Here Naverokê

Here naverokê

Bawerî û Îtaeta Nûh, Danîêl û Eyûb ji Xwe re Bike Nimûne

Bawerî û Îtaeta Nûh, Danîêl û Eyûb ji Xwe re Bike Nimûne

“Nûh, Danîêl û Eyûb ... bi rastiya xwe dê tenê canên xwe xelas bikin” (HÊZ. 14:14).

KILAM: 89, 119

1, 2. (a) Serpêhatiyên Nûh, Danîêl û Eyûb çima dikarin cesaretê bidin me? (b) Gava Hêzekîêl 14:14 hat nivîsandin, halê milet çawa bû?

CARINAN, nexweşî, problemên ekonomîk, zilm an derdên din dikarin me aciz bikin. Eger wisa be, ji bo ku em dîsa jî ji xizmeta Yehowa kêfê bistînin, serpêhatiyên Nûh, Danîêl û Eyûb dikarin cesaretê bidin me. Ew jî wek me qisûrdar bûn, û wek me, wan jî gelek zehmet û cefa dikişandin. Ew car caran li ber mirinê jî diman. Dîsa jî, ew her tim li ber Xwedê dilsoz diman û ji me re bûn nimûneyên bawerî û îtaetê (Hêzekîêl 14:12-14 bixwîne).

2 Hêzekîêl ayeta ku li têmayê derbas dibe li sala 612an a B.M. li Babîlê nivîsand, pênc sal berî ku Orşelîma pûtperest li sala 607an a B.M. wêran bû * (Hêz. 1:1; 8:1). Li wê demê, kesên ku wek Nûh, Danîêl û Eyûb dilsoz bûn û nîşana xelasbûnê stand, kêm bûn (Hêz. 9:1-5). Mesela, Yêremya, Barûk, Ebed-Melek û mala Rekabiyan wisa bûn.

3. Li vê meqaleyê, emê li ser çi bişêwirin?

3 Îro jî, gava dawiya vê dinyaya xerab bê, tenê kesên ku li ber Yehowa bêleke ne – wekî Nûh, Danîêl û Eyûb – wê nîşana xelasbûnê bistînin (Pey. 7:9, 14). Bila em şêwir bikin ku Yehowa ew çima wek kesên rast nîşan kirine û cewabên van pirsan bistînin: (1) Ew di kîjan tengahiyan de man? (2) Em çawa dikarin bawerî û îtaeta wan ji xwe re bikin nimûne?

ÎTAET Û BAWERIYA NÛH

4, 5. Nûh li kîjan tengahiyan rast hat? Halê wî ji kîjan aliyî ve ji halê me zortir bû?

4 Tengahiyên Nûh. Li zemanê Henox, ku bapîrê Nûh bû, mirov gelek bêbawer bûn, û “gunehkarên nepak li hember XUDAN peyvên” nebaş digotin (Chd. 14, 15). Zilm û zorî her ku diçû zêde dibû. Li zemanê Nûh, “rûyê erdê xera bûbû û bi zordestiyê ve tijî bûbû.” Hin melekan bedenên beşerî girtibûn, bi pîrekan zewicîbûn û zarokên melez û zordar anîbûn dinyayê (1. Mû. 6:2-4, 11, 12). Lê belê Nûh ne wek wan bû. “Nûh, di çavên XUDAN de dilovaniyê dît. ... Û di nava hemdemên xwe de, kesek bê qisûr bû. Di rêya Xwedê de dimeşiya” (1. Mû. 6:8, 9).

