Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xewn-Xeyalên Zekerya Çi Dersa Me Hîn Dikin?

Xewn-Xeyalên Zekerya Çi Dersa Me Hîn Dikin?

“Ji minra vegerin . . ., ezê jî vegerim we” (ZEKER. 1:3).

KILAMÊN: 89, 86

1-3. a) Çaxê Zekerya destpêkir pêxembertiyê bike, cimeta Îsraêl çi halîda bû? b) Çira Yehowa cimeta xwera got ku “vegerin” bal wî?

KITÊBA gulometk ku difire, jin hundurê seleya dadayîda, û du jin bi baskên mîna yên leglegê difirin. Ew yek Zekerya pêxember xewn-xeyalada dît (Zeker. 5:1, 7-9). Lê gelo çira Yehowa ew xewn-xeyal nîşanî pêxemberê xwe kir? Hingê Îsraêlî çi halîda bûn? Û em çi dersa dikarin hîn bin ji xewn-xeyalên Zekerya?

2 Îsraêlî 70 sala dîltiya Babîlonêda bûn û sala 537 B.D.M., hatine azakirinê. Ew sal bona cimeta Yehowa sala şabûnê bû. Ewana bi dil û eşq vegeriyane Orşelîmê seva ku destpêkin paristgeh tezeda ava kin, wekî wêderê Yehowara xizmet kin. Salek şûnda wana îda hîmê paristgehê danîn. Hingê cimetê ji şabûnê bi dengê bilind usa diqîriyan, ku ji dûrva dihate bihîstinê (Ezr. 3:10-13). Lê paşê gelek çetinayî pêşda hatin û bona wê yekê cimet dilteng bû, avakirin dane sekinandinê û ketine heyra xwe, malên xwe, û erdên xwe. Nava 16 salada avakirina paristgeha Yehowa hê xilaz nebibû. Kesekî gerekê bianiya bîra cimeta Xwedê, wekî lazim e ewana vegerin bal Yehowa û nekevine heyra xwestinên xwe. Belê, Yehowa dixwest wekî ewana vegerin bal wî, dîsa mêrxas bin û bi dil û can jêra xizmet kin.

3 Sala 520 B.D.M., Xwedê Zekerya pêxember şande bal cimeta xwe, wekî bîne bîra wan, ku çira Ewî ewana ji dîltiya Babîlonê aza kirin. Navê Zekerya ku tê hesabê “Yehowa Anî Bîra Xwe”, rastiyê dide kifşê derheqa Yehowa. Rast e Îsraêliya bîr kirin ku Yehowa çi bona wan kir, lê yeke ewana dîsa bîra Yehowada bûn. (Bixûne Zekerya 1:3, 4.) Ewî ji hizkirinê soz da wan, ku wê alî wan bike ewana hebandina rast vegerînin. Ewî usa jî ewana pêşda şîret kirin, ku hergê ewana bi temamiya dilê xwe jêra xizmet nekin, ew wê xizmetiya wan qebûl neke. Were em şêwir kin xewn-xeyala şeşa û hefta ku Zekerya dît. Wedê şêwirkirinê emê bivînin, ku Yehowa ça dil da wan, wekî jêra xizmet kin, û em çi dersê dikarin îro xwera hîn bin.

CEZA BONA DIZÎKIRINÊ

4. Xewn-xeyala şeşada Zekerya çi dît, û çira ser kitêba gulometk herdu aliya nivîsar bû? (Binihêre şiklê ewlin 1.)

4 Zekerya serê 5 destpêdibe pê xewn-xeyaleke ecêb. (Bixûne Zekerya 5:1, 2.) Zekerya divîne ku kitêbeke gulometk difire, dirêjaya kîjanê weke 9 mêtra bû, lê beraya wê 4.5 mêtr bû. Ev kitêb vekirî bû û têda elametiya dîwana Xwedê nivîsar bû (Zeker. 5:3). Hingê ser kitêba gulometk tenê ser alîkî dinivîsîn, lê vê xewn-xeyalêda elametî ser herdu aliya nivîsar bû, çi ku dida kifşê wekî ev elametî gelek ferz bû.

