Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Erebe û Tac We Xwey Dikin

Erebe û Tac We Xwey Dikin

“Ew yek wê bê sêrî, hergê hûn guhdariya Xwedêyê xwe Yehowa bikin” (ZEKER. 6:15, DT).

KILAMÊN: 61, 22

1, 2. Çaxê xewn-xeyala Zekerya ya hefta xilaz bû, halê cimeta Cihû Orşelîmêda ça bû?

ÇAXÊ xewn-xeyala Zekerya ya hefta xilaz bû, ew dibeke gelek kûr difikirî derheqa vê yekê. Yehowa bi vê xewn-xeyalê soz da, ku wê merivên qelp û xirab bona kirên wan ceza bike. Ewî sozî Zekerya gelek şidand. Lê hela hê tiştek nehatibû guhastinê. Gelek meriva dîsa jî qelpî û xirabî dikirin, û paristgeha Orşelîmê hê nehatibû avakirinê. Lê çira Cihû ew şixul ku Yehowa da wan, usa zû hîştin? Gelo ewana vegeriyane welatê xwe tenê seva bikevine heyra xwe, wekî emirê xwe baş kin?

2 Zekerya zanibû ku Cihûyên kîjan ku vegeriyabûn Orşelîmê, xizmetkarên Yehowa bûn. “Xwedê ruhên wan hişyar kirine” seva ewana Babîlonêda mal-halên xwe bihêlin herin (Ezr. 1:2, 3, 5). Wana ew welat hîşt hînî kîjanî bibûn, û derbazî cîkî usa bûn, ku geleka ji wan qe ne jî dîtibûn. Bona wan ferz bû ku paristgeha Yehowa ava bikin, lema bona vê yekê ewana riya gelek dirêj çûn. Riya wan weke 1 600 km bû. Belê, ew rêke gelek çetin bû.

3, 4. Cihûyên ku vegeriyane Orşelîmê, rastî çi çetinaya hatin?

3 Bidine ber çevê xwe riya wane dirêj ça bû. Dibeke rêva ewana gelek difikirîn ku wê ça be halê wan mala wane tezeda. Ewana ji merivên emirda mezin pêhesiyabûn ku berê Orşelîm û paristgeh çiqas bedew bûn (Ezr. 3:12). Hergê hûn nava wan Cihûyada bûna, weyê çi texmîn kira çaxê cara pêşin Orşelîm bidîta? Dibeke weyê berxwe keta, gava we bidîta ku zîwan avayîva û dîwarên hilşiyayîva şîn bûye. Dibeke weyê dilê xweda ew dîwar û bircên qerewiliyê yên hilşiyayî beramberî yên Babîlonê kira, kîjan ku gelek qewî û mezin bûn. Lê cimeta Cihû dilteng nedibû, çimkî wana îda destê Yehowa dîtin, çaxê ewî vê riya dirêjda ewana xwey dikirin û alî wan dikir. Zûtirekê, gava ewana hatine Orşelîmê, wana ser ciyê ku berê paristgeh bû, gorîgeh çêkirin û paşê her roj Yehowara qurban dianîn (Ezr. 3:1, 2). Wana bi dil û can destpêkirin şixulê xwe bikin, û usa dihate kifşê ku vê yekêda tu tişt wê riya wan negire.

4 Xêncî avakirina paristgehê, Îsraêliya gerekê şeherê xwe jî tezeda ava kirana. Wana gerekê xwera mal ava kirana, erd bêcer kirana, û neferên xwe jî xweykirana (Ezr. 2:70). Usa dihate kifşê ku ev şixul gelek mezin e û wê nikaribin bikin. Wede şûnda dijminên wan hatin û dixwestin evî şixulî bidine sekinandinê. Rast e destpêkêda cimet gelek xîret bû, lê ev peyketina dijmina ku 15 sala dikişand, wana hêdî-hêdî sist kirin û xîreta wan unda bû (Ezr. 4:1-4). Dîsa çetinayîke mezin pêşda hat, çaxê sala 522 B.D.M., padşayê Farsî ev şixulê avakirinê qedexe kir. Usa dihate kifşê ku Orşelîm wê tu car ava nebûya (Ezr. 4:21-24).

