Here Naverokê

Here naverokê

“Hêviya Min ji Xwedê Heye”

“Hêviya Min ji Xwedê Heye”

“Âdemê paşî bû ruhê ku jiyanê dide” (1. KOR. 15:45).

KILAM: 151147

1-3. (a) Yek ji hîndariyên me yên temelî çi ye? (b) Mijara rabûna miriyan çima pir muhîm e? (Li resmê ewilî binêre.)

EGER yekî ji te bipirsiya ku baweriyên te yên temelî çi ne, teyê çi bigota? Bi îhtimaleke mezin, teyê bigota ku navê Xwedê Yehowa ye û ku her tişt ji aliyê wî ve hatiye afirandin. Wekî din, teyê behsa Îsa Mesîh bikira, ê ku canê xwe wek fîdyeyê ji bo me da. Ji xeynî vê, teyê bêguman bigota ku di demeke nêzik de, cenet wê ji nû ve li ser erdê bê ava kirin. Lê belê gelo teyê behsa rabûna miriyan jî bikira?

2 Rast e ku em hêvidar in ku emê li tengahiya mezin sax bimînin û heta bi hetayê li ser erdê bijîn. Dîsa jî, gerek em rabûna miriyan wek tiştekî pir muhîm bibînin. Pawlosê şandî wisa got: “Eger rabûna miriyan tune be, Mesîh jî ne hatiye rakirin.” Eger Mesîh nehata rakirin, ewê niha Padîşahê me nebûya, û mizgîna me ya li ser hikumdariya Mesîh wê bêmane bibûya (1. Korîntî 15:12-19 bixwîne). Lê belê em dizanin ku Îsa hatiye rakirin. Ji ber ku em pê bawer dikin, em ne wekî Sadûkiyan in, ên ku înkar dikir ku mirî wê rabin. Eger mirov bi me bikenin jî, em dev ji baweriya rabûna miriyan bernadin (Mar. 12:18; Kar. 4:2, 3; 17:32; 23:6-8).

3 Gava Pawlos der heqê “hîndariya pêşî ya li ser Mesîh” de nivîsî, wî behsa rabûna miriyan jî kir (Îbr. 6:1, 2). Pawlos bawer dikir ku mirî wê rabin (Kar. 24:10, 15, 24, 25). Rabûna miriyan her çi qas yek ji “dersên pêşî yên peyva Xwedê” be jî, wê baş be ku em vê mijarê hûr û kûr lêkolîn bikin (Îbr. 5:12). Çima?

4. Li ser mijara rabûna miriyan, kîjan pirs tên meydanê?

4 Wexta ku mirov dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz dikin, ew qeydên rabûna kesên wek Lazar dixwînin. Wekî din, ew dielimin ku Birahîm, Eyûb û Danîêl bawer dikir ku rojekê, mirî wê bên rakirin. Lê eger yekî ji te bipirsiya ku tu ji ku dizanî ku sozên ku Xwedê der heqê rabûna miriyan de dabû, gelek sal an jî sedsal bi şûn de hê muteber in, teyê çi cewab bidaya? Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku mirî wê kengê bên rakirin? Cewabên van pirsan wê baweriya me hê jî xurttir bikin.

RABÛNA MESÎH BI SEDSALAN JI BERÊ DE HATIBÛ EYAN KIRIN

5. Serê pêşîn, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

5 Em bi hêsanî dikarin xeyal bikin ku kesekî ku nû miriye bê rakirin (Yûh. 11:11; Kar. 20:9, 10). Lê gelo mumkin e ku sozê ku yekî gelek sedsal bi şûn de bê rakirin, bê cih? Bila nû mirî be an jî gelek sal berê mirî be, gelo em dikarin bawer bikin ku sozekî wisa piştî demeke dirêj bê cih? Bi eslê xwe, tu bawer dikî ku sozekî wisa, ê ku bi sedsalan berê hatibû dayîn, jixwe hatiye cih. Em behsa kê dikin? Ev yek bi hêviya me ve çawa girêdayî ye?

