Here Naverokê

Here naverokê

Erebeyên Cengê û Tac Te Diparêzin

Erebeyên Cengê û Tac Te Diparêzin

“Eger hûn rind guh bidin Xwedayê xwe Yehowa, ev tişt wê biqewime” (ZEK. 6:15, WDN).

KILAM: 61, 22

1, 2. Li dawiya dîtiniya Zekerya ya heftan, halê Cihûyên li Orşelîmê çawa bû?

DÎTINIYA Zekerya ya heftan çi qas manedar bû! Yehowa soz da ku ewê cezaya kesên nedurist bide. Zekerya bêguman ji vê sozê cesaret distand. Dîsa jî, neduristî û xerabiyên din hê hebûn, û avakirina perestgeha Yehowa hê xelas nebûbû. Cihûyan çima ew qas zû dev ji xebata ku Yehowa dabû wan, berda? Gelo ew vegerîbûn welatê xwe tenê ji bo ku ew bikevin pey menfaetên xwe?

2 Zekerya zanibû ku Cihûyên ku hatin Orşelîmê kesên bawermend bûn. “Xwedê ruhên wan hişyar” kiribûn ku ew mal û milkên xwe bihêlin û herin (Esra 1:2, 3, 5). Wan welatekî rihet hişt û çûn cihekî ku piraniya wan berê nedîtibû. Eger avakirina perestgeha Yehowa muhîm nebûya, ewê di çolan ve 1.600 km rê neçûna.

3, 4. Îsraêliyên ku vegeriyan Orşelîmê li kîjan tengahiyan rast hatin?

3 Seyahata wan çawa derbas bû? Li ser rê, Cihû bêguman der heqê warê wanî nû de pir difikirîn. Wan bihîstibû ku bajarê Orşelîmê berê çi qas bedew bû. Kesên kal û pîr îhtişama perestgeha berê dîtibû (Esra 3:12). Eger tu bi wan re biçûyayî, tuyê çi bifikiriyayî gava teyê Orşelîm bidîta? Gelo tuyê seba halê bajêr xemgîn bibûyayî? Xanî û sûr gişt wêran bûn, û deriyên bajêr tune bûn. Dîsa jî, ew dilteng nebûn. Wan dîtibû ku Yehowa ew li seyahata dirêj çawa xwedî dikirin. Wexta ku ew gihîştin Orşelîmê, wan serê pêşîn li cihê perestgeha berê qurbangehek ava kir û her roj ji Yehowa re qurban pêşkêş kirin (Esra 3:1, 2). Wisa xuya bû ku tu tişt nikaribû wan bisekinîne.

4 Ji xeynî avakirina perestgehê, lazim bû ku Îsraêlî bajarên xwe ji nû ve ava bikin. Lazim bû ku ew xaniyan ava bikin, zeviyan biçînin û zikê zar û zêçên xwe têr bikin (Esra 2:70). Îşê wan bi rastî jî pir bû. Lê pir wext derbas nebû ku muxalefetê dest pê kir. Muxalefetê 15 salan berdewam kir, û xîreta wan a pêşin hêdî hêdî sist bû (Esra 4:1-4). Li sala 522yan a B.M., padîşahê Fars fermanek derxist ku li Orşelîmê îşê avakirinê bê sekinandin. Êdî kesî nizanibû ku halê bajêr wê çi be (Esra 4:21-24).

5. Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe kir?

5 Yehowa zanibû ku ji xizmetkarên xwe re çi lazim e. Di dîtiniya Zekerya ya dawîn de, Xwedê nîşan da ku ew ji xizmetkarên xwe hez dike, ku ew ji hemû tiştên ku wan heta niha kirine razî ye, û ku ewê wan biparêze eger ew vegerin xebata avakirinê. Ji bo avakirina perestgehê, Yehowa wisa soz da: “Eger hûn rind guh bidin Xwedayê xwe Yehowa, ev tişt wê biqewime” (Zek. 6:15, WDN).

