema tîne? Meselê bînin.

8 Em ça dikarin hê zêde qenciyê bidine kifşê hindava merivên xerîb û yên kesîb? Em gerekê wanra bibine heval û usa bikin wekî ewana bivînin ku civatêda wana qîmet dikin (1 Korn. 12:22, 25). Dîna xwe bidinê çi qewimî tevî birê me Dênîkarl, ku ji Fîlîpînayê derbazî Japonyayê bû. Ji bo vê yekê ku ew xerîb bû, li ciyê xebatê hindava wîda nebaş bûn. Paşê, rojekê ew çû ser civata Şedên Yehowa. Dênîkarl dibêje: “Heçî zef ji wan Japonî bûn, lê yeke wana min bi dil qebûl kirin, tê bêjî me zûdava hev nas dikir”. Xûşk-bira hindava wîda timê qenc bûn, û evê yekê wî hêlan kir ku ew nêzîkî Yehowa be. Paşê Dênîkarl hate nixumandinê û îro ew civatêda rûspî ye. Rûspiyên din gelek şa ne wekî ew tevî jina xwe Cênîfêr civata wanda nin. Ewana derheqa wan usa dibêjin: “Ewana, çawa pêşeng bi emirê hêsa dijîn û meseleke baş in vê yekêda ku Padşatiya Xwedê datînin ciyê pêşin” (Lûqa 12:31).

9, 10. Mesela bînin ku ça dilşewatî xizmetiyêda kerema tîne.

9 Çaxê em derheqa mizgîniya Padşatiyê merivara dibêjin, ew yek mecalê dide wekî em “hemûyara qenciyê bikin” (Galt. 6:10). Gelek Şedên Yehowa dilşewat in hindava merivên xerîb, û lema qewatê didine xebatê, wekî zimanê wan hîn bin (1 Korn. 9:23). Û ew yek keremên mezin tîne. Mesele, xûşkeke me bi navê Tîfanî ji Avstralyayê zimanê Swahîlî hîn bû, seva ku civata ser wî zimanîda şeherê Brîsbênêda alîkariyê bide. Rast e bona Tîfanî nehêsa bû wî zimanî hîn be, lê emirê wê diha bextewar bû. Ew dibêje: “Hergê hûn dixwazin ku xizmetiya we hê hewas be, derbazî civateke zimanê din bin. Ew mîna vê yekê ye, ça tê bêjî rêwîtiyê dikî şeherê xweda. Hûnê ser xwe texmîn kin ku çi ye biratiya meye hemdinyayê, lê ya pêşiyê, hûnê yektiya biratiya meye mezin bivînin”.

Çi Mesîhiya hêlan dike, ku alî êmîgranta bikin? (Binihêre abzasa 10)

10 Were şêwir kin mesela malbeteke ji Japonyayê. Qîza wan Sakîko gilî dike: “Çaxê me mizgînî bela dikir, em gelek car rastî êmîgrantên ji welatê Brazîlê dihatin. Gava me rêzên ji Kitêba Pîroz ser zimanê wan dixwend, mesele rêzên ji Eyantî 21:3, 4; Zebûr 37:10, 11, 29, wana rind guh didan û hela hê cara hêsir ji çevên wan dihat”. Ew malbet dilşewat bû hindava êmîgranta, lema wana dixwest alî wan meriva bikin, wekî ewana rastiyê pêbihesin. Sakîko dibêje: “Çaxê me dît ku ewana ruhanîda birçî ne, me gişka jî malbetêda destpêkir zimanê Portûgalî hîn bin”. Wede şûnda, ewê malbetê alîkarî da, û civata ser zimanê Portûgalî saz bû. Bi sala ewê malbetê alî gelek êmîgranta kirin, ku derheqa rastiyê pêhesiyan û bûne Şedên Yehowa. Sakîko dibêje: “Rast e gelek wede û qewat lazim bû, wekî zimanê Portûgalî hîn bin, lê ew yek hêja bû. Em gelek razî ne ji Yehowa bona vê yekê”. (Bixûne Karên Şandiya 10:34, 35.)