Mesîhî gerekê ji hemû cûre diziyê xwe dûr bigire (Binihêre abzasa 5-7)

5, 6. Yehowa ça ser diziyê dinihêre?

5 Bixûne Zekerya 5:3, 4. Hemû meriv bona kirên xwe cabdar in ber Yehowa, îlahî cimeta wî ku navê wî ser wan e. Ewên ku Xwedê hiz dikin fem dikin, wekî hemû cûre dizî navê Xwedayê wan bêhurmet dike (Metlk. 30:8, 9). Firqî tune ku meriv pê çi nêtê diziyê dike, yan jî çi dibe menî ku ew diziyê dike, yeke bi wê yekê dide kifşê ku ew xwestina dilê xwe ser Xwedêra digire. Ew kes diha dikeve heyra tişta, ne ku heyra qanûna Xwedê û navê wî.

6 We dîna xwe dayê ku Zekerya 5:3, 4-da tê gotinê, wekî nifir “wê bikeve mala diz û . . . hundurê mala wîda bisekine” û hilşîne? Belê, ji dîwana Yehowa tu kes nikare bireve. Xwedê dikare her xirabiyê ku nava cimeta wîda veşartî ye, eşkere ke û bide hildanê. Hergê jî kesek diziya xwe ji merivên dewletê, ji xebatçiya, ji rûspiya yan jî ji dê-bava veşêre, lê ji Xwedê ew nikare veşêre. Xwedê dibêje ku her diz wê ese eyan be (Îbrn. 4:13). Em bextewar in çimkî em nava wê cimetêda nin, ya ku dixwaze her tiştîda rast û helal be (Îbrn. 13:18).

7. Seva nifirê Xwedê neyê ser me, em gerekê çi bikin?

7 Hemû cûre dizî Yehowa bêhurmet dike. Bona me qedirekî mezin e ku em zanin qanûn û prînsîpên Yehowa, kîjan ku alî me dikin em usa bijîn, wekî navê wî bêhurmet nebe. Belê, hergê em gura Xwedê bikin, nifirê Xwedê wê neyê ser me.

“HER ROJ” LI GORA SONDA XWE BIJÎN

8-10. a) Çi ye sond? b) Tsedekiya Padşa kîjan sond neanî sêrî?

8 Ser wê kitêba gulometk usa jî nivîsar bû elametî derheqa wan, yên ku bi navê Xwedê derew sond dixwin (Zeker. 5:4). Meriv sond dixwe wekî îzbat ke ku filan tişt rast e, yan jî bi sondê soz dide ku wê filan tiştî bike yan jî neke.

9 Çaxê kesek bi navê Yehowa sond dixwe, ew gerekê ser sonda xwe sivik nenihêre. Bînin bîra xwe ku çi qewimî tevî Tsedekiya Padşa. Ewî bi navê Yehowa sond xwaribû ku wê gura padşê Babîlonêda be. Lê yeke ewî sonda xwe neanî sêrî. Lema jî Yehowa dîwana wî bi van giliya elam kir: “Ez sax im, . . . [Tsedekiya] wê Babîlonêda bimire, li wî cîyî, kîderê ew padşa dimîne kîjanî Tsedekiya ça padşa kifş kir, Tsedekiya sond ber tiştekî hesab nekir û peyman teriband” (Hezql. 17:16, DT).

10 Tsedekiya Padşa ber Yehowa borcdar bû sonda xwe bîne sêrî, çimkî ewî bi navê Xwedê sond xwaribû. Lê ewî sonda xwe neanî sêrî, û ji Misirê alîkarî xwest seva ku ji destê Babîlonê xilaz be. Ew kirê wî badîhewa bû, çimkî Misirê nikaribû alî wî bikira (Hezql. 17:11-15, 17, 18).