ORDIYA MELEKAN

6. (a) Dîtiniya Zekerya ya heştan çawa dest pê dike? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Rengên hespan çima cure cure ne?

6 Dîtiniya Zekerya ya heştan bi rastî jî baweriya xizmetkarên Xwedê xurt dike (Zekerya 6:1-3 bixwîne). Bîne ber çavê xwe: Çar erebeyên cengê ji nav du çiyayên tûnc derdikevin. Ji ber ku rengên hespên erebeyan cure cure ne, mirov bi hêsanî dikare wan ji hev cuda bike. Zekerya dixwest bizane ku ew çi temsîl dikin (Zek. 6:4). Em jî dixwazin vê fehm bikin, çimkî ev dîtin bi me re jî eleqedar e.

Yehowa îro jî xizmetkarên xwe bi destê melekan diparêze û qewet dide wan

7, 8. (a) Du çiya çi temsîl dikin? (b) Çiya çima ji tûnc in?

7 Li Kitêba Pîroz, çiya carinan padîşahiyan an hikumdariyan temsîl dikin. Çiyayên li kitêba Zekerya dişibin du çiyayên ku di pêxembertiya Danîêl de derbas dibin. Yek ji wan hikumdariya Yehowa ya gerdûnî û ebedî temsîl dike. Çiyayê din jî padîşahiya Îsa temsîl dike (Dan. 2:35, 45). Ji wexta ku Îsa li sala 1914an bû padîşah û pê ve, her du çiya hene. Bi saya van çiyayan, mexseda Xwedê ya ji bo dinyayê wê bê cih.

8 Çiya çima ji tûnc in? Wek zêr, tûnc an sifir jî pir biha ye. Yehowa emir dabû ku tûnc di avakirina konê îbadetê de û paşê jî di avakirina perestgeha li Orşelîmê de bê xebitandin (2. Mû. 27:1-3; 1. Qra. 7:13-16). Li gor vê, ev yek ku du çiyayên temsîlî ji tûnc in nîşan dide ku qîmeta serweriya Yehowa ya gerdûnî û Padîşahiya Mesîhî çi qas mezin e. Ev Padîşahî wê ji bo hemû însanan îstiqrar û bereketan bîne.

9. Siwarên erebeyan kî ne, û wezîfeya wan çi ye?

9 Lê belê erebe û siwarên wan çi temsîl dikin? Siwarên erebeyan melek in an jî komên melekan in (Zekerya 6:5-8 bixwîne). Ew ji bo xebateke muhîm “li ber Efendiyê hemû dinyayê” (WDN) derdikevin. Çi ye wezîfeya wan? Erebe û siwarên wan tên şandin ji bo ku ew hin cihan xwedî bikin. Gerek ew xizmetkarên Yehowa biparêzin, bîlhesa li hemberî “berbi warên bakur”, yanî Babîlê. Yehowa soz da ku ewê xizmetkarên xwe biparêze ku ew dîsa nekevin bin destê Babîlê. Dilê avakerên perestgehê bi saya van gotinan bêguman rihet bû. Ne lazim bû ku ew ji dijminên xwe bitirsin.

10. Pêxembertiya Zekerya ya der heqê erebe û siwaran de çi temînatê dide xizmetkarên Xwedê yên îroyîn?

10 Wek li rojên Zekerya, Yehowa îro jî xizmetkarên xwe bi destê melekan diparêze û qewet dide wan (Malx. 3:6; Îbr. 1:7, 14). Ji wexta ku miletê Îsraêl ê ruhî li sala 1919an ji bindestiya Babîla Mezin azad bû û pê ve, îbadeta rast ligel muxalefeta zordar her ku diçe mezin bûye (Pey. 18:4). Ji ber ku melek me diparêzin, ne lazim e ku em bitirsin ku teşkîlata Yehowa dîsa bikeve bindestiya ruhî (Zeb. 34:7). Em dikarin bawer bin ku xizmetkarên Yehowa wê li her derê ji aliyê ruhî ve bimbarek bin. Wek dîtiniya Zekerya nîşan dide, em dizanin ku em li siya du çiyayan di emniyetê de ne.

