Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Dikarî Ser Erdê Heta-Hetayê Bijîyî

Tu Dikarî Ser Erdê Heta-Hetayê Bijîyî

AXIRYA ÇIQAS BAŞ E! Efirandarê me soz daye, ku jîyîna heta-hetayê bide me, wekî em li vir ser erdê bijîn. Gelekara çetin e evê yekê bawer bikin. Ewana dibêjin: “Wede tê çaxê her meriv dimire. Jîyîn û mirin ev heye para tebyetî ya jîyîna me”. Hinek jî dibêjin, ku meriv dikarin heta-hetayê bijîn, lê ne ser erdê. Li gora giliyê wan, meriv dikare bigihîje jîyîna heta-hetayê paşî mirinê, gava here li ser ezmên. Lê hûnê çi bêjin?

Pêşiya ku caba vê pirsê bidin, em dikarin şêwir kin wekî Kitêba Pîroz çi cabê dide ser wan sê pirsa: Ew ku çi cûreyî bende hatiye efirandinê, çawa dide kifşê ku meriv çiqas gerekê bijîta? Qirara Xwedêye ewlin bona erdê û însanetê çi bû? Çawa mirin derbazî însanetê bûye?

FERESETÊN MEXSÛS

Ji hemû efirînên Xwedêye ser erdê, meriv bi rastî jî gelek mexsûs in. Çi cûreyî? Kitêba Pîroz dibêje ku meriv “dilqê” Xwedêda hatine efirandinê (Destpêbûn 1:26, 27, PKM). Ew çi tê hesabê? Ew tê hessabê ku meriyara xeyîsetên usa hatibûn dayînê, kîjan ku cem Xwedê hene. Mesele hizkirin û heqî.

Xêncî wê yekê meriyara hatibû dayînê feresetên usa, ku bikaribin bifikirin û şêwir kin, bizanibin çi ye rast û çi ye xirabî, û xwestina xwe jî pêk bîne, seva ku derheqa Xwedê hê zêde pêbihese. Lema jî em qîmet dikin bedewiya gerdûnê û efirîna, usa jî neqişkirina bedew, mûzîkê û helbesta. Xêncî wê yekê, meriv hizret e heleqetiya xwe tevî Efirandar çêke. Hestên usa, meriya cude dike ji efirînên dine ser erdê.

Hela bifikirin: Hergê Xwedê bende efirand, ku jîyîna wan dirêj nekişîne, lê çima Ew feresetên usa dayê me, kîjana ku em dikarin daha baş kin û hê mezin kin? Bi rastî Xwedê ew fereset û xeyset daye meriva, ku ewana bikaribin heta-hetayê ser erdê ji wana lezetê bistînin.

QIRARA XWEDÊYE ESLÎ

Hinek dibêjin ku Xwedê qirar nekiribû, wekî meriv heta-hetayê bijîn. Ewana dibêjin ku erd mîna maleke wedelû bona me hatiye efirandinê û ev wek cêribandin e, ku bivînin, hela kîjan meriv hêjane herine ezmên û tevî Xwedê herheyî bijîn. Lê hergê ev yek usa bûya dêmek dertê wekî Xwedê cabdar e bona hemû zulmiyê û xirabiyê, ku ser erdê tije bûye. Lê bi rastî ev yek ne usa ne, çimkî Kitêba Pîroz derheqa Xwedê dibêje: “Hemû rîyêd wî heqî ne. Xudan amin e, neheqî cem wî tuneye, ew heq e û li ser heqîyê ye” (Qanûna Ducarî 32:4, PKM).

Kitêba Pîroz zelal dike qirara Xwedêye eslî bona erdê. Ew dibeje: “Ezman ezmanêd Xudan in, lê erd Wî da merivayê” (Zebûr 115:16). Belê, Xwedê erd efirand ku ew bibe maleke bedew û herheyî bona însanetê. Ewî usa jî erd tije kir bi wan hemû tişta, çida ku em hewce ne wekî bi jîyîneke heta-hetayê bijîn, şa bin û lezetê bivinin (Destpêbûn 2:8, 9).

“Ezman ezmanêd Xudan in, lê erd Wî da merivayê” (Zebûr 115:16).

Kitêba Pîroz derheqa qirara Xwedê, ya bona însanetê jî zelal dike. Ewî temî dabû Adem û Hêvayê: “Erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser mesîyêd berê teyredêd ezmên û hemû heywanêd li ser erdêye ku dihejin bikin” (Destpêbûn 1:28, PKM). Qedirekî çiqas mezin bû bona wan, ku ewana gerekê miqatî erdê bûna û temamiya erdê bikirana cinet! Bi rastî jî hêviya çiqas baş pêşya Adem, Hêvayê û zoretên wan bû. Dêmek ewana gerekê li ser erdê heta-hetayê bijîtana, ne ku li ser ezmên.

ÇIMA EM DIMIRIN?

Lê çima em dimirin? Kitêba Pîroz dibêje, ku efrînekî Xwedê yê ruhanî miqabilî Xwedê derket û bû Şeytan Mîrê-cina. Ewî xwest miqabilî qirara Xwedê derê. Le çi cûreyî?

Şeytan, Adem û Hêva hêlan kirin, ku ewana tevî wî bibine yek û miqabilî Xwedê derên. Û çaxê ewî got ku Xwedê tiştekî baş ji wana vedişêre, dêmek têderxin çi ye rast û çi ye xirab, hingê wana aliyê Şeytan girt û pişta xwe dane Xwedê. Evê yekê çi pey xwe anî? Wede şûnda çawa ku Xwedê wanara pêşda gotibû, ewana mirin. Wana unda kir hêviya baş, ku di Cinetêda heta-hetayê bijîn (Destpêbûn 2:17; 3:1-6; 5:5).

Miqabilîbûna Adem û Hêvayê li ser temamiya însanetê hukum kiriye heta roja îroyîn. Xebera Xwedê dibêje: “Çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû” (Romayî 5:12). Dêmek em dimirin, çimkî ji dê-bavê meyî pêşin, gune û mirin derbazî ser me bûye, ne ku ji bo qirara Xwedê.

TU DIKARÎ SER ERDÊ HETA-HETAYÊ BIJÎYÎ

Miqabilîbûna di baxçê Adenêda, qirara Xwedê ya bona erdê û însanetê netemirand. Hizkirin û heqiya Xwedê, ew hêlan kirin mecalekê çêke, ku me ji dîltiya gune û mirinê aza ke. Pawlosê şandî evê yekê usa şirowedikê: “Çimkî maşê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa” (Romayî 6:23). Ji hizkirinê, Xwedê “kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Îsa bi hazirbûn jîyîna xwe bona me kire qurban û bi wê yekê, ewî vegerand hemû tiştên ku Adem unda kiribû. a

Zûtirekê, wê sozên Xwedê derheqa erdê cinetê bêne sêrî. Tu dikarî ev axiriya baş qazanç kî, hergê guh bidî giliyê Îsa: “Derê tengra bikevine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew riya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin; Lê gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê û hindik in ewêd ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:13, 14). Belê, axiriya te bijartina teva girêdayî ye. Lê tuyê çi bijbêrî?

a Seva hê zêde pêbihesin, ku bi saya kirînê em çi distînin, binihêrin serê 27 ji kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine û ya ku li ser www.pr418.com heye.