6. Zebûr 118 çawa li ser Îsa hat cih?

6 Li ser vê mijarê, bila em li Zebûr 118 binêrin, a ku bi îhtimaleke mezin ji aliyê Dawid ve hat nivîsandin. Wisa dibêje: “Ya Xudan, em lava dikin, me rizgar ke . . . Bila pîroz be, yê ku bi navê Xudan tê!” Wexta ku Îsa li 9ê Nîsanê – demeke kin berî mirina xwe – ket Orşelîmê, xelk behsa vê pêxembertiya li ser Mesîh kir (Zeb. 118:25, 26; Met. 21:7-9). Lê belê Zebûr 118 çawa eyan kiribû ku yekî gelek sedsal bi şûn de wê bê rakirin? Cewaba vê pirsê, bi van gotinên zebûrê ve girêdayî ye: “Kevirê ku hostayan red kirin, bû kevirê serê rikin” (Zeb. 118:22).

Mesîh ji aliyê “hostayan” ve hat “red kirin”(Li paragrafa 7an binêre)

7. Cihûyan Îsa çawa red kir?

7 “Hostayan”, yani alimên Cihû, Mesîh red kir. Wan ne tenê înkar dikir ku Îsa Mesîh e. Gelek Cihû ji wî ew qas nefret dikir ku wan dixwest ku Îsa bê îdam kirin (Lûqa 23:18-23). Belê, ew bûn sebeb ku Îsa bê kuştin.

Îsa hat rakirin û “bû kevirê serê rikin”(Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8. Îsa çawa bû “kevirê serê rikin”?

8 Madem ku Îsa hat red kirin û kuştin, ewê çawa bibûya “kevirê serê rikin”? Ji bo vê, lazim bû ku ew bê rakirin. Li ser vê, Îsa meselek vegot. Xwediyê rezekî, dîsa û dîsa xebervan şandin ba mirovên ku rez bi kirê girtibû. Lê belê van mirovan li xebervanan pir xerabî dikir – wekî ku Îsraêliyan li pêxemberên ku Xwedê şandibû ba wan xerabî kiribû. Nîhayet, xwediyê rez kurê xwe şand ba rezvanan. Gelo wan ew qebûl kir? Na, wan ew kuşt! Piştî vê meselê, Îsa behsa gotinên pêxemberane yên Zebûr 118:22 kir (Lûqa 20:9-17). Paşê, gava “serwer, rihspî û Şerîetzan li Orşelîmê civiyan”, Petrûs ji wan re dîsa behsa van gotinan kir. Wî ji wan re got ku piştî ku wan Îsa kuşt, Xwedê ew ji miriyan rakir. Paşê, Petrûs bi aşkerahî wisa got: “Ew kevirê ku ji aliyê we hostayan ve kêm hat dîtin, bû kevirê serê rikin” (Kar. 3:15; 4:5-11; 1. Ptr. 2:5-7).

9. Zebûr 118:22 behsa çi dike?

9 Belê, gotinên pêxemberane ên Zebûr 118:22 bi sedsalan ji berê de eyan kiribû ku Mesîh wê bê red kirin û kuştin, lê ku ewê paşê bê sax kirin û bibe kevirê serê rikin. Kitêba Pîroz li ser vî Kurê saxkirî wisa dibêje: “Navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin” (Kar. 4:12; Ef. 1:20).

10. (a) Zebûr 16:10 behsa çi dike? (b) Em ji ku dizanin ku Zebûr 16:10 li ser Dawid nehat cih?

10 Ayeteke din jî behsa rabûna miriyekî dike. Ev ayet zêdetirî hezar sal berê hatibû nivîsandin. Gotinên vê ayetê alî me dikin ku em emîn bin ku pêxembertiyeke li ser rabûna miriyan dikare wexteke dirêj bi şûn de bê cih. Zebûr 16 – a ku bi îhmaleke mezin ji aliyê Dawid ve hat nivîsandin – wisa dibêje: “Tu min li diyarê miriyan terk nakî, ji rizîbûna pîrozê xwe re dil nakî” (Zeb. 16:10). Dawid negot ku ewê nemire an nekeve mezelê. Li gor Kitêba Pîroz, Dawid kal bû û paşê mir: “Dawid, bi bapîrên xwe re raket û li bajarê Dawid hate binerd kirin” (1. Qra. 2:1, 10). Nexwe Zebûr 16:10 behsa kê dike?

11. Petrûs kengê behsa Zebûr 16:10 kir?

11 Kitêba Pîroz cewaba vê pirsê dide. Zêdetirî hezar sal piştî nivîsandina vê zebûrê û çend heftî piştî mirin û rakirina Îsa, Petrûs bi hezaran Cihû û kesên kû bûn Cihû li ser Zebûr 16:10 ronîdar kirin (Karên Şandiyan 2:29-32 bixwîne). Wî got ku Dawid bi rastî jî miribû û hatibû defn kirin. Guhdarên Petrûs ev yek dizanîbû. Li gor qeydê, wexta ku Petrûs got ku “Dawid ev ji pêşî ve dît û li ser vejîna [rabûna] Mesîh” xeber da, xelk îtiraz nekir.