5 Ayet der heqê mirovê rast Nûh de çi dibêje? Berî tofanê, ew ne tenê 70-80 sal – yanî ne tenê bi qasî emrê gelek mirovên îroyîn – lê nêzikî 600 salî li nav mirovên xerab heyata xwe berdewam kir! (1. Mû. 7:11). Wekî din, îro em ji xwişk û birayên xwe qewetê distînin, lê belê Nûh ji tu kesî desteka ruhî nedistend – ne ji derdora xwe ne jî ji xwişk û birayên xwe. *

6. Nûh cesareta xwe çawa eyan kir?

6 Nûh hem mirovekî baş hem jî “peyvbêjê rastdariyê bû”, û wî baweriya xwe bi Yehowa aşkera dikir (2. Ptr. 2:5). Pawlosê şandî der heqê wî de wisa got: “Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist” (Îbr. 11:7). Dibe ku xelk qerfên xwe bi Nûh dikir, zilm lê dikir û lê tehdîd dikir. Lê belê ew ‘ji mirovan neditirsiya’ (Mtl. 29:25). Li şûna vê, Nûh bû xwediyê cesaretê, ya ku Yehowa dide xulamên xwe yên dilsoz.

7. Gava Nûh gemî çêkir, ew rastî kîjan tengahiyan hat?

7 Piştî ku Nûh zêdetirî 500 salî di riya Xwedê de meşiyabû, Yehowa ji wî xwest ku ew gemiyekê çêke ji bo ku mirov û heywan têkevin û sax bimînin (1. Mû. 5:32; 6:14). Ev îş çi qas zor bû! Çêkirina gemiyê ne hêsan bû. Bi ser de, dibe ku xelk seba vî îşî qerf û zilmên xwe bêtir lê kirin. Dîsa jî Nûh biîtaet û bi bawerî hereket dikir. “Nûh li gor hemû tiştê ku Xwedê jê re emir kiribû, ûsa kir” (1. Mû. 6:22).

8. Nûh çawa baweriya xwe bi Yehowa eyan dikir?

8 Wekî din, lazim bû ku Nûh li malbata xwe jî binêre. Berî Tofanê, mirovan pir zehmet dikişand ji bo ku zikê xwe têr bikin, û halê Nûh jî wisa bû (1. Mû. 5:28, 29). Dîsa jî, Nûh jiyana xwe ne li ser tiştên madî, lê belê li gor daxwaza Xwedê ava kir. Her çi qas çêkirina gemiyê 40-50 salî dewam kir jî, wî her daîm tiştên ruhî danîn cihê pêşîn. Piştî Tofanê jî, wî 350 salî wisa berdewam kir (1. Mû. 9:28). Ji aliyê bawerî û îtaetê ve çi emsaleke baş!

9, 10. (a) Em çawa dikarin îtaet û baweriya Nûh ji xwe re bikin nimûne? (b) Xwedê li yên ku li rastiya wî digerin, çawa dinêre?

9 Em çawa dikarin îtaet û baweriya Nûh ji xwe re bikin nimûne? Ji bo vê, gerek em li rastiya Xwedê bigerin, ne aîdî vê dinyaya xerab bin û menfaetên Padîşahiya Xwedê deynin cihê pêşîn (Met. 6:33; Yûh. 15:19). Dinya helbet riya ku em tê de dimeşin, qebûl nake. Mesela, ji ber ku em li warê zewac û munasebetên cinsî li gor qanûnên Xwedê hereket dikin, li medyaya hin welatan der heqê me de tiştên nebaş tên gotin (Maleyaxî 3:17, 18 bixwîne). Dîsa jî, wek Nûh, em jî ne ji însanan, lê belê ji Yehowa ditirsin. Em dizanin ku tenê Yehowa dikare jiyana bêdawî bide me (Lûqa 12:4, 5).

10 Ji xwe wisa bipirse: “Eger mirov qerfên xwe bi min bikin an jî bi peyvên xwe zorê li min bidin, gelo ezê dîsa jî ‘di riya Xwedê de bimeşim’? Eger problemên madî bên meydanê, gelo baweriya min heye ku Xwedê wê alî min bike?” Eger tu îtaet û baweriya Nûh ji xwe re bikî nimûne, tu dikarî bawer bî ku Yehowa wê li te binêre (Flp. 4:6, 7).

