Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dê-Bavno​; Alî Zarên Xwe Bikin ku “Serwaxt” bin bona “Xilazbûnê”

Dê-Bavno​; Alî Zarên Xwe Bikin ku “Serwaxt” bin bona “Xilazbûnê”

“Tu ji zarotiya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, . . . wekî xilaz bî” (2 TÎMT. 3:15).

KILAMÊN: 141, 134

1, 2. Çira hine dê-bav berxwe dikevin, çaxê zarên wan dixwazin bêne nixumandinê?

HER sal bi hezara meriv xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê. Gelek ji wan cahil in, kîjan ku nava rastiyêda mezin bûne û riya lape baş bijartine (Zeb. 1:1-3). Hergê hûn Mesîhî ne û zarên we hene, bêşik hûn bi dil û can hîviya vê rojê ne, çaxê qîz yan kurê we bê nixumandinê (Beramber kin 3 Yûhenna 4).

2 Lê dibeke hûn berxwe dikevin, çimkî diqewime hûn hine cahila divînin, yên ku hatine nixumandinê, lê paşê dudilî dibin ku prînsîpên Xwedê bona kara wan in. Gelek ji wan cahila hela hê jî ji riya rast derdikevin. Lema jî dibeke hûn berxwe dikevin ku çaxê zara we destpêke Yehowara xizmet ke, paşê bê guhastinê û hizkirina xweye pêşiyê unda ke. Zar dikare bibe mîna Mesîhiyên qirna yekê ji civata Efesî. Îsa derheqa wan got: “Tu mîna berê min hiz nakî” (Eyan. 2:4). Dê-bavno ça hûn dikarin alî zarên xwe bikin, wekî hizkirina xwe unda nekin û “xilazbûnêra mezin bin”? (1 Pet. 2:2). Were şêwir kin serhatiya Tîmotêyo û pêbihesin ku em çi dikarin ji wî hîn bin.

“NIVÎSARÊD PÎROZ ZANΔ

3. a) Çawa Tîmotêyo bû Mesîhî, û ça ewî hînkirinên Mesîhî qebûl kir? b) Pawlos derheqa kîjan sê tişta Tîmotêyora got?

3 Pawlosê şandî sala 47 D.M., cara pêşiyê teseliya Lîstrayê kir, û dibeke hingê Tîmotêyo derheqa hînkirinên Îsa pêhesiya û bû Mesîhî. Wî çaxî Tîmotêyo cahil bû, û ew çi jî pêdihesiya emirê xweda dianî sêrî. Çaxê ew bû Mesîhî, paşî 2 sala ew bû hevalrêwiyê Pawlos. Weke 16 sal derbaz bûn, û Pawlos Tîmotêyora nivîsî: “Nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û çida îzbat bûyî. Tu zanî ji kîjana hîn bûyî, usa jî tu ji zarotiya xweda nivîsarêd pîroz [Nivîsarên Îbranî] zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi baweriya ser Mesîh Îsa xilaz bî” (2 Tîmt. 3:14, 15, DT). Dîna xwe bidinê, Pawlos got wekî Tîmotêyo 1) nivîsarên pîroz zanibû, 2) çi ku hîn bûye, wan tiştada îzbat bûye, û 3) dikare serwaxt be wekî bi baweriya ser Mesîh Îsa xilaz be.

4. Kîjan haceta hûn didine xebatê seva zarên xweyî biçûk hîn kin? (Binihêre şiklê ewlin.)

4 Hûn çawa dê-bavê Mesîhî, dixwazin ku zara we nivîsarên pîroz bizanibe, û îro ew Nivîsarên Îbranî û Nivîsarên Yûnanî ne. Hela hê zara biçûk jî dikare hîn be derheqa meriv û qewimandinên ji Kitêba Pîroz. Teşkîleta Yehowada hene gelek kitêb, vîdêo û dîsa hacetên din, ku dikarin alî dê-bava bikin zarên xwe hîn kin. Lê ser zimanê we çi hacet hene? Bîr nekin ku zara we gerekê bizanibe Kitêba Pîrozda çi tê gotinê, seva ku heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî ke.

TU BAWERIYÊDA “ÎZBAT BÛYΔ

5. a) Çi tê hesabê xebera “îzbat”? b) Em ji ku zanin ku Tîmotêyo îzbat bû wekî Mesîh ew heye Îsa?