12. Zebûr 16:10 çawa hat cih? Ji vê, em li ser rabûna miriyan çi fehm dikin?

12 Wekî din, Petrûs behsa gotinên Dawid ên Zebûr 110:1 kir (Karên Şandiyan 2:33-36 bixwîne). Bi saya muhakemeya Petrûs a li gor Nivîsarên Pîroz, xelk îqna bû ku Îsa bi rastî “Mesîh” e. Wan fehm kir ku wexta ku Îsa ji miriyan hat rakirin, Zebûr 16:10 hat cih. Paşê, Pawlosê şandî bi Cihûyên li Entakya Pisîdyayê re li gor eynî ayetan muhakeme kir. Îsbatên ku wî nîşanî wan dan dilê wan girt, û wan dixwest zêdetir melûmatê bistînin (Karên Şandiyan 13:32-37, 42 bixwîne). Belê, ev gotinên pêxamberane ên li ser rabûna miriyan temînat didin me ku çi qas wext derbas be jî, sozên Kitêba Pîroz muteber in.

MIRÎ WÊ KENGÊ RABIN?

13. Der heqê rabûna miriyan de, dibe ku kîjan pirs derkevin holê?

13 Belê, piştî ku Xwedê soz dide ku kesek wê rabe, çi qas wext derbas be jî, ev soz wê bê cih. Ev yek cesaretê dide me. Dîsa jî, dibe ku em wisa bipirsin: “Gelo ev tê maneya ku gerek ez wexteke dirêj li bendê bimînim heta ku meriv an dostê min bê rakirin? Mirî wê kengê rabin?” Îsa ji şandiyên xwe re got ku ew her tiştî nizanin. Mesela, ew “wext û demên ku Bav bi hukumdariya xwe biryar dide” nizanin (Kar. 1:6, 7; Yûh. 16:12). Lê ev nayê maneya ku em qet nizanin ku mirî wê kengê rabin.

14. Rabûna Îsa, ji rabûna kesên berê çawa cuda bû?

14 Bîne bîra xwe ku Kitêba Pîroz rabûna kîjan miriyan ji berê de gotibû. Ê herî muhîm, helbet Îsa bû. Eger ew ji miriyan ranebûya, hêviya me wê nebûya ku em meriv û dostên xwe yên mirî rojekê dîsa bibînin. Ên ku berî Îsa hatibûn rakirin – mesela kesên ku ji aliyê Êlyas û Elîşa ve hatibû rakirin – heta bi hetayê nejiyan. Bi zeman re, ew dîsa mirin û vegeriyan axê. Lê belê Îsa “ji nav miriyan rabûye û êdî ew namire û êdî hukumdariya mirinê li ser wî nemaye”. Ew êdî li ezmanan “her û her dijî” (Rom. 6:9; Pey. 1:5, 18; Kol. 1:18; 1. Ptr. 3:18).

15. Ev yek ku Îsa “berê pêşî” ye, yê ku ji bo jiyana li ezmanan hatiye rakirin, çi nîşan dide?

15 Îsa kesê pêşîn bû, yê ku ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin, û rabûna wî, rabûna herî muhîm e (Kar. 26:23). Lê belê ji kesên din re jî soz hatiye dayîn ku ewê ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin. Îsa temînat da şandiyên xwe yên dilsoz ku ewê li ezmanan li cem wî hikm bajon (Lûqa 22:28-30). Ji bo ku ew vê xelatê bistînin, lazim e ku ew bimirin û paşê wek Mesîh bi bedeneke ruhî bên rakirin. Pawlos wisa nivîsî: “Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin û ew berê pêşî yê razayiyan e.” Wekî din, Pawlos got ku kesên din jî wê ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin: “Lê her kes di dora xwe de: Berê pêşî Mesîh; piştre, di hatina [hazirbûna] Mesîh de yên wî wê rabin” (1. Kor. 15:20, 23).

16. Em li ser wexta rakirina ji bo jiyana li ezmanan çi dizanin?

16 Ji vê, em fehm dikin ku rakirina ji bo jiyana li ezmanan wê kengê dest pê bikira: li wexta hazirbûna Mesîh. Bi salan, Şahidên Yehowa gotiye ku li gor Kitêba Pîroz, hazirbûna Îsa li sala 1914an dest pê kir û niha hê berdewam dike. Dawiya vê sîstema xerab êdî pir nêzik e.