11. Çima ne lazim e ku em ji êrîşa li hemberî xizmetkarên Xwedê bitirsin?

11 Di demeke nêzik de, hêzên siyasî yên dinyaya Şeytan wê îtifaqekê çêkin ji bo ku xizmetkarên Xwedê helak bikin (Hêz. 38:2, 10-12; Dan. 11:40, 44, 45; Pey. 19:19). Pêxembertiya Hêzekîêl dibêje ku ev hêzên siyasî wê li hespan siwar bin, welat mîna ewran bigirin û bi hêrseke mezin êrişî me bikin (Hêz. 38:15, 16). * Gelo lazim e ku em bitirsin? Na! Li cem me ordiyek heye. Li tengahiya mezin, melekên Yehowa wê bi hev re xizmetkarên Xwedê biparêzin û dijminên serweriya wî helak bikin (2. Sel. 1:7, 8). Em hesreta wê rojê ne! Lê serokê ordiya Yehowa ya ezmanî kî ye?

YEHOWA TAC DIDE SERÊ PADÎŞAH Û KAHÎNÊ XWE

12, 13. (a) Yehowa xwest ku Zekerya çi bike? (b) “Zilamê ku navê wî Zîl e” kê temsîl dike?

12 Heşt dîtinî tenê ji aliyê Zekerya ve hat dîtin. Lê paşê, wî temsîleke pêxemberane lîst ji bo ku kesên ku perestgeha Xwedê ava dikir bên teşwîq kirin (Zekerya 6:9-12 bixwîne). Xwedê ji Zekerya xwest ku ew ji Helday, Tobiya û Yedaya – sê kesên ku ji sirgûna Babîlê nû hatibûn – zêr û zîvan top bike û wan bike taceke mezin. Gelo Zekerya tac da serê Walî Zerûbbabel, ê ku ji eşîra Cihûda û ji mala Dawid bû? Na! Zekerya tac da serê Serokkahîn Yeşû. Ma ev ne tiştekî ecêb e?

13 Gava Serokkahîn Yeşû tac wergirt, gelo ew bû padîşah? Na, tacwergirtina wî temsîleke pêxemberane bû. Vê temsîlê nîşan da ku rojekê, kesek wê bibe padîşah û kahîn, û ewê heta bi hetayê bimîne. Serokkahînê ku dibe padîşah wek “Zîl” tê bi nav kirin. Nivîsarên Pîroz bi aşkerahî xuya dikin ku “Zîl”, Îsa Mesîh e (Îşa. 11:1; Met. 2:23). *

14. Padîşah û Serokkahîn Îsa wê çi bike?

14 Îsa hem Padîşah hem jî Serokkahîn e. Ew serokê ordiya Yehowa ya ezmanî ye, û ew pir dixebite ku civata xizmetkarên Xwedê li vê dinyaya xerab di emniyetê de bimîne (Yêr. 23:5, 6). Di demeke nêzik de, Îsa Mesîh wê miletên ku serweriya Xwedê qebûl nakin mexlûb bike û xizmetkarên Yehowa biparêze (Pey. 17:12-14; 19:11, 14, 15). Lê belê berî ku ew hikmê Xwedê înfaz bike, xebateke wî ya mezin heye.

EWÊ PERESTGEHÊ AVA BIKE

15, 16. (a) Ji sala 1919an û pê ve kîjan xebat hatiye kirin? Ji aliyê kê ve? (b) Li dawiya Hikumdariya Hezarsalî, halê me wê çi be?

15 Ji xeynî vê ku Îsa hatiye tayîn kirin wek Padîşah û Serokkahîn, wî emir stend ku ew “Perestgeha XUDAN ava bike” (Zekerya 6:13 bixwîne). Di sala 1919an de, Îsa dest bi vê xebatê kir. Wî xizmetkarên Xwedê ji Babîla Mezin azad kirin û civata şagirtên Îsa ji nû ve saz kir. Îsa “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kir ku ew rêberiya xebata li ser erdê bike, yanî li hewşa perestgeha ruhî ya mezin (Met. 24:45). Wekî din, Îsa civata xizmetkarên Xwedê paqij kiriye û alî wan kiriye ku îbadeta wan pak be (Malx. 3:1-3).

