Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kitêba Pîroz û Axiriya Te

Kitêba Pîroz û Axiriya Te

BIDE BER ÇEVÊ XWE, ku tu şev, teriyêda rê diçî. Tu natirsî ku undabî, çimkî destê teda fener e. Çaxê tu evê fenerê berjêr dikî, zelal divînî tiştên der-dora xwe. Lê çaxê tu fener pêşiya xwe digirî, şewqa lûsê tera zelal dike riya ku pêşiya te ye.

Em dikarin bêjin, wekî Kitêba Pîroz jî wek fener e. Çawa me îda dît, Xebera Xwedê dikare alî me bike, ku bikaribin derbêra derbaz kin tiştên ku pêşiya me ne. Mesele problêmên her rojî, yên ku vê dinya terîda, rastî me tên. Lê Kitêba Pîroz hê zêde dike. Dêmek ev axiriyê mera zelal dike. Ew usa jî alî me dike bivînin riya ku dibe berbi bextewariya herheyî û lezetê (Zebûr 119:105). Çi cûreyî?

Werên em şêwir kin du dereca, kîderê ku Kitêba Pîroz hêviya kêrhatî dide bona axiriyê: 1 Ev alî me dike nêta jîyînê bivînin, û 2 me hîn dike, ku çawa dostiya herheyî tevî Efirandarê xwe çêkin.

1 NÊTA JÎYÎNÊ

Kitêba Pîroz şîretên lazim dide, ku em bikaribin problêmên xweda teyax kin. Ev kitêb hê zêde dike. Dewsa ku me hêlan ke tenê dîna xwe bidine problêm û xemgîniya xwe, ew kitêb me hîn dike, ku bona merivên din xem bikin. Tenê wî çaxî nêta jîyîna me bi rastî wê hebe.

Hela dîna xwe bide vê prînsîpa ji Kitêba Pîroz: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Dikarî bikî bîra xwe ew wede, çaxê tu aliyê matêrîalîda alî merivê desteng kir? Yan dibe ku, te bi dil guh da hevalê xwe, çaxê ew dilê xwe tera vedikir? Yan dikarî bikî bîra xwe şabûna ku te stand, çaxê alî kesek kir şabûna xwe unda neke?

Em bi rastî jî şabûneke mezin distînin, çaxê tiştekî didine kesek û dewsê hîviyê ninin, ku ew mera tiştek bikin. Nivîskarek got: “Bi rastî çaxê tu xwe didî ku tiştekî seva kesekî bikî, dewsê ji vê hê zêde distînî; bi dayînê tu hîviyê nînî xelatê bistînî”. Belê çaxê em alîkariyê didine kesekî, xût wan meriyara mecala kîjana ku tune ye dewsê tiştek bona te bikin, hingê em xelateke baş distînin. Usa em raste-rast tevî Efirandar hevkariyê dikin. Û Xwedê ser kirên meye qenc dinihêre ça ser deyna, ku em wîra vedigerînin (Metelok 19:17). Ew gelek qîmet dike çaxê em alîkariyê didine belengaza û şkestiya. Ew soz dide me xelat ke bi jîyîna herheyî li ser erdê cinetê. Ev bi rastî jî hêviya pir baş e bona axiriyê! (Zebûr 37:29; Lûqa 14:12-14). *

Xêncî wê yekê, Kitêba Pîroz dibêje, ku em dikarin nêta jîyînê bivînin, hergê Xwedayê rast, dêmek Yehowa bihebînin. Xebera wî me hêlan dike pesna, rûmetê bidine wî, û gura wîda bin (Waîz 12:13; Eyantî 4:11). Çaxê em usa dikin, em tişteke baş qezanç dikin: Dêmek qebûlkirina Efirandar. Ew mera dibêje: “Serwaxt be û dilê min şa ke” (Metelok 27:11, DT). Hela bifikirin, çaxê em bi serwaxtiyê, li ser hîmê Kitêba Pîroz tiştekî safî dikin, usa em dilê Bavê xweyî ezmana şa dikin. Çima? Çimkî ew bona me xem dike û dixwaze ku em ji rêberiya wî karê bistînin (Îşaya 48:17, 18). Bi rastî jî nêteke çiqas baş dikare cem me hebe, ku bihebînin Efirandarê gerdûnê û bijîn usa, ku wî xweş bên.

2 DOSTIYA TEVÎ EFIRANDARÊ ME

Kitêba Pîroz usa jî me hîn dike, wekî dostiya xwe tevî Efirandar çêkin. Nivîsarê Pîroz dibêje: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8). Carna dibe ku em dudilî dibin û difikirin wekî emê nikaribin bibine dostê Efirandarê Himzor. Lê Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, ku hergê Xwedê “bigerin”, emê wî “bibînin”, çimkî “Xwedê ji me her kesî ne dûr e” (Karên Şandiya 17:27). Çawa tê kifşê, Kitêba Pîroz me hêlan dike bibine dostên Xwedê, û ev axiriya pir baş mera vedike. Gelo çi cûreyî?

Werên kûr bifikirin: Çi jî em bikin, tu kes ji me nikare ji dijminê gelek xof xwe xilaz ke. Ev dijmin mirin e (1 Korintî 15:26). Destpêk û xilaziya Xwedê tune. Ew Xwedayê herheyî ye û dixwaze, ku dostên wî jî herheyî bijîn. Bi giliyên bedew Kitêba Pîroz nêta Yehowa hindava însanetêda usa eyan dike: “Dilê we bira bijî heta-hetayê” (Zebûr 22:26).

Lê çawa tu dikarî hevaltiya herheyî tevî Xwedê qezanç kî? Berdewam ke derheqa Wî pêbihese ji rûpêlên Kitêba Pîroz (Yûhenna 17:3; 2 Tîmotêyo 3:16). Alîkariya wî bigere, ku bikaribî Nivîsarên Pîroz fem bikî. Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, ku hergê em bi dil û can “hîvî ji Xwedê” bikin, ku serwaxtiyê bide me, ewê eseyî bide * (Aqûb 1:5). Paşê jî bixebite ku bidî xebatê tiştên ku hîn dibî. Bira Xebera Xwedê mera bibe “çira” bona gavên me û “ronaya” riya me, çawa îro usa jî heta-hetayê (Zebûr 119:105).

^ abz. 8 Bona hê zêde elametî derheqa jîyîna herheyî di Cinetêda, binihêrin kitêba “Çi Dikare Kitêba Pîroz Me Hîn ke?” serê 3, yê ku Şedên Yehowa neşir kirine.

^ abz. 13 Şedên Yehowa meriya teglîf dikin ku bepere tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin û alî wan bikin Nivîsarên Pîroz rind fem bikin. Seva ku hê zêde derheqa hînbûnê pêbihesî, ji kerema xwe li ser www.pr418.com binihêre vîdêo “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?” (Binihêre NEŞIRKIRIN > VÎDÊO)

Destpêbûn û xilaziya Xwedê tune, û ew dixwaze wekî dostên wî herheyî bijîn