5 Gelek ferz e ku zar bizanibin Kitêba Pîrozda çi nivîsar e. Lê bes nîne tenê serhatî û qewimandinên Kitêba Pîroz zara hîn kin. Bînin bîra xwe ku Tîmotêyo usa jî “îzbat” bû, dêmek baweriya xwe wan tişta anî çi ku hîn bû. Zimanê orîjînalêda xebera “îzbat”, tê hesabê “nedudilî”, yan jî bawerbûn ku filan tişt rast e. Tîmotêyo ji biçûktayê Nivîsarên Îbranî zanibû. Lê paşê ewî ser hîmê îzbatkirina, bawer kir, wekî Îsa Mesîh bû. Zanebûna wî, baweriya wî qewî kir. Baweriya wî usa qewî bû ku ew hate nixumandinê û tevî Pawlos çawa mîsyonêr destpêkir xizmet ke.

6. Çawa hûn dikarin alî zarên xwe bikin, wekî baweriya xwe Xebera Xwedê bînin?

6 Dê-bavno, hûn çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî mîna Tîmotêyo “îzbat” bin wan tiştada çi ku hîn dibin? Ya pêşin bi sebir bin, çimkî bawerî rojekêda nayê. Usa jî hergê baweriya we qewî ye, ev nayê hesabê ku baweriya we wê derbazî zarên we be. Her zar gerekê xwexa hiş-aqilê xwe bide xebatê, seva baweriya xwe rastiya Kitêba Pîroz bîne. (Bixûne Romayî 12:1.) Vê yekêda hûn çawa dê-bav roleke ferz dilîzin, îlahî çaxê zar pirsa dide we. Were derheqa vê yekê meselekê şêwir kin.

7, 8. a) Çawa Mesîhîk ku bav e sebirê dide kifşê çaxê qîza xwe hîn dike? b) Kengê wera lazim e sebir hindava zara xwe?

7 Birakî me bi navê Tomas qîza kîjanî 11 salî ye, gilî dike: “Qîza min cara ji min dipirse: ‘Diqewime ku Yehowa bi saya êvolûsyayê emir ser erdê çêkiriye?’ yan jî, ‘Çira em nakevine nav şixulên dewletê seva emirê xwe hê baş kin, mesele dengê xwe nadin bona bijartina serwêra?’”. Tomas got ku ew cara xwe digire, seva ji xeberdana wî neyê kifşê ku ew qîza xwera dibêje ew çi gerekê bawer ke û çi na. Ew zane, ku bawerî hindava rastiya Kitêba Pîroz ne ku tenê ji îzbatkirineke mezin tê, lê ji gelek îzbatkirinên hûr.

8 Tomas usa jî zane wekî seva qîza xwe hîn ke jêra sebir lazim e. Bi rastiyê hemû Mesîhî gerekê bi sebir bin (Kols. 3:12). Tomas fem dike, ku lazim e wede û gelek şêwirkirin, seva alî qîza xwe bike wekî ew baweriya xwe Kitêba Pîroz bîne. Tomas gerekê îzbatkirina bi Kitêba Pîroz jêra şiroveke. Ew dibêje: “Çaxê em pirsên ferz tevî qîza xwe şêwir dikin, ez jina xweva dixwazin pêbihesin hela qîza me bi rastiyê bawer dike vê yekê çi ku em lê hîn dikin, û gelo ew bona wê femdarî ye yan na. Hergê ew pirsa dide, ew yek gelek baş e. Rast bêjim, ezê hê berxwe ketama hergê ewê qe pirs nedana û pêra-pêra tişt bawer kira”.

9. Ça hûn dikarin alî zara xwe bikin ku baweriya xwe Xebera Xwedê bîne?

9 Hergê dê-bav bi sebir zarên xwe hîn kin, wede derbaz be zar wê bikaribin fem bikin “berayî, dirêjayî, bilindayî û kûrayiya” baweriyê (Efes. 3:18). Em gerekê hildine hesab ku ewana çend salî ne û çiqas fem dikin. Hergê baweriya zara qewî be wan tiştada çi ku ewana hîn dibin, wanra wê hêsa be merivên dinra, mesele hevaldersxanên xwera, baweriya xwe şirovekin (1 Pet. 3:15). Besa xeberê, bifikirin, gelo zarên we dikarin bi saya Kitêba Pîroz şirovekin ku çi diqewime paşî mirinê? Gelo şirovekirina Kitêba Pîroz derheqa vê pirsê bona wan logîkî û femdarî ye? *. Belê, seva ku zara we baweriya xwe Xebera Xwedê bîne, lazim e hûn sebir kin. Bi rastiyê hêja ye ku hûn sebir kin, çimkî usa hûn dikarin berên baş bistînin (Qan. Dcr. 6:6, 7).