ÎTAET Û BAWERIYA DANÎÊL

11. Danîêl û sê hevalên wî li kîjan tengahiyên mezin rast hatin? (Li resmê ewilî binêre.)

11 Tengahiyên Danîêl. Danîêl li Babîlê sirgûn bû, bajarekî ku bi pûtperestî, sêrbazî û cindariyê ve tije bû. Bi ser de, xelkê Babîlê mirovên Cihû biçûk didîtin û qerfên xwe bi Xwedayê wan dikirin (Zeb. 137:1, 3). Cihûyên dilsoz bêguman wek Danîêl seba van tiştan pir aciz dibûn. Ji xeynî vê, çavê gelek mirovan li ser Danîêl û hevalên wî Hananya, Mîşaêl û Azarya bû, çimkî ewê bibûna memûrên padîşahe Babîlê. Xwarin jî problemeke mezin bû, çimkî hin xwarinên Babîlê li gor qanûna Yehowa mirdar bûn. “Lê belê Danîêl xist dilê xwe ku, bona bi xwarinên qiral ... xwe mindar neke” (Dan. 1:5-8, 14-17).

12. (a) Danîêl kîjan wesfên baş eyan dikirin? (b) Yehowa der heqê wî de çi difikirî?

12 Danîêl li tengahiyeke din jî rast hat ku ji derve bi hêsanî xuya nedibû. Bi saya hunerên wî yên mezin, Danîêl wê îmtiyazeke xusûsî bistenda (Dan. 1:19, 20). Lê belê ew qure nebû û nefikirî ku fikrê wî tim û tim rast e. Danîêl her daîm dilnizm bû, hedê xwe dizanibû û hurmet dida Yehowa (Dan. 2:30). Gava Danîêl ciwan bû, Yehowa ew wek Nûh û Eyûb wek kesekî rast nîşan da. Gelo îtimada Yehowa bi Danîêl re vala derket? Na! Danîêl di hemû emrê xwe de bibawerî û biîtaet bû. Gava Danîêl nêzikî 100 salî bû, melekek ji wî re got: “Ya Danîêl, zilamê ku zehf jê hatiye hezkirin!” (Dan. 10:11).

13. Dibe ku sirgûnkiriyan ji mertebeya Danîêl çawa feyde didît?

13 Bi kerema Xwedê, Danîêl hem li padîşahiya Babîlê hem jî li padîşahiya Med û Farisan mertebeyeke bilind stend (Dan. 1:21; 6:1, 2). Dibe ku Yehowa wisa mudaxile kir ku Danîêl ji xelkê xwe re bifeyde bibe, wekî ku Ûsiv li Misrê û Ester û Mordekay jî li welatê Farisan ji bo xelkê xwe bifeyde bûn * (Dan. 2:48). Wexta ku Hêzekîêl û sirgûnkiriyên din didît ku Yehowa çawa alîkariya xizmetkarên xwe dikir, dilê wan bêguman pir rihet dibû!

Yehowa qîmetê dide kesên ku her tim dilsoz in (Li paragrafên 14 û 15an binêre)

14, 15. (a) Zemanê me çawa wek zemanê Danîêl e? (b) Dê û bavên îroyîn dikarin ji dê û bavê Danîêl çi bielimin?

14 Em çawa dikarin îtaet û baweriya Danîêl ji xwe re bikin nimûne? Îro dinya bi bêexlaqî û bi dînê sexte ve tije ye. Kitêba Pîroz dînê sexte wek “Babîla mezin” bi nav dike û dibêje ku ew “nivana hemû ruhên nepak” e (Pey. 18:2). Loma em jî wek kesên xerîb xuya dikin, û carinan jî însanên li derdora me me biçûk dibînin (Mar. 13:13). Wek Danîêl, bila em jî xwe nêzikî Xwedê bikin. Eger em dilnizm û biîtaet bin, emê jî li ber çavê Xwedê biqîmet bin (Hag. 2:7).

