Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

1 Alîkarî, ku ji Problêma, Xwe Dûr Bigirin

1 Alîkarî, ku ji Problêma, Xwe Dûr Bigirin

Di Kitêba Pîrozda derheqa şîretên Xwedê usa nivîsar e, wekî ew “kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda” (2 Tîmotêyo 3:16). Gelo ev rast e? Dîna xwe bidin, ku çawa serwaxtiya ji Kitêba Pîroz alî meriya kiriye xwe dûr bigirin ji problêmên giran, hê pêşiya wê yekê ku rastî wan bihata.

NERAST XEBITANDINA ÎÇKÊ

Zeyneb, derheqa kîjanî ku di gotara pêşinda hatibû gilîkirinê, texmîn kir ku ji bo xemgîniya xwe, ew destpêkir gelek îçkê vexwe. Hemikî Kitêba Pîroz sûcdar nake ku îçkê vexwin, lê ew dibêje: “Neçe nava vexwarîya” (Metelok 23:20). Nerast xebitandina îçkê dikare problêmên mezin bide sihet-qewatê, heleqetî tevî meriya dikare ziyan ke û xirab ke. Ji bo gelek îçkevexwarinê, her sal bi mîlyona meriv dimirin. Meriv dikaribûn ji gelek problêmên usa xwe xweykirana, hergê guh bidana şîreta Kitêba Pîroz.

Zeyneb hema usa jî kir. Ew dibêje: “Min fem kir, ku îçke nikare xemgîniya min bitemirîne û problêmên min safî ke. Min da xebatê giliyê ji Fîlîpî 4:6, 7, kîderê ku tê gotinê: ‘Bona tu tiştî xem nekin’ û bira derdê dilê we ‘Xwedêva eyan be’. Her şev çaxê fikirên nebaş û xemgînî ez zeft dikirim, min Yehowara dua dikir. Min hemû hestên xwe wîra vedikir, usa jî hêrsa xwe, êş û diltengiya xwe. Min wîra dua dikir, ku alî min bike hê baş xwe texmîn kim. Roja din sibetirê, min têderxist ku hestên vî cûreyî cem min îda tune bûn. Ez hînî duakirinê dibûm û ev yek alî min dikir dîna xwe bidime vê yekê, çi ku niha cem min heye, ne ku çi cem min tune. Min safî kir îda tu car îçkê venexwim. Ev edilaya ku min qazanç kiribû usa qîmet bû bona min, ku min nedixwest dîsa ev unda kim”.

BÊNAMÛSÎ

Bênamûsî gelek problêm pêşda tîne, mesele diltengî û bêbextî. Lê prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ji problêmên vî cûreyî xwe xilaz kin û ji sebebên ku ewan problêma pêşda tînin. Mesele flîrt û pornografya. Xortekî cahil bi navê Samûyêl dibêje: “Flîrt bona min bû tişteke tebyetî. Carna ez naxwazim evê yekê bikim, lê çaxê ez texmîn dikim ku yekê xweş têm, hingê hewas e bikevime flîrtê”. Samûyêl neheq kirin di vê yekêda, ku ev gelek cara dikete flîrtê, lê bi rastî hine dereceda ew ne jî dixwest usa bike. Axir Samûyêl nesekinî û îda eynatara dikete flîrtê. Ev bibû wîra xeyset, ji bo çi jî ew paşê dilteng dibû. Ew dibêje: “Ev tişteke ziyan e, çimkî xwehiziyê pêşda tîne”.

Samûyêl xwend gotara bona cahila, yê ku li ser malpera jw.org hatibû danînê. Û ew fikirî ser Metelok 20:11, kîderê ku tê gotinê: “Heta qencî yan xirabîya xeysetê zarê jî bi kirêd wî kifş dibin”. Çawa ev yek alî wî kir? Samûyêl fem kir, ku flîrta wî heram û nerast bû. Niha ew dibêje: “Min usa jî fem kir, wekî cahilên ku dikevne flîrtê, xeysetên nebaş nav xweda pêşda tînin, ji bo çi jî li axiriyê ewana di zewacêda jî dibine hevalparekî xirab. Min destpêkir bifikirim, ku çawa jina mine axiriyê, wê xwe texmîn ke, hergê bivîne ku ez tevî kulfetekî dikevme flîrtê. Min fem kir wekî ev xeyset dikare ziyanê bîne. Rast e hêsa ye bikevine flîrtê, lê ev nayê hesabê ku ev yek rast e”. Samûyêl hate guhastinê. Ev ji flîrtê xwe dûr girt û ev yek alî wî kir ji bênamûsiyê jî xwe xwey ke.

Halê Antonîo hê xirab bû û ev dikaribû hêsa biketa bênamûsiyê. Ew pornografiyayêva girêdayî bû. Rast e ew zewicî bû ser kulfetê, kîjanî ku pir hiz dikir, lê ewî têderxist, wekî dîsa û dîsa dikeve bin telika pornografiyayê. Ew got ku difikirî ser 1 Petrûs 5:8, çi ku bi rastî alî wî kir. Li vir nivîsar e: “Serwaxt bin, hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke”. Antonîo dibêje: “Eva dinya, der-dora me bi şikilên pornografiyayê tije ye, û ev şikil dikarin kûr bikevne hişê me. Ev rêz bi rastî jî alî min kir bifikirim derheqa kaniya wan cêribandina. Ez hîn bûm derbêra bikime bîra xwe, ku ew şikil ji Mîrê-cina ye. Niha ez zanim, wekî tenê Yehowa dikare alî min bike, ‘hestên xwe bigirim, û serwaxt bim’, seva ku bikaribim hişê xwe, dilê xwe û zewaca xwe kontrol bikim”. Antonîo, alîkariya lazim stand, û axiriyê ewî ev xeysetê xweye xirab terikand. Ev yek hemikî alî wî kir, ku ji problêmên giran jî xwe dûr bigire.

Zelal e, ku Kitêba Pîroz şîretê kêrhatî dide, çi ku dikare alî me bike ji problêmên giran xwe xilaz kin. Lê çi em dikarin bêjin derheqa problêmên ku îda kur rûniştine û kifş e ku qe ji wan îda xilaz nebin? Werên em binihêrin ku çawa Xebera Xwedê dikare alî me bike ev pirsên çetin safî kin.

Rêberiya kêrhatî ji Kitêba Pîroz, dikare alî me bike ji hine problêma xwe dûr bigirin