10. Hînkirina zarada çi gelek ferz e?

10 Seva baweriya zarên we qewî be, usa jî gelek ferz e ku hûn wanra bibine mesela baş. Xûşkeke me bi navê Stêfanî ku sê qîzên wê hene, gilî dike: “Ji biçûktaya zarên xweda, ez pirsên usa didime xwe: ‘Ez zarên xwera şirovedikim ku çira ez dudilî nînim wekî Yehowa heye, ew me hiz dike û riyên wî rast in? Gelo zarên min divînin ku ez bi rastiyê Yehowa hiz dikim?’ Ez nikarim hîviyê bim ku zarên min baweriyêda qewî bin, heta ku ez xwexa qewî nîbim”.

“SERWAXT” BIN BONA XILAZBÛNÊ

11, 12. Serwaxtî çi ye, û çira em dikarin bêjin ku serwaxtî saliyên emirva girêdayî nîne?

11 Çawa me dît, Tîmotêyo 1) Nivîsarên Pîroz zanibû, û 2) baweriyêda qewî bû. Lê gelo giliyên Pawlos çi têne hesabê çaxê ewî Tîmotêyora got, ku nivîsarên pîroz dikarin wî “serwaxt” kin wekî “xilaz” be?

12 Kitêba “Femkirina Nivîsarada” Para 2-da, hate gotinê ku Kitêba Pîrozda serwaxtî, ew heye “fereset, kîjan ku dikare alî meriv bike, ku zanebûn û femkariyê bide xebatê seva çetinaya safî ke, nekeve qeziyê, bigihîje nêta, û usa jî vê yekêda alîkarî bide merivên din. Serwaxtî miqabilî bêfemiyê ye”. Kitêba Pîroz dibêje ku “axmaxtî dilê zarêva girêdayî ye” (Metlk. 22:15). Bi vê yekê tê kifşê wekî çaxê meriv serwaxt e, ew yek dide kifşê ku ew gihîştî ye. Ruhanîda gihîştîbûn salên emirva girêdayî nîne. Merivê gihîştî ew e, dilê kêda xofa Xwedê heye, û dixwaze bi dil û can gura temiyên wî bike. (Bixûne Zebûr 111:10.)

13. Cahil ça dikare nîşan ke ku ew serwaxt e bona xilazbûnê?

13 Cahilên ku ruhanîda gihîştî ne, pê xwestinên xwe yan jî pê fikirên cahilên din “ji pêla virda-wêda” nakevin (Efes. 4:14). Dewsê ewana pêşda diçin û hiş-aqilê xwe hîn dikin, wekî “qencî û xirabiyê” ji hev derxin (Îbrn. 5:14). Çaxê ewana safîkirinên aqilayî dikin hingê jî çaxê kêleka wan kesek tune, ew jî dide kifşê ku ewana gihîştî dibin (Fîlî. 2:12). Ew cûrê serwaxtiyê bona xilazbûnê gelek ferz e. (Bixûne Metelok 24:14.) Dê-bavno hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin ku serwaxtiya wî cûreyî qazanç kin? Ya pêşiyê, zarên xwera nîşan kin ku hûn çira Kitêba Pîroz qîmet dikin. Pê gilî û kirên xwe nîşan kin, wekî hûn li gora prînsîpên Xebera Xwedê dijîn (Rom. 2:21-23).

Çira ferz e ku dê-bav berdewam kin zarên xwe şîret kin? (Binihêre abzasa 14-18)

14, 15. a) Cahil ku dixwaze bê nixumandinê gerekê derheqa çi bifikire? b) Dê-bavno hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana bifikirin ku wê çi kerema bistînin çaxê gura Xwedê bikin?

14 Bes nîne hûn zarên xwera tenê bêjin çi rast e û çi xirab e. Hûn usa jî gerekê alî wan bikin, wekî ewana ser pirsên wî cûreyî bifikirin: “Gelo çira Kitêba Pîroz qedexe dike wan tişta, çi ku meriva xweş tê? Çi min dide bawerkirinê ku prînsîpên Kitêba Pîroz bona min timê kêrhatî ne?” (Îşa. 48:17, 18).

15 Hergê zara we dixwaze bê nixumandinê, hûn gerekê alî wî bikin, wekî ew fem ke ku ev gaveke gelek ferz e. Jêra şirovekin ku paşî nixumandinê wê çi borcdariyên wî hebin. Ew wê çi karê bistîne hergê bê nixumandinê? Ew dikare rastî çi çetinaya bê? Çira ew kar ji çetinaya zêdetir in? (Marq. 10:29, 30). Gelek ferz e ku pêşiya nixumandinê ew ser wan pirsa bifikire. Dê-bav gerekê alî zara bikin, wekî ewana bifikirin, wê çi kerema bistînin hergê gura Xwedê dikin û hergê gura wî nekin ew wê çi axiriyê bîne. Usa ewana wê qewî bawer kin, ku prînsîpên Kitêba Pîroz timê bona kara wan in (Qan. Dcr. 30:19, 20).