16 Li wexta Hikumdariya Hezarsalî, Îsa û 144.000 hevpadîşah û hevkahînên wî wê însanên dilsoz ji qisûrdariyê bifilitînin. Paşê, tenê bendeyên Xwedê yên rast wê li ser erda paqijkirî bimînin. Îbadeta rast wê êdî bi temamî bê saz kirin!

DI XEBATA AVAKIRINÊ DE BIXEBITE

17. Yehowa çi temînat da Cihûyan, û tesîra gotinên wî bû çi?

17 Gotinên Zekerya li ser Cihûyan çawa tesîr kir? Yehowa soz da ku xebata wan wê rind bimeşe û ewê wan biparêze. Temînata Xwedê ku perestgeh wê bê ava kirin bêguman cesaret da dilê wan. Xebata wan mezin bû, û xebatkar hindik bûn, lê dîsa jî ne lazim bû ku ew bitirsin an guman bikin. Xwedê soz da ku ji xeynî alîkariya kesên dilsoz wek Helday, Tobiya û Yedaya, gelek kesên din jî wê werin û li avakirina perestgeha Yehowa bixebitin (Zekerya 6:15 bixwîne). Xebata avakirina perestgehê her çi qas hê qedexe bû jî, Cihû bi alîkariya Xwedê ewle bûn û vegeriyan xebata xwe. Pir wext derbas nebû ku Yehowa ev “çiyayê mezin” – yanî fermana resmî – rakir, û perestgeh li sala 515an a B.M. xelas bû (Esra 6:22; Zek. 4:6, 7). Bi ser de, gotinên Yehowa eyan dikin ku di dema me de tiştên hê mezintir wê biqewimin.

Yehowa hezkirina me ji bîr nake! (Li paragrafên 18 û 19an binêre)

18. Zekerya 6:15 îro çawa tê cih?

18 Îro bi milyonan însan di îbadeta rast de li hev top bûne. Ew bi dilxwazî ‘hebûna xwe’, yanî wext, qewet û mal û milkê xwe ji bo piştgirtina perestgeha ruhî ya mezin dixebitînin (Mtl. 3:9). Em ji ku dizanin ku Yehowa qîmet dide alîkarî û dilsoziya me? Bîne bîra xwe ku Helday, Tobiya û Yedaya çawa ji bo çêkirina tacê zêr û zîv anîn. Paşê, ev tac ji bo fedakariya wan bû “bîranînek” (Zek. 6:14). Mîna vê, Yehowa hezkirina me û xebata ku em ji bo wî dikin qet ji bîr nake (Îbr. 6:10).

19. Em ji dîtiniyên Zekerya çi dersê distînin?

19 Hemû tiştên ku li van rojên dawîn ji bo îbadeta rast hatine kirin bereketa Yehowa û rêberiya Mesîh eyan dikin. Teşkîlata me saxlem, emîn û daîm e. Mexseda Yehowa ya ji bo îbadeta rast wê mutleqe “biqewime”. Gerek em şikur bikin ku Yehowa em li nav xizmetkarên xwe qebûl kirine, û gerek em “rind guh bidin Xwedayê xwe Yehowa” (WDN). Eger em wisa bikin, emê li bin hîmayeya Padîşah û Serokkahînê me û siwarên erebeyan bimînin. Çi ji destê me tê bila em vê bikin ku em piştgiriya îbadeta rast bikin. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me heta dawiya vê dinyayê û heta bi hetayê biparêze!

^ par. 11 Ji bo zêdetir melûmatê, li meqaleya “Questions From Readers” a The Watchtower a 15 Gulan 2015, rûpelên 29 heta 30yî binêre.

^ par. 13 Bi zimanê Îbranî, peyva “Nisretî” ji peyva “zîl” tê.