Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hizkirin Hunurekî Gelek Qîmet e

Hizkirin Hunurekî Gelek Qîmet e

PAWLOSÊ ŞANDÎ pê rêberiya Xwedê derheqa neh hunura nivîsî, kîjan ku bi qewata ruhê pîroz pêşda tên (Galt. 5:22, 23). Ewî ev hemû hunur nav kir berê ruhê pîroz. * Ew berê ruhê pîroz “merivê nû” dide kifşê (Kols. 3:10). Çaxê bax rind tê avkirinê, hingê ew ber dide. Mîna vê yekê, hergê meriv pê rêberiya ruhê pîroz dijî, hingê ew wê berê ruhê pîroz bide kifşê (Zeb. 1:1-3).

Hunurê pêşiyê ku Pawlos gotibû, ew heye hizkirin, kîjan ku gelek qîmet e. Çira ev hunur usa qîmet e? Pawlos got wekî ew bêy hizkirin “ne tu tişt” e (1 Korn. 13:2). Lê çi ye hizkirin, û çawa em dikarin evî hunurî nav xweda pêşda bînin û her roj bidine kifşê?

HIZKIRIN ÇI YE?

Bi giliya çetin e evî hunurî şirovekin, lê Kitêba Pîroz şirovedike ku merivê bi hizkirin ça xwe dide kifşê. Mesele, ew meriv “dûmikdirêj” û heyf e. Xêncî vê yekê, merivê bi hizkirin “rastiyêra şa dibe” û “her gav dadixe, her gav bawer dike, . . . her gav sebir dike”. Merivê usa bona yên din xem dike, difikire, û hevalhiz e. Lê merivê bê hizkirin hevsûd e, qure ye, bêmerîfet e, xwehiz e, zû dixeyde û kînê dajo. Belê, em naxwazin merivne usa bin, lê dixwazin hizkirina me hebe, kîjan ku “ya xwe nagere” (1 Korn. 13:4-8).

YEHOWA Û ÎSA HIZKIRINÊDAMESELA LAPE MEZIN IN

“Xwedê hizkirin e”. Belê, hizkirina Yehowa ya here mezin e (1 Yûhn. 4:8). Ev hizkirin hemû kirên wîda tê kifşê û eşkere ye. Yehowa hizkirina lape mezin da kifşê hindava însanetê çaxê Îsa şande ser erdê, wekî ew bona gunên me emirê xwe bide ça qurban. Yûhennayê şandî got: “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn. Hizkirin ev e, ne ku me Xwedê hiz kir, lê ewî em hiz kirin û Kurê xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me” (1 Yûhn. 4:9, 10). Belê, bi saya hizkirina Xwedê em dikarin baxşandinê bistînin û hîviya jîyîna heta-hetayê bin.

Îsa îzbat kir hizkirina xwe hindava însanetê, çaxê bi rezedilî qirara Xwedê anî sêrî, dêmek emirê xwe da ça qurban. Îsa xwexa got ku ew hat seva qirara Xwedê bîne sêrî. Û Pawlos derheqa vê yekê got: “Bi vî awayî Îsa Mesîh emirê Xwedê anî sêrî, carekê bona hertim bedena xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin” (Îbrn. 10:9, 10). Ji meriva tu kesî hizkirina usa mezin nedaye kifşê. Îsa got: “Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide” (Yûhn. 15:13). Lê gelo merivên gunekar dikarin çev bidine hizkirina Yehowa û Îsa? Belê. Were em niha şêwir kin ça em dikarin evê yekê bikin.

“XWE LI HIZKIRINÊ BIGIRIN”

Pawlos me hêlan dike: “Çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî û xwe li hizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hiz kirin û jiyîna xwe bona me da” (Efes. 5:1, 2). Em “xwe li hizkirinê” digirin çaxê her gav evî hunurî didine kifşê. Em ne tenê bi giliya, lê pê kirên xwe hizkirinê nîşan dikin. Yûhenna nivîsî: “Zarokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi kira û rastiyê” (1 Yûhn. 3:18). Mesele, hergê em Yehowa û meriva hiz dikin, emê “mizgîniya Padşatiyê” bela kin (Met. 24:14; Lûqa 10:27). Usa jî gava em “xwe li hizkirinê” bigirin, emê sebir bin, qenc bin û bibaxşînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kols. 3:13).

Hergê em kesekî şîret dikin, ev nayê hesabê wekî hizkirina me tune. Mesele, çaxê zar digirî, hine dê-bav ber wî diçin tên û hemû xwestinên wî tînin sêrî, wekî tenê ew negirî. Lê dê-bavên ku bi rastiyê zara xwe hiz dikin, çaxê lazim e wê zara xwe şîret dikin. Xwedê hizkirin e, lê “kê hiz dike, wî şîret bike” (Îbrn. 12:6). Dêmek, çaxê kesekî rast dikin û şîret dikin wedê lazimda, ev yek eyankirina hizkirinê ye (Metlk. 3:11, 12). Lê em gerekê bîr nekin wekî em gunekar in û lema cara dikarin bi hizkirin nîbin. Lema jî mera hertim lazim e ser xwe bixebitin, wekî hê zêde hizkirinê bal xwe pêşda bînin. Lê çawa evê yekê bikin? Were sê tişta şêwir kin.

ÇAWA NAV XWEDA HIZKIRINÊPÊŞDA BÎNIN?