MILÛKTIYÊ LI XWE KIN

11, 12. a) Bi çi nêtê em gerekê merivê nû li xwe kin? b) Çi wê alî me bike wekî milûk bimînin?

11 Xwestina me ku merivê nû li xwe kin, gerekê ne seva wê yekê be ku meriv paya bidine me, lê gerekê navê Yehowa hurmet-rûmet kin. Bîr nekin, ku hela hê horiyê bêqisûr jî gune kir, çimkî bû yekî qure (Beramber kin Hezeqêl 28:17). Em merivên gunekar in, lema jî mera diha çetin e wekî xwe ji qurebûnê dûr bigirin. Lê yeke em dîsa jî dikarin milûktiyê li xwe kin. Çi dikare alî me bike vê yekêda?

12 Seva ku milûk bimînin, em gerekê her roj wede xwera bivînin, wekî Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin (Qan. Dcr. 17:18-20). Îlahî gerekê bifikirin ser hînkirinên Îsa û mesela milûktiya wî (Met. 20:28). Îsa usa milûk û şkestî bû, ku hela hê nigên şagirtên xwe jî şûşt (Yûhn. 13:12-17). Em jî gerekê Xwedêra dua bikin, wekî ruhê xweyî pîroz bide me, çimkî ruhê wîyî pîroz dikare alî me bike, wekî em xwe ser merivên dinra negirin (Galt. 6:3, 4; Fîlî. 2:3).

13. Milûktî çi kerema tîne?

13 Bixûne Metelok 22:4. Yehowa dixwaze wekî hemû xizmetkarên wî milûk bin. Bi rastiyê milûktî keremên mezin tîne û usa jî edilayê û yektiyê dike civatê. Hergê em ewî hunurî bal xwe pêşda bînin, Xwedê wê qenciya xweye nehêja bide me. Petrûsê şandî got: “Hûn hemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtiyê hevdura bikin, çimkî nivîsar e: ‘Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya’” (1 Pet. 5:5).

BERBIHÊRIYÊ Û SEBIRÊ LI XWE KIN

14. Kê mesela lape baş hîşt, wekî berbihêriyê û sebirê bidine kifşê?

14 Wê dinêda merivên berbihêr û bi sebir, sist hesab dikin. Lê ew yek rast nîne. Ew hunurên gelek baş, ji Yehowa ne, dêmek ji Kesê lapî qewat ser temamiya dinyayê. Yehowa meseleke lape baş e ku ça berbihêriyê û sebirê bidine kifşê (2 Pet. 3:9). Bifikirin ser wê yekê, ku Yehowa ça bi saya milyaketên xwe bi sebir caba Birahîm û Lût da çaxê wana pirs didane wî (Destp. 18:22-33; 19:18-21). Usa jî bifikirin derheqa sebira Yehowa hindava cimeta Îsraêl, ku 1 500 sal zêdetir neguhdar bûn (Hezql. 33:11).

15. Îsa çi mesele hîşt vê yekêda ku ça milûktiyê û sebirê bidine kifşê?

15 Îsa yekî “şkestî” bû (Met. 11:29). Ew bi sebir bû hindava şagirtên xweda gava wana şaşî berdidan. Wedê xizmetiya Îsaye ser erdê, serwêrên dînên qelp, gelek car himberî wî nerastî dikirin. Lê yeke ew heta mirinê milûk û bi sebir bû. Çaxê Îsa ser stûna cefê bû, ewî Bavê xwera dua kir, wekî bibaxşîne wan meriva, kîjana ew didane cefê. Ewî got ku, ewana “nizanin çi dikin” (Lûqa 23:34). Bi rastî jî Îsa meseleke gelek baş hîşt, ku ça milûktî û sebirê xwey kin wedê çetinayên giran! (Bixûne 1 Petrûs 2:21-23.)