5. Yehowa ça alî cimeta xwe kir?

5 Yehowa zanibû ku cimeta wîra çi lazim e. Lema ewî xewn-xeyala paşin nîşanî Zekerya kir. Vê xewn-xeyalêda, Yehowa Cihûyara da kifşê ku wana hiz dike, û qîmet dike her tiştên ku wana bona wî kir. Hin jî ewî soz da wan ku wê wana xwey ke, hergê ewana vegerine şixulê Wî. Derheqa avakirina paristgehê Yehowa got: “Ew yek wê bê sêrî, hergê hûn guhdariya Xwedêyê xwe Yehowa bikin” (Zeker. 6:15, DT).

ORDIYA MILYAKETÊN QEWÎ

6. a) Xewn-xeyala Zekerya ya heyşta ça destpêdibe? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Çira rengê hespên her çar ereba cûre-cûre ye?

6 Xewn-xeyala Zekerya ya heyşta wê cimet gelek bişidanda û baweriya wan qewî kira. (Bixûne Zekerya 6:1-3.) Bidine ber çevê xwe Zekerya çi dît: “Ji nav du çiyayî . . . ku ji tûncê” ne, çar erebe derdikevin pê hespa. Rengê hespên her erebekê cûrekî ne. Ev yek siyarên erebada ji hev cude dike. Zekerya pirsê dide, ku ev çi ne (Zeker. 6:4). Em jî dixwazin bizanibin ev xewn-xeyal çi tê hesabê, çimkî ev bona me ye jî.

Yehowa heta îro, bi saya milyaketa, cimeta xwe xwey dike û qewî dike

7, 8. a) Du çiya çi têne hesabê? b) Çira ev herdu çiya ji tûnc in?

7 Kitêba Pîrozda çiya bi sîmbolîk tê hesabê padşatî, yan jî serwêrtî. Çiya ku Zekerya dît, mîna wan du çiya ne, ku pêxembertiya Daniyêlda tê gilîkirinê. Çiyak tê hesabê serwêrtiya Yehowa ser temamiya dinyalikê ku heta-hetayê ye, lê yê din tê hesabê Padşatiya Mesîhî ku destê Îsada ne (Dan. 2:35, 45). Ji sala 1914-da çaxê Îsa bû Padşa, ew herdu çiya tevayî qirara Xwedê hindava însanetê tînine sêrî.

8 Lê çira ew herdu çiya ji tûnc in? Tûnc, mîna zêr mêtaleke gelek qîmet e. Çaxê Yehowa Îsraêliyara got ku kon ava kin û paşê jî got ku paristgeha Orşelîmê ava kin, ewî wanra got wekî avakirinêda tûnc bidine xebatê (Derk. 27:1-3; 1 Padş. 7:13-16). Ew yek ku ev çiya ji tûnc in, dide kifşê ku serwêrtiya Yehowa û Padşatiya Mesîhî baş û qewî ne, kîjan ku wê însanetêra bêxofiyê û gelek kerema bînin.

9. Siyarên wan ereba kê ne, û çi cabdariya wan heye?

9 Were niha xeber din derheqa ereba. Ev erebe siyarên xweva çi têne hesabê? Siyarên wan ereba milyaket in, dibeke cûre-cûre komên milyaketa. (Bixûne Zekerya 6:5-8.) Ewana “li ber Xudan” sekinîbûn û paşê derketin seva ku şixuleke mexsûs bînin sêrî. Lê gelo çi şixul wanra hate dayînê? Erebe siyarên xweva hatine şandinê cûre-cûre ciya. Cabdariya wan ew e ku cimeta Yehowa xwey kin, îlahî ji erdê “bakûrê”, dêmek ji Babîlonê. Yehowa pê vê xewn-xeyalê cimeta xwera nîşan kir, wekî wê îda tu car nehêle ewana bikevine destê Babîlonê. Belê, cimet ku paristgeh ava dikir, pê vê xewn-xeyalê gelek dilgerm bû! Ewana îda ji dijmina neditirsiyan.

10. Xewn-xeyala Zekerya derheqa ereba siyarên wanva, çida alî cimeta Xwedê dike?

10 Çawa wedê Zekerya, Yehowa heta îro pê ordiya milyaketên xwe cimeta xwe xwey dike û qewî dike (Malx. 3:6; Îbrn. 1:7, 14). Ji sala 1919, çaxê cimeta Yehowa ji dîltiya Babîlona Mezin xilaz bû, dijminên wan her tişt dikirin seva hebandina rast pêşda neçe. Lê hemû kirên wan pûç bûn (Eyan. 18:4). Milyaket teşkîleta Yehowa xwey dikin, lema jî em gerekê netirsin ku dîsa emê bikevine destê rêlîgiya qelp (Zeb. 34:7). Belê, em gerekê dudilî nebin ku xizmetkarên Xwedê nav temamiya dinyayê wê berdewam kin ruhanîda geş bin û pêşda herin. Xewn-xeyala Zekerya alî me dike wekî em fem kin, ku bin siya wan du çiyada em xweykirî ne.