11, 12. a) Emirê meda sonda meye lape mezin kîjan e? b) Sonda tesmîlbûyînê ça gerekê ser emirê me hukum ke?

11 Yehowa dibihê sozên ku em jêra didin. Ew van sonda pişt guhê xweva navêje, lema seva ku qebûlkirina wî bistînin em gerekê wan sonda bînin sêrî (Zeb. 76:11). Sozê lape mezin ku em emirê xweda didine Yehowa, ew heye sonda tesmîlbûyînê. Tesmîlbûyîn ew soz e, ku çi jî biqewime emirê meda, emê berdewam kin Yehowara xizmet kin.

12 Lê ça em dikarin li gora sonda xweye tesmîlbûyînê bijîn? Em gerekê wedê cêribandinên mezin û biçûk jî bidine kifşê, ku em xweyê sonda xwe ne, û “her roj” vê yekê îzbat kin (Zeb. 61:8). Besa xeberê, hergê xebatêda yan jî mektebêda tevî me flîrtê dikin, em ça xwe didine kifşê? Gelo hingê “çevê me ser riya” Yehowa ye? Gelo em direvin ji telikên wî cûreyî? (Metlk. 23:26). Yan jî hergê malda tenê em Şedê Yehowa ne, gelo em ji Yehowa alîkariyê dixwazin seva rast xwe bidine kifşê? Gelo em her roj Bavê xweyî ezmanara dua dikin, û razî ne ku ew me hiz dike û em kirine bin perê xwe? Gelo em wede xwera divînin seva Kitêba Pîroz her roj bixûnin? Çaxê me xwe tesmîlî wî kir, dikarin bêjin ku me jêra soz da wekî emê van tişta jî bikin, usa nîne? Çaxê em gura wî dikin, em didine kifşê ku wî hiz dikin û ku me bi rastiyê xwe tesmîlî wî kiriye. Em bê hemdê xwe Xwedêra xizmet nakin, lê ew cûrê jîyîna me ye. Û hergê em bi aminî sonda xwe tînin sêrî, Xwedê wê axiriya baş bide me (Qan. Dcr. 10:12, 13).

13. Ji xewn-xeyala Zekerya ya şeşa em çi dersê hîn dibin?

13 Ew xewn-xeyala şeşa ku Zekerya dît, nîşan kir ku hergê em Yehowa hiz dikin, gerekê diziyê nekin û derew sond nexwin. Em usa jî pêhesiyan, ku rast e Îsraêliya gelek şaşî kirin, yeke Yehowa wana nehîşt. Yehowa zanibû wekî ewana halekî çetinda bûn, çimkî dorberê wan dijminên wan bûn. Belê, Yehowa xweyê sozên xwe ye, û ew bona me mesele ye ku em jî xweyê sozên xwe bin. Em gerekê dudilî nebin, wekî vê yekêda Yehowa wê alî me bike. Mesele, ew soz dide me ku zûtirekê ew wê ser temamiya erdê hemû xirabiyê bide hildanê. Û xewn-xeyala Zekerya ya hefta, vê yekê zelal dide kifşê.

YEHOWA XIRABIYÊ DIDE HILDANÊ

14, 15. a) Xewn-xeyala heftada Zekerya çi dît? (Binihêre şiklê ewlin 2.) b) Jinik ku selêda bû bi sîmbolîk çi tê hesabê, û çira ev sele derbêra hate dadanê?

14 Çaxê Zekerya kitêba gulometk ku difiriya dît, milyaket jêra got, wekî “çevên xwe bilind bike”. Û Zekerya sele dît ku “efa” dihate navkirinê. (Bixûne Zekerya 5:5-8.) Ser vê selê “devikê gule” hebû. Çaxê ev sele vebû, hundurda jinikek rûniştibû. Milyaket Zekeryara şirovedike ku ev jinik tê hesabê “Xirabî”. Bidine ber çevê xwe, ku Zekerya xofeke ça dikişîne gava ev jinik dixwaze ji vê selê bipeke derê! Lê vê gavê milyaket derbêra lê dew dide, dike selê û pê devlîkê giran selê dadide. Gelo ev çi tê hesabê?