Ya pêşin, ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin, çimkî ev hizkirinê pêşda tîne. Îsa got, wekî Yehowa wê “ruhê Pîroz bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Hergê em Xwedêra dua dikin seva ruhê pîroz bide me û dihêlin ruhê wîyî pîroz ser me hukum ke, emê hê zêde bi hizkirin bin û ev yek wê kirên meda bê kifşê (Galt. 5:16). Besa xeberê, hergê hûn rûspî ne, ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin seva xûşk-bira bi hizkirin şîret kin. Yan jî hergê zarên we hene, ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin wekî zarên xwe ne ku bi hêrsê şîret kin, lê bi hizkirinê.

Ya duda, bifikirin ku Îsa ça hizkirin dida kifşê çaxê wî bêhurmet dikirin (1 Pet. 2:21, 23). Mesela Îsa alî me dike îlahî çaxê kesek me dixeyîdîne, yan jî neheqiyê me dike. Hingê wê kêrhatî be ku pirseke usa bidine xwe: “Gelo Îsa vê derecêda wê çi bikira?” Xûşkek bi navê Lêy dît ku evê pirsê alî wê kir, ku timê pêşda bifikire pêşiya tiştekî bike. Ew gilî dike: “Carekê, hevalxebatkara min pê êmaîlê derheqa min û xebata ku min dikir, giliyên nebaş yên dinra nivîsî. Dilê min gelek êşiya. Lê min pirs da xwe ku çawa ez dikarim vê derecêda çev bidime Îsa. Ez difikirîm ku hergê Îsa dewsa min bûya wê çi bikira, û lema min safî kir, wekî evê yekê bîr kim û şer-dewa pêşda neynim. Wede şûnda ez pêhesiyam, wekî hingê sihet-qewata vê hevalxebatkara min xirab bû û ew strêsêda bû. Ez fikirîm wekî dibeke ewê ne jî dixwest dilê min bêşîne pê vê nemekê. Min dianî bîra xwe, wekî Îsa ça hizkirin dida kifşê gava wî bêhurmet dikirin, û evê yekê alî min kir ku ez jî wêra hizkirinê bidime kifşê”. Belê, hergê em çev bidine Îsa, emê timê tevî meriva bi hizkirin bin.

Ya sisiya, em gerekê hizkirina usa bidine kifşê kîjan ku nîşan dike, wekî em yên din ser xwera digirin. Hizkirina vî cûreyî eyan dike Mesîhiyên rast (Yûhn. 13:34, 35). Kitêba Pîroz şîretê dide me, wekî “nêt-fikirê” me mîna yê Îsa bin. Îsa ser ezmana dijît, lê bona me ewî “xwexa xwe şkênand”, hela hê “heta mirinê” jî (Fîlî. 2:5-8). Hergê em çev bidine hizkirina Îsa, fikirên me û hestên me wê bibine mîna yên wî, û emê hêlan bin meriva ser xwera bigirin. Lê gelo dîsa çi kar heye hergê hizkirina me heye?

ÇI KAR E ÇAXÊ HIZKIRINA ME HEYE?

Çaxê em tevî meriva bi hizkirin in, ew yek gelek karê tîne. Were em derheqa du kerema xeber din:

Em çi karê distînin çaxê hizkirinê didine kifşê?

  • BIRATIYA HEMDINYAYÊ: Nav meda hizkirin heye, lema jî em zanin wekî ser topa dinyayê em herine kîjan civatê jî, xûşk-bira wê bi dil û can me qebûl kin. Ew kerema mezin e ku xûşk-birên me nav “temamiya dinyayêda” me hiz dikin (1 Pet. 5:9). Hizkirina usa tu cîkî tune xêncî nava cimeta Xwedêda.

  • EDILAYÎ: Çaxê em “hizkirinêda” li ber hev sebir dikin, em “hevgirêdana edilayiyê” xwey dikin (Efes. 4:2, 3). Civatada û civatên mezinda em evê edilayê eşkere divînin. Hûnê jî qayîl bin wekî vê dinya hevketîda, edilaya me rastî jî mexsûs e (Zeb. 119:165; Îşa. 54:13). Çaxê em edilayê digerin, em hizkirina qayîm nîşan dikin, kîjan ku dilê Bavê meyî ezmana şa dike (Zeb. 133:1-3; Met. 5:9).

“HIZKIRIN AVA DIKE”

Pawlos nivîsî: “Hizkirin ava dike” (1 Korn. 8:1). Lê gelo ev çi tê hesabê? Pawlos nema xweye pêşine Korintiyara serê 13-da, kîjan ku tê navkirinê “Zebûra Hizkirinê”, şirovedike çawa hizkirin ava dike. Berê ewlin, hizkirin kara xwe nagere, lê kara merivên mayîn digere (1 Korn. 10:24; 13:5). Hin jî, çimkî hizkirin sebir dike, ya xwe nagere û qenc e, ew malbeta qewî dike û civata dike yektiyê (Kols. 3:14).

Hizkirina me hindava Xwedê lap qîmet e û bona hemûya kar e. Çira? Çimkî hizkirina hindava Xwedê me dike yek. Merivên ji cûre-cûre welata, rasa, mileta, û zimana, mil didine hev tevay Yehowara xizmet dikin (Sêfn. 3:9). Were em her roj evî hunurê qîmet bidine kifşê, kîjan ku berê ruhê Xwedêyî pîroz e.

^ abz. 2 Ev gotara pêşiyê ye ji rêza gotara, kîjan ku ji nehe para ye. Her parekêda wê bê şirovekirinê her hunurekî berê ruhê pîroz.