11. Çira em gerekê netirsin gava dijmin miqabilî cimeta Xwedê derên?

11 Zûtirekê, hemû qewatên polîtîkî ya dinya Şeytan wê bibine yek, çimkî wê bixwazin cimeta Xwedê kuta kin (Hezql. 38:2, 10-12; Dan. 11:40, 44, 45; Eyan. 19:19). Pêxembertiya Hezeqêl nîşan dike, wekî qewatên polîtîkî wê erdê dadin mîna ewira, û siyarî ji hêrsê miqabilî me derkevin (Hezql. 38:15, 16). * Lê em gerekê qe tu car wana netirsin! Ordiya Xwedê pişta me ye. Wedê tengasiya mezin, milyaketên Yehowa wê cimeta wî xwey kin, û qira wan hemûya bînin yên ku miqabilî serwêrtiya wî dertên (2 Têsln. 1:7, 8). Ev roj wê çiqas mexsûs be! Lê gelo kê wê rêberiya ordiya Yehowa bike ku ser ezmana ye?

YEHOWA KAHÎN DIKE PADŞA

12, 13. a) Çaxê Zekerya xewn-xeyal dît, çi jêra hate gotinê? b) Em ji ku zanin ku merivê bi navê “Çîl” pê pêxembertiyê Îsa Mesîh ye?

12 Ew heyşt xewn-xeyal tenê Zekerya dît. Lê ewî paşê tiştekî usa kir ku nîşana pêxembertiyê bû, seva cimet bivîne û bişide wekî paristgeha Xwedê ava kin. (Bixûne Zekerya 6:9-12.) Zekeryara hate gotinê wekî ji Helday, Tobiya û Yedaya, yên ku teze vegeriyabûne Orşelîmê, zêr û zîva top ke. Ewî gerekê ji van zêr-zîva “tac” çêkira (Zeker. 6:11). Gelo ew tac bona Zerûbabel Serwêr bû, yê ku ji bereka Cihûda û ji zureta Dawid bû? Na. Yehowa got ku ewî tacî daynin ser serê Kahînê Mezin bi navê Yêşû. Kê ku ev yek dît, wê ecêbmayî bimana.

13 Lê gelo ev dihate hesabê ku Yêşû kahînê mezin, bû padşa? Na, Yêşû ji zureta Dawid nîbû, lema jêra nediket ku bibe padşa. Ew yek ku tac danîne ser serê wî pêxembertî bû, ku axiriyêda kahînek wê bibe padşa û kahînê heta-hetayê. Ev kahînê mezin ku wê bibe padşa, navê wî hatibû danîn Çîl. Kitêba Pîroz zelal dide kifşê ku Çîl, ev heye Îsa Mesîh (Îşa. 11:1; Met. 2:23). *

14. Îsa ça Padşa û Serekkahîn çi şixulî dike?

14 Belê, Îsa Padşa û Serekkahîn e. Ew rêberê ordiya milyaketên Yehowa ye. Îsa giran dixebite seva ku vê dinya xirabda cimeta Xwedê bi temamî xweykirî be (Yêrem. 23:5, 6). Îsa piştgiriya serwêrtiya Yehowa dike, û lema zûtirekê ew wê hemû serwêrên dinyayê kuta ke û cimeta Xwedê xilaz ke (Eyan. 17:12-14; 19:11, 14, 15). Lê heta ev roj bê, Îsa, dêmek Çîl, şixulekî mezin dike.

EW WÊ PARISTGEHÊ AVA KE

15, 16. a) Kê îro cimeta Xwedê paqij dike û hebandina rastda pêşda dibe? b) Xilaziya Hezarsaliya Padşatiya Mesîh wê çi axiriyê bîne?