15 Dê û bavên îroyîn dikarin ji dê û bavê Danîêl çi bielimin? Her çi qas di zaroktiya Danîêl de li welatê Cihûdayê xerabî pir bû jî, Danîêl bi hezkirina Xwedê mezin bûbû. Helbet ev ne tesadûf bû. Danîêl bêguman ji aliyê dê û bavê xwe ve di hezkirina Xwedê de hatibû perwerde kirin (Mtl. 22:6). Maneya navê Danîêl, “Xwedê hakimê min e”. Ev jî nîşan dide ku dê û bavê Danîêl ji Xwedê ditirsiyan. Dê û bavno, bi sebir zarokên xwe terbiye bikin (Ef. 6:4). Hem tevî wan hem jî ji bo wan dua bikin. Eger hûn rastiya Kitêba Pîroz têxin dilê zarokên xwe, hûnê gelek nîmetan ji Yehowa bistinin (Zeb. 37:5).

ÎTAET Û BAWERIYA EYÛB

16, 17. Dilsoziya Eyûb çawa hat ceribandin?

16 Tengahiyên Eyûb. Halê Eyûb carinan pir baş, carinan jî pir xerab dibû. Berî ku ew hat ceribandin, “ji hemûya lawên Rojhilatê, ev zilam yê herî mezin bû” (Eyûb 1:3). Eyûb pir dewletî, meşhûr û biîtibar bû (Eyûb 29:7-16). Dîsa jî wî xwe mezin nedidît û tu caran negot ku “Ez ne muhtacî Xwedê me”. Yehowa ji bo vî xizmetkarê xwe wisa got: “Zilamê rast û kamil; ji Xwedê ditirse û ji xerabiyê ve vedikêşe” (Eyûb 1:8).

17 Lê belê, halê Eyûb ji nişka ve tevlihev bû. Ew ket halê feqîr û bêçare. Em dizanin ku sebeba van felaketan Îblîs bû, yê ku bi derewan digot ku Eyûb tenê ji bo menfeata xwe ji Yehowa re îbadetê dike (Eyûb 1:9, 10 bixwîne). Yehowa ev îdîaya xerab ji nedîtî ve nehat. Li şûna vê, Yehowa fersend da Eyûb ku ew baweriya xwe eyan bike û îsbat bike ku ew îbadeta xwe ji dilekî pak û bêmenfaet tîne cih.

18. (a) Tu der heqê dilsoziya Eyûb de çi difikirî? (b) Munasebeta di nav Yehowa û Eyûb de der heqê Yehowa de çi eyan dike?

18 Îblîs dîsa û dîsa êrîşî Eyûb kir û bû sebeb ku Eyûb bifikire ku felaket ji aliyê Xwedê ve hatiye serê wî (Eyûb 1:13-21). Paşê, sê “hevalên” Eyûb hatin ba wî û ew bi peyvên nebaş sûcdar derxist, wekî ku çi hatiye serê Eyûb heqê wî ye! (Eyûb 2:11; 22:1, 5-10). Dîsa jî, Eyûb dilsoz ma. Rast e, Eyûb hin tiştên bêaqil got, lê belê Yehowa dizanibû ku ew di çi halî de ye (Eyûb 6:1-3). Xwedê dît ku Eyûb her çi qas di bin destê Îblîs de tar û mar bûye jî, Eyûb qet dev ji dilsoziya xwe berneda. Piştî ku ceribandina Eyûb xelas bû, Xwedê hemû tiştên windabûyî bi du qatan lê vegerandin. Piştî van tiştan, emrê Eyûb 140 sal berdewam kir (Aqûb 5:11). Eyûb di vê demê de jî bi hemû dilê xwe ji Yehowa re xizmet dikir. Em vêya ji ku dizanin? Wexta ku gotinên ayeta temayê hatin nivîsandin, Eyûb jixwe bi sedsalan miribû û dilsoziya xwe rind îsbat kiribû.

