Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedê wê Zûtirekê Hemû Kul-Derda Bide Hildanê

Xwedê wê Zûtirekê Hemû Kul-Derda Bide Hildanê

“Ya XUDAN, heta çi wextî ezê bangî te bikim û tuyê guh nede min? Ez . . . diqêrim û tu xelas nakî!” (Hebaqûq 1:2, 3). Ev giliyê Hebaqûq pêxember in, merivekî qenc yê ku Xwedêra xizmet dikir. Gelo giliyê wî didine kifşê, ku baweriya wî kêm bû? Hemikî na. Xwedê Hebaqûq da bawerkirinê, ku wedê kifşikirîda Ewê hemû kul-derda bide hildanê (Hebaqûq 2:2, 3).

Çaxê tu yan kesek ji merivê teyî nêzîk diçerçire, hêsa ye bifikirî ku Xwedê egle dibe, û ku ewî îda gerekê çarek bikira. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Xudan sozê xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9).

XWEDÊ WÊ ÇI ÇAX KUL-DERDA BIDE HILDANÊ?

Ew wede îda ber şêmîkê ye! Îsa got ku nisilek wê bi çevê xwe bivînin ew halê dinyayê, kîjan ku wê bibe wek nîşana “axiriya vê dinyayê” (Metta 24:3-42). Ew pêxembertiya Îsa ku rojên meda tê sêrî, dide kifşê wekî Xwedê zûtirekê îda wê destpêke halê dinyayê rast ke.  a

Gelo lê çi cûreyî Xwedê wê hemû kul-derda bide hildanê? Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî qewata Xwedê da kifşê, ku wê bar û derd-kulê meriva sivik ke. Werên em hine mesela şêwir kin.

Xezeb: Çaxê Îsa û şagirtên wî Gula Celîlêra diçûn, firtona qayîm rabû û qeyîka wan hindik mabû nuqî avê bûya. Lê Îsa nîşan kir, ku ça ew û Bavê wî dikarin tebiyetê kontrol kin (Kolosî 1:15, 16). Îsa got: “Bisekine, ker be!” Û çi bû paşê? “Firtonê danî û hemû tişt seqirîn” (Marqos 4:35-39).

Nexwaşî: Geleka zanibû wekî Îsa dikare kora û yên seqet qenc ke, usa jî nexwaşiya êpîlêpsîya, kotîbûn, û cûre-cûre nexwaşiyên din. Ewî “hemû nexweş qenc kirin” (Metta 4:23, 24; 8:16; 11:2-5).

Birçîbûn: Îsa ew qewata ku Bavê wî wîra dabû, dida xebatê seva ku xwarin tije be. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî wedê xizmetiya xwe, Îsa du cara bi hezara meriv têr kir (Metta 14:14-21; 15:32-38).

Mirin: Mesela Îsa, ku ewî sê meriv ji mirinê rakir, dide kifşê ku qewata Yehowa digihîjê ku mirinê bide hildanê. Yek ji wan meriya, çar roja mirîbû (Marqos 5:35-42; Lûqa 7:11-16; Yûhenna 11:3-44).

a Bona hê zêde elametî derheqa rojên axiriyê, binihêrin kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” dersa 32, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine û kîjanî ku hûn dikarin bêpere ji malpera www.pr418.com xwera bidine kişandinê.