Here Naverokê

Here naverokê

Rastî Ne Aştiyê, Lê Şûr Tîne

Rastî Ne Aştiyê, Lê Şûr Tîne

“Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim” (MET. 10:34).

KILAM: 123,128

1, 2. (a) Em xwediyê kîjan aştiyê ne? (b) Çima ne mimkun e ku em li vî zemanî bi temamî di selametê de bin? (Li resmê ewilî binêre.)

DAXWAZA me ev e ku em her tim di selametê de bijîn û bêxem bin. Em çi dilşad in ku Yehowa “aştiya Xwedê” dide me. Ev hizura hundirîn me ji fikir û hîsên ku dilê me teng dikin, diparêze (Flp. 4:6, 7). Wekî din, bi saya vê ku me xwe daye Yehowa, em “bi Xwedê re di aştiyê de ne”, yanî em dostên wî ne (Rom. 5:1).

2 Lê heta niha, Xwedê li hemû dinyayê selamet çênekiriye. Di van rojên dawîn de, gelek mirov şer dikin û li ber hev didin (2. Tîm. 3:1-4). Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em ji aliyê ruhî ve li hemberî Şeytan û derewên wî micadele dikin (2. Kor. 10:4, 5). Dibe ku em herî zêde seba muxalefeta merivên xwe yên nebawermend aciz dibin. Hinek ji wan belkî bi baweriyên me dikenin, me sûcdar dikin ku em yekîtiya malbatê xera dikin an me tehdît dikin ku eger em dev ji baweriya xwe bernedin, ewê me ji ewladiyê red bikin. Sebeba muxalefeta malbatê çi ye? Em çawa dikarin serî bi vê muxalefetê re derxînin?

SEBEBA MUXALEFETA MALBATÊ

3, 4. (a) Bandora gotinên Îsa çi ye? (b) Carinan çima ne hêsan e ku em li gor gotinên Îsa hereket bikin?

3 Îsa zanibû ku gotinên wî wê bibin sebeba îxtilafê. Ji bo ku şagirtên wî li gor gotinên Îsa hereket bikin, ji wan re cesaret lazim e. Carinan jî dibe ku muxalefet hizura malê xera bike. Îsa wisa got: “Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim. Çimkî ez hatime ku ‘dijraberiyê bixim navbera bav û kur, dê û keçê, bûkê û xesûyê. Dijminê mirov wê maliyên mala wî bi xwe bin’” (Met. 10:34-36).

4 Gava ku Îsa got “Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim”, wî bala guhdarên xwe li ser vê yekê kişand ku wexta ku ew bibin şagirtên wî, dibe ku ew têkevin tengahiyê. Seba gotinên wî dibe ku îxtilaf bikeve li nav însanan. Helbet niyeta Îsa ev bû ku ew xebera Xwedê îlan bike, ne ku ew hizûra însanan birevîne (Yûh. 18:37). Dîsa jî, eger dost an merivên me rastiyê qebûl nekin, ji me re ne hêsan ku em li gor gotinên Îsa hereket bikin.

5. Çi hat serê gelek şagirtên Îsa?

5 Îsa got ku gerek şagirtên wî hazir bin ku ew êşa muxalefeta malbatê bikişînin (Met. 10:38). Ji bo ku ew layiqî Mesîh bin, gelek şagirtên wî ji aliyê malbatên xwe ve heqaret dît an jî hatin red kirin. Dîsa jî, tiştên ku wan qazanc kirine ji tiştên ku wan winda kirine zêdetir in (Marqos 10:29, 30 bixwîne).

6. Eger merivên me naxwazin ku em ji Yehowa re îbadet bikin, gerek em çi ji bîr nekin?

6 Eger merivên me naxwazin ku em ji Yehowa re îbadetê bikin, emê dîsa jî ji wan hez bikin, lê em ji bîr nakin ku gerek em ji her tiştî û ji her kesî zêdetir ji Xwedê û Îsa Mesîh hez bikin (Met. 10:37). Gerek em fehm bikin ku Şeytan hewl dide ku em seba hezkirina malbatê dev ji dilsoziya xwe berdin. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin serî bi muxalefeta malbatê re derxînin.