15 Ev xewn-xeyal mera eşkere nîşan dike, ku Yehowa wê nava cimeta xweda tu xirabiyê nahêle. Gava ku Yehowa xirabiyê bivîne, wê derbêra bide hildanê (1 Korn. 5:13). Milyaket ev yek rind nîşan kir, çaxê derbêra pê devlîkê gule sele dada.

Yehowa soz da ku hebandina rast wê bê xweykirinê (Binihêre abzasa 16-18)

16. a) Çi qewimî tevî selê ku Zekerya dît? (Binihêre şiklê ewlin 3.) b) Du jin sele birine kîderê?

16 Paşî vê yekê Zekerya divîne du jina bi baskên qewî mîna yên leglegê. (Bixûne Zekerya 5:9-11.) Ew du jin gelek cude dibin ji vê jinika xirab ku selêda ye. Ew jin pê baskên xweye qewî ev sela bi “Xirabiyê” hildikişînin û dibin. Lê gelo kuda dibin? Ewana selê dibine “Şînarê”, dêmek Babîlonê. Lê çira dibine Babîlonê?

17, 18. a) Çira bona “Xirabiyê” ciyê layîq Babîlon bû? b) Em gerekê ça bin hindava xirabiyê?

17 Îsraêliya ku wedê Zekerya dijîtin, wê derbêra fem kirana ku çira ciyê Xirabiyê gerekê Babîlonêda be. Wana zanibû ku ev şeher bi xirabiyê tije ye, çimkî xwexa wêderê dijîtin. Wanra gelek çetin bû her roj xwe xwey kin, seva nekevine bin bayê merivên xirab ku bênamûsî û pûtparistî dikirin. Lê ev xewn-xeyal dilê wan rihet kir ku Yehowa wê nava cimeta xweda xirabiyê nehêle û hebandina rast wê bê xweykirinê.

18 Ev xewn-xeyal usa jî anî bîra Îsraêliya ku ewana jî cabdar in, wekî hebandinêda temizayê xwey kin. Nava cimeta Yehowada ciyê xirabiyê tune û wê ne jî hebe. Îro Yehowa me kiriye nava teşkîleta xweye temiz, kîderê ku em hizkirin û xweykirina wî divînin. Lê em cabdar in ku “mala” xwe, dêmek teşkîleta Yehowa, hemû aliyava temiz xwey kin. Belê, tu xirabî nava cineta meye ruhanîda gerekê tune be.

MERIVÊN RAST Û DILTEMIZ YEHOWA HURMET DIKIN

19. Ji xewn-xeyalên Zekerya em çi dersa hîn dibin?

19 Xewn-xeyalên şeşa û hefta ku Zekerya dît, şîreteke ferz didine wan, yên ku qelpî û xirabiyê dikin. Yehowa wê nehêle wekî xirabî bimîne. Xirabî gerekê ber çevên xizmetkarên wî jî reş be. Ev xewn-xeyal ji Bavê meyî ezmana bona me şîret û ders in. Hergê em bi dil û can her tiştî dikin seva Xwedê xweş bên, hin jî qebûlkirin û xweykirina wî bistînin, nifir wê neyê ser me, lê emê keremên Xwedê bistînin. Bona me nehêsa ye ku vê dinyayêda kîjan ku xirabiyêda dixeniqe, xwe temiz xwey kin. Lê pê alîkariya Yehowa em dikarin xwe xwey kin. Gelo çira em gerekê dudilî nebin, wekî vê dinya xirabda hebandina rast wê bê xweykirinê? Tengasiya mezin nêzîk dibe, lê em ji ku zanin wekî Yehowa wê teşkîleta xwe xwey ke? Caba wan pirsa, emê gotara dinda şêwir kin.