16. Em ça dikarin milûktiyê û sebirê bidine kifşê?

16 Lê em çawa dikarin milûktiyê û sebirê bidine kifşê? Pawlos nivîsî: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kols. 3:13). Bi rastî jî, seva ku evê temiyê bînin sêrî, em gerekê milûk û bi sebir bin. Û hergê em hazir bin meriva bibaxşînin, edilaya civatê wê bê xweykirinê.

17. Çira gelek ferz e wekî milûk û bi sebir bin?

17 Ew yek ne ku ser xwestina meye ku milûk û bi sebir bin, lê Yehowa ji me dewa dike. Hergê em dixwazin bêne xilazkirinê, ew hunur ese lazim in (Met. 5:5; Aqûb 1:21). Lê ya lape ferz ew e, ku bi wan hunura em Yehowa hurmet dikin û meriva jî hêlan dikin wekî ewan jî usa bikin (Galt. 6:1; 2 Tîmt. 2:24, 25).

HIZKIRINÊ LI XWE KIN

18. Hizkirin û nedurûtî ça hevva girêdayî ne?

18 Ew hemû hunurên ku me şêwir kir, hizkirinêva girêdayî ne. Mesele, Aqûbê şagirt şîret da birên xwe, wekî ew durû nîbin û firqiyê nekine orta dewletiya û kesîba. Ewî şirovekir ku kirên usa miqabilî qanûna Xwedê ye, kîjanêda tê gotinê: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike”. Aqûb usa jî got: “Heger hûn firqiyê dikin, guna dikin” (Aqûb 2:8, 9). Mesele, hizkirin wê me hêlan ke, wekî em durû nîbin û firqiyê nekine orta meriva ji bo xwendina wan, rasa wan, yan jî hebûka wan. Em gerekê ne ku tenê bi giliya firqiyê nekine orta meriva, lê ew yek gerekê dilê me û hiş-aqilê meda be jî.

19. Çira ferz e wekî em hizkirinê li xwe kin?

19 Hizkirin usa jî “dûmikdirêj û şîrin e” û “pişika xweda nawerime” (1 Korn. 13:4). Seva ku mizgîniya Padşatiyê bela kin, em gerekê berdewam kin bi sebir, qenc û milûk bin (Met. 28:19). Ew hunur usa jî alî me dikin, wekî tevî hemû xûşk-birên civatêda edilayê xwey kin. Hergê em hizkirina usa bidin kifşê, ew yek wê çi kerema bîne? Hingê civata meda wê edilayî hebe, û ew yek wê Yehowa rûmet ke. Û usa jî çaxê meriv bivînin ku edilayî nav meda heye, ewana wê diha hêlan bin ku rastiyê pêbihesin. Dêmek, Kitêba Pîrozda derheqa merivê nû usa tê gotinê: “Ser van hemûyada hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide” (Kols. 3:14).

BERDEWAM KIN “NÛYEJIYÎN BIN”

20. a) Em kîjan pirsa gerekê bidine xwe? b) Em hîviya kîjan wedeyî ne?

20 Her kes ji me gerekê pirsê bide xwe: “Dîsa kîjan guhastina ez dikarim bikim seva ku merivê kevin ser xwe bêxim?” Em gerekê bi dil Xwedêra dua bikin wekî alî me bike. Em usa jî gerekê ser xwe bixebitin wekî fikir û kirên xweyî nerast biguhêzin, seva Padşatiya Xwedê war bin (Galt. 5:19-21). Wê kêrhatî be usa jî pirseke usa bidine xwe: “Gelo ez berdewam dikim fikirên xwe rast kim, wekî dilê Xwedê şa kim?” (Efes. 4:23, 24). Em hemûşk jî gunekar in, lema em gerekê timê rind ser xwe bixebitin seva ku merivê nû li xwe kin. Bidine ber çevê xwe, ku emir wê çiqas baş be çaxê hemûşk jî merivê nû li xwe kin, û bi temamî çev bidine hunurên Yehowayî qîmet!

^ abz. 3 Hêna berê meriva Îskît nimiz hesab dikirin, çimkî difikirîn ku ewana paşdamayî ne.