PÎREK AN ZILAMEKÎ NEBAWERMEND

7. Eger pîrek an zilamê te nebawermend e, gerek tu çi bikî?

7 Kitêba Pîroz dibêje ku kesên zewicî wê li tengahiyan rast bên (1. Kor. 7:28). Eger pîrek an zilamê te nebawermend e, dibe ku tu di zewaca xwe de zêdetir stres û endîşe bikişînî. Dîsa jî muhîm e ku tu li halê xwe wek Yehowa binêrî. Ev yek ku pîrek an zilamê te niha naxwaze bibe şagirtê Îsa bi otomatîk nabe sebeba cihêbûn an hevberdanê (1. Kor. 7:12-16). Zilamekî nebawermend her çi qas ji aliyê ruhî ve rêberiyê neke jî, lazim e ku pîrek hurmet bide wî, çimkî ew dîsa jî serê malbatê ye. Mîna vê, lazim e ku zilamekî bawermend ji pîreka xwe ya nebawermend hez bike û jê re baş be (Ef. 5:22, 23, 28, 29).

8. Eger pîrek an zilamê te dixwaze ji bo îbadeta te sînor deyne, tu dikarî kîjan pirsan ji xwe bipirsî?

8 Lê eger pîrek an zilamê te dixwaze ji bo îbadeta te sînor deyne, gerek tu çi bikî? Mesela, zilamekî ji xwişkeke me xwestibû ku ew tenê li hin rojan derkeve xizmetê. Eger halê te wisa ye, ji xwe wisa bipirse: “Gelo zilamê min dixwaze ku ez bi temamî dev ji îbadeta Xwedê berdim? An na, gelo ez dikarim li gor daxwaza zilamê xwe bikim?” Lazim e ku tu maqûl bî da ku di zewaca te de muşkîleyên fuzûlî dernekevin (Flp. 4:5).

9. Şagirtên Îsa çawa dikarin rêyî zarokên xwe bidin ku ew hurmetê bidin dê an bavê xweyî nebawermend?

9 Eger pîrek an zilamê te nebawermend e, dibe ku perwerdekirina zarokan carinan zor be. Mesela, lazim e ku tu rêyî zarokên xwe bidî ku ew guh bidin vî emrê Kitêba Pîroz: “Qedrê dê û bavê xwe bigire” (Ef. 6:1-3). Eger pîrek an zilamê te li gor standardên bilind ên Kitêba Pîroz hereket neke jî, gerek tu dîsa jî ji zarokên xwe re bibî emsal û hurmetê bidî wî (an wê). Bala xwe bide sifatên wî (an wê) yên baş, û qîmetê bide wî (an wê). Li ber zarokên xwe pîrek an zilamê xwe reş neke. Li şûna vê, rêyî wan bide ku gerek her kes xwe bi xwe qerar bide ku ew ji Yehowa re xizmet bike an na. Bi saya hal û hereketên baş ên zarokan, dibe ku dê an bavê nebawermend jî bi zeman re bibe şagirtê Îsa.

Heta ku îmkana te hebe, ji zarokên xwe re behsa rastiya Kitêba Pîroz bike (Li paragrafa 10an binêre)

10. Eger dê an bav nebawermend e, xwişk an birayê me çawa dikare rastiya Kitêba Pîroz ji zarokên xwe re bielimîne?

10 Kesên nebawermend carinan dixwazin ku zarokên xwe cejnên pûtperest bi wan re pîroz bikin an li ser dînê sexte ders bistînin. Dibe ku zilamê nebawermend îzin nede ku pîreka xwe Kitêba Pîroz ji zarokên xwe re bielimîne. Eger wisa be, lazim e ku xwişka me dîsa jî çi ji destê wê tê bike ku ew rastiya Kitêba Pîroz ji zarokên xwe re bielimîne (Kar. 16:1; 2. Tîm. 3:14, 15). Mesela, dibe ku zilamê xwişka me îzin nede ku ew kursa Kitêba Pîroz bide zarokên xwe an wan bibe civînan. Xwişka me her çi qas hurmet dide qerarên wî jî, ew dîsa jî dikare ji zarokên xwe re behsa Yehowa bike û wan ji aliyê exlaqî ve perwerde bike (Kar. 4:19, 20). Helbet lazim e ku zarokên wê nîhayet qerarên xwe bidin ku ka ew dixwazin ji Yehowa re xizmet bikin an na (5. Mû. 30:19, 20). *

MERIVÊN ME YÊN MUXALÎF

11. Dibe ku di nava me û merivên xwe de çima muşkîle derkeve?

11 Dibe ku te ji malbata xwe re berê negotibû ku tu bi Şahidên Yehowa re hevaltiyê dikî. Lê her ku baweriya te xurttir bû, te fehm kir ku lazim e ku tu behsa baweriya xwe bikî (Mar. 8:38). Eger seba cesareta te di nava te û merivên te de muşkîle derketiye, tu çawa dikarî munaqeşeyê kêmtir bikî lê dîsa jî dilsoz bimînî? Niha emê bibînin ku ev çawa mimkun e.