ÇAXÊ CAHILÊ NIXUMANDÎ BAWERIYÊDA SIST DIBE

16. Dê-bav gerekê çi bike, hergê zara nixumandî baweriyêda dudilî dibe?

16 Hûn çi dikarin bikin, hergê zara we paşî nixumandinê baweriyêda dudilî dibe? Mesele, cahilê nixumandî dikare pey tiştên vê dinyayê keve, yan jî dibeke dudilî be ku aqilayî ye pê prînsîpên Kitêba Pîroz bijî (Zeb. 73:1-3, 12, 13). Vê demê hûn ça xwe bidine kifşê, dikare hukum be ser vê yekê ku zar wê baweriyêda qewî be yan jî baweriyê bihêle. Tu car bona vê yekê tevî zarê şer-dewa nekin, firqî tune ew biçûk e yan mezin e. Nêta we gerekê ew be, ku zara we bivîne wekî hûn wî hiz dikin û dixwazin alî wî bikin.

17, 18. Hergê zar baweriyêda dudilî ye, dê-bav ça dikarin alîkariyê bidine wî?

17 Cahilê nixumandî kîjan ku xwe tesmîlî Yehowa kiriye, ewî soz daye ku wê wî hiz bike û qirara wî ser her tiştîra bigire. (Bixûne Marqos 12:30.) Yehowa ser ewî sozî sivik nanihêre, û yê ku soz dide, ew jî gerekê sivik nenihêre ser wî sozî (Waîz 5:4, 5). Çaxê mecal vedibe, bi nermî evê yekê bînin bîra zara xwe. Lê pêşiya vê yekê, wê baş be hûn bidine xebatê wan haceta, kîjan ku teşkîleta Xwedê dide bona dê-bava. Usa hûnê zara xwe bidine femkirinê, ku rast e tesmîlbûyîn borcdariya mezin e, lê yeke gelek kerema jî tîne.

18 Mesele, hûn dikarin şîretên baş bivînin kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 1-da. Bixûnin elametiya zêde bi navê “Pirsên Dê-Bava”. Li wêderê tê gotinê: “Lez nekevin ku bifikirin wekî zara we baweriya we qebûl nake, çimkî diqewime çetinayî tiştekî dinda ne”. Mesele, menî dikare ev be ku heval ser wan hukum dikin. Meniyên din jî dikarin ew bin, hergê ewana xwe tenê texmîn dikin yan jî çaxê difikirin ku cahilên din civatêda aliyê ruhanîda ji wana baştir pêşda diçin. Vê elametiya zêdeda usa jî tê gotinê: “Ev menî baweriyêva girêdayî nînin. Lê dikarin bêjin wekî ev menî derecava girêdayî ne, kîjan ku riya zara digirin ku li gora rastiyê bijîn”. Vê elametiya zêdeda usa jî hene çend şîret ku dikarin alî wan dê-bava bikin, zarên kîjana baweriyêda dudilî dibin.

19. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin ku “serwaxt” bin bona “xilazbûnê”?

19 Ça dê û bav, borcdariya weye mezin heye û qedirekî mezin, ku zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efes. 6:4). Çawa me ji vê gotarê dît, dê-bav gerekê ne ku tenê zarên xwe hîn kin ku Kitêba Pîrozda çi tê gotinê, lê usa jî alî wan bikin, ku baweriya xwe wan tişta bînin, çi ku ewana hîn dibin. Belê, wanra baweriya qewî lazim e, kîjan ku wê wana hêlan ke emirê xwe tesmîlî Yehowa kin, û bi dil û can jêra xizmet kin. Bira Xebera Yehowa, ruhê wîyî pîroz, û cefê we dê-bavno, alî zarên we bikin ku “serwaxt” bin bona “xilazbûnê”.

^ abz. 9 Malpera me jw.org-da ser gelek zimana heye rêberiyên bona hînbûnê bi navê “Kitêba Pîroz bi Rastiyê Çi Hîn Dike?”. Ew hacet dikare alî hin cahila hin jî mezina bike, ku rastiyên Kitêba Pîroz fem kin û bikaribin merivên dinra şirovekin. Binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > HACETÊN BONA LÊKOLÎNKIRINA KITÊBA PÎROZ.