19, 20. (a) Em çawa dikarin îtaet û baweriya Eyûb ji xwe re bikin nimûne? (b) Em çawa dikarin dilovaniya Yehowa ji xwe re bikin nimûne?

19 Em çawa dikarin îtaet û baweriya Eyûb ji xwe re bikin nimûne? Halê me çi be jî, gerek em her tim ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin Yehowa. Bila em bi dil û can xwe bispêrin wî û bi dil û can guhdariya wî bikin. Bi eslê xwe, pir sebeb hene ku em vê yekê bikin! Eyûb der heqê Îblîs de pir tişt nedizanibû, lê em Îblîs û taktîkên wî rind nas dikin (2. Kor. 2:11). Bîlhesa bi saya kitêba Eyûb, em dizanin ku Xwedê çima îzin dide kul û derdan. Ji pêxembertiya Danîêl, em dizanin ku Padîşahiya Xwedê di bin destê Îsa Mesîh de hikumdariyeke ezmanî ye (Dan. 7:13, 14). Û em dizanin ku di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê hemû kul û derdên dinyayê ji holê rake.

20 Wekî din, serpêhatiya Eyûb nîşan dide ku gava xwişk û birayên me di tengahiyê de ne, gerek em ji wan re dilovan bin. Dibe ku ew jî carinan wek Eyûb zû bi zû bipeyivin û dilê me bişikînin (Waiz 7:7). Li şûna ku em wan mehkûm bikin, gerek em ji wan re bîhnfireh û dilovan bin. Bi vî awayî, emê Yehowa – bavê meyî dilovan û birehm – ji xwe re bikin nimûne (Zeb. 103:8).

YEHOWA WÊ WE “XURT BIKE”

21. Gotinên 1. Petrûs 5:10 çawa nîşan didin ku Xwedê çawa alîkariya Nûh, Danîêl û Eyûb kir?

21 Her çi qas Nûh, Danîêl û Eyûb di demên û şertên cuda de dijiyan jî, wan li ber hemû tengahiyan sebat dikir. Serpêhatiyên wan gotinên Petrûsê şandî tînin bîra me: “Lê Xwedayê hemû keremê ... piştî ku hûn demeke kurt cefayê bikişînin, ew bi xwe wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike” (1. Ptr. 5:10).

22. Li meqaleya bê, emê li ser çi şêwir bikin?

22 Bi navgîniya gotinên Petrûs ên îlhamkirî, Yehowa soz dide ku ewê îro jî xizmetkarên xwe xurt û hêzdar bike. Em gişt dixwazin qewetê ji Yehowa bistînin û îbadeta xwe daîm bikin. Ji bo vê, bila em îtaet û baweriya Nûh, Danîêl û Eyûb ji xwe re bikin nimûne! Li meqaleya bê, emê bibînin ku sebeba dilsoziya wan ev bû ku wan Yehowa ji nêzik ve nas dikir. Bi eslê xwe, wan rind fehm dikir ku Yehowa ji wan çi dixwaze (Mtl. 28:5). Em jî dikarin wisa bikin!

^ par. 2 Hêzekîêl li sala 617an a B.M. çûbû sirgûnê. Hêzekîêl 8:1–19:14 li “sala şeşemîn” a sirgûnê, yanî li sala 612an a B.M. hat nivîsandin.

^ par. 5 Bavê Nûh Lamex ji Xwedê ditirsiya. Ew 5 sal berî tofanê miribû. Kitêba Pîroz eyan nake ku çi hat serê dê û xwişk û birayên Nûh. Dibe ku ew di Tofanê de mirin.

^ par. 13 Dibe ku sê hevalên Danîêl jî bi saya mertebeyên xwe yên bilind ji xelkê xwe re bifeyde bûn (Dan. 2:49).