17, 18. Li wexta hazirbûna Mesîh, hin kesên meshkirî wê çawa bihatana rakirin?

17 Der heqê rakirina ji bo jiyana li ezmanan de, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Em naxwazin ku hûn li ser yên razayî nezan bimînin . . . Madem ku em bawer dikin Îsa mir û rabû, bi wî awayî jî Xwedê wê wan ên ku di baweriya Îsa de razane bi wî re bîne . . . Em ên ku dijîn û heta hatina [hazirbûna] Xudan sax dimînin, em qet nakevin pêşiya yên razayî. Çimkî Xudan bi xwe wê bi gazîkirineke fermanî . . . ji ezmên bê xwar û pêşî miriyên ku yên Mesîh in, wê rabin. Piştre, em ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin, da ku di hewayê de em herin pêşiya Xudan û bi vî awayî emê her û her bi Xudan re bin” (1. Sel. 4:13-17).

18 Rabûna pêşî wexteke kin piştî destpêkirina hazirbûna Mesîh çêbû. Kesên meshkirî, yên ku li tengahiya mezin hê li ser erdê ne, wê “di ewran de bên rahiştin” (Met. 24:31). Maneya vê çi ye? Ewên ku wê “bên rahiştin” wexteke dirêj mirî namînin. Ewê “di lêxistina boriya dawî de . . . di kêlîkekê de, di girtin û vekirina çavan de, bên guhertin” (1. Kor. 15:51, 52).

19. “Rabûneke çêtir” çi ye?

19 Îro, piraniya şagirtên Îsa yên dilsoz ne meshkirî ne û nehatine dawet kirin ku ew li cem Mesîh li ezmanan xizmetê bikin. Li şûna vê, ew li bendê dimînin ku ev sîstema xerab li “Roja Xudan” bê helak kirin. Tu kes nizane ku dawî wê kengê bê. Dîsa jî, îsbat hene ku dawî nêzik e (1. Sel. 5:1-3). Paşê, rabûneke cuda wê dest pê bike. Kesên mirî wê ji bo jiyana di ceneta li ser erdê de bên rakirin. Kesên rakirî wê karibin bigihîjin bêqisûriyê. Kesên ku di demên berê de hatibûn rakirin paşê dîsa mirin. Lê kesên ku li cenetê wê bên rakirin wê karibin heta bi hetayê bijîn. Loma jê re “rabûneke çêtir” tê gotin (Îbr. 11:35, WDN).

20. Em çima dikarin bawer bin ku rakirina miriyan wê li gor nîzamekê bê cih?

20 Li gor Kitêba Pîroz, ên ku wê hilkişin ezmanan wê “di dora xwe de” bên rakirin (1. Kor. 15:23). Loma em dikarin bawer bin ku wexta ku mirî li ser erdê bên rakirin, ev yek jî wê li gor nîzamekê bê cih. Lê çawa? Gelo kesên ku nû mirin piştî destpêkirina Hikumdariya Mesîh a Hezarsalî wê zû bên rakirin? Gelo kesên ku wan nas dikin wê herin pêşiya wan? Gelo xizmetkarên Xwedê yên dilsoz, ên ku di demên kevn de dijiyan, wê zû rabin û li dinyaya nû rêberiyê bikin? Kesên ku ji Yehowa re qet xizmet nedikir wê kengê û li ku derê bên rakirin? Dibe ku pirsên me gelek bin. Ma feyde heye ku em niha li ser tiştên wisa bifikirin? Na! Eger em sebir bikin, emê bi zeman re xwe bi xwe bibînin ku Yehowa van meseleyan çawa hel dike!

21. Der heqê rabûna miriyan de, hêviya te çi ye?

21 Heta wê wextê, wê baş be ku em baweriya xwe bi Yehowa xurttir bikin. Bi navgîniya Îsa, Xwedê soz daye ku ewê miriyên ku di bîra xwe de ne, dîsa sax bike (Yûh. 5:28, 29; 11:23). Îsa carekê der heqê Birahîm, Îshaq û Aqûb de got ku “hemû ji wî re sax in”, ji ber ku Yehowa dikare miriyan rake (Lûqa 20:37, 38). Belê, bi saya îsbatên ku di destê me de hene, em jî dikarin wek Pawlos bibêjin: “Hêviya min ji Xwedê heye . . . ku mirî wê rabin” (Kar. 24:15).