15 Xêncî şixulê padşatiyê û serekkahîntiyê, Îsa usa jî cabdarî stand ku “paristgeha Xudan ava bike”. (Bixûne Zekerya 6:13.) Sala 1919-da ewî îda destpêkir wî şixulî bike. Ewî cimeta Xwedê ji Babîlona Mezin aza kir û civata Mesîhî tezeda saz kir. Ewî usa jî “xulamê amin û serwaxt” kifş kir, seva ku ser erdê rêberiya hebandina rast bike (Met. 24:45). Îsa usa jî cimeta Xwedê paqij dike û alî wan dike, wekî hebandina wan temiz be (Malx. 3:1-3).

16 Îsa Wedê Hezarsaliya Padşatiya xwe, tevî 144 000 padşa û kahîna merivên amin wê bikine bêqisûr. Gava ew yek bê sêrî, ser erdê wê tenê xizmetkarên rast bimînin. Axiriyêda wê bi temamî hebandina rast be!

KAR BIKIN ŞIXULÊ AVAKIRINÊDA

17. Yehowa ça Cihû şidandin, û ew yek ça ser wan hukum bû?

17 Gelo hingê ça elametiya Zekerya ser Cihûya hukum bû? Yehowa soz da ku ew wê alî wan bike û wana xwey ke gava ewana paristgehê ava kin. Ewê yekê dilê wan hêsa kir û şidand. Lê yeke ewana difikirîn ku wê ça wî şixulê mezin bikin, ne ewana hindik in. Giliyên Zekerya ku ewî wanra got, tirs û şik ji dilê wan derxist. Ewî got ku xêncî alîkariya Helday, Tobiya û Yedaya, Xwedê got ku ji dûrva wê dîsa gelek bên, seva avakirina paristgeha Yehowada komekê bidin. (Bixûne Zekerya 6:15.) Cihû bawer bûn ku Xwedê aliyê wan e, û rast e padşê Farsî ev şixul qedexe kir, lê yeke ewana bi mêrxasî vegeriyane şixulê avakirina paristgehê. Hine wede şûnda, Yehowa ew qedexe ku tê bêjî mîna çiya riya wan dadida, kuta kir û axiriyêda sala 515 B.D.M., paristgeh heta xilaziyê ava bû (Ezr. 6:22; Zeker. 4:6, 7). Lê giliyên Yehowa îro bona me ne jî, çimkî îro tiştekî hê mezin diqewime.

Yehowa wê tu car bîr neke hizkirina we ku hûn hindava wîda didine kifşê! (Binihêre abzasa 18, 19)

18. Zekerya 6:15 îro ça tê sêrî?

18 Îro bi mîlyona meriv xizmetkarên Yehowa ne. Ewana ji dilê xwe “hebûka” xwe qurban dikin, mesele, wede, qewat, û çi destê wan tê xerc dikin seva piştgiriya hebandina rast bikin (Metlk. 3:9). Em gerekê qe dudilî nebin, wekî Yehowa aminiya me dişêkirîne. Bînin bîra xwe Helday, Tobiya û Yedaya, yên ku zêr-zîv anîn seva Zekerya tac çêke. Ev tac paşê ça “bîranînek” ma, ku wana bona hebandina rast çi qurban kirin (Zeker. 6:14). Belê, Yehowa usa jî wê tu car şixulê me û hizkirina me bîr neke (Îbrn. 6:10).

19. Xewn-xeyalên Zekerya îro çida me qewî dikin?

19 Wan rojên axiriyêda, her tişt ku îro teşkîleta Yehowada tê kirinê, îzbat dike ku bi saya kerema Yehowa û rêberiya Mesîh teşkîlet pêşda diçe. Em bextewar in ku teşkîleta wîda nin, kîjan ku wê heta-hetayê hebe. Belê, nêta Yehowa derheqa hebandina rast “wê bê sêrî”. Lema jî bişêkirînin ku hûn nava cimeta Yehowada nin, û “guhdariya Xwedêyê xwe Yehowa bikin, DT”. Hingê hûnê bin xweykirina Padşa û Serekkahînda û usa jî milyaketada bin. Çi destê we tê xizmetiya Xwedêda bi dil û can bikin. Û dudilî nebin ku Yehowa wê we xwey ke û xilaz ke wedê axiriya vê dinyayê û jîyîna heta-hetayê bide we!

^ abz. 11 Bona hê zêde înformasiya binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Gulanê sala 2015, “Pirsên Xwendevana”, rûp. 29-30.

^ abz. 13 Xebera “Nisretî” ji xebera Îbranî ye, ku tê hesabê “çîl”.