12. Dibe ku merivên me çima li hemberî me muxalefetê bikin? Gerek em der heqê wan de çi fehm bikin?

12 Fehm bike ku merivên te çima muxalefetê dikin. Wexta ku tu rastiyên Kitêba Pîroz elimî, tu bêguman pir kêfxweş bûyî. Lê dibe ku merivên te bifikirin ku tu hatiye xapandin an ketiye terîqatekê. Ew belkî difikirin ku tu êdî ji wan hez nakî ji ber ku tu cejnên wan êdî pîroz nakî. Bi ser de, ew belkî ditirsin ku tuyê herî cehenemê. Guh bide wan ku tu fehm bikî ku endîşeyên wan çi ne (Mtl. 20:5). Pawlosê şandî dixwest her kesî fehm bike ji bo ku ew mizgînê bide wan. Tu jî wisa bike! (1. Kor. 9:19-23).

13. Gerek em bi merivên xwe yên nebawermend re çawa bipeyivin?

13 Bi sernermî bipeyive. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila peyva we ... herdem bi keremdarî be” (Kol. 4:6). Ji Yehowa re dua bike ku tu karibî bi sifatên berê ruhê pîroz bi merivên xwe re bipeyivî. Li ser dînê wan munaqeşe neke. Eger gotin an kirinên wan dilê te biêşînin, şandiyên Îsa ji xwe re bike nimûne. Pawlos wisa nivîsî: “Gava ku çêrî me tê kirin, em duayên xêrê dikin; gava tengahî li me tê kirin, em sebir dikin. Gava ku buxtan li me tê kirin, em bi nermî dipeyivin” (1. Kor. 4:12, 13).

14. Feydeyên qencîkirinê çi ne?

14 Qenciyê bike. Xeberdana nerm helbet tiştekî baş e, lê qenciya te dikare hê jî zêdetir dilê merivên te xweş bike (1. Petrûs 3:1, 2, 16 bixwîne). Bi hal û hereketên xwe yên baş nîşanî wan bide ku Şahidên Yehowa di zewacên xwe de dilşad in, ku ew ji zarokên xwe hez dikin û ku jiyana wan pak û bextewar e. Eger merivên te rastiyê qebûl nekin jî, dilê te wê rihet be ji ber ku tu li ber Yehowa dilsoz mayî.

15. Em çawa dikarin ji berê de haziriyê bikin ku munaqeşe dernekeve?

15 Ji berê de haziriyê bike. Dibe ku kîjan tişt bibin sebeba munaqeşeyê? Ji berê de li ser vê bifikire û qerar bide ku tu çawa dikarî van tiştan kontrol bikî (Mtl. 12:16, 23). Mesela xwişkeke ji Awistralyayê wisa dibêje: “Xezûrê min li hemberî rastiyê pir muxalefet dikir. Berî ku me jê re telefon dikir, min û zilamê min dua dikir ku Yehowa alî me bike ku em seba hêrsa wî nebehicin. Me ji berê de qerar dida ku em li ser çi bipeyivin ku sohbet xweş bimîne. Ji bo ku sohbet zêdetir dirêj nebe û sebeb nebe munaqeşeyên li ser baweriyê, me ji berê de qerar dida ku em çi qas wext sohbet bikin.”

16. Eger muxalefet berdewam bike, gerek em çi bikin?

16 Helbet dibe ku tu dîsa jî bi merivên xwe re bikevî îxtilafê. Wê demê dibe ku tu xwe sûcdar bikî, çimkî tu ji merivên xwe hez dikî û tu dixwazî ku ew ji te razî bin. Eger wisa be, ji bîr neke ku dilsoziya te li ber Yehowa ji hezkirina malbatê muhîmtir e. Eger tu wisa bikî, dibe ku merivên te fehm bikin ku tu çi qas qîmetê didî rastiya Kitêba Pîroz. Çi dibe bila bibe, tu nikarî rastiyê bi zorê bide qebûl kirin. Li şûna vê, bila ew bibînin ku guhdarîkirina gotinên Yehowa di jiyana te de çi qas bifeyde ye. Wekî ku Xwedayê meyî dilovan fersend dabû te, ew fersend dide wan jî ku ew riya wî hilbijêrin (Îşa. 48:17, 18).

WEXTA KU MERIVEKÎ ME TERKA YEHOWA DIKE

17, 18. Eger merivekî me terka Yehowa bike, em çawa dikarin serî bi vê êşê re derxînin?

17 Gava merivekî te ji civatê tê derxistin an xwe bi xwe terka civatê dike, dibe ku ev ji bo te wekî birîna şûr be. Tu çawa dikarî serî bi vê êş û janê re derxînî?

18 Bernameya xwe ya ruhî berdewam bike. Ji bo ku tu ji aliyê ruhî ve xurt bimînî, Kitêba Pîroz her roj bixwîne, ji bo civînên şagirtên Îsa haziriyê bike û here civînan, di xebata belavkirina mizgînê de bixebite û dua bike ku Yehowa sebir bide te (Chd. 20, 21). Carinan dibe ku ji bo te zor be ku tu van wezîfeyan bi dil û can bikî. Dîsa jî, berdewam bike! Bi saya bernameya xwe ya ruhî, tuyê bi zeman re karibî fikir û hîsên xwe kontrol bikî. Mesela, bîne ber çavê xwe ku çi hatibû serê nivîskarê Zebûra 73an. Fikir û ramanên wî yên şaş çêbûbûn û ew pir aciz bûbû. Dîsa jî, wexta ku ew çû îbadetxane, wî qewet stand ku ew fikrên xwe rast bike (Zeb. 73:16, 17). Eger tu bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikî, tuyê jî karibî wisa bikî.

19. Tu çawa dikarî hurmetê bidî terbiyeya Yehowa?

19 Hurmetê bide terbiyeya Yehowa. Ewilî çi qas êş bide jî, guhdarîkirina qanûnên Yehowa dikare bi zeman re hem ji bo me hem jî ji bo kesê ku ji civatê hatiye derxistin netîceyên herî bixêr bîne (Îbranî 12:11 bixwîne). Mesela, Yehowa emir dide me ku em bi gunehkarên ku tobe nakin re hevaltiyê nekin (1. Kor. 5:11-13). Dilê me çi qas biêşe jî, lazim e ku em bi merivên xwe yên ku ji civatê hatine derxistin re îrtibata normal a bi telefon, SMS, name, e-peyam an Înternetê bibirin.

20. Em dikarin çi hêvî bikin?

20 Hêviya xwe winda neke. Hezkirin “her tiştî hêvî dike”. Loma hêviya xwe winda neke ku kesên ku terka Yehowa kiriye wê rojekê vegerin (1. Kor. 13:7, KP). Eger tu bibînî ku fikrê merivê te bi rastî guheriye, tu dikarî dua bikî ku ew ji Kitêba Pîroz qewetê bistîne û cewab bide daweta Yehowa: “Vegere min” (Îşa. 44:22).

21. Eger îxtilaf ketiye malbata te ji ber ku tu şagirtê Îsa yî, divê tu çi bikî?

21 Îsa got ku eger em dixwazin layiqî wî bin, gerek em ji her kesî bêtir ji wî hez bikin. Îsa bawer bû ku şagirtên wî wê cesûr bin û li hemberî muxalefeta malbatê ji wî re dilsoz bimînin. Eger seba rastiya Kitêba Pîroz “şûr” ketiye malbata te, îtimada xwe bi Yehowa bîne ku ew alî te bike ku tu serkeftî bî (Îşa. 41:10, 13). Ji bîr neke ku Yehowa û Îsa ji te razî ne, û ewê dilsoziya te xelat bikin.

^ par. 10 Ji bo zêdetir melûmata li ser perwerdeya zarokan eger dînê dê û bav cuda ye, li meqaleya “Questions From Readers” li The Watchtower a 15 Tebax 2002 binêre.