Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Astrolojî û Koçektî bi Rastî Axiriyê Eyan Dikin?

Astrolojî û Koçektî bi Rastî Axiriyê Eyan Dikin?

ASTROLOJÎ

Astrolojî yanê stêrnasî, ev heye cûrekî koçektiyê, hîmê kîjanî ye stêrk, hîv û gerdûn, yên ku yançi hukum dikin ser jîyîna meriya. Stêrnas dibêjin ku çaxê kesek tê bûyînê, hingê cîwarbûna qalibên ezmanî, hukum dibe ser vê yekê, wekî ew meriv û axiriya wî, wê çi cûreyî be.

Bi rastî, koka stêrnasiyê ji Babîlona kevin e, û heta niha ev gelek belabûyî ye. Li gora lêkolînê di sala 2012-da li Dewletên Yekbûyî hate kifşê, wekî nêzîkî 33% meriv difikirîn ku stêrnasî “cûrê zandariyê ye”, û 10% jî gotine ku ew “pêda bi zandariyê ye”. Lê gelo ev rastî usa ne? Na. Jêrê tê şirovekirinê.

  • Gerdûna û stêrk nikarin li ser meriya hukum bin.

  • Gelek car koçektiya stêrnasa konkrêt nîne û giliyên wan derheqa gelek meriya yek e.

  • Îro hesabên stêrnasa li ser hîmê baweriya kevin in, dêmek ku gerdûn dora erdê dizvirin. Lê bi rastî gerdûn dora tevê dizvirin.

  • Pêşgotina çend stêrnasa, derheqa merivekî jî dikare hev negire.

  • Stêrnasî dibêje wekî 12 nîşanên çerxa felekê hene (nîşanên Zodyakê). Ji wan nîşana, yek para merivekî dikeve anegorî roja bûyîna wî. Nava qirnada erd ji ciyê xwe leqiya ye, lema jî nîşanên çerxa felekê tevî komsterê hev nagirin, çaxê tev der-dora wî derbaz dibe. Stêrnas dibêjin, ku xeysetê meriva dikarin tê derxin, bi saya nîşanên çerxa felekê.

Bi rastî merivên ku rojekîda hatine bûyînê, ewana rengê hevda nînin û xeysetên wan jî hev cude dibe; dêmek roja bûyîna meriva tu tiştî eyan nake derheqa xeysetê wî. Seva ku stêrnas bivînin bi rastî meriv yekî ça ne, ewana destpêdikin şêwir kin derheqa xeyset û rabûn-rûniştandina wî merivî, wekî têderxin ev meriv yekî ça ne. Ev yek dide kifşê, wekî stêrnas cudebûnê dikine nava meriva.

KOÇEKTÎ

Destpêbûyî ji wedê berê, meriv diçine bal koçeka. Hinek seva ku pêbihesin mena tiştekî, navdilê heyîvana û meriya dinihêrin, yan jî dîna xwe didin hela çi cûreyî dîk nikilê xwe genim dixe. Hinek jî pêşdagotinên xwe hîmlî dikirin ser belgên çayê û libên kahvê. Îro jî ewana didine xebatê karta, topên sêrbaziyê, hestiya û tiştên din, seva ku yan çi “bixûnin” axiriya mêriv. Gelo koçektî bi rastî dikare axiriya me eyan ke? Na. Ka em şêwir kin.

Hela em dîna xwe bidine pirsa hevgirêdanê. Gelek car mêtodên koçeka jî miqabilî hev dertên. Hingê jî çaxê mêtoda wan yek e, pêşdagotina wan jî cude ye. Mesele, hergê merivek pirsekê dide du koçeka, ku ewana bi saya karta axiriya wî “bixûnin”, bi logîkî ye ku caba wan gerekê mîna hev be. Lê gelek cara usa nîne.

Mêtod û nêtên koçeka dikevin ber şikê. Merivên krîtîk dibêjin ku kart û topên sêrbaziyê, ew tenê tiştên bona bedewbûnê ne. Sêrbaz zûr dibin, rind dîna xwe didine mêriv û paşê li gora rêaksiya wan, tiştekî wanara dibêjin. Û bi rastî tiştên sêrbaziyê, tu rolî nalîzin. Besa xeberê, sêrbazê cêribandî, wê pirs bide û paşê jî rind guhê xwe bidê hela meriv çi dibêje û çaxê ji devê mêriv gilîk nişkeva dertê, sêrbaz evê yekê dide xebatê ça kilît, ku derheqa wî merivî tiştekî eyan ke. Paşê sêrbaz pera hildide bona wê elametiyê, ku ewî yançi eyan kiriye. Lê bi rastî meriv xwexa haşpê tune bû, çawa devê wîra hine gilî derketin û ev elametî ewî xwexa sêrbazra eyan kir. Çaxê sêrbaz dilê meriya dikirin û divînin, ku meriv wan bawer dikin hingê ewana hê zêde pera ji wana dewa dikin.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE

Stêrnasî û koçektî eyan dikin, ku yan çi axiriya me îda pêşda zelal e. Gelo ev rastî usa ne? Kitêba Pîroz dibêje, ku azaya bijartina meriya heye xwexa bijbêrin çi bawer bikin û çi bikin. Çimkî bijartina meva axiriya me girêdayî ye (Yêşû 24:15).

Xizmetkarên Xwedê dîsa bona menîkê, stêrnasiyê û koçektiyê înkar dikin, dêmek wekî Xwedê hemû cûre sêrbaziyê sûcdar dike. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Bira nava teda yê usa tune be, yê ku kur yan qîza xwe nava êgirra derbaz dike, ne koçek, ne sêrbaz, ne remildar, ne jî pîresêr, ne nifirkir, ne yê ku gazî ruha dike, ne xweyîhunir, ne jî yê ku gazî mirîya dike. Çimkî li ber çevê Xudan yê ku vê yekê dike kirêt e û bona van kirêtîya Xudan Xwedêyê te [Yehowa a, DT] ji ber te berî wan mileta dide” (Qanûna Ducarî 18:10-12 PKM).

a Ew heye navê “yê Hêrî Jorin” (